Li ser Sîyahpûş û destana wî Seyfulmulûk, di sala 1991ê de Reşo Zîlan, li ser rûpela kovara “Bergeh” bi navê “Helbestvanê Kurd Sîyahpûşê Nemir û Destnivîsarek” agahî dane.
Evdireqîb Yûsif, Ebdurehman Mizûrî, Reşo Zîlan û Enwerî Sûltanî li ser Sîyahpûş xebitîne. Lê agahîyên derheqê Sîyahpûş de, bingeha xwe ji belgeyên nivîsandî nagirin. Hema bêje tevê wan tewatur û rîwayet in ku yek ji yê din rîwayet dike.
Celîlê Celîl dibêje ku “min çar kopîyên destxet ên Seyfulmulûk bi dest xistine û min ev berhema bêhempa, ji Erebî latînîze kirîye.” Enstûtîya Kurd ya Stenbolê jî, bi navê “Çend Xezel û Helbestên Sîyahpûş” pirtûkeke biçûk çap kirîye.
Îcar Sîyahpûş kî ye? Der heqê wî de zêde agahî di destê me de tune ne. Tiştên ku hene jî weke me li jorê got, tev rîwayet in. Lê ji berhema wî Seyfulmulûk, em fahm dikin ku navê wî Muhemmmed e.
Îlahî tu mukemmel ke îlahî
Îman û sidqê min sahib gunahî
Bixefrînî gunahanê Sîyahpûş
Ji camê muhbetê key mest û medhûş
Munewwer ke bi rehmet ya Mumecced
Ji nûrê merîfet qelbê Mûhemmed
Dîsa ji beytên wî em dizanin ku ew Îranî ye. Lê paşê welatê xwe hiştiye û çûye Bexdayê
Me xwar camek şeraba xweş
Bi destê saqîyê mehweş
Wekî min hişt Îran
Û berê xwe da bi Bexdayê
Wî, ji bo keçikekê ji Îranê koç kir. Ji ber ku ew feqîr bû, bavê wê ew nedayê, bi ser de jî ew ji welatê xwe qewirand. Dest ji eşqa cîsmanî berda, ket rê ji bo bigihîje eşqa derûnî. Ji ber feqîrîya wî, evîna wî jê re nebû qismet.
Bi emrê şah li paşan tas û fincan
Gerandin saqîyan ser dest û pencan
Ji ewwel da vexwar şah û emîran
Heta dor hate me jar û feqîran
Sîyahpûş, ne nav e. Wek nasnav e (mexles) ji ber ku reş girê dide. Wekî şînkêş.
Wekî ku li jor jî me got, welatê wî kû der e, li kû hate dinyayê, ne dîyar e. Lê hin melayên herêmê dibêjin ku ew Farqînî ye, ji herêma Narik e. Lê bi ya min ev dê ne rast be, ji ber ev çend malikên wî;
Ehlê Narik ehlê nar in
Bi dev yar b-dil neyar in
Sê mirîşkê Sîyahpûş hebûn
Ew jî xwarin
Heke ew Farqînî û ji herema Narik bûya, ji bo sê mirîşkan rexneya ew qasî tûj li welatîyên xwe nedikir û ew nifira ku ehlê nar in li wan nedikir. Bi rastî tê zanîn ku ew, demekî li wir jîyaye, dibe ku melatîya gund kiribe.
Hinek kes dibêjin ew ji Hekkarî ye. Yewgenî Prûm û Albert Sosin dibêjin ku ew, xelkê Amedîyê ye. Weke ku li jor jî hate gotin, ew bi xwe jî dibêje ku ew, xelkê Îranê ye.
Karê şem’ê her şewata muhbeta sohtineê
Lew disojitin Îranî şubhetê perwaneê
Çar cîyên ji hev cuda û dûrî hev. Îran, Farqîn, Amedî û Hekarî. Kîjan rast e Xwedê dizane. Heye ku li Îranê hatibe dinyayê, ji ber ku Farisî weke zimanê xwe yê sereke bi hostatî bikar tîne. Dûre ew der hiştibe û hatibe Bexdayê, ji Bexdayê, çûbe Amêdîyê û ji wir jî hatibe Farqînê. Derketin û terikandina wî yê ji welêt, di xortanîya wî de çêbûye.
Çira işqê şebabî pur şewat e
Dilê işq tê nebî ew dil mewat e
Li gor hin çavkanîyên Erebî tê zanîn ku di nîveka sedsalîya XIXan de li Bexdayê helbestvanekî bi navê Sîyahpûş hebû ku navê wî Mihemed Cewad bû. Sala mirina wî, 1247ê Hîcrî (1831-1832 Mîladî) bû. Ji ehlê terîqeta Mewlana Xalidê Şehrezorî bû. Mersîyeke bi Erebî, li ser wefata Mewlana Şêx Xalidê Şehrezorî nivîsiye. Lê ew Sîyahpûş, ev Sîyahpûş e an na, rasterast ne diyar be jî, salên jîyana wan ne dûrî hev in. Ev jî heye ku di heman demê de li bajarekî du hunermend, bi heman nav û nasnavî, bi hev re bijîn haya wan ji hev tune be, dûrî eql e. Ev tişt xurt dike ku ew, ev Sîyahpûş e ku nivîskarê Seyfulmulûkê ye.
Dema nivîsîna Seyfulmulûkê bi hesabê Ebcedê, Reşo Zilan derxistîye 1200ê Hîcrî (1832 Mîladî) Enstûtîya Kurd a Stembolê derxistîye 1205 (1837 M).
Çîrok, ji Sîyahpûş re bûye bingeh ku karibe derdê evînê, tiştê hatîye serê wî, dax û birîna dil tevî lê bar bike. Naveroka çîrokê işq e.
Xemê işqê û zewq û lezzeta işq
Dizanin ê vexwarî şerbeta işq
Hîkayetên işqê pur dirêj in
Emanet surrê işqê hûn nebêjin
Şerabên saqîyan nadim bi Kewser
Sucûdên dilberan sed textê Qeyser
Çîroka Seyfulmulûk, bingeha xwe ji çîrokên Elf û Leylan (Çîrokên Hezar û Yek Şevî) girtî ye. Navê wî ê tam “Seyfulmulûk û Bedîa ba Cemal” e. Çîrok, ji 3056 beytan pêk tê. Tê de 13 xezel, musemmexek (Pêncxiştî), munacatek û çarmalikek heye.
Naverok:
Li welatê Misrê padîşahek hebû. Navê wî Asim Şah bû. Padîşahek adil, dilovan û xêrxwaz bû. Kal bû lê kurê wî tune bû. Dest ji tac û textê xwe berda. Xwe di xewlexaneyekê de xewle kir û dest bi dia, ibadet û taetê kir. Ji xeybê deng hatê, bi emre Xwedê keça siltanê Yemenê ji xwe re xwast, ew anî û pê re zewicî. Kurek wan çê bû. Di heman deme de wezîrê Asim Şah ku navê wî Saliho Poşînî Îbnî Hamara ye, ew jî dizewice û kurek wî jî çê dibe. Navê kurê Asim Şah danîn Seyfulmulûk, ê Saliho Poşînî danîn Sedelmulûk, her du kurik bi hev re mezin dibin.
Di çardeh salîya xwe de, Seyfulmulûk, Bedîa Ba Cemalê ku keça padîşahê perîyan Şahebal e dibîne û aşiqî wê dibe. Ji ber êşa işqê nexweş dikeve. Asim Şah hekîmên welêt ên navdar û ne navdar teva tîne ser kurê xwe, jê re dibêjin ku dermanê wî ew e ku tu wê keçikê jê re bînî. Qasidan li her derê dinyayê belav dike lê tu agahî ji keçikê bidest naxe. Di encamê de Seyfulmulûk, birakê xwe Sedelmulûk û çend destbirakên din bi xwe re digire, dikeve rê, li Hindistanê, li Çîn û maçîn digere, kahînek berê wan dide Qonstantînê. Di rê de gelek macerayên xeternak derbas dikin. Taliyê xwe digihîjin qesra Şahebal ku padîşahê perîyan e.
Şahebal, 16 pirsan ji Seyfulmulûk dipirse da bê ka çiqasî şareza ye. Wek mirî pir in an zindî, jin pir in an mêr, li dinyayê tiştê ji çiyayan girantir çî ye û hwd. Prens, bi şarezayî ew pirsan dibersivîne. Şahebal têdigihîje ku çi prensekî hêja ye keça xwe didê, mehra wan dibire, wan dizewicîne. Di encamê de bi gelek xelatên giranbiha, wan li ser texteke zêrîn bi sed ferîşteyan, dişîne Misrê.
Ew gihaştin mirazê xwe, Xwedê mirazê mirazxwazan teva bi silametî bi cîh bîne... Amîn.