Gelî Xwendevanên delal û bi rûmet! Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide emê di vê jimara Kovara Kelhaamed de biçin Serḥedê û bêhnek li ser Surmelî Memed Paşa bisekinin, wî bi we bidin nasîn û sê sitranên ku bi wî ve ‘eleqedar in teqdîmî we bikin.
Surmelî Memed paşa teqrîben di destpêka qirnê hijdehmîn de li Bazidê hatiye dinê. Tarixa wîladeta wî jî wek gelek hevçaxên wî ne diyar e. Li gorî hinek belgeyan birayê wî yê bi navê Behlûl Paşa di sala 1822yê miladî de wek mîrê mîra yê herêma Bazidê hatiye tayînkirin. Ji lew em dikarin bêjin ku Surmelî Memed Paşa berya sala 1822yê miladî hatiye dinê. Li gorî tesbîta Aḥmed Aras nuha paşnavê nevîyên Surmelî Memed Paşa “Ozmen” e.
Di derheqê jiyana Surmelî Memed paşa de pirr agahîyên zelal li ber destê me nînin. Digel vê em dizanin ku Surmelî Memmed Paşa hevçaxê Tarxan Begê Qelenyê, destegir û hevalê ‘Evdalê Zeynikê û bi eslê xwe ji nesla Colaq ‘Ebdî Aẋa ye. Her wekî ku tê zanîn Çolaq ‘Ebdî Axa di şerrê ‘Usmanî û Sefewîyan de piştgirîya ‘Usmanîyan kiriye û di şerrekî li hember leşekerên Sefewîyan de destekî ‘Ebdî Aẋa hatiye jêkirin. Bes fedekarîya Çolaq ‘Ebdî Aẋa buye sebebê serkeftina ‘Usmanîyan. Lewra Yawiz Sultan Selîmê ‘Usmanî di dewsa fedekarîya Çolaq ‘Ebdî Aẋa de destekî zêrîn jê re daye çêkirin. Dîsa di nav binemala Surmelî Mememd Paşa de İshaq Paşayê duyemîn û Mîr Muḥemmedê Pirrbelalî du kesên navdarin ku hukumranîya herêma Bazidê kirine û serayek wek seraya İsḥaq paşa avakirine.
Seraya İsḥaq paşa ta nuha bi nexş û nîgarên xwe, bi mîmarî û rewşa xweya hunerî di nav medenîyetê de serbilîndî û şanazîyeke kurdewarî ye. Dîsa herêma Bazid di dewra Îsḥaq paşa û Mîr û Muhemmed Pirbelalî de wek navendek edebîyata Kurdî wezîfa xwe bikar anîye. Wek Eḥmedê Xanî, Mele Meḥmûdê Bazidî gelek ‘alim û edebîyatvan ji wir rabûne û xizmeta gellê xwe kirine.
Surmelî Memed Paşa jî piştî kalikên xwe hem li herêma Bazid hem jî li herêma Topraqelê digel birayê xweyê bi navê Behlûl paşa îdarevanîya gel kiriye. Ji bo berxwedana li hember Ûris dewleta ‘Usmanî ji alîkî ve ji hêza Surmelî Memed Paşa û birayê wî yê bi navê Behlûl Paşa îstîfade kiriye ji aliyê din ve jî sîxurên xwe li ser wan wezîfedar kiriye xwestiye ku ji her hereketê wan hayîdar bibe. Sîyaseta ‘Usmanîyan a li hember mîr û mezin û serekên Kurdan ev e: Di ḥalê talûkê de ji hêza wan îstîfade kiriye bes di ḥalê firehîyê de nehiştiye ku ew nefes bigrin û bên ser xwe.
Piştî ku Behlul Paşa dibe muteserifê Bazidê, sîxurên niyetxirab û hinek kesên ḥesûd di derheqê Behlul Paşa de agahîyên nerast didin merkeze împeratora ‘Usmanîyan. Îddîa ew e ku Behlul paşa bi alîkariya Ûris dê li hember ‘Usmanîyan serî hilde û serxwebûna xwe îlan bike. Ji lew walîyê Erzeromê Behlul Paşa vedixwîne Erzeromê û li wir wî dîl digre. Walîyê Erzeromê di dewsa wî de kesekî din wek muteserrif tayîn dike. Kurdên herêmê vê biryarê qebûl nakin. Biryara Kurda a ewil ewe ku Behlul Paşa bi sulḥê azad bikin lê walîyê Erzeromê vê biryarê qebûl nake. Ji lew Kurdên herêmê di bin qumandariya Surmelî Memed paşa de serî hildidin, leşkerê ‘Usmanî mexlûb dikin û diçin ḥepisxana Erzeromê hildiweşînin û Behlul Paşa Azad dikin. Digel leşkerên ‘Usmanîyan hinek ‘eşîr û serok‘eşîrên Kurda jî alîkariya ‘Usmanîyan dikin. Lê Surmelî Mememed Paşa ji ber êrîşa wan xelas dibe. Ev bûyer bi sewta ‘Evdalê Zeynikê dibe sitran û ta nuha li ser zar û zimana digere bi wersîyonên cûrbecûr dighê me.
Piştî vê bûyerê di sala 1828ê miladî de di navbera Ûris û ‘Usmanîyan de şer derdikeve. Di encama vî şerrî de Bazid jî dest diguherîne û dikeve destê Ûris. Malbata Surmelî Memed Paşa ji naçarî tên li Toraqqelê bi cîh dibin. Piştî ku Ûris û ‘Usmanî di sala 1829ê miladî bi peymana Edîrne li hev tên Bazid ji nû ve dikeve destê ‘Usmanîyan. Lê êdî ‘Usmanî mutesriftîya Bazidê nadin Behlul Paşa. Piştî ku Behlul Paşa wefat dike Surmelî Memed Paşa bixwe dibe paşayê Topraqqela Elajgirê. Ji ber ku di navbera Ûris û ‘Usmanîyan de talûka şerr hebû ‘Usmanî li hember Surmelî memed paşa bêdeng dimînin û mîrtîya wî qebûl dikin. Surmeli Memed Paşa di hengama mîrtîya xwe de mirovek sert û bi hêrs e bes dema ku muxatebê wî li ser heqîyê be ji hêrsa xwe tê xwarê û teslîm dibe. Wek mînak Surmelî Memed Paşa digel ‘Evdalê Zeynikê û hinek dostên xwe li ser daweta dostekî xweyê Turkmen diçe Nexşîwanê. Li wir dilê wî dikeve bûkekî Turkmen û demek dirêj li wir dimîne. Millet ji kirinên wî yên nebaş ‘aciz dibin bes kes jê re newêre tiştek bêje. ‘Evdal bi wesîla kilamê wî poşman dike û vedigerine. Beşek ji vê kilamê wiharenge:
Aẋawo de tu were bi ber bayê nefsê mekeve
Nefs kotiye, merivan di xapîne hevalê şeytan e
Îro çil û sê rojê me temam bû em li Nexşîwanê mane
Zar û zêçê me li Topraqqelê bêkes û bê xwedî mane
Ewrê reş baran e, ‘ewrê sipî zivistan e
Çavê cotxanimê te li rê qerrimî şeveq û êvarê li ser rê û dirba ne
Meriv ku çeka xelkê li xwe ke yeqîn yek ro û dane
Meriv ku li hespa xelkê siwar be bêwefa ye yek meydan e
Ramûsanê qîz û bûkên xelkê rûreşiya her du dunya ne
Axawo de tu rabe, bego de tu rabe, ronîyo de tu rabe
Welatê xelkê ji me re nabe bego de tu rabe…….
Bi vê awazê Surmelî Memed Paşa poşman dibe, tobe dike û vedigere Topraqqela Elajgirê. Di wê demê de dewleta ‘Usmanî hem di hundurê xwe de hem jî ji der ve bi şerrên dijwar ve meşẋule. Ji alîkî ve neyarên derveyî pişta ‘Usmanîyan ditewîne, ji alîyê din ve Begliẋa Xozanoẋlû ji bo nedana cirmên giran li Xozanê serî li ber ‘Usmanîyan hildide. Xelkê Xozanê ne cirmê didin ne jî paxê bi ‘Usmanîyan dikin. Çiqas leşkerên ‘Usmanî diçin ser Xozanoẋlîyan mexlûb dibin û vedikşên. Jiber ku ‘Usmanî di naçarîyê de ne hewara xwe bi Surmelî Memed paşa de dibin û fermanek jê re dişînin. Di vî fermanî de daxwaza ‘Usmanîyan ji Surmeli Memed Paşa ew e ku ew jî çar sed siwarîyan peyda bike û biçe di bin Qumandarîya Kurd Îsmaîl Paşa, Mîrlîwa Ḥesen Paşa, Seyyîd Paşa û Yawer Paşa de beşdarî şerrê Xozanê bibe. Surmelî Memed paşa ewil bi rûsipiyên xwe dişêwire. Tecrûba rûsipiya li gor vê gotina pêşiya ye “Rom bêbext e” Yanî rûsipîyên Surmelî Memed Paşa dibên neçe vî şerrî. ‘Usmanî dê te bixin dafikekî serê te winda bikin. Lê Surmelî Memed Paşa naxwaze ku ji nû ve serî li ber ‘Usmanîyan hilde û xwe û xelkê xwe têke hedef. Ji lew Surmelî Memed biryara çûna şerrê Xozanê dide û digel Dengbêjê Xwe ‘Evdalê Zeynikê çar sed siwarîyên xwe û xanima xwe ya bi navê Şerîfe Xanimê digre û berê xwe dide Xozanê.
Surmelî Memed Paşa di ser Erzeromê ve di alî Dêrsîmê ve ber bi Xozanê ve diçe. Şert û mercên demê dijwarin. Lewra şervan qonax bi qonax diçin. Dema ku koça şervanên Surmelî Memed Paşa dighê Dêrsîmê li Dersîmê çend rojan bêhna xwe vedide. ‘Evdalê Zeynikê ji bo ku beşera leşkeran xweş bike kilama xwe ya bi navê “Wey dil” çê dike û di nuhurîne. Ev kilam tebî‘eta Dêrsimê a wê demê, bedewîya însanên Dersîmê wek belgefîlmeke zindî teswîr dike. Destpêka vê sitranê wiharenge:
Wey dil, wey dil, wey dil…..
Diloo… Dêrsîme xweş Dêrsîm e
Av tên avên çeman kaniyan e
Gime gime, zime zime, xime…
Wey dil, wey dil, wey dil…..
Rêwîtîyeke dûvdirêj digel şert u mercên dijwar leşkerên Surmelî Memed Paşa ji mecalê dixe. Di encamê de Surmelî Memed Paşa dighê Xozanê. Demsal havîne, germ e germîstan e. Êla Xozanoẋlîyan xwe sipartine çiyayên asê. Dengbêjên wanê wek Dadaloğlu bi awazên xwe wan li şer sor dikin. Jixwe kesên ku di wan dewran de pişta xwe bidin çiyayên asê şikestina wan zor e. Leşkerên ‘Usmanîyan di bin Qumandariya Dewrêş Paşa de êrîşê dibin ser Xozanoxlîyan lê di serî de têk diçin. Surmeli Memed Paşa jî dixwaze ku beşdarî şer bibe lê Derwêş paşa nahêle. Derwêş Paşa Surmelî Memed Paşa û leşkerên wî li dorhêla Xozanê dihêle da ku ew ji der ve wan biparêzin. Paşê leşkerên Çerkez û Gurcî jî beşdarî şer dibin. Di encamê de leşkerên Xozanoxlîyan têk diçin û perîşan dibin. Derwêş paşa wan dîl digre, sirgûn dike û bi alî Ḥeleb, Diyarbekir û Bûrsayê ve dişîne. Piştî ku xebera serkeftinê dighê padîşahê ‘Usmanî, padîşahê ‘Usmanî rutba “Mîrê Mîra” dide Surmelî Memed paşa.
En nîhayet şerrê Xozanê diqede. Leşkerên ku hatine şer kar û barê vegerê dikin. Lê li wir nexweşînek wek nexweşîna kolerayê peyda dibe. Leşkerên Surmelî Memed Paşa jî ji vê nexweşînê nesîbê xwe hildigrin û ji bil çend kesan tev qirr dibin. Surmelî Memed Paşa ji vê nexweşînê xelas dibe û kar u barê vegerê dike. Lê Derwêş Paşa dixwaze ku wî bi xwe re bibe Sitenbolê. Çadira Surmelî Memed paşa li binya Xozanê li ser kaniyeke herikbar dagirtiye. Marekî dêw tê ser avê Surmelî memed Paşa lê dixe mar dikuje. Piştî çend rojan hevalê wî marî tê êrîşî Surmelî Memed paşa dike, xwe lê dilefîne û parsuyên wî dişkêne. Jina Surmelî Memed Paşa bi şûr li mar dixe mar dikuje. Birîna Surmelî Memed Paşa ẋeddar e. Surmelî Memed Paşa bi vê birînê di sala 1865ê miladî de li Xozanê wefat dike.
Piştî wefata Surmelî Memed Paşa ‘Evdalê zeynikê gelek sıtranan li ser Sumelî Memed paşa dihûne . Ev sitran dikevin devê dengbêja û li temmamê Kurdistanê belav dibin. Ev hersê sitran jî ji wan sitrana ne. A yekem sitrana Şerrê Surmelî Memed Paşa û ‘Usmanî ye, a duyem wefata Surmelî Memed Paşa tîne ziman û şîna wî digerîne. Sitrana sêyem jî rewşa demê û bobelata kolarayê tîne ziman ku li ser leşkerekî Surmelî Memed Paşa ê bi navê “Qeymest” hatiye hûnadin. Ev sitran kambaxiya demê jî tîne ziman. “Qeymest” di hinek wersîyonên sitranê de wek “Qeymestê Kurmanc” di hinekan de jî wek “Qeymestê Êzîdî” hatiye xwendin. Ev ji bi me dide zanîn ku di nav leşkerên Surmelî Memed paşa de kesên Êzîdî jî hebûne.
Gelî xwedevanên hêja ji ber ku mesele dûvdirêj e emê li vir kurt bibirin û guhê xwe bidin dengbêjan bê ka bi çi rengî Surmelî Memed Paşa bi me didin naskirin.
- DIÇÛME MÛŞA ŞEWTÎ
Axawo ca bêje
Sibebû diçûme Muşa şewtîîî…
Lo ha bi bendeee….
Erê bê de lawo ha bi bendeee..
Bê de bajo de bajo
Ha bi bendeee…
Lo lo lawo
Îro sê roj û sê şevê dûvbiryê ‘Ereb temam bû
Di binê bavê te de hafiya ye
Reben ez im
Nagire zeng û lo bê sînebende
Ez bavê te me
Siwarê ‘Ereb im
Ji mala Marûf Paşa me
Kilê çavê Têlî ‘Eyşan xanimê me
Bi pêy bavê te ketiye
Çeta Ûsûyê Sîpikî
Alaya Qulîxan Begê Dirrikî
Evla Begê Cîbirî
Xalit Begê Ḥesenî
Hewar Xwedê
Çar helqe
Li dora bavê te govende
Ez çi bikim
Lawo destê min ji te nabe
Ji bo xatirê zaorokya te nebe
Ezê bi orta Sêrdînê bigrim
Dizgîna Têlo li zendê xwe bi alînim
Bi şeveqa sibê re bajom Erzeroma şewtî
Di pozê bavê zabitan û bînbaşîya…..
Mêra bikujim
Bi şeveqa sibê re
Derbas bibim
Li çemê heft reng
Qonaxa bavê lo te Bîrkend e
Be de bajo de bajo haylo de bajo
Waaa…x ha ha hî ha ha ….hayî
Erê bê de bajo de bajo
Lo lo begê min siwar be
Le gelo siwarekî bi kar û bar be
Bira dizgîna Têlo li mila be
Qawîşa mîrata Sêrdînê li zenda be
Bi wêrana Qiliçgêdûkê da xwar be
Bi şeveqa sibê re
Li ‘Entabê
Li mala Gulî Cewer Aẋa peya be
Reben ez im
Bira qawa serê sibê
Linefsa mîrê min lê ḥelal be
Bê de bajo de bajo
Hay lo de bajo
Wayê wayê waaa…ax
Ha ha hî ha hayê wayê waaa..ax
Evla Begê min
Lawo ca bêje
Îro sibe ye
Ezê diçûme Erezeroma şewitî
Lawo bê ha bi saze
Evla begê dikire gozî go:
Bavo bajo
Pêşîya me deveboyîne
Serejêre lo bê hevraz e
Îro sê roj û sê şevê dûvbiryê ‘Ereb temam bû
Di binê bavê te de hafiya ye
Reben ez im ca bêje
Ne di xware
Lo ne dibeze
Qasekî dêna xwe bidê
Li ‘erasa meydanê
Di bin bavê te de
Rezîl bûye
Lo buye gurrek saze
Hey lo lawo
Tu zanî destê min ji te nabe
Hewar Xwedê
Tirsa bavê te tune ji ‘eskerê nefî‘amê
Hewar Xwedê tirsa min
Ji rêka xana Çerkez e
Wele bi xwedê
Ji bo xatirê zorokya te nebiya
Ezê dizgîna Telo li zendê xwe bi alînim
Bi orta Sêrdînê bigrim
Bajom Erzeroma şewtî
Di pozê bavê zabitan û bînbaşiya….
Mêra bikujim
Bi şeveqa sibê ra derbas bivim ali Mûradê
Hewar Xwedê
Qonaxa bavê te
Mala lawê bê Haşa Temez e
Bê de bajo de bajo
Haylo de bajo
Erê bê de bajo de bajo
Bê de bajo de bajo
Begê min siwar be
Le gelo siwarekî bi kar û bar be
Bira dizgîna Têlo li mila be
Qawîşa mîrata sêrdînê li zenda be
Bi wêrana Qiliçgêdûkê da xwar be
Bi şeveqa sibê re
Li ‘Entabê
Li mala Gulî Cewer Aẋa peya be
Reben ez im
Bira qawa serê sibê
Li nefsa mîrê min ḥelal be
Bê de bajo de bajo
Hay lo de bajo
Mîrê min siwar be
Wayê wayê waaa…ax
Hay ha hî ha hayê wayê waaa..ax
- WEY XOZANÊ
Min dî sube ye
Bişewite Xozana mîrat
Îro li van fêrîka aaa…x
Gidî gelo dibê qîz û bûkê qulê çiya
Ji êvar de tê de winda kirine konê ber cênîka
Eyşan Xanimê digo:
Surmelî Memed Paşa!
Min ji te re nego berê me nede Xozanê
Ḥuzura me tune li wê germ û germîstanê
Bi şevê hildikşê qêrînê çeqqelan û van wawika
Ax dilêm yar yar dilêêê…m yar yar
Ax dilêm yar yar wey Xozanê
Xwedê xirav bike şewitiya Xozanê
Gidî gelo îro ji meyata wî wî…
Min dî selefê siwarê Surmelî Memed Paşa
Simbêlreşa li binê kurk û ‘eba
Pepûk ezim palik bada waaa…x
Eyşan Xanimê digo:
Surmelî Memed Paşa!
Min ji tere nego berê me nede Xozanê
Hela rabe sêr bike
Heya azana melê nîvro
Sêsid siwarê te li ser pişta hespa ruḥ û can da
Ax dilêm yar yar dilêêê…m yar yar
Ax dilêm yar yar wey Xozanê
Xwedêyo tu xirav bikî
Şewitîya Xozanê îro li devê dare wî wî…
Bayê sar lê neda
Îro qira siwara li me tê
Gidî gelo qirra vê havînê
Eskerê te
Hezar û pênsid siwar in
Li ‘erda Xozanê
Ji hezar û pênsid siwara
Heftê siwarê te bi saẋî vedigeriii….n malê
Ax dilêm yar yar dilêêê…m yar yar
Ax dilêm yar yar wey Xozanê
Xwedê belkî xirav bike şewitiya Xozanê
Îro bayê sar lê neda
Hewa tê bi awakî wî wî
Min zanibû
Tuyê îsal malê li min xirav kî wî wi
Gelî siwarê ku hun saẋmane
Berê xwe didin welatê xwe
Ku qewm bêne pêşiya we
Pirsa me ji we bikin
Bêjin: Me li zozana sê gul winda kirin
Li diyarê Xozanê
Li ber çem û kaniya
Mîrê bavê Temo
Siwarê belek
Ez bimrim
Tune îlac ji bona bavê Xakî wî wî
Ax dilêm yar yar dilêêê…m yar yar
Ax dilêm yar yar wey Xozanê
Xwedê bibirîne
Av û çemê te zozanî waaa….ax
Gelo tu çi Xozanekî
Bêdîne bê îman e
Te li me anî koka ‘egîtan û van xortane wî wî
‘Eyşan Xanimê digo Surmelî Memed Paşa
Tu were ezê ji siwala siwalekî jî bikim
Selefê siwarê te ‘Elîyê dîn e
Bavê Temo siwarê Belo
Xwedanê cubbê hêşîne
Destebirakê minê axrete kanê
Ax dilêm yar yar dilêêê…m yar yar
Ax dilêm yar yar wey Xozanê
- XOZAN DAXÊ
Xozan daxê
Lê lê lê… xweş Xozan e
Alîkî deşt e
Lê lê lê lê …. yek zozan e
Ezê tême bala xwe didime tîpê siwara
Qeymestê Êzdî siwarê Senemê ne di nav da ye
Were dilêm yo yo dilêm yo yo
Aa..x dilêm yo yo dilêm yo yo siwaro
Xozan daxê
Lê lê lê… li van fêrîka
Te wêranê lê lê lê… li van fêrîka
Bi ro xewa me nayê ji destê germ û germîstanê
Bi şev xewa me nayê ji destê mîratê van wawika
Xelkê li orta meydana Xozandaxê
Winda kiriye tekke û tûke
Min ‘Evdalê Xwedê winda kiriye
Qeymestê Êzdî
Siwarê Senemê
Xweyê gurzê ber cênîka
Were dilêm yo yo dilêm yo yo
Aa..x dilêm yo yo dilêm yo yo siwaro
Gelî xwendevanên hêja! Bi vî hawayî rêzenivîsa me a bi navê “Tew Dinyayê” beşa bîstan jî bi dawî bû. Me di vê beşê de digel gelek malperên înternetê bi giranî ji kitêba Ahmed Aras a bi navê “Evdalê Zeynikê” îstîfade kir. Bo agahîyên berfireh hûn dikarin ji wê berhemê îstîfade bikin. Dîsa me sitrana yekemin ji devê “Dengbêj Miḥemmedê Canşah” sitrana duyemîn ji devê “Dengbêj Resoyê Gopala”, sitrana sêyemîn jî di devê “Dengbêj Îḥsanê Mûşî” deşîfre kir. Dibe ku me di hinek cîha de xeletî kiribe. Lewra dengê Reso pirr zelal nebû. Ji lew em di serî de lêborîna xwe dixwazin.
Heta jimara dî bimînin di xêr û xweşiyê de. Em ji we re du‘adar in ji du‘ayê we hêvîdar in. Fî emanîllah.