Tu diz bî şevê reş pir in.
Çê kiro bi xwe kiro, xera kiro bi xwe kiro.
Dewê ceribandî ji mastê neceribandî çêtir e.
Dujminê baqil ji dostê ehmeq çêtir e.
Bersiva ehmeqa sikût e.
Dû parê xizanîyê ji nezanîyê ye.
Zimano req serîyo teq.
Peqilkê ser avê rûyê derewîna derdixe.
Bila Xweda yar be bila şûrê te dar be.
Aşê nezana bi xweber digere.
Ji devê dikeve ji hopehopê namîne.
Piştî baranê ga cilik dike.
Siwarê dêlrûtê, sibê diçe êvarê zû tê.
Axa jin û mêran ne yek be, serê wan naçe ser ba’lîfekê.
Dinya nediyan dinya nedî, kulmek bulğura wan hebû, kirin ‘eydî.