Navê wî 'Ebdurreḧman Begî kurê Miḧemed Begî qerecehennemî Kurê Eḧmed Beg e, ji malbata Saḧêbqiran e, di sala 1805an ji bajarê Silêmanî hatîye dinyayê. Malbata qerecehennem eslê wan ji bo Kurdistana Îranê dizvrin, malbata Saḧêb Qiran jî ji malbatên resenên slîmanî yêne, ev malbat ẍeynê Salim, Mistefa Begî Kurdî û Eḧmed Ḧemdî Beg jî helbestvan bûne û ji malbata saḧêbqran in.
Salim ji ḧucrê mizgeftan xwendiye, lê xwendin bi dawî neyinaye û nexwastiye bibe Melê. Helbestvan bi dirêjayiya jiyana xwe herdem nesaẍ û nexoş bûye. Ji destpêka jiyana xwe mexlesa (Bîmar) bo xwe berbijêr kiriye, piştî wê wek hêvîyek mexlesa xwe kiriye Salim bi wata saẍlem û ne nexoş. Herwesa bi mexlesa (Rencurî) jî helbest nivîsandîne.
Helbestvan gelek çermeserî û nexoşî dîtîne û her dinavbera Kurdistan û Îranê geriyaye, dema ku 'Usmaniyan Silêmanî xiste bin destê xwe, ew reviye Îranê. Bi taybet piştî xirabûna emareta Babanê, rewşa derûniya wî xira bûye û di bajêra Taranê (Tahranê) gelek 'aciz bûye û eve jî di helbestekî da rengvedaye, dema ku dibêje:
Xozge demzanî le Tarana necatim key debê.
Koyê yarim Meşhed e ya menzillm her Rey debê
Helbestvan ne tenê her le Îranê mişextî bûye, belku ketîte bajêrê Ḧîlle li Başûr a 'Îraqê. Piştî wê dizvre Silêmanî.
Pişkên here mezin ji helbestên wî li ser mijara xirabûna mîrnişîna Baban bûye û di aliyê evînê jî helbestên wî di wê mijarêda hene.
Helbestên Salim ji aliyê rûxsar ji Ẍezel û Qesîde û pêncxiştekî pêkhatiye, helbestê wî bi zimanê Kurdî û Farsî hene. Zêdetir bandora peyvên Farsî bi ser wî heye. Di despêka sed sala bîstem beḧsa Salim hatiye kirin, Emîn Feyzî di pertûka xwe (Encumenî Edîbanî Kurd) beḧsa wî kiriye û nimuney helbestê jî parve kiriye. Sala 2016 bi şiroveya Mela 'Ebidulkerîmî Muderîs û kurên wî, çapeka nû bo dîwana Salim hat kirin.
Helbestên Salim piranî li ser kêşê 'Erûzî hatîne nivîsandin, zêdetir li ser beḧra hezec û remelêne. Herwesa çend helbestê Mulemme' jî nvîsandîne, lê tenê bi zimanên kurdî û farsî mulemme' nivîsandîne.
Bandora Nalî bi ser Salimî hebûye û Nalî qesîdek ji Salim ra şandiye û Salim jî bi qesîdek bersvê wî daye û bi qesîda Qurbanî Tozî Rêgetim hatiye nasandin ango dû çameyê nalî û Salim.
Ji aliyê naverok jî, helbestên Salim wesfa evîndarî, civakî, helbesta hecû, helbesta mersîye û nîştimanî û neteweperwerî jî heye.
Salim li sala 1869 çuye ber reḧmê xudê, li bajêra Silêmanî hatiye bin ax kirin
(1)
Le sîne[2]m da seday nallîn e bê to
Dillî zarim besê[3] ẍemgîn e bê to
Ebed wek min ẍemîş[4] saḧîb wefaye
Refîq û hemdemî dêrîn[5]e bê to
Henase[6]y serdî min dênê zumistan
Grrey germî dillm hawîn[7] e bê to
Demim tall û siruşkim şor[8] e dayim
Tiriş rûm û qisem şîrîne bê to
Dillm baẍ û gullim firmêskî all e
Behar 'umr û ecel gullçîn e bê to
Siruşkim qirmiz û dîde[9]m sifîd[10] e
Ruxim zerd û lîbasim şîn e bê to
Fereḧ raburd ebed bê to 'ubûr ka
Be rûy dillma xefet perjîn e bê to
Le çing ẍem seyd e Salim wek kebûter[11]
Le dilliya mîxleb[12]î şahîn e bê to
(2)
Elwîda' ey mullkî Baban elwîda’
Elwîda’ ey cayî canan elwîda’
Muste'îddim[13] bo bîladî rafîzî
Elwîda’ ey ehlî îman elwîda’
Wek esîrî turkiman demben be zor
Elwîda’ ey şahî xûban elwîda’
Deştî hîcrit tar e wek deryayî qîr
Elwîda’ ey mîhrî rexşan elwîda’
Rûberrûy meşrîq deçim bo mullkî Rey
Elwîda’ ey qîbleyî can elwîda’
Eşkî dîdem[14] rengî gullnarî heye
Elwîda’ ey narî pustan elwîda’
Sîḧḧetî da wesllî to hîcrit merez
Elwîda’ ey derd û derman elwîda’
Dill beraber zullfî to wazîḧ dellê[15]
Elwîda’ ey sunbulistan elwîda’
Zexm[16]î dill bo abî peykan tîşne ma
Elwîda’ ey tîrî mujgan[17] elwîda’
Gerçî bo eḧwallî Salim bê ẍemî
Elwîda’ ey namusullman elwîda’
(3)
Xozge demzanî le Taran ê necatim key debê
Ko[18]yî yar e meşhed[19]im ya medfen[20]im her Rey[21] debê
Teyîyi Erzim bo neka ta roḧî şahî Neqişbend
Key be pêy pirr abillem wadîyi fîraq[22]it tey[23] debê
Her kesê zanî le sozî nalle ḧallî derdî dill
Metllebî nabê hemû ḧallî le feḧwa[24]y Ney[25] debê
Nêşî ḧeyye[26]y zullfî Leyla raste Mecnûnkuş[27] buwe
Xo gezîdey marî wa qet namirê her ḧey[28] debê
'Eyş[29]î wesll[30]im birde ser endûh[31]î hîcrîş serdeçê
Mewsîmî urdîbîhîşt[32]im dî demêkîş dey[33] debê
Bo telîsmî rû biro şemşêrî rûte rast û çep
Ta degate genc[34]î ḧusn[35]it peyk[36]î fîkrim pey debê
Ger be ḧuccet[37] bê ruxim[38] sabît deka sîdq[39]î zemîr[40]
Mayilî sêb[41]î ruxit rengî be mîslî[42] bey[43] debê
Min le neşe[44]y camî le'l[45]it meḧşer[46]îş nayême hoş
Camî wa Salim le dewra qismet[47]î Cem[48] key debê?
[1] Alk. Doç. Dr., Zanîngeha Bîngolê, Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî
[2] Sîne: sîng
[3] Beşe: zor, gelek
[4] ẍemîş: ẍem jî
[5] Dêrîn: kevin, kon
[6] Henase: nefes
[7] Hawîn: havîn
[8] Şor: sûr
[9] Dîde: Çav
[10] Sifîd: Sipî
[11] Kebûter: Kotir
[12] Mîxleb: Çingol
[13] Muste'îddim: Ez hazirim, Amadem
[14] Eşkî dîdem: Avê Çavim
[15] Dellê: Dibêje
[16] Zexm: birîn
[17] Mujgan: Birjang
[18] Ko: menzil, cêh
[19] Meşhed: Cihê şehîdbûn, bajêrê Meşhed ku turbê Îmam Elî Reza li wire
[20] Medfen: Cihê defin kirin û bin ax kirin
[21] Rey: navê bajêrekîye
[22] Fîraq: cudayî
[23] Tey: lûldan, Pêçan
[24] feḧwa: Naverok
[25] Ney: amêreka muzîkêye
[26] ḧeyye: Mar
[27] Mecnûnkuş: Mecnûnkuj
[28] ḧey: zindî
[29] 'Eyş: jîyan
[30] Wesll: geyiştin bi Yar
[31] Endûh: xem û xefet
[32] Urdîbîhîşt: Dûwem mehê Biharê
[33] Dey: Mehê yekeme Zivstanê
[34] Genç: Hezîne, gencîne
[35] ḧusn: Xoşikî
[36] Peyk: Qasîd, Teter
[37] ḧuccet: Belge, Delîl, nîşane
[38] Ruxim: Rûyê min
[39] Sîdq: Rastî
[40] Zemîr: Wîjdan
[41] Sêb: Sêv
[42] be mîslî: Mîna, Wek
[43] Bey: Behê
[44] Neşe: Xoşî
[45] le'l: Kînayete li Lêv
[46] meḧşer: Roja heşrê
[47] Qismet: Beş
[48] Cem: Cemşîd