Ji sala 1909’an û heya 1922’yan, di navbera filê Ermenî û misilmanê herêma Rojhilata Tirkî de şerekî giran qewimî. Wê demê Ûris xwest ku Enedola Rojhilat û Enedola Başûrê Rojhilat bêxe zefta xwe. Ji bo vê yekê dest bi dagirkirinê kir. Ermeniyên wan herêman jî, ev rewş ji xwe re keys dîtin û bi alîkariya Ûris dest bi kuştina Kurdên Misilman kiribûn. Gundê wan wêran û malê wan talan kiribûn. Herbek dijwar çê bibû. Piştî ku Ûris negihêşte meqseda xwe û zivirî axa xwe, Dewleta Tirkî jî fermana filê Ermenî rakir û wan ji wê herêmê nefî kiribû.
Sal 1922. Dem dema dawiya wê herbê bû. Xelîl hêj 11 salî bû. Dê û bavê xwe di herbê de winda kiribû. Nizanîbû wê çi bike. Ji mala xwe yî ku tev xera bibû derket. Çû, çû nizanîbû êdî çend se’etan di rê de bû. Dît ku siwarek tevlî sê hêstirên barkirî ji jorê de tê. Xwe avêt ber piyê hespê. Xwediyê hespê hindik mabû pêl ke. Siwar peya bû û Xelîl ji erdê rakir. Dît ku Xelîl ji halê xwe de ketiye. Xelil bi qasî ku karîbû got: “Ez pir tî û birçî bûme!” Camêr benê hesp û hêstirên xwe bi darekî ve girêda. Ji tûrikê xwe qetek nan û hinek av anî da Xelîl. Xelîl hinek bi hemdê xwe ve hat. Cil û pêlavê Xelîl tev qetandî bûn. Navê xwe û derdê xwe ji camêr re got.Camêr jî got:
-Navê min jî Hesen e. Ji min re dibêjin Hesenê ‘etar. ‘Emrê min bû 50 sal. Mala min li Melazgirtê ye. Ez ‘etarîyê dikim.Tiştan li gunda û bajarokan digerînim û difiroşim. Vê gav jî min berê xwe daye herêma Bedlîsê. Xweda ku bike qismet ez ê biçim Hîzanê. Heke ku bi wî alî de kesekî te hebe, were ez te jî bi xwe re bibim. Xelîl got:
-Kesekî min tine xalo! Ez bi tena serê xwe mame. Bê kes û bê war im. Heke ku tu qebûl bikî, dixwazim bi te re werim. Min jî wek kurek xwe bihesibîne xalo! ‘Etar got:
-Çavê xalê xwe! Bi rastî jî kurekî min tine ye. Piştî 19 sala xweda du keç da min. Ana yek 9 salî ye û yek jî 11 salî ye. Bila tu jî wek kurekî min bî. Di pêşiya me de xanek heye. Gava em gihiştin wê derê serê xwe bişo. Ez ê li wir cil û pêlavekî nû jî bidim te. Îdî ez herim kuderê ê tu jî bi min re bî.
Xelîl, gedeyek jîr û jêhatî bû. 7 sal bi Hesenê ‘Etar re, ser karê ‘etariyê li gund û bajarokan geriya.
Hesenê ‘Etar keça xwe ya mezin li Xelîl mar kir. Piştî zewacê du sal borî, Hesenê ‘Etar bi êşa zirav ket. Mal û malbata xwe tev siparte Xelîl û di demek nêz de jî çû ber rehma Xwedê.
Xelîl rojekî bi alî Serhedê de diçe û li gunda malê ‘etariyê digerîne. Di geliyê Bedlîsê de berê xwe dide gundekî. Ew gund di quntara çiyakî de, di cîkî newal û ‘asê de bû.Hesp û hêstirên xwe li rastekî, dibin siya dara gûzê de girêda. Pişt re malê xwe raxiste rastê. Deng da gundiya. Exleb pîrek û zarok hilkişiyan balê û lê civiyan. Pîrekan firaqê xwarinê û bi piranî jî malê gazê dikirrîn. Zarokan jî maziyên ku dabûne hev didane bi şekiroka û tiştê leystikê.
Qederek bi şûn de, bala Xelîl kişand ku pîrekek navsere timî lê temaşe dike û çavê xwe jê naveqetîne. Xelîl gazî pîrekê kir û jê pirsî:
-Xaltîka min! Bala min li te ye, ji wexta ku tu hatî vir, bi nihêrtinek kûr û xemgînî te çavê xwe ji min ne veqetandiye. Qey tiştek ji te re lazim e? Heke perê te tine be, ez ê xêra xwe bidim te. Pîrekê bersiv da:
-Na kurê min! Hima xwîna te li min keliya. Min te şibande lawê xwe Xelîl. Dirûvê lawê min Xelîl bi te dikeve. Ez qurban bibim ji Xelîlê xwe re. 10-11 sal berê di herba fillan de me ew hinda kir. Ji ew roj û vir de jana Xelîl ji dilê min derneketiye.
Bi ser van gotinên pîrekê, qudûmê Xelîl şikestin. Wek avek sar bi serê wî de hatibe rijandin, ricifî. Li hev şaş bû û madê wî zer bû. Pîrek jî, ji vî halê wî re şaş bû û jê pirsî:
-Lawo! Çi bû bi te? Tu çi kesî, ji ku derê yî? Navê te çî ye?
Xelîl kelegrînî bû û bersiv da:
-Ez xelkê herêma Qarakose me. Ji gundê Mîran û ji hêla Sîbera me. Navê min Xelîl e. Ez kurê Şakirê mizo me. Navê dayîka min jî Xatunê bû.
Bi ser van gotinê Xelîl de vê carê ma’dê pîrekê zer bû û ji hişê xwe çû. Jinên gund li ser serê wê civiyan û bi ser çav û rûyê wê de av dakirin û wê anîn ser hişê wê. Pîrekê kir qêrînî û xwe avête stûyê Xelîl. Xelîl jî bi girîn xwe avête dest û piyê diya xwe, û bi dengek bilind got: “Dayêê!!” Tevekî gundiyan li wa civiyan û ji halê wa re kelegirînî bûn.
Xatunê bi destê Xelîl girtibû û bernedida. Ser û çavê wî maç dikir, wî himbêz dikir, bêhn dikir. Û wiha digot:
-“Lawê min, kurê min, berxê min! Ez qurbana te bim, kezeba diya xwe! Ji kerba te, ka rojek jî bi rehetî xew ketiye çavê diya te, ez qurbano? Min ne sebr û ne hedan bû. Xwezila ji mala Xwedê re bavê te jî ev roj dîtibûna, Xelîlê min!” Xelîl pirsî:
-“Çi bû ye ji bavê min, qey ne li vir e dayê?” Dayika wî got:
-“Kezeba diya xwe! Bavê te sê sal berê rehmet kir. Bi kesera te çû. Aniha birayek û xuhek te hene. Hersê jî aniha li zeviyê avdanî dikin. Min ji wan re zahf behsa te kirîye. Xwedawo! Ku ew te bibînin, wê çiqas kêf bikin Xelîlê min!”
Bi hevre çûn malê. Birê wî û xuha wî jî hatin. Ew şev, ew xanî bû cihê kêf û şahiyê. Heya şeveqê xew bi çavê wan neket û serpêhatiyên xwe ji hev re gotin.
Pişt re Xelîl diya xwe, bira û xuha xwe bire Melazgirtê cem mala xezûrê xwe rehmetiyê Hesenê ‘etar. Pîreka wî, xesû û baldûza wî jî bixêr hatin û kêfxweşî dan wan. Demek şûn de baldûza xwe jî li
birê xwe mar kir.
Teva bi hev re temenê xwe yê mayî, bi hev re derbaskirin.