Dar li ser reha xwe şîndibe û bilind dibe. Dîwar li ser temelê xwe bilind dibe û tê avakirin. Her tişt li ser tebî’etê xwe avadibe, pêş ve diçe. Evêya sunnetullah e û jê re tê gotin tebî’et jî. Ji her rihberî re û ji her bêrihî re jî tebî’etik heye. Gul di gulîstanê de, dar di daristani de, însan di malê de û her tişt di warê xwe de çêdibe û dighê. Dema hûn tişkî ji tebî’etê wî dûr bikin hûnê zirarê bidnê. Yan jî dema hûn bixwazin zirarê bidin tişkî, fêkiyekî, însanekî hûnê bi tebî’etê wî bilîzin, wî ji warê wî, mala wî, reha wî dûr bikin.
Fêkiyê kaînatê dunya, fêkiyê dunyayê rihber, fêkiyê rihberan jî însan e. Yanî di esil de kaînat bi hebûna însan qîmet distîne, çewa ku darek jî bi fêkiyê xewe qîmet distîne. Ustad Beî’uzzeman vê nuqtê xweşik îzah kiriye. Her yek ji vana ku xera bibe, yanî ku ji eslê xwe, reha xwe, tebî’etê xwe dûr bikeve zirarê dide xwe jî û qismek der û dorê xwe jî. Lê ku însan xera bibe, ji reha xwe, eslê xwe, tebî’etê xwe dûr bikeve zirarê dide xwe û qewmê xwe û beşa însaniyetê û beşa heywaniyetê û beşên bêruhan jî. Esl û reha ku însan jê dûr bikeve însan xera dibe tebî’etê Îslami ye, çewa ku Resûlê Xweda ‘eleyhîssalatûwesselam di hedîsa sehîd de dibêje.
Ê hilbet însanê ku reh û tebî’etê xwe yê ku Xweda wî li ser xuluqndiye naskiribe, jê razî be, fêdew zewqê jê bibîne, zirarê jê nebine çewa û çima wê biterikîne?
Du sebeb ji vêya re hene: Yek jê însan bixwe ye. Xweda Te’ala dibêje; “Çi xerabiya ku tê serê we ew ji nefsa we ye.” Û dibêje; “Çi mûsîbeta ku tê serê we ew ji destê we ye.” Însan li gora ked û ‘emelê xwe qîmet distîne. Xaliqê Kaînatê dema em çêkirin ji me xwest ku em ‘emelê salih bikin. Her pênc ruknê Îslamê ‘emelê salih in. Her wiha îmarkirina erdê, tehsîla di ‘ilmê de emelê salih in. Sazkirina saziyên civakî wek teşkîlatên xizmetê û wek sazkirina dewleteke ‘adil û xebata di saziyên civakî û dewletê de ji bona sazbûn û birêvebirina ‘edaletê, tedbîrsitendina li hember kufr û zulmê ji alî eskerî, aborî û civakî ve. Evana tev ‘emelê salih in. Şexsek yan jî civakek însana van ‘emela neke, xerabî û mûsîbeta bi ser xwe de dikşîne. Yan jî di bedêla ‘emelê salih de ‘emelê neqenc bike, mesela bi araq û qumar û rişwet û diziyê ‘emel bike; yan jî bi zalim û şeytanê însî re, bi dujminê Rebbê Kaînatê re hevaltiyê bike ev jî dibe sebebê hucûmkirina xerabî û mûsîbeta bi ser însan de.
Sebebê duduya jî dervayê însan e. Însan bi xwe, bi şexsê xwe xerabiyê nake, hinik kesên din xerabiyê pê dikin. Ew jî şeytan e. Çewa ku Quran dibêje: “Ey ewladên Adem, şeytan çewa ku dêw bavê we (bi xapandin) ji cennetê derxist bira we jî nexapîne.” Şeytan çewa însan dixapîne û wî ji warê wî, serweta wî, însaniyeta wî dûr dike? Rê û sebebê vê xapandinê jî gelek in. Yek ji sebebên mezin di roja me de emperyalîzma çandê ye. Çanda me dînê me ye. ‘Urf û ‘adetên me, zimanê me, edebiyata me, folklora me, jîn û şîn û şahiyên me hemî bi dînê me şekl û reng sitendine.
Emperyalîzma çandê (Kültür emperyalizmi) raste rast bi dîn re mucadelê nake. Raste rast nabêje terka dînê xwe bikin. Çand û jiyanek cuda peşkeş dike û teşwiq dike.
Civaka me Kurda jî wek gelek civakên din bi qebûlkirina vê jiyana cuda bû ‘embara kul û derda. Gelek xezînê xwe jî ji dest bir.
Ma wek “gundê bê rez û şivanê bê pez.”
Çare: Vegera bibal ‘emelên salih, qenciyên Xweda ve.