Mela Ehmed li gundê Êrs mela ye. Sal 1918, bihar e! Li her deverê welêt ruhber bi coş û kelecan in. Her wiha Mela Ehmed jî bi kelecan û kêfxweş e. Lewra Xuda kurekî dayê.
Bi salan Weka Îbrahîm pexember, weka Zekeriya pêxember, (silavên Xuda li wan be) Mela Ehmed jî her û daîm hêvî ji Xweda dikir ku nesla wî bidome û pêşîvantî û rêbertiyê ji gelê xwe re bike. Her çi Mela Ehmed feqîr û îxtiyar be jî belê hêviyên wî yên ciwan û dewlemend hebûn.
Mela Ehmed di vî halê feqîrtiyê de, tewekkula xwe dabû Xwedayê xwe û bi vê tewekkulê dizanî ku Xwedê Rezzaq e û rizqê wî û zarên wî jî wê bide. Bi vê minasebetê navê kurê xwe yê ewil Ebdurrezzaq danîbû.
Çaxê Ebdurrezzaq jê re dibe, Mela Ehmed bi ‘eqîqe û qurbanê beranekî serjêdike. Qurban: nêzikbûn. Yanî xwesteka nêzikbûn û razîbûna Xweda. Mela Ehmed jibonî razîbûn û nêzikbûna Xwedayê xwe, ne tenê beran, bê gûman canê xwe jî dikire qurban! Ji xwe roj û şevên Mela Ehmed tev ji bonî nêzîkbûn û razîbûna Xweda derbas dibûn. Şevên wî bi zikr û ‘îbadet, rojên wî jî piranî bi rojîgirtinê derbas dibûn. Mela Ehmed, ziman şêrîn û xweş sohbet bû. Dilnizm û şîretkar bû ji civakê re. Ewil şîret li nefsa xwe dikir, ji xwe herkesî ji şîretên wî îstifade dikir. Lewra gotin û şîretên wî pirr bi hîkmet û balkêş bûn.
Niha Ebdurrezzaqê biçûk, gul û şênahiya nava malê ye. Paş ‘umrekî dirêj, dara temenê Mela Ehmed, fêkî daye û ev fêkî jî zêde zêde şîrîn e. Ebdurrezzaq kesera li ber dilê dayîka xwe Keserê ye, û gula Ehmedi ye li ber bîna bavê xwe Mela Ehmed.
Ebdurrezzaq çaxê mezin dibe, ders û terbiya xwe ya ewil ji dê û bavên xwe digire. Yek xwesteka Mela Ehmed û Keserê heye. Ew jî zarokên wan bixwînin û bibine zana û ‘alim.
Ji vir pê de em guhdarî birayê wî Mela Huseyn bikin.
Mela Huseyn wiha dibêje.
Çaxê birayê me Ebdurrezzaq xwendina xwe ya sereke li cem bavê me diqedîne, bi feqetî dest bi kitêbên rêzê dike. Belê bavê me dizane ku feqetî di malê de nabe, lazim e li cem seydayekî ders bistîne. Bi vê minasebetê feqe Ebdurrezzaq dişîne Nîvila, cem seydayê Mela Yehya. Çendekî li Nîvila dixwîne paşê diçe Mêrgê li cem Şêx Ebdurehmanê Şawirî û hinekê jî li Zûqeyda li cem Şêx Mehmûdê Zûqeydî dixwîne. Û paşê jî diçe Norşînê li cem Şêx Taha yê Taxî xwendina xwe didomîne.
Nûr-şîn! Medreseyên Norşînê, serkela ‘îlmê û zanîngeha zimanê Kurdî bû. Norşîn weka navê xwe bi Nûr bû. Û ev nûr jî her û daîm şîn bû. Şînahî û ‘îlmê vê Nûrê seranser li her deverê Kurdistanê ronî dikir. Her feqiyek Kurdistanî, dixwest li medreseyên Norşînê, demekî bixwîne û ji vê nûrê feyz bistîne.
Pirr Ustaz û Seydayên bi nav û deng, bi ratib û şorbeya van medreseyan mezin bûbûn. Bi vê sedemê Mela Ehmed, feqe Ebdurrezzaq dişîne medreseya Norşînê. Feqe Ebdurrezzaq nêzî salekî li Norşînê dixwîne.
Belê çawa ev diyar, ji kesekî re nebûye yar û roj û nefesên herkesî bi jimar in û paşê wê xatir bixwaze ji vî diyarî, Mela Ehmed jî roj û nefesên xwe temam dike û li Torik diçe ber dilovaniya Xwedê.
Mela Huseyn wiha dibêje:
Bi xebera wefata bavê me, feqe Ebdurrezzaq vedigere mala xwe. Ji xwe paş hingê nikare xwendina xwe bidomîne. Lewra di malê de ji bilî wî, kesekî bikare rêveberiya malê bike, nîne. Hersê xwişkên me zewicîbûn, belê dayîka me ya reben û em sê bira, yêtîm di malê de hêviya rehma Xwedê, belê çavên me li destê mela Ebdurrezzaq bû.
Ebdurrehman deh/dazdeh sali bû û nû dest bi feqetiyê kiribû. Xelîl şeş/heft salî bû û ez jî du/sê salîbûm wê çaxê. Ji xwe nayê bîra min ka bavê min yekî çawa bû...
Çawa her teyrikek dixwaze û hewl dide ku ferxikên xwe bi firrê bixe, Mela Ehmed jî dixwest zarên xwe mezin bike û bi firrê bixe; belê temenê wî têrê nake û bi vê kulê serê xwe datîne û diçe ber dilovaniya Xwedê...
Mela Huseyn wiha dewam dike: Paş wefata bavê me, Mela Ebdurrezzaq bavîtî ji me re kirîye. Terbiye û edeba xwe, me ji wî girtiye. Îdara malê tev li ser milê wî ma bû. jibonî vê yekê Mela Ebdurrezzaq navberê dide xwendina xwe û li gundê Êrsê dibe mela û çend salan li wê melatiyê dike.
Mela Ebdurrezzaq, ji ‘îlmê re ‘eşqa wî zêde hebû. Hem jî pirr însanekî Zekî bû. Bi vê minasebetê çaxê firset çêdibe cardin vedigere medresê, da ku xwendina xwe temam bike. Bi vê biryarê jina wî nerazîbûna xwe nişan dide. Belê Mela Ebdurrezzaq ‘îlm û xwendinê tercihê li ser jina xwe dike û jina xwe berdide.
Mela Ebdurrezzaq çend salan melatiya gundê Êrsê dike û li wê derê cardin dizewice. Paş melatiya Êrsê, diçe gundê Binêve dibe mela. Du salan li wir dimîne. Wan herdû salan birayê me Mela Ebdurehman jî, li wê derê dersa feqiyan dide û hem dersê dide birayê xwe yê mezin Mela Ebdurrezzaq jî. Mela Ebdurrezzaq, li wir xwendina xwe diqedîne û ji wir diçe eskeriyê.
Paş sê salên eskeriyê vedigere mal. Bi tewsiya diya xwe diçe binxetê cem Şêx Îbrahîm Heqîyê Basretî, hem îcazeta ilmê û hem jî îcazeta xelîfetiyê ji şêx Îbrahîm Heqî distîne. Çawa tê zanîn, malbata şêx Îbrahîm Heqî li herêma Botan malbateke binav û deng bû. Mixabin paş serhildana şêx Seîd, ji ber zilma dewletê ew jî koçê binxetê dikin.
Em ji vir pêde guhdarî mela Nureddîn bikin.
Mela Nureddîn wiha dibêje: Seydayê Mela Ebdurrezzaq çendekî li gundê Kêver melatiyê dike û ji wê diçe gundê Spendika dibe mela. Paşê jî diçe Perês melatiyê dike. Li Perês şeş heft salan dimîne lewra li vir feqî hebûn. Ji xwe Seyda dixwest ku daîma medreseya wî tije feqe bin û her û daîm dersan bide. Belê ew îmkanên Seyda tunebûn ku bi tena serê xwe feqiyan xwedî bike û medreseya xwe birê bibe. Ji xwe feqî bi ratibên gundiyan dihatina xwedîkirin.
Bîst sal zêde ye seyda li herêmê melatiyê dike û dersan dide. Di van salên ‘umrê wî yê bi xêr û bereket de şeş heft zarok jê re çêdibin. Zarokê wî yê mezin jî ‘Elî ye. ‘Elî feqe ye, hêj kitêbên xwe neqedandine. ‘Elî ji bona melatiya meha Remezanê li gundekî Wanê dibe mela.
Çaxê Mela ‘Elî li Wanê mela bû; fetwayeke muhîm û balkêş ji miftiyê Wanê tê pirsîn. Wê çaxê bi navê Mela Nizameddîn, ji malbata Arvasiyan miftîyek hebû. Miftî bi xwe nekarî fetwayek ma’qûl bide. Ji tevê melayên xwe jî dipirse belê kesekî bersiva wî bide tunebûye. Mela ‘Elî bi vê fetwayê haydar dibe û diçe cem miftî. Dibêje bavê min alimekî zana ye. Ez bawer im bavê min wê karibe fetwayeke ma’qûl bide. (Mixabin derbarê naveroka vê fetwayê me tu agahî bidest nexistin)
Miftî jî mektûbekê dinivîse û dide Mela ‘Elî. Mela ‘Elî mektûba miftî hildide û diçe cem bavê xwe. Seyda bi delîlekî xweşik û berfireh bersiva miftî dinivîse û dide Mela ‘Elî. Çaxê Mela ‘Elî mektûbê dide miftî û miftî dixwîne, pir kêfxweş dibe û dibêje “aha fetwa ev e.” Ji mela ‘Elî re dibêje ez dixwazim bavê te were vêderê da ku em baş jê îstifade bikin. Melatiya kîjan gundî dixwaze jî emê li wê derê cî bidinê.
Bivê minasebetê Mela ‘Ebdurrezzaq teklîfa miftî qebûl dike û diçe Wanê li gundê Alakoyê dibe mela. Hetanî teqawîd dibe li wê derê dimîne. Alakoy gundekî bi xêr û bereket bû. Seyda li Alakoyê melatiyê dike û bi sedan kes zêde mela liber destê wî perwerde bûne û xwendine.
Çend caran teklîfa miftîtiya Wanê didine seyda belê seyda qebûl nake. Ji xwe rûmet û giraniya wî, ji ya miftîtiyê zêdetir bû. Her wiha li herêma Wanê kîjan gund bê mela diman, seyda melayekî dişande gund û gundiyan jî qebûl dikir.
Li herêmê siyanet û rûmeta Seyda pirr zêde hebû. Pirr kesên weke Kinyas Beg xwedî ‘eşîr û maldar jî teva ji Seyda re rêz û hurmet digirtin. Pirsgirêk û dijmintiya di nava gel de li ser destê Seyda bi selahet û aştiyê dihate helkirin. Carna pirsgirêkên giran bi yek nesîheta Seyda, bi hêsanî ji holê dihate rakirin.
Çawa tê gotin "her ‘egîdek bi piştevaniya jin’egîdekê li piya ye" her wiha çaxê em pesnê Seyda bidin û jinseydayê jibîr bikin nabe. Jinseyda; ‘Eynilheyat rûmeta Seyda bû. Seyda bi wê her û daîm serfiraz û serbilind bû. Di xizmeta misafiran de, bê kêmasî Seyda serbilind dikir. Çawa Seyda bi şîret û gotinên xwe civaka zilaman perwerde dikir, her wiha jinseydayê jî civaka jinan perwerde dikir. Ji xwe nîvê civakê jin in. Dersa jin û zarokên gundiyan jî li ser milê jinseydayê bû. Pirsgirêkên jinan bi wasîteya jinseydayê dihate helkirin. Bi kurtahî jinseyda seydayê civaka jinan bû.
‘Umrê Seyda pir bi xêr û bereket bû. Xwedê bereket xistibû hem mal û hem jî ewladên wî. Xwedê Ji ‘Eynilheyatê heft kur û pênc qîz dabûne Seyda. Belê heman demî hem mal û hem jî ewlad îmtîhan in ji bonî her merivî. Carna bi hebûnê û carna jî bi tunebûnê meriv îmtîhan dibe.
Ji xwe tu carî dinya namîne li ser halekî. Çawa şev û roj cî diguherin, havîn û zivistan lipeyhev tên û derin, her wiha hal û rewşa merivan jî cî diguhere. Carna xweşî û şadî û bextewerî, carna jî nexweşî û tengasî û huzn û xem. Ji xwe halê dinyayê hema ev e. Roj heye meriv şad û kêfxweş e û roj heye meriv di huzn û xemê de bêçare dimîne. Seydayê Mela Ebdurrezzaq jî herwiha li vê dinyayê rojên xweş gelek derbas kiribûn. Belê roj hat ku digel xwe huzn û xemên pirr giran anîn. Ev rojên tarî û dilsoj dubare li pey hev di dil û kezeba Seyda de agir pêxist. Ji bilî sebrekî Yaqûbî, tiştek ne dikarî dil û kezeba agirpêketî hênik bike. Seyda di navbera sê/çar salan de du perçe ji kezeba xwe, du ‘egîdên ciwan û hêja bi destê xwe binax dike û her roj di quncikê dilê xwe de valahiya wan dibîne. Agir û pêta di dilê Seyda de pê diket, bi hêsirên çavên xwe ditemirand û hênik dikir. Her çi Seyda bi sebrê hêsirên çavên xwe xef bike jî belê ji halê wî dihate fêhmê ku hêsirên wî di hundirê wî de dibû çem û diherikî. Ya Rebbî çi halekî zor e.
Ma gelo çi tama jiyanê heye? Ev dinya ha, weke bihareke xapînok, carna kefçikek şîranî li devê meriv dixe, belê bedel wê şîraniyê nav û dilê meriv disoje û diperitîne. Ev şîranî dibe tamtehlî û bi heyamek dirêj bandor û tesîra wê tehliyê ji ser merivan ranabe.
Roj û sal, jimare ne. Yek bi yek derbas dibin. Ji xwe her kes roj û salên xwe diqedîne û ji vê dinyayê bar dike bal dinyayek din ve. Çaxê dawiya jojên merivan tê, ‘umrê meriv temam dibe û vedigere sefera xwe ya bê dawî. Her wiha Seydayê Mela Ebdurrezzaq jî weke her fanîyî rojên xwe temam dike û diçe. Mixabin çaxê diçe, ‘îlmê xwe yê kûr jî bi xwere dibê. Paş çend mehên nexweşiyê, di rojekî sar û seqem, di 23,01,1998 ê de vedigere bal Xwedayê xwe ve.
Rehmet û razîbûna Xweda lê be.
Nîşe: Agahî derbarê Seyda Mela Ebdurezaq de me ji birayê wî Mela Huseyn, ji xwarzî û hem zavê wî Mela Nureddîn, ji kurên wî Mûhemmed û Bedreddîn bidestxistin. Mala wan ava be.
