Emperyalîstên Ewrûpayî, berî îro zêdeyî sed salî, hucûmî li ser ax û memleketên Mislimanan kirine. Dewleta Osmanî, ji hev xistine û belav kirine. Qewmên bi sed salan di bin ala Osmanî de bi hev re jîyane, bi navê qewmîyetperestîyê ji hev xistine. Kirine ku ew, tev li ber dewleta Osmanî rabin û xwe ji dewleta Osmanî rizgar bikin. Bi vî awayî dewletên bi navê qewman saz kirine.
Dewletên emperyalîst ên xwedî hêz, ‘erd û memleketên Mislimanan li gorî menfî‘etên xwe parve kirine. Dewletên ze‘îf û biçûk bi vî awayî saz kirine da ku bi rehetî ew werine îdarekirin. Ji ğeyrî gelê Kurd pê ve, her gel kirine xwedî dewlet. Ji ber ku gelê Kurd, serê xwe ji wan re netewandîye, nexwestine ew bikin xwedî dewleteke azad. Bil‘ekîs ‘erdê Kurdan di nav çar dewletan de hiştine.
Emperyalîstan, bi vê pîlana xwe ya şeytanî du tişt bi dest xistine. A pêşî, bi bêdewletîyê Kurd ceza kirine. A didûwan, ew dewletên ku ‘erdê Kurdan dabûn wan, ew bi mes‘eleyeke pir giran her û daîm meşğûl kirine da ku ev dewlet ti carî li ber xwe nebînin û her û daîm bi hev dakevin.
Di ev sed salên borî de, çi li Tirkî, çi li Sûrî, çi li ‘Iraqê û çi jî li Îranê, Kurd û dewletên hikumran bi hev ketine û heta îro neheqî li Kurdan hatîye kirin. Muheqqeq sedema vê te’dê, di heqîqetê de emperyalîzma Ewrûpayî ye. Lewra wan Kurd xistibûne vî halî. Lê wekî sedema vê zulmê ne ew bûne, xwestine Kurdan jî bixine bin tesîra xwe.
Xwestine di nav gelê Kurd de, Kurdperestîyê geş bikin. Bi her awayî alîkarî bi Kurdperestan re kirine; lê belê bi şertekî; wan xwestîye ku Kurd bi sekulerîzmê xwe bidine xuya kirin. Kurdperestên sekuler, ji teref Ewrûpa ve hatine hemandin û parastin. Her îmkanê maddî û me‘newî, ji wan re dane. Çi li welêt çi li memleketên Ewrûpayîyan, li Kurdperestan xwedîtî kirine. Ji bo komel û partîyan saz bikin quwwet dane wan. Bi nasname û kovar û pirtûkan, bi radyo û televîzyonan pêşîyan wan vekirine. Li mekteban û di sîyaset û medyayê de Kurdperestên sekuler dane pêş. Qonferans û civîn çêkirine, muzîk û film çêkirine. Bi her awayî dane xuyakirin ku Kurdperestên sekuler, mumesilên Kurdan e.
Çi Ewrûpayîyan çi jî Kurdperestên di rîya Ewrûpa da meşîne, xwestine bi gelê Kurd bidin zanîn ku heq û mafên Kurdan bi sekûleran tê parastin. Îslam û Mislimanî bi sed salan, di nav Kurdan de bûye seneda yekîtîya wekhevîyê. Kurdan bi Îslamîyetê xwe muhafaza kirîye. ‘Urf û ‘adetên xwe gihandîne heta îro. Bi te‘lîm û perwerdeîya di mizgeft û medreseyên Îslamê de, zimanê Kurdî hatîye sitirandin. Huner û çandina Kurdî, bi destê ‘alim û zanayên Mislimanan hatîye heta îro.
Belê sekûlerîzmê çi daye Kurdan? Kurdên di bin tesîra sekûlerîzmê de mane, em dibînin ‘eslê xwe hunda kirine. ‘Ûrf û ‘adetên xwe jibîr kirine. Mal û malbatên wan, ji hev ketine. Ewladên Kurdan ji dê û bavê xwe, ji ‘eslê xwe dûr ketine. Ciwanên Kurdan ketine xefka gunehan. Bûne esîrê araq û esrar û eroînê. Qumar û fuhûş û dizî bûye karê wan ciwanan.
Sekulerîzmê, xefk û dava xwe li ber gelê Kurd girê daye. Wan, malbat ji hev xistin. Ferdên malbatan ji hev dûr xistin. Ne mêr dikare îdara jina xwe û zarokên xwe bike; ne jin dikare xwe bistirîne. Zarok nema li dê û bavê xwe, li mezinê xwe guhdarî dikin. Cîran nema li cîrana tehemmul dikin. Kes nema rehmê li qelsên der û dora xwe dike. Kes nema deynekî xêrê dide kesî. Îsraf û luks û rîyakarî, li her derê tê ditin. Li alîkî însanên muhtac û perîşan; li alîyê din însanên zengîn û maldar… Bawerî û emnîyet bi kesî nema tê kirin. Teqlîda jîna Ewrûpayîyan ketîye nav millet. Tazîtî bûye tiştekî ji ‘adet, ew nema ‘eyb tê ditin. Mefhûma namûsê nema muhîm tê dîtin. Sîstema sekulerîzmê her kesî polîtîk kirîye. Her kes ji sîyasetê xeber dide. Li her kesî bi çe’vê sîyasetê tê nêrîn. Kesê ji partîya wan be, ew baş e û dost e; kesê ne ji partîya wan be, ew ne baş e; ew xayîn û dijmin e.
Xulase, jîna ku sekûlerîzmê daye li ber gelê Kurd, ne ji xêra gelê Kurd re ye. Ev terza jîna sekûlerîzmê, bi rastî dijminê Kurdan e. Lewra vê terza Ewrûpayî, Kurd ji ‘eslê xwe dûr kirine. Ew wesfên Kurdan ku ji dîrokên kevnar e, Kurd pê îftîxar dikin, îro yek bi yek hunda dibin. Sekulerîzmê hem dinyaya me hem axreta me ji dest me deranîye û dibe ber helakê. Ji ber vê, lazim e em çe‘vên xwe vekin û xwe ji vê xetera mezin xelas bikin.