Navê wî Mela Mistefayê kurê Mela Qutbeddînê kurê Mela Şemseddîn e. Li gundê Bêsaran ji dayik bûye, ku ev gund êk e ji gundên mezinên navça Jawero li rojavayê Sine ye. (Senendec)
Bêseranî li Nodişe, Paygelan û Sine ders xwendiye. Ẋeynî wî di destpêkê de li ber destê babê xwe xwendiye. Wextê xwendin qedandiye bûye mela. Di temenê 61 salî de wefat kiriye û li ser wesyetê xwe li qebristana Pîrehejare” nêz Sewllawaî bajêrê Merîwan têt binaxkirin.
Bêsaranî xuya nake ku nevî hebûbin, lê zewicîye, herwek di helbestên wî de xuya dike.
‘Elaeddîn Secadî di pertûka xwe ya bi navê “Mêjûy Edebî Kurdî” û Miḥemed Behaeddîn Saib di pertûka “Pîrşaliyarî Zerdeştî” de îşareyan bi wê kirye ku evîna Amîney Paygelanî di dilê Bêsaranî de hebûye. Lê belê helbestvan çi caran di helbestên xwe de navê Amîne bikarneanîye, tenê çend caran navê Şîrîn û Zilêxa bikaranîye, ew jî mumkîne ku kînaye be. Li gelek cêhan jî peyva “çiraẋ û qîble” hînaye wek ewê navê yarê xwe di nav wan peyvan de veşartibe.
Helbestên Bêsaranî ji aliyê mijarê ve helbestên romantik in, rast e ku li gor serdem û kat serdema kilasîk bûye, lê teknîk û îmajê romantîk gelek di nav helbestên Bêseranî de hene. Em dikarin bejin ku berya romantîka ewrupî jî, Bêsaranî bi ḥalê romantîkî xemilîye. Çunke Romantîk di nav Kurdan da xumalî û sirûştî bû, lê belê di nav Ewrupa de destkirid û bi plan hatibû çê kirin.
Bêsaranî wek helbestvaneke karîger têt naskirin û bandora wî li ser gelek helbestvanan çê bûye, bi taybet li ser Mewlewîyê Tawgozî û Pîremêrd û Mestûreya Erdelanî[1].
(1)
Ax pey[2] minallî, ax pey minallî[3]
Ax wa dirêẋa perê minallî
Goşey[4] xatirim[5] ce[6] xem bî xallî
Laqeyid[7] bîm ce tan, ce weşî[8] û tallî[9]
Her bazîm[10] mekerd min çenî yaran
Meşîm[11] we baweş[12] nazik nazaran
Nazaran[13] cemîn[14] lêm nimepoşan
Mekerdim[15] seyran zullfî weşboşan
Îse[16] ce şûmî zemaney batill
Nazaran yek yek lêm mekeran[17] sill[18]
(2)
Tasey zerûrî, tasey zerûrî
Derdî bê hamderd, tasey zerûrî
Nêşî[19] giyan kêşî, jarawî dûrî
Lêm senden aram, sebr û sebûrî
Kes pêm newaço[20] nûrîş[21] ne dîden
Min nûrî dîdem[22], ew berguzîden[23]
Sa ke nûrî ew, ce dîdem dûren
Dinya lêllawen[24], dîdem bê nûren
[1] Jêder: Dîwanî Bêsaranî, lêkolînewe û lêkdanewey ekîm Mela Sali, çapxane Mîhin, Senendec, Îran, 1375.
[2] Pey: Ji bo, bo
[3] Minalî: Zarokatî
[4] Goşey: Koşe, qurne
[5] Xatirim: Dilê min, Hizrê min
[6] Ce: Ji
[7] Laqeyid: Azad, serbest
[8] Weşî: Xweşî
[9] Tallî: Te’li
[10] Bazî: Yarî, Listik
[11] Meşîm: Ez diçûm
[12] Baweş: Hembêz
[13] Nazaran: Nazdarên
[14] Cemin: Tewêll, rû, navbera çaw û porê
[15] Mekerdim: Min dikir
[16] Îse: Niha, êsta
[17] Mekeran: Dikan
[18] Sill: Ji min merevin
[19] Nêş: Nûkî tîj
[20] Newaço: Nebêje
[21] Nûrîş: Nûr jî
[22] Dîdem: Çavê min
[23] Berguzîde: Helbijarde
[24] Lêllawen: Xêm, mij, tevlîhev