Paş herba cihanê ya ewil, xîlafeta Îslamê (Împaratorîya ‘Usmanîyan) ji hevûdû difelişe. Welatê Kurda jî li çar parçeyan tê parvekirin. Ji ber vê zilm û tadeya dewletên dagirker; hinek şêx, axa û pêşîvanên ‘eşîrên Kurdan nerazîbûna xwe nîşan didin. Belê nerazîbûna van serokên Kurda jî, bi bedêlek giran ji Kurda re dibe mal. Hinek bi tevahî têne îdamkirin, hinek bi salan di heps û zindanan de têne jibîrkirin, hinek bi nefîyê têne windakirin, hinek jê koçber dibin paş midetek dirêj êdî nekarîne vegerine welatê xwe.
Welatê ku reng û rûyê wî wiha bû, li herêma Bota, li bajarê Sêrtê, li navça Dihê, li gundê Torik, li taxa jêr, li malek ji kevir û herîyê, malek mutewazî, di rojek ji rojên salê; belê rojek ne diyar, paş nimêja sibehê... Mizgînîyê didine Mela Ehmed.
- “Seyda seyda! mizgîn li te…”
- “Xuda cardin kurek daye te.”
Seyda ji xwe li hêviya vê mizgînîyê bû. Ji ber vê yekê wê şevê ne razabû. Jibona nimêja sibehê diçe mizgeftê, belê paş nimêjê zû vedigere mal. Çaxê derîyê malê vedike vê mizgînîyê distîne. Paş heyamek dirêj Xwedê çar kuran dide Mela Ehmed. ‘Ebdurrezzaq, ‘Ebdurrehman, Xelîl û eva jî Huseyn.
Seyda pirsa halê pîreka xwe dike û rûdine liser secada xwe, berê xwe dide qiblê, destê xwê hildide jor û xwe dispêre Rebbê xwe. Paş vê mizgînîyê, Seyda secda şukrê dike û di secdê de ji kêfxweşî hêstir ji çavan dibare û du’a dike:
“Ey Xudayê min; ez hemdê te dikim, çawa ku tu hemdê xwe dikî. Selat û selamê li Resûlê te û alê wî yê pak û paqij tînim, çawa te û melaîketên te selat û selam li wan aniye. Ji kerema xwe Tu me bibexşe û biparêze ji her guneh û kiryarên ne qenc. Ya Reb, li her derê welêt qêrîn û zarînên bêçara ne, tu wana bi rehma xwe îmdad bike. Ya Rebbî! Me zulum li nefsa xwe kir, tu rehmê li me bike. Em xêra xwe nizanin, tu xêrê bide me. Me rêya xwe hunda kirîye, tu rêya rast bide ber me. Em di tarîtîyêde ne, tu me bi nûra xwe ronî bike. Em qitmîr in li ber dergahê te, tu me ne qewirîne. Em feqîr û muhtaç in, tu xenîyû muxnî yî. Ya Îlahî, Tu dayik û bavên me bi rehma xwe efû bike û di cenneta xwe de me teva bi dîtina cemala xwe şad û bextewar bike. Ya Îlahî, Tu çavroniya me evan zarên me, ji her xerabîya ji bela û muûsîbeta, ji nexweşî û ‘illeta biparêze û ewana bigerîne ji salihan...”
Seyda hetanî tav germ dibe bivî awayî dua dike û li hember nî'metên Xwedê şikirdarîya xwe nîşan dide. Paş duayê radibe nimêja duhaye dike.
Seyda paş nimêja duhayê dikeve xeyalên kûr. Roj û salên demborî ji jîyana Seyda weke şerîta sînemayê yek bi yek li ber çavên wî derbaz dibe:
Mela Ehmed; kurê Mela Xelîl ê kal e. Mela Xelîl, ji gundê Êrs, ji binemalek mela, ehlê ‘ilmê û ehlê tesewwifê. Li gundê Êrs xwedî mal û milk. Her û daîm ders didan û feqî xwedî dikirin.
Zarokên Mela Xelîl ji xeynî Mela Ehmed kesek nemabû. Ji mal û mulkê Mela Xelîl jî tenê sandoqa kitêba ji Mela Ehmed re mabû. Hêvî hebû ku rojekê Xuda wê ewladên kurîn bidê û sandoqa kitêba nemîne bê xwedî.
Mela Ehmed dizewice çend zarên wî çêdibin. Belê tev jî mezin nabin û wefat dikin. Umrê Mela Ehmed, paş pêncih salîyê du qîzik jê re çêdibin, Paşê Xwedê kurekî jî didê, navê wî Taha datîne. Belê paş hingê jina wî wefat dike û her sê zarokên wî sêwî dimênin.
Ma gelo ev çi hale? li alîyek şîranî, li alîyê din tamtehlî. Wisa dixweyê kesek li vê dinyê ne gehiştîye mirad û meqseda xwe. Mela Ehmed bi salan weka Îbrahîm Pêxember (s. X. l.) çav li rehma Xwedê, bendewarê Îsma’îlê xwe. Belê paş umrekê Xweda ji kerema xwe Taha jê re dîyarî dike.
Umrê Mela Ehmed ji şêstî derbaz bûye. Sê zarokên sêwî, yek jê li ber şîr. Li gund kîjan pîreka bi şîr heye Taha şîrê teva xwarîye. Roj bi roj Taha li ber pêsîra pîrekên gundiya mezin dibe û her yekê weke ewladê xwe jê hez dike.
Xem û xeyala van zarokên sêwî qet ji hişê Mela Ehmed dernediket. Her sê sêwî jî tifal in, hewceyê şefqet û dilovanî û xizmeta dayîkê ne. Mela Ehmed paş vî ‘umrî, valehî û cihê dayîkê ne digirt. Bi awayekî ne dixwest bizewice jî. Belê ev zarokên biçûk hewceyê xwarin, şûştin û xizmetê bûn.
Mela Ehmed ji bona zewacê li derûdorê, jinekê ku jê re minasib çavdêrî dikir. Xezûrê Mela Ehmed mala wî li Diyarbekirê bû. Ji Mela Ehmed haydar dibe ku dixwaze bizewice, ew jî xeberê dişêne û gazî Mela Ehmed dike. Dibêje eger tu jinekî xerîb ji xwere bînî, dibe ku li sêwîyên te baş xwedî ne derkeve. Ger tu biya min bikî were ezê qizeka xwe ya din bideme te. Mela Ehmed bi vê xeberê pur kêfxweş dibe û diçe Diyarbekir bi mêvaniya xezûrê xwe. Du roja li mala xezûrê xwe dimîne, ji bona hazirî û amadehîya zewacê. Şeva sisîya radizê di xewna xwe de babê xwe Mela Xelîlê kal dibîne. Babê wî di xewnê de jê re dibêje: “Vê qîzkê nestîne. Here gundê Torik mala filankesê qîza wana ji xwe re bixwaze.” Mela Ehmed paş vê xewnê bi tirs radibe û nema îdî bikare razê. Destnimêj digre û hetanî banga sibehê nimêj û du’a dike. Ji xwe re wiha dibêje: “Evêya xaleta zarokên min bû. Ji xwe ji bona zaroken min bê xwedî nemînin ez dizewicim... belê ev xewna çibû? Bi vî awayî hiş û ‘eqilê wî diçe û bê qerar dimîne. Paş xwarina taştê radibe xatir ji xezûrê xwe dixwaze. Xezûrê wî dibeje “Mela Ehmed! Te xêr e çi bû ji te. Tu ji bona tiştekî hatibûy.” Mela Ehmed dibêje min bibexşîne, ez niha ne serwext im, ezê paşê biryar bidim.”
Mela Ehmed ji Diyarbekirê vedigere diçe gondê Torik, ew mala di xewnê de babê wî nîşan daye diçe wê malê qîza wana ji xwe re dixwaze. Mela Ehmed rêsipî û kal, Keser qîzek e ciwan û bedew. Ne qîzik dibêje min ev kal navê, ne jî diya qîzikê. Herdû teref razî dibin û Keserê didine Mela Ehmed.
Sê sal derbas dibe zarok ji Keserê ra çênabe. Belê Mela Ehmed hêvîya xwe ji rehma Xwedê nabire. Hew tenê kulîlka li ber bêhna wî û sebra dilê wî Taha bû. Belê rojekê Taha nexweş dikeve û paş çend roja wefat dike. Mela Ehmed rûdinê li ber sandoqa kitêbai serê xwe datîne ser sandoqê û ji xwe re hûr hûr digirî, û hestirên çavên wî bi ser sandoqê da têne xwar. Sandoqa kitêba dimîne bê xwedi.
Paş wefata Taha salek derbas dibe. Ev sala çara ye Mela Ehmed bi Keserê re zewicîye. Zaroka ewil ya Keserê vê salê çêdibe û Xwedê qîzekê dide Keserê. Bi vê qîzikê cardin şahî dikeve mala Mela Ehmed, dilê wî şa dibe û qîzik dibe Rihana ber bêhna Mela Ehmed. Ji xwe navê wê jî Rihan datîne. Lewra weke rihanê bêhna xweş jê dihat.
Mela Ehmed umrê wî ji heftihî derbas bûye, belê paş wefata Taha hinekî hêvîyen wî yê ku cardin Xwedê wê kurra bidê û li sandoqa kitêba xwedî derkevin, bixweynin û bibin xwedî ‘ilim; kêm bûbû. Ji ber vê yekê kitêbên di sandoqê de ku ji zarokên xwe re bi sala mihafeze kirin; tev bi xêra xwe, ji kîjan feqehî re lazim dibû didayê. Bi vî awyî sandoq vale dimîne.
Mela Ehmed çaxê dibe zavayê Torikiya, li Torik dibe melayê gund û heta wefat dike jî li Torik dimîne. Ji xwe Torikîya ji Mela Ehmed pirr hez dikirin. Mela Ehmed bi exlaqê xwe, bi teqwa û zuhda xwe, bi ‘ilm û ‘emelê xwe, hezkirina xwe xistibû dilê herkesî.
Mela Ehmed mensûbê mala şêxên Basret bû. Paş qiyama şêx Se’îd, malbata şêxên Basret jî ji ber zilm û zextên dewletê tev koçber dibin û diçine binxetê. Mela Ehmed jî dixwaze here binxetê cem şêxê xwe, bi vê minasebetê mala xwe hildide diçe hetanî Cizîrê, li Cizîrê çendekî dimîne, derfet jê re çênabe derbazî binxetê bibe û vedigere gundê xwe li Torik melatiya xwe didomîne.
Demsal despêka zivistanê ye. Çîyayên bilind, bi berfê sipî bûne. Germa agirê tifik û tenûr û bixêrîyê, hêdî hêdi xweş dibe. Belê hê dema dangeh û çilodana pez jî nehatiye ku bi şewata pejinga xwe gerim bikin. Jiber vê yekê Mela Ehmed bivirê xwe hildide û diçe rêlistinê. Ji xwe rêlistana gondê Torik dûr nebû. Di rêlistanê de darekî hişkbûyî û gor qeweta xwe dibire, datîne ser milê xwe û berê xwe dide mal. Belê ev darmil, darekî xwar e. Mela Ehmed çaxê birêdikeve darmil li ser milê wî rast û çep tê û diçe. Mela Ehmed jî bi rîtma hatinçûna vî darmilî, zikr û selewatan dide û bi halê cezbê tê hetanî dikeve nava gund.
Çaxê nêzî mizgeftê dibe dinêre di hewşa mizgeftê de Şex Îbrahîm Heqîyê Basretî rûniştiye û sofî û mirîdên wî jî lê kom bûne. Mela Ehmed piçekî şerm dike û vedisekine, lewra Şêx, wî bi vî halî dibîne. Şêx, bilez radibe lbi bal wî ve diçe. Çaxê şêx nêzî wî dibe, bêhtir şerm dike û darmilê xwe datîne erdê. Dixwaze here destê Şêx, belê Şêx destê xwe nade Mela Ehmed û radihêle darmilê wî, datîne ser milê xwe û bi rê dikeve. Çaxê darmil li ser milê Şêx jî bi rast û çep tê û diçe, şêx jî bi rîtma hatinçûna darmil, weka Mela Ehmed dest bi zikr û selewatan dike. Paş hingê zilamekî gundî radihêle darmilî ji ser milê Şêx radike û dibe li ber deriyê Mela Ehmed datîne.
Şêx û Mela Ehmed hevûdu hemêz dikin û pirsa halê hev dikin. Paşê Şêx ji civatê re wiha dibêje; “çaxê Mela Ehmed di rê de dihat, min didî ku darmilê wî jî weke wî zikir dikir. Bonî vê yekê min jî xwest ez bi hilgirtina vî darmilî feyz bistînim.” Paş hingê Şêx Îbrahîm Heqî, ji gundiya re wiha dibêje: “Gelî Torikîno! Mela Ehmed însanekî pirr hêja ye, qedr û qîmetê wî bizanibin, bêrêziya wî nekin.” Li ser vê gotina Şêx, yekî gundî dibêje; “Şêxê min mela tev baş in.” Şêx, bi dengekî gurr, li wî gundiyî vedigere û wiha bersiv dide: “Na sofî! Hin mela hene minafiq in.”
Li herêma Erûhê Ya’qûb Axayê Erûhî, û Şêx Ebdurehmanê Garisî (medreseya) jî yek ji wan kesan bû ku li hember dewletê nerazîbûna xwe nîşan dabûn û di vî karê pîroz de dixebitîn. Mela Ehmedê Êrsî, paş îxtîyariya xwe dibe şêwirmend û hevalbendê şêx Ebdurehmanê Garisî. Di gel wî, gund bi gund digeriya û xebat dikir. Belê mixabin Necmuyê Sêrtî yekî mehkum bû, bi îxanetê şêx Ebdurehmanê Garisî şehîd dike û serê wî jê dike dibe teslîmî leşkerê hukûmeta zalim dike. Bi vî awayî xwe ji cezayê mehkumiyetê xelas dike. Bi îxaneta Necmuyê Sêrtî cardin serhildan bê serok dimîne û belawela dibe.[1]
Aşê zeman her û daîm digere. Her kesek wê umrê xwe biqedîne û ji vê dinyayê koçê dinyayek din bike. Her wiha mela Ehmed jî umrê xwe tije dike û weka her faniyekî ji vê dinyayê xatir dixwaze. Di sala 1936 ê mîladî nêzî 90 saliya xwe, li gundê Torik wefat dike û li wê derê têye veşartin.[2]
Rehmet û razîbûna Xweda lê be.
[1] Agahiya derbarê şêx Ebdurehmanê Garisî û mela Ehmedê Êrsî, me ji ‘Ebdulmecîdê Êrsê bihîstibû. Ebdulmecîd, digot min ji kalikê xwe sofî Silêman çend caran ev mesele bihîstibû.
Sofî Silêman yek ji şahidê dewra Osmaniyan û hem jî dewra cimhûriyetê bû. 135 salan zêde jiya bû. Di sala 1970 de vefat kiriye.
[2] Agahiya jiyana mela Ehmedê Êrsî me ji kurê wî mela Huseyn bihîstibû.