Rîwayetên dîrokî yên Îslamî, ne tenê qisseyên bawerîyê ne, lê her weha çavkaniyên girîng in ji bo têgihîştina şertên civakî û dîrokî yên destpêka Îslamê. Rîwayeta Efîf b. Umer el-Kindî di vê çarçoveyê de mînakeke girîng e ku tê de girîngiya firset û demê tê destnîşankirin.
Mirovekî ticcar bi navê Efîf b. Umer el-Kindî ji Yemenê ji bo karên xwe hatibû Mekkeyê. Efîf hevalê ‘Ebbas bû. Rojekê ew û Abbas li ser cihekî girê Sefayê rûniştibûn û Kabeyê temaşe dikirin. Di vê demê de Pêxemberê me (s.‘e.w.), Hz. Xetîce û Hz. ‘Elî li hewşa Kabeyê nimêj dikirin.
Ji ber ku Efîf cara yekem îbadeteke wiha didît, ev rewş bala wî dikşîne. Ew, ber bi ‘Ebbas ve dizîvire û dibêje: “Tu wan kesan nas dikî? Ev kî ne û çi dikin?”
‘Ebbas bersiv dide: “Yê ku li pêş dimeşe birazîyê min e (Muhammed), ya din jî jina wî Xetîce ye û yê sêyem jî birazê min ‘Elî ye.”
Efîf dibêje: “Ew çi dikin?”
‘Ebbas dibêje: “Birazîyê min dibêje Xwedê ez bi pêxembertî şandime. Ev jî şiklê îbadeta wî ye, ku navê wê nimêj e.” Paşê Efîf meraq dike diçe bi Resûlê Xwedê re hevdîtinê dike, diaxive lê doza wî qebûl nake. Perde li vir bi dawî dibe.
Salên dirêj di ser vê bûyerê re derbas dibin û Mekke fetih dibe. Rojekê Efîf b. Umer dîsa tê Mekkeyê, bi Pêxember re hevdîtinê dike û dibe Misilman. Lê piştî ku dibe Misilman, digirî, digirî û dawî li girîya wî nayê.
Pêxemberê me dibêje: “Ey Efîf, ji îmanê mezintir nîmet tune ye. Te jî îman anîye, divê tu kêfxweş bibî. Tu çima digirî?”
Efîf dibêje: “Ya Resûlellah! Xwezî te bizanîba, bê min çi tiştekî mezin winda kiriye. Xwezî min wê rojê îman anîbûya.”
Paşê ew hewadisa wê rojê ya ku çend sal berê di navbera wî û Abbas de qewimî bû, ji Pêxember re vedibêje û dibêje: “Ya Resûlallah, heger min wê rojê îman anîbûya, îro ezê li şûna Ebû Bekir bûma. Lê ez xafil bûm û min ev firseta mezin ji dest xwe revand.”
Şert û firsetên demî ku meriv di cîh de pêk bîne rol û pozîsyona meriv di dîrokê de bi awayekî girîng diguherînin.
Ev ji bo me nuqteyeke girîng e: Dema ku firset hat li ber lingên me, divê em wê ji dest xwe nerevînin. Ebû Bekir jî ev firset ji dest xwe nerevand û heta mirinê li ser rêya rast jiyana xwe domand. Kesên ku di destpêka Îslamê de zû îman anîn, wekî Ebû Bekir (r.a.), rolên stratejîk di avakirina civaka Îslamî de lîstin û ji teref Xwedê ve hatin pesinandin.
“Xwedê ji wan pêşengên muhacir û ensaran û ji wanên ku bi başî li pey wan çûn razî bûye; ew jî ji Wî razî bûne. Xwedê ji wan re Cennetên ku çem di bin wan de diherikin amade kiriye; ew ê tê de her tim bimînin.” (Tewbe-100)
Di beramberî vê rewşê de, kesên ku di destpêka Îslamê de zû îman anîn û şertgirtina rast nîşan dan, wekî Ebû Bekir (r.a.), bi razîbûna Xwedê û qîmeteke bilind di dîrokê de hatin xelatkirin. Ji ber vê yekê, ayetên ku li ser razîbûna Xwedê û bawermendan dibêjin, rîwayeta Efîf bi çarçoveyeke Qur’anî bi temamî temam dikin.
Ger her kes di jiyana xwe de bi vê hişyarî û helwestê hereket bike, doza Îslamê dikare bi awayekî baştir û bi bandorî di civakê de cih bigire.