Li Londra’yê ji bo mizgevtekî melayekî nû hatibû tayînkirin. Mela ji bo here bajar her tim li ‘eynî otobosê siwar dihat û gelek cara leqayî ‘eynî şifêrî dihat.
Rojekê wexta bilêta xwe stand, ajovan/şifêr bi xeletî 20 quruş zêde da mela.
Mela wexta li cîyê xwe dirûne û pereyê xwe dijmêre vêya ferq dike.
Ji xwe re difikire û dibêje: “Ezê vî 20 quruşî li şifêr vegerînim.” Belê dilek wî jê re digot ev reqem pir biçûk e, ne xema şifêr e. Ji xwe pardarî/şîrketa otobosê perayan pir kar dike, ne bi xema 20 quruşî ye. Ji ber wê, vî 20 quruşî dikarî ji xwe ra hilînî, wekî xelatek ji Xwedê hatîye.
Lê belê mela wexta dighêje rawestgeha ku wê lê pîya bibe, rabû ser xwe jibo ku ji otobosê dakeve. Wî weqtî fikra xwe guhert, çû ba şifêr, ew 20 quruş dayê û got: “We 20 quruş zêde dayê min.”
Şifêr jî jê ra dibêje: “Hûn melê nû yê mizgeftê ne, ne wilo? Birastî zûde min dixwest ez bêm mizgevta te, serîyekî bidim te, jibo ez malûmatina di heqê Îslamê de ji te bigrim. Ji xwe min bi qestî zêde pere da te, min got ez binêrim bê tê çi bikî.”
Mela wexta ji otobosê daket, tu dibêjî qey kabokê wî pûç bûne, kir bikeve ‘erdê, xwe bi stûnekî girt. Wexta tê ser hişê xwe, hesir ji çavên wî tên. Destê xwe radike û dibêje: “ Xwedayê min! Min dikir Îslam bi 20 quruşan bifiroşta.”
***
Belê çîroka me li vir bi dawî bû. Ka em binêrin bê em karin çi şîretan ji xwe re ji vê çîrokê derxin.
Rastî maldarîyeke ku hemberî wê bi baran zêrr û zîv mirov deyne dîsa di mêzênê de aliyê rastîyê wê giran bê.
Rastî mîrateyek mezin e ku ji Pêxember –‘eleyhîssalatûwesselam- maye. Bi çek û rext dibe ku mirov bajaran fetih bike, belê qet mirov nikare dilan fetih bike. Kesên dixwaze dilan fetih bike, bila rast be, rast bêje, rast rûne, rast rabe, rast bijî. Lewra bi rastîyê, mirov dibe fatihê dilan.
Ji alîyekî din ve, kesê bawermend û dawetvan divê ji her kesî bêtir li gotina xwe, tewra xwe, kirin û çêkirinên xwe û jîn û jîyana xwe miqate be. Xeta û qusûr ji ‘ewam re yek be, ew xeta û qusûr ji kesê dawetvan re qasî çîya ye. Lewra kesê bawermend û dawetvan mîna pelek sipî ne. Çewa xalek biçûk î reş pelek sipî dilewitîne, wusa xeteke biçûk jî ew bawermendê mîna pelê sipî dilewitîne.
Em vê jî ji bir nekin, di nav bi hezaran ayetên pîroz de, Pêxemberê Xwedê –‘eleyhîssalatûwesselam- di derheqê ayeta “Rast be, çewa emrî te bûbe” de, dibêje “Vê ayetê ez îxtîyar kirim.”
Rebbê me, me binivîsîne ji rastan, me bike ji wan kesên ku di her mekan û zemanî de rast in, rast dijîn.