Şêx û alimên herêmê her û daîm ji gel re evîn û hezkirina xwe, bi xizmetên dînî û ilmî nîşan dane. Pirsgirêkên gel, bi dad û edalet, li gor şerîeta îslamê, bi hêsanî hel kirine. Pêşî li fitne û xerabiyên mezin girtine. Ferq ne xistine navbera maldar û feqîran de. Ji xwe gel jî bê kêmasî ji şêx û aliman ewle û êmin bûne û guhdarî şîret û nesîhetên wan kirine. Hetanî roja îroyîn ziman, çand, edebiyat, adet û bîr û baweriya xwe bi seyda û medreseyan mihafize kirine. Gelê kurdên bê dewlet, sedan salan bi saya medreseyan xwe ji têkçûn û asîmîlasyonê parastine.
Mijara me ya vê nivîsê, kurtejiyana şêx Ebdurehmanê Şawirî ye. Derbarê jiyana wî de, agahiyên me bi destxistine emê li vê derê ji xwendevanan re parve bikin.
Şêx Ebdurehmanê Şawırî Kî ye?
Şêx Ebdurehmanê Şawirî, yek ji wan alimên herêma Bota bûye. Şêx Ebdurehman, alimekî hêja û navdar bûye. Hem şêx û hem jî seydayê medreseya xwe bûye. Di gel vê yekê karker û xebatkarê dinya xwebû jî.
Şêx Ebdurehman, li gor hinek agahiyan, di sala1899 ê de li gundê Şawira hatiye dinyayê. Şêx Ebdurehman kurê şêx Mihyedîne û şêx Mihyedîn jî kurê şêx Hesen e. Ev malbat ji malbata şêx Ebdullahê ku bi navê Şêx Evdal tê naskirinê. Şêx Evdal, ziyaretgahek meşhûre li herêmê. Çewa tê zanîn bi neseba xwe jî Omerî ne. (Şawira, li herêma Bota gundekî girêdayê navça Dihê/Erûhê ve ye.)
Xwendına Şêx Ebdurehman
Şêx Ebdurehman, li gundê xwe li cem bavê xwe dest bi xwendinê dike. Hem dixwîne û hem jî weke her gundiyekî îş û karê malê jî dike. Weka cotkarî, paletî û şivantiyê. Bi zor û zehmetiyan xwendina xwe didomîne. Ji xwe wê çaxê feqîrî û bê îmkanî li herderê welêt te'sîrekî giran danîbû li ser gelê herêmê. Li hêlekê herba cihanê seranser welat wêran û talan kiribû, li hêlekî jî axa û eşîrên herêmê bi şerê navxweyî gelê herêmê talan dikirin. Gelê belengaz di nava du agiran de mabûn. Kesekî ne dikarî bi ewlehî ji xwe re kar û xebatekî bike. Di vê dema tengasiyê de, bavê şêx Ebdurehman wefat dike. Beriya hingê jî birayê wî yê mezin wefat kiribû. Piştî wefata bavê xwe, şêx Ebdurehman ji bêçaretiyê, navberê dide xwendina xwe û ji bonî îdareya malê îş û karê rêncberîyê didomîne. Lewra mezinê malê ye û îdarevaniya malê jî dikeve ser milê wî.
Paş çend salan, hizkirina xwendinê di dilê wî de zêde dibe û dixwaze cardin here feqatiyê da ku xwendina xwe temam bike. Belê pîreka wî bi vê biryara wî qayîl nabe û nerazîbûna xwe nîşan dide. Şêx Ebdurehman jî ji bonî xwendina xwe bidomîne, pîreka xwe berdide û diçe feqatiyê. Ewil diçe Nîvila li cem mela Yehyayê Nîvilî hinekî xwendina xwe pêşve dibe. Paşê jî diçe Tilê û Farqîn û Cizîrê xwendina xwe didomîne. Di dawiyê de, xwendina xwe li cem şêx Îbrahîm Heqiyê Basretî li bajarê Helebê li gundê Hilwa temam dike û hem îcazeta xwe ya ilmê û hem jî xelîfetiyê ji şêx Îbrahîm Heqiyê Basretî distîne.
Despêka Melatıyê Û Dersan
Şêx Ebdurehman, carna li gundê Şawira û carna jî li gundê Mêrgê melatiyê dike. Hem di medreseya xwe de jî dersa feqîyan dide. Ji xwe karê wî yê sereke medrese û dersdan e. Li herêmê seyda û feqiyên ku hene, pirrê wan di bin tedrîsata şêx Ebdurehman de derbas bûne. Lewra ewê malê, malekî pîroz û bi xêr û bereket dizanin û xwestine ji xêr û berekata vê malê feyz bistînin.
Şêx Ebdirehman, li herêmê weke Qaziyê şerîetê bû, pirsgirêkên di nava gel de çêdibûn, bi hêsanî hel dikir. Derbarê helal û heramê de cihê fetwa yê bû. Pirsgirêkên gel çi biçûk û çi mezin çaxê tanîne cem, helkirina wan li xwe wek rojî û nimêjê ferz dizanî. Lewra eger pirsgirêk neyête helkirin, dibe ku bikevine guneh û heramiyê. Evana jî ji xwe re wezîfe û berpirsyarî dizanî. Gelê herêmê jî bi fetwa û biryarên şêx Ebdurehman bawerî tanîn û razî dibûn. Wan jî dizanîn eger guhdarî fetwa û biryara şêx qebûl nekin, wê gunehkar bibin û bibine sebebê fîtneyê.
Şêx Ebdurehman, xwediyê îlmekî kûr û merivekî nefissivik bû. Ji pesindanê hez nedikir. Şêx Ebdurehman, kitêbên rêzê pirrê wan hifiz kiribûn. Çaxê dersa feqîya dida, pirrê caran li kitêbê mêze nedikir.
Temenê şêx Ebdurehman, bi tevahî di medrese û dersdanê de derbas dibû. Şêx Ebdurehman, paş wefata şêx Îbrahîm Heqiyê Basretî dibe mensûbê şêx Remezan. Çawa Celaleddînê Rûmî çaxê Şems dibîne û dibe aşiqî wî; her wiha şêx Remezan jî dibe Şemsê şêx Ebdurehman û weka rojê dilê wî ronî dike. Şêx Ebdurehman dibe mensûb û aşiqê şêx Remezan. Pirrê şêx û melayên herêmê bi vê mensûbiyeta şêx Remezan; şêx Ebdurehman rexne dikin û nerazîbûna xwe nîşan didin. Lewra di çavê wan de şêx Ebdurehman, hem bi cîhet îlmê û hem jî bi her awayî, ji şêx Remezan pêştir didîtin. Belê şêx Ebdurehman, rexne û gotinên wan piştguh dike û bi eşq destê şêx Remezan digire hetanî mirinê bernade.
Edebîyat Û Berhemên Şêx Ebdurehman
Şêx Ebdurehmanê Şawirî destûr û îcazeta şêxanî û terîqetê sitandibû belê tu carî bi şêxanî xwe ne dida pêş û xwe nîşan ne dida. Tenê aşiqê îlm û ders û medreseyan bû. Jiyana xwe bi tevahî bi îlm û dersan derbas dikir. Di gel vê yekê di şî'r û edebîyatê de jî pisporekê zimanê Kurdî û Erebî bû. Derbarê dersên feqiyan û ziman de pirr berhemên balkêş û bi nezim nivîsandine. Weka gelek seydayên medreseyan, şêx Evdirehman jî dîwaneke xweş û balkêş heye. Ev dîwan pesnê pexember û merivên qenc, bi zimanêkî zelal, di gel vê yekê şîret û nesîhetên balkêş li civakê dike.
Wefata Şêx Ebdurehman
Çawa her yek roj û nefesên wî bi jimarin û çaxê ew roj were, veger nîne, her wiha şêx Ebdurehman jî nêzî wefatê, êş û jan dikeve bedena wî û bê hal dikeve. Bi minasebeta tendûristiya wî çendekî di nexweşxaneya Sêrtê de radizînin. Belê ecel ji kesekî derbas nabe û kesekî ji bîr nake. Paş temenekî bi xêr û bereket, di 75 saliya xwe de 04,04,1974 ê de şêx Ebdurehmanê Şawirî ji vê dinya fanî koçê bal Rebbê xwe ve dike. Li Şawira li cem kalikê wî şêx Evdal têye definkirin. Şêx di paş xwe da nav û dengekî xweş dihêle. Rehm û razîbûna Xweda lê be.
NÎŞE:
Derbarê jiyana şêx Ebdurehmanê Şawirî de bi kurtahî agahiyên girîng min ji bavê xwe mela Huseyn bihîstibûn. Di gel vê yekê agahiyên pirr balkêş, ji birêz Mehmet KAYAR ku ji teza xwe ya lisansa bilin li ser berhemek şêx Ebdurehmanê Şawirî li ser medya civakî hatibû parvekirin, me jê îstifade kir. Bi taybet ji bonî sererastkirinê birêz mamoste Muhemed Emîn Oğuz, zavayê şêx Ebdurehman ji me re bû alîkar. Rêz û silav û serfirazî Ji teva re û ji bonî van agahiyên balkêş sipasdar im.
Yek ji qesîdeyên şêx Ebdurehmanê Şawirî ev e:
ALÊ ZÊBARÎ
Alê Zêbarî li me winda bû, tew limin felek.
Botan bû tarî zulmet xwiya bû, bê sebrim felek.
Felek dewranek xirab gerandî, tew li min felek.
Îrşad erbane j-nav me kişandî, bê sebrim felek.
Dengê mirîdan li Basret nayê, tew li min felek.
We’zên egîdan çûne sehrayê, bê sebrim felek.
We’zên Nûr Heqqî çûne Hilwayê, tew li min felek.
Feyza Nûr Heqqî ketye dinyayê, bê sebrim felek.
Dinya hîlebaz hîla xwe çêkir, tew limin felek.
Egîdê şehbaz ji nav me rêkir, bê sebrim felek.
Egîdê şêxan bavê Elwan e, tew limin felek.
Sofî murîdan xwe bikin qurban, bê sebrim felek.
Ji nesla Muhammed şêrê axretê, tew li min felek,
Xewsê mueyyed qutbê xurbetê, bê sebrim felek.
Şewqa didana da asîmana, tew li min felek.
Şêrê şıvana sal û zemana, bê sebrim felek.
Kevanê birhan reşmarê zehran, tew li min felek.
Ser herdû çehvan xusûlê gunhan, bê sebrim felek.
Tîra ji xeybê avête qelbê, tew li min felek.
Dikin cidîdan wek rojê îdan, bê sebrim felek.