Girtî di vê behra denî qet nanivî nasekinî
Reh şubhetê qelbê min î ji mihnetan û zehmetê (Feqiyê Teyran)
Bağ û bağçeyên erdnigariya me gelek dewlemend in. Bi enwa’ê darên fêkî, gul û kulîlk û şînayîyan xemilandî ne. Her qewmek di herêma xwe de bi taybetmendiyên xwe ‘erzê endam dike, nî’metên ku Rebbê ‘Alemê li wan kiriye li ser xwe hildigre, nîşan dide, pê kêfxweş û dilşad dibe.
‘Ereb bi zimanê xwe yê wehyê, Faris bi zimanê xwe yê edebiyatê, Tirk bi ziamanê xwe yê leşkeriyê, Kurd bi zimanê xwe yê merdîtiyê delal in. ‘Ereb bi çand û jiyana xwe yî surûştî û sade; Farsi bi çand û jiayan xwe yî siyasî û nazik; Tirk bi çand û jiayan xwe yî kîbar û zeptûrept; Kurd bi çand û jiyana xwe yî dilsoz û saf di erda xwe de, li ser axa xwe ayetên ji ayetê Xweda ne. Her Ayetek nîmete ke. “Heger hûn nî’metên Xweda bijmêrên hûn nikarin wan biqedînin.”
Gulîstana Xuda rest e li çar etraf dilan xweste
Bi nefş û nêrgizan mest e cinisrî le’l û reyhan têt (‘Eliyê Herîrî)
Em Kurd dixwazin ev dewlemendî berdewam be. Kurd û ‘Ereb û Tirk û Faris her yek ji wan bi ‘urf û ‘adet û çand û ziman û deng û rengên xwe candêr û candar bin. Ji derve ve yek bin, bira bin; li hember hev xwedyê nî’metên xwe bin.
Havênê edebiyata yekîtiyê Îslam e. Îslam ne bi tenê Tirk û Kurd û ‘Ereb û Farisan dighîne hev; di nav Kurdan bi xwe de jî havênê yekîtiyê ye. Dîroknasê ‘Usmanî Xoce Sadeddîn dibêje: “Ji ğeyrî kelîma şehadetê ku di Muslumantiyê de yekîtiya Xweda îfade dike ti benekî ku Kurdan bi hev ve gire bide tuneye.” ‘Eşîrên Kurdan di mektûba ku ji Yawûz Sultan Selîm re dişînin de dibêjin: “Bi tenê em Xweda yek dizanin û di ummetbûna Mûhemmed de tifaqê dikin. Di xusûsên din de ne mumkun e em li hev bikin.”
Xelweta dil ji te rengîn nebitin ‘eynê nîfaq e
Ger di dil em hemî eğyar û muberra û xelî bit (Şêx Nûreddînê Birîfkanî)
Dîroka me ya hezar salê paşî şahidhalê vê edebiyata me ya jan û ‘eşqa yekîtiyê ye.
A ewilî: Melezgirt, derî ye ê ku li Anadolê vedibe. Ê ku gazî Alparslankir û wî teşwîq kir ji bo ku were Anadolê Musluman bike, Kurdên Mezopotamya a jorîn û rojhilatê başûrê Anadolê bûn. Van Kurdan beriya wê çağê bi çar sed salî Muslumanbûbûn. Rêber û ‘alimê Kurd ê mezin Mela Yehyayê Mizûrî deh hezar esker da Alparslan ji bo ku di nav artêşa wî de li hember Bîzansiyan herb bikin. Û hetta bûye wesîle ji bo ku artêşa Bîzansiyan di nav xwe de bifeşile. Piştî ku herb qediya û artêşa Alparslan bi ser ket ji wê herêmê re hat gotin “Melezgirt”, bi me’na ku “me gelek zû zeft kir”. Ev jî tiştekî gelekî manîdar e ku îro jî navê wê qezayê bi Tirkî “Malazgirt” e, girêdayî bi Mûşê ve ye. Kurdên Musluman dema gazî Alparslan kirin ji bo ku were bi Bîzansiyan re herb bike meqseda wan ew bû ku Anadolê bikin Musluman ne ku bikin Tirk.
A duduwa: Edebiyata yekîtiyê dewam dike. Di serê sedsala şazdemîn de hevkariyeke mezin di navbêna Kurd û Tirkan de saz dibe. Şah Îsma’îlê Îranî dixwaze li Anadolê tesîra xwe çêke û belav bike. Ji bo vê jî dest bi zulmê dike. Li ser vê yekê Rêberê Kurd Mela Îdrîsê Bedlîsî, bang li Yawûz Sultan Selîm sultanê ‘Usmaniyan dike ji bo ku were bi Îranê re herb bike. Mela Îdrîs di vê hewldanê de piştgiriya gelek ‘eşîrên Kurdan jî werdigre. Bi saya Mela Îdrîsê Bedlîsî vê Kurdistana me ya îro, di keve bin desthilata ‘Usmaniyan û ‘Usmanî temamê herêma Îslamê dixin bin tesîra xwe.
Heger hewldana Mela Îdrîsê Bedlîsî û qerar a muşterek a ‘eşîrên Kurdan ji bona piştgiriya Yawûz nebûna mihtemelen wê Yawuz di herba Çaldêranê, Mercê Dabiq û Rîdaniye de bi ser neketa û nikaribûna biçûna heta bi Misrê û wê firehbûna hudûdê dewletê bi qasî ku ‘Alema Îslamê têxe nav xwe rihet nebûna yan jî mumkun nebûna.
A sisiyan: Edebiyata jan û yekîtiyê dewam dike. Mutabeqeta Sewrê dema bi zorê bi dewleta ‘Usmaniyan tê îmzekirin Şêx Mehmûdê Berzencî serokê meşhûr ê Kurd li Mûsilê vê mutabeqetê diçirrîne û davêje. Bi 27 ‘eşîrên Kurdan re vê rewşê muzakere dike. Di gel ku serokên ‘Ereb xwe paş ve didin jî ew biryar dide û ji bo xelîfê Îstenbolê dest bi herban dike. Sereskerê Îngilîzan dema ku tê pê re hevdîtinê bike Şêx Mehmûd destê xwe yê bi lepik dirêjî wî dike. Li gor ‘adetê Îngilîzan ev hereket heqaret tê qebûlkirin. Dîsa jî Şêx Mehmûd gotina xwe li ser çavê wî dixe: “Kafirekî ku li hember xelîfê Muslumanan serhilde ez bi destê wî nagrim, çimkî ew dest necis e.” Pişt re Îngilîz bi xwe jî li xwe mikur tên ku zayî’ata herî mezin li Mûsil û derdorê wê dane.
Gerek ev heqîqet neyê jibîrkirin; ê ku ewilî mutabeqeta Sewrê çirrand û avêt xelkê Kurdê Musluman bû. Cem’iyeta Mudafe’eê Huqûq ku hatibû damezirandin ji bona xelaskirina Anadolê jî gelekê damezrînerên wê Kurdbûn.
Edebiyata me li vir jî neqediya. Di herba Çeneqqel’ê de Kurd û ‘Ereban li kêleka Tirkan bi hêzên dagirker re herb kir, bi hezaran şehit ketin.
Edebiyata me li vir jî neqediya, lê bi rengekî din dewam kir. Dewleta cumhûriyeta Tirkiyê a nû li ser esasên nijadperestiya Tirkan û laîklikê hat damezirandin, xîlafet û temamê şî’arên Îslamî rakir. Şêx Se’îdê Kurd zanibû ku ne xîlafet be Kurd û Tirk nayên kêleka hev. Ji ber vê qiyam kir û di netîcê de digel 27 hevalên xwe hatin î’dam kirin û şehîd bûn.
Edebiyata me dewam dike. Piştî ku siyonîstan erda Filistîn dagirt Kurdan li hember wan bertekeka gelek mezin dan nîşandan. Piştî ku Tûfana Eqsayê destpêkir dîsa piştgiriya herî mezin ji Kurdan girt.
Îro siyasetên ğelet û totaliter, dewlemendiyên ku ji cudatiyê derdikevin hemûyan înkar dikin. Darên fêkiyên ji hev cuda ku bağ û bağçeyên me bi wan dewlemend dibin dixwazin ku bi darekê tenê telqîh (aşi) bikin.
Ji bo ku êş û elemên Kurdan biqedin Kurd dixwazin ji alî tevahiya ummetê ve li qewman were temaşekirin. Di vê oğirê de edebiyata Kurdan dewam dike. Edebiyata êş û janê Ji bona yekîtiyê …