Dewleta ‘Usmanîyan dema Îttîhad û Teraqqîyê de bo nijadên Anatolîyayê xisûsen bo Fillan, baxisûs jî bo Kurd û Kurdistanê gelek çareserî, hesabên tarî û proje çêbûn. Serekeyên wan; tedîp, tenqîl, înkar hetta îmhakirina gelan bû. Wê plana bêdad, bi navêkî din Plana Îslehaheta Şerqê de ji xeyrî nijada Tirk, bo temamên nijadên îmha an jî asîmilasyon mewcûd bû. Gelê me hemberî vê xebatê berxwe dida. Bo wan jî proje û bizavên îmhakirinê xisûsen hatibû kirin. Xulesa li ser Kurd û Kurdistan, doh planên “islehbûnê, red, inkarî, koçberî û îmha kirênê” hebû, îro he ye, sibe jî nîyetên tarîtîyê dixuye.
Eslê de’wê; seazîya Îttîhad û Teraqqî (=îT) ya paşî de gelek zanyarên Kurd jî mewcûd in. Sazkirina komîsyona ÎT ya 1908 de ji pênc endaman du kes (Dr. Avdilla Cewdet Beg û Dr. Îshaq Skûtî Beg) bîzzat Kurd in. Fikrên wan, her çiqas sekuler bibe jî daxwazîya wan taybetî; “bo Kurdan, jîyana hirrîyetê û nava aşîtîyê de tevhev pêşveçuyîn..” bû. Daxwezîyên van ramanmedarê Kurdan, ji teref cemîyetê ve jî hetibû qebûlkirin. Paşê kongreya cemîyetê ya Selanîgê (1912) de muhtewîyeta cemîyetê ji endamên Kurd paqij kirin; tebdîlê endamên Balqan û Qafqasîyan kirin. Zîya Gokalp jî xisusen teref Talat Paşa, ji bo lêkolîn û fikrên wî hat parêzandin.
Komîteya Î.T. ya sala 1915 an şûndatir de gotina meşhûr ev e: “Me, karê ZO’yan xelaskır, anha rêza LO’yan e.” Me’lum Fillan re “Zo,” Kurdan re jî “Lo” digotin.
Baş tê zanîn; Levhatina Lozanê de bo mêrasa ‘Usmanîyan bi dehan medde hebûn. Ji vana madeyên navbera 37-45 an yanê yekûnî heşt meddeyan de behsa heqq û hiqûqên Kurd û Kurdistanê dikir, teqez qerara warisên komîteya ÎT yên dewra Cimurîyetê, ev qerar û qezencana înkar kirin hetta nijada Kurd înkar kiribûn. Gotina wan wisan bû: “Dera ku dengê singuya Tirk heye, Kurd u Kurdîtî xelas e!”
Evan hesabên bêdadî û kûr, li ser Fillehan, heta sala 1915an fi’len hat qewimandin. Pişt Herba îstiqlalê, xelasîya Anatolîyê û sazîya Komarîya Tirkîya, dema ku asayîş û ewlehîya welat ava bû; qewmînên ku li serê Fillehan çê bû, mîna wan feca’etan hate serî Kurd û Kurdistanê jî lê belê qewmînên ser Kurdan; hemberê sikût û mêzekirina cîhanê û bi destê biratîyê bû.
Bo van buyerên dilsûz û bêbextî, helbestên Kurdan de gotinanên meşhûr:
-Menalê, menalê birîndarê mala bavê min menalê
-Felegê te çima wa kir mala me xerab kir
-Ban dikim Tirk hewarê de nayê Kurd xayîne Xalo!
De Xalo! Hewar e Xalo! Ez girtîme‘l xerîbîyê
Mînak: Wekîlê cimurîyetê Ûsiv Zîya Beg, qisedana xwe ya Meclîsa Millet ya Tirkîyayê de dibêje; “Gelên Tirk û Kurd, bi hevra birane, bi hevra radibin û bi hevra baqî dibînin..” Vê xîtaba, di meclîsê de bi çepik û tezahuratên coş pîrozdibe. Bin pire de gelek av hêj neçûye Ûsiv Zîya Beg berdar dibe. Eynî ‘eqîbet tê serê Xalit Begê Cibrî û temamên şeyx, axa u begên Kurd jî.
Brirîna kûr; şîrê heramîyê, şûrê biratîyê, Gurên Sibatê; fermana bêbextî û bêwextîyê li ser Kurdistanê dibare. Bo wan hadîseyên elîm, helbestên nalînê:
-Heyfa mîn nayê kuştin û mirina mêran
Ev berê de ji mêran re ‘edet e
Heyfa mîn tê vê heyfê, dikim nakim Tilya Şehdê li min nagere… (Eşîra Hesenan)
-Mala we Kurdan bişewite
Îro Şêxan tînin ber îdamê zo biz û yeî.. (Qiyama Şêx Seîdê Kal)
-Meriv bişewtîne şêst u şeş gundê Gelîyê Zîlan e
Malan xirawe bike bêlîne ser pagan e
Zarokan bikuje heta bere dîyan e
Rebbî te ya ku anî serê me tu neynî sere gurê dı çîyan e (Gelîyê Zîlan)
Ax hawar hawar hawar.. Hey lê lê…. wey lê lê…
Ferman e ûy hawar… hawar…
Dîsa li me ferman e
Li jor tête gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e
Her der xistîye nava agir û mij û dûman e
Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayîk û bavan e
Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e
Wekî Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
Weke Mahabat û weke Berzan e
îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê HELEBÇÊ
Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e… (Kommkujîya Hlepçe)
Dû Komarîyê Plana Îsleheta Şerqê
Sala 1925an şûndatir, li ser Kurdistanê bizavên red û înkarî hetta yên îmhakirinê fi’len qewimî. Sedema selhildan û qiyama Şêx Se’îdê Kalê Palevî, li hember jîyana Awrûpaî, qanûnên ladînî û bêdadîya dewletê bû. ‘Ulemayê Anatolîyê, ji wê rewşa memnûn nebûn, yên Kurdistanê jî xisûsen ji vê pêvajoyê ‘aciz bûn. Şêx Seîd jî jixwe bo vê avayî qiyamkir. Daxwezîya Şêxê Kal; betalkirina distûrên Xerbî, avakirina xîlafetê û jîyana nijadan, xisusen jî li gor Esasên Şerîeta Îslamî hiqûqên Kurdan wêdatir tu tiştek tunebû.
Distûra wan; red û înkarîya nijadan, înfaz û îmhakirina gelan bû. Bo vê zihnîyetê; te’dîba Xerba Anatolîyê temam kirin; bo Kurdan, ji derê ‘edalet û medenîyetê zede xebat kirin. Bo wê jî li Xerba Anatolîyê şexsî îdam û te’dîb; bo Şerqê jî tenqîl, tehdît, temsîl, tenzîl, tehcîr û îmhakirin.. bê kêmasî, bê qisûr kirkin. Jixwe li alîyê Tirkan qanûn û distûra esasî, bo Kurdan jî qanûna irfî sazkirin sedem ev bû.
Evan disturên Jontirkan yên îttihat û Teraqqî, dewra Cimurîyeta Yekemîn heta sala 1950 an dewamkîr. Li ser van qanunên esasî û distûran, sala 1925’an de Plana Isleheta Şerqê a yekemin hat derxistin. Şeyx, mele, axa û begên Kurdistanê; te’dîb û tenqîl an jî înfaz û îmha bûn. Qezencên herêma Kurdistanê jî dîsa li gor van fermanan betal bûn.
Dijî evana; Komkujîya Koçgîrî, Dêrsim, Dara Hînî (Gênc), Sason, Gelîyên Zîlan, Agirî.. temamên êrişên leşkeri; projeyên beşerî li gor distûrên Îsleheta Şerqê dewamkirîye. Dewletên emperyalîstên wê demê; li ser van buyerên bêdadî zêde nesekinîne. Li ser redd û înkarîya hiqûqên nijadan ticareta sîyasî û beşerî kirine teqez ji xwe re tu caran pirsgîrek nekirine.
Dijî Herba ‘Umûmî ya Yekemîn, Esasên Wîlson de, bo dewletên serkeftî û yên mexlûban, bo heqqê nijadan hinek tiştên baş hebûn lê belê îcraata wan esasan tucaran nebû. Levhatina Mondrosê(1918), piştî Herbên îstiqlalê levhatinên ku ba dewletên mezin hatine îmzakirin van de jî bo gelên bindest gelek distûrên rind hebûn lê ev distûrana temamî binpa bûn; fatureyên pirsgîrekan, li qezencên fitrî yên Kurdistanê re hat birîn. Kurd li ser warê bav û kalê xwe mehrûm bûye, mexdûr buye, hetta mehkûm bûye.
Li Kurdistanê, evan bûyerana bûne:
Bi zordestî û îqnakrinê, komkujî, înfaz, îdam; tecavuza can, mal û namûsa însanan; tirs, tehdît, tacîz.. hvd. Hola aborî, beşerî û sîyasî de jî 1925 heta 1950’an şertên Plana Îsleheta Şerqe dewam kirîye.
NOT: Evan gotinên me, temamî bingehî û dîrokî ne. Temamê dîroknas û lêkolînêrên herêmê, qeyd û benden dewletê bê guman behsa van buyeran dikin. Belgeyên Plana Îsleheta Şerqê, îro li temamên wîleyetan de wiha tê muhefeze kirin: “Arşîvên wîleyetan, Şube 1., îşliğ no 2, Bi navê xayet mehrem, îmza, Mistefa Kemal.”
Evana temamî, plan û buyerên klasîk in. Êdî emê behsa yên xerîb u hêj nayê zanîn bikin.
Projeya îsleheta Şerqê ya Postmodern
Statuko; sala 1960’î şundatir plana postmodern dest pê dike. Dema ku Menderes daleqandin, Komîteya Leşkerî, dev ji planên Kurdistanê yên qedîm berda, gor esasên berê teqez li ser usûlên nû Teşkîlata Plankirina Dewletê (Devlet Planlama Teşkilatı =DPT) de şuxulên nû avakirin.
Komîsyona nû de; “dîroknas, lêkolînêr, pedagog, sosyolog, buroqratan afirandine. Komîsyan, di bin emrê fermandaran de xebat kirin. Esasen ev xebatana jî dişibhîya xebatên dema 1925’an yên Şefên Millî teqez van vebatana, ji wan xebatên berê zêdetir kûr u profesyonel bûn.
Ofîsa Xebatê ya Ecewît de çi hat dîtin?
Rojnamevan Can Dundar, dijî mirina serokvezîr Ecewît, arşîva wî ya taybetî de lêkolîna taybetî kir. Lêkolînê de şuxul û ewraqên Teşkîlata Plankirina Dewletê yên Gruba Xebata Şerqê dît. Li ser wan weşanên belkêş jî çêkir.
Hatîye zanîn ku; Ecewît her çiqas bi ziman ji van qerarên Şaxa Şerqê dûr bisekine jî di fiîlîyatê de bê qisûr, van qerarana bicî aniye. Fikrîyatê de xisûsen Şaxên sosyalîst û çepî; temamên şexên rast û hîzbên Musliman jî -bi zanîn yan nezanîna xwe- bûne xebatkarê vê planê. Hindirê vê plana de cebîr, şantaj, montaj, xapandin… temamên dek û dolab hene. Can Dundar, van ewreqan kirîye û weşandiye.
DPT’de bo Kurdan qerarên fermî:
-Pisrgireka Kurdan tiştek tunne teqez pisrgîrekek neçarî û şundamayînê he ye.
-Frekasyonên hîzbên çepî, lazime ku di nav Kurdan de belav bibin.
-Belavbûna jîyana sekuler û pergendebûna ‘irf û ‘edetên Kurdan lazim e, lê belê bi navê rindî, biratî û yekîtîyê û bi şuxulê dizî.
-Şertên asîmîlasyonê; ji hikûmetan heta muxtaran re emrê fermî ye, îte’et mecbûrî ye.
-Bo asîmîlasyona nasnama Kurdan: Gotina “gelê Kurd, Kurd, Kurdistan” bidin birkirin. Cihê vana de; “welatîyên ku xwe Kurd dizanin; welatîyên ku bingehîya wan Kurd in, Şerqa Tirkîyayê, kesên Şerqî, Şerqa Anatoliyê, Şerqa Başûra Anatolîyê; em giştîk bi hevre Tirk in; em Tirk; Zaza û Kurd(!?); Kurdî an Zaza yî…” gotin esas e. (Kürt kökenlî, kendînî Kürt sananlar)
-Bîrvekirina qiymetên millî, yên şi’ûra millî didin.
-Koçberîya însanan, nava herêma şerq û xerbê de texşwîq, tehrîk û tezyîq kirin. Koçberên Yoxoslav, Bilxar welatê Kurdan de îskan kirin; welatîyên herêma Behra Reş, bîlxesse Şerqê de îskan kirin.. bi destê dewletê organîze bûye. Du îhtilala 1980 (Ewran Paşa) şûndatir dîsa ji Balqanan hetta Tirkên Afxanîstanê; li Xarpêt (Elezîz), Mûş, Agirî û Wanê îskan bûn.
Mesela navçeya Xarpêtê Macîran (Kovancilar), Tirkên Yoğoslav in. Sedema wê îskankirina; sala 1950 de hêjmara gundîyên bê erazî, ji %12 an, sala 1970 de dibe %42.
-Xebatên hola perwerdehîyê: Çel heb zêdetir mektebên Mu’ellîman û Mektebên Herêmê Yên Xewarî (YÎBO) dimezrînin. Van mektebana xisûsen ji bajar û bajarokan dûr bîna dibin. Perwerdehîya wan bi zimanê Tirkî, li ser keltur û ‘esebîyeta Tirk e.
-Erzêrûm û Amedê de dîsa li ser çand, edebîyat û jîyana Tirk banda FM de sazîya du radyoyan dibe. Hember radyoya Erîwanê, Erzerûm; hember radyoya Îranê, Amed weşan dike.
-Zanîngehan de sazîyên beşên Turkolojî: Wan sazîyan de bo redd û înkarîya gelê Kurd perwerdehî tê dayîn.
-Li gor van xebatên îlmî; Kurd, navê mîlletek nîne, navê şiklê jîyanê ye.
Hekayet ev e: Welatê Kurdan de zivîstanê zêde berf dibare. Kurd jî dema ku nava berfê de digerîn, dengê “kart û kurt..” derdikeve. Bo wê, wan kesan re Kurd hatîye gotin(!?) Wê zoqaya buxwe ger tê xwarinê(!)
Li ser van hekayatan; gelek tezên mezûnîytê, doxtora û nivîsar hatine dayîn. Bo îspata van hekayatan, çend lêkolînêr û îlimdarên Avrupa yên Ûris hatine kirin û bi destê wan, li ser van çîrokan çend kitêb jî hatine nivîsandin. Gor van xebatan; şîwe û lehçeyên Kurdan her yek cihê ziman in.
-Ev çiye?
Bi gotina Seyîd Riza; “Eyvo! Guneho! Cinayeto! Ma Ewladê Kerbelayno!”
Îro va gotinana mîna pêkenîn in, teqez dewra ku ez zanîngehê de bûm, ev pêkenîn, zanîngehan de distûrên îlmî bûn! Gelek zarokên Kurdan, xwedî îz’an û wîjdan jî bo van komedîyan; sal tekrar kirin an jî dest jî xwendinê berdan; jîyan û îstiqbala wan şewitî.
-Şaxê gelên Kurd, Kurd nînin cihê mîlletîn; zaravên Kurdî jî Kurdî nînin, cihê zimanin. Gor vê çîroka; “Kurmanc, Soran, Zaza, Goran, Torî, Hewremanî, Dimilî..” temamî yek nînin, zimanên cuda ne(!). Ji vana xisûsen “Zaza û Elewî” jî qewmîyeta wan jixwe Tirk e(!). Li ser van komedîyana, gelek xebatên zanîngehan henin.
Bi zora peran, hinik zanyaran re lêkolînên zanîngehan pêkanîne. Ji van firotîyan yên serbêjing ev in:
Mînarsky (Rus), Les orîgînes des Kurdes (Rîçala Kurdan)
V.Mîrorsky, T.H. Boîs, D.N. Mac Kenzîe; Kurd û Kurdistan.
Em baş dizanin; va gotin û pirtûkên jorîn, temamî bo pûl û peran e, bi destên tarî û cahilî hatine gotin û hatine nivîsandin. Herêma me Şerqa Navîn û temamên gerdûnê de pêş mîladê û dû mîladê de bi hezaran, lêkolîn û pelikan de behsa Kurd û Kurdistanê mewcûd e.
Ksenefon, Vegerandina Deh Hezaran, (Berê Mîladê 401-400) de navê “Kardoukhoî’ de behsa Kurd û welatê wan dike.
Heyton berê mîladê bo dewleta Medan (Medya); “Et Med în koyê Kurd în..” (Med ku ev Kurd in…) dibêje.
Xeyrî van lêolînêran; dîroknasên Îslamî; Teberî, Îbn-ê Esîr, Îbn-î Hîşam.. û îro her kesî va heqîqeta beyan kirîye lê de’va me, mucadela nîjadan nîne, behsa haqq û heqîqetê ye.
Dewra şoreşên leşkerî (1960-80) Îsleheta Şerqê berdewam e:
-Qereqolên mezin, sîndorên sûrkirî û teping (mayin) û têldirk înşa kirin.
-Bînayên Hikûmatê yên mu’ezzem, peykerên Kemalên bi heybet bîna kirin.
-Qişle, tuxay, alayên leşkerî yên mezin avakirin; bajarokên piçûk navçe.. tebdîlê bajaran kirin.
Texsîmata cihên meskûn, hidûdê navçe û bajaran li gor şertên stratejik, leşkerî û sîyasî hate xêz kirin.
-Serê çîyayên mezin, deşt û derên berçav de gotinên şovenîst yên li ser redd û înkarîyê yên li ser tirs û xofê nivîsandin.
“Ne mutlu Türk’üm diyene! Türk; öğün, çalış, güven! Türk’ün Türk’ten başka dostu yoktur! Ya sev ya ölürsün! Dikkat, Bozkurt çıkabilir! …Bozkurt doğuracak(!)! Tek millet, tek dil! …hvd. Helbet hember van nivîs û gotinên şovenîst, gotinên maqûl jî hebûn feqet evana tenê di gotinan de diman, muqtedîr nebûn.
-Welatê Kurdan de memûrên xweyî mefkûre û li ser fikrîyata şovenizma Tirk wezîfedar kirin. Xweş tê bîra me; gundîyan bi piranî cendirmeyên bê ritbe re digotin “qomutan, qumandanim..”
-Navên fermandarên terteleyên Kurdistanê; li mewqî, kuçe û taxên Kurdistanê kirin. Fermandarê komkujîya Dêrsim, zavayê Saqalli Nureddîn Paşa, Abdullah Alpdoğan e (1935). Îro, li El’ezîzê de navê mehellekî jî Abdullah Paşa ye. Yên dî jî; Mustafa Paşa, Rüstem Paşa, Walî Paşa, İzzet Paşa, Kemal Paşa, İsmet Paşa, Mustafa Muğlalı Paşa (Wanê qatilê 33 masuman) …hvd. Navê Sabîha û Kemal lı Dêrsimê qet xerîb nînin. Çimkî yê ku bombarana Dêrsimê kirîye pilota qîz a yekemin Sabîha Gökçen bi xwe ye.
-Welatê Kurdan de bi Kurdî qezî kirin qedexe bû. Yên ku hesbelqeder herêma fermî de bi Kurdî peyîvîne; bi cezayê “lihember dewletê serîrakirin”ê hatine cezakirin.
-Dêrsim, bajarê Seyîd Riza; Palo, bajarê Şêx Se’îd.. xisûsen lazim e ji Kurdîtîyê dûrkeve. Dêrsimê de sazîya YÎBO’yan, mektebên meslek yên qîzan ji her derî zêdetir e.
-Men’kirina turîzmê û tûrîstan. Bo ‘eleqe, îstişare û dîyaloga gelê Kurd ji ecnebîyan re nebe; ji hadîseyên cîhanê haydar nebin ev jî tedbîrek(?) hatîye zanîn. Heskîf î Gobeklîtepe(!) de behsa dunyayê hetta mexluqatên ezmanan derbas dibe lê belê behsa gelê wê herêmê yên qedîm yên Kurdan tucaran nabe.
Girê Mirazan çira dibe Göbekli Tepe:
Li Rihayê, gundê Xirabreşikê, mewqi’a Girê Mirazan de dîroka benîadem û afiraneyên heri kevnar yên nêzî 12 hezar sali pêştir hate ditin.
Şerma yekem: Herêm Mezopotamya an Mezra Botan; cî û warê Kurdan e. Bajar Riha, gund Xirabreşik, cihê birdarîyê (abîde) Girê Mirazan e.” Dîrokê de cî û warê Kurdan, di Mezopotamya de sazîya medenîyeta Sumer, Babil, Aşûr, Eqad, Êlaman (Êlam) bûye.. Temamên bêje û nav bi Kurdî lê belê ‘eyba reş, fedîya gıran; Rebbîyo ti hilneynî! Werin vê ecêba ku navê Kurdan û yek peyvikek Kurdî di van dîmen û kolînan de tunîne.
Şerma duyem: Wezareta Turizmê, bo turîstan rehbera geşt û gerê dinvîsîne. Wê rehbera de zimanê Îngîliz, Alman, Ûrıs heta Çîn heye teqez Kurdî tunneye. ‘Eyb û şerm e, faşizm e…
-1930 an de li Kurdistanê, hêjmara zanîna zimanê Tirkî %8 e. Dewra Wezîrê perwerdeî Ewnî Doxan de dibe % 20. Anha jî muhtemelen % 80 derbaz kirîye. Ev ne eyb e lê Kurdên ku zimanê zikmakî jibîr kirine zêdebûna hêjmara wan bo birayên me yên Tirkan, xisûsen ji bo me Kurdan şerm e. Dewra Tertela Şêxan, Komkujîya Dêrsim û Agirî yên ku koçberî Xerba Tirkîyayê bûne, an jî bi derdoran de tehcîr bûne bi piranî zimanê xwe jibîr kirine. Vê jibîr kirina, temamen projeyên kûr yên profesyonel in. Dewlet, ji van hadîseyan bê xeber nîne, bîzatîhî jî kordînator e.
ÎSLEHETA ŞERQÊ Û SE’ÎDÊ KURDÎ
Mucadela Se’îdê Nûrsê; temamî li hemberê zulm û zorê, redd û înkarîya heqq û heqîqetê, li hember zordar û maldaran e. Jixwe nevê Seîdê Kurdî an Quyruklu Kurd jî ji teref Kemalîstan hatîye gotin. Bo ku wî li tehcîrê di nava birayên wî yên Tirk de tenê bihêlin. Dîsan jî Ustad Se’îdê Kurdî; li dîyarê firqetê de nava koma ajan û casûsan de telebeyên Heqq û heqîqetê anîye holê. Xilûsî Yahyagîl û muqîmên wan bajaran ji gotina me re xweş mînak in.
Ustad; nezanî, neçarî û tefrîqeya Ummetê yên gelên dewleta Tirk, xisûsen jî yên gelê Kurd baş dîtîye. Her derê, bi her wasîte û wesîleyan mucadela van kêmasîyan daye. Bo çareserîya vê pisrgîreka jî Heqîqetê îmanîye û Quranîye adres dide. Gîhaştina vê adresa jî; ba Deccal, Kufrê Mitleq û Zindiqe re mucadele ferz dibîne.
Ustad; nava vê hengama de bêçaretîya gelê Kurd, redd û înkarîya mîllet û ziman, talan kirina qiymetên wan jî ji mucadela xwe yên eslî qebûl kirîye.
Bi kurtasî Kurdistan, bi zimanê Ustad
Dewra Meşrutîyetê Şûndatir
1907 de bo Kurd û Kurdistanê; perwerdehî; mektebên ewwil û zanîngehan dixwaze. Taybetî jî sê zanîngehan dixweze. Qedemeyek mezin de vezîfedarî û teklîfa peran red dike. Ustad dibêje; “Bo xwe nîne, bo gelê xwe hatim..”
Ji gotina “Em te davêjin behrê..” re dibêje “Behr, ji min re döşek e..” Li ser van gotinan davjin tîmarxanê.
1908 de Banga Hurrîytê de Xatîme maddeya 8. de: “Ey gelê Kurd! Bi qanunên carî hûn jî bibin dewlet, bibin millet!
1911 Munazarat: Hurrîyt jî Kurdîtî jî ‘alema Îslamîyet e! Îngîlîz û Fransizan, gelê Kurd wêran kirin, firotin.
1912 Xutbeê Şamîye, Kursîyê de Ummetê re, taybetî jî Tirk û Ereban re dibê: “Ez derketim vir, ji we heqqê xwe dixwezim..”
1908-12 Meşrutîyeta Duyemîn: “Ey îttihada Teraqqî! Ey Siltan Reşat! Ez çar salan tabi’ê we bûm bo ku em heqqê xwe ji we bistînin..”
1922 Bo Deccalê Zeman(!): “Ew Sufyan e, wezîfedar e, dixapîne!” Gor Ustad; kesên rast, çep û Îslamî.. yên Tirkîyayê bo wê (Sufyanîyet) hatin xaqpandin, mexdûr û mehkûm bûn!
Sufyan, Ustad re dibêje “Tu alimekê mezin û zana yî. Were em ji fikrên te îstifade bikin.” Ustad dibêje: “Ez ji bo sozên hatine dayîn hatime. Bo Statuya Kurdistanê hatime..”
Azadî: “Bê nan dîmînim lê belê bê azadî namînim.”
Çi, bo çi gotîye? “Neslên di dû mera bo ku; tûkî ruyê me nekin; tû kirin jî ji paqişkirina wê tûkê re rûyê me hebe ez îro nasekinim, dibêjim.”
Bo îman û ziman distûrek esasî dixweze: “Axano! Wehşên ku însanan dixwin jî distûrên wan hene. Hûn, bi kêjan qanûnan wê bêqanunîya li min dikin? Çira azadî, wijdan û fikrîyatê qedexe dikin? Ferqa mezheban tune lê Kurd, ekser Şafiî ne. Çire Şafiîyan dikin Henîfî? Ev hezar sal e Kurd zimanê xwe ji bîr nekirine; çi re hûn ziman û dînê Kurdan radikin? Em vana jî red dikin!
Heqq û hiqûqên me hûn red dikin. Tê zanîn ku hûn, me ji welatîyê xwe qebûl nakin! Ez jî vê hikûmata we qebûl nakim! Hûn, hikûmeta min nînin! Çira min sûcdar dikin; bi çi min ceza didin?”
Ustad temamî sî û pênc sal tehcîrî û zîndanan de jîyaye lê bi ‘înayeta Rebbê ‘Alemê, ji sî û starîya ehlê îmanê, xisûsen jî ji huşyar u ma’qûlên Kurdan mehrûm nemaye.
Barlayê de: Sî û starîya Bekir Axa dibîne. Bekîrağa, Kurdên Adilcewazê ye, bi mişextî li wir e.
Qestamonû: Eşrafê Wanê Emînê Çayvan (Çayci),
Emirdağ: Mala Acetan ji Kurdên Mûsilê ‘eleqe, sî û starî dîtîye.
1907-8 an de 40.000 hemalên Kurd li Sitembolê bo heqdestî û hemalên ecnebîyan dijrabûne. Ustad ji wan re dibêje: “Ewana (Tirk) ‘eqlê me ne, hûn jî quvvet in. Quwwet bê hiş nabe! Em, nabin hemal, bibin hêz û ‘aqil!”
Gotina Ustad ji bo wî zamanî ye. Îro, Kurd jî wekî xeyrî nijadan şîyar bûne; ‘aqilmand, zana û xwedîyê karên mezin bûne. Yanê Kurd îro hem ‘aqil in, hem jî quwwet in, teqez ev jî di vî zemana de têra wan nake(!).
1914 Serhildana Mele Selîmê Bidlîsê de Ustad; “Hindirê welat de şûr nayê kişandin” gotîye mudaxîl nebîye. Distûra Ustad ev e: Wê demê xîlafet û şerî’eta Îslamî dewam dike. Yê dî jî dijrabûna Mele Selîm; li ser eskerîya mecbûrî û qamçul (dayîn, vêrgî) giran bû. Bo vê sedemê jî Ustad, caîz(!) nedîtîye. Gotina wî, ji bo dewra sekuler nîne.
Rîsaleyê Nur de “Se’îdê Kevn û Nû” mevcûd e. Ev gotina jî ‘umûmî nîne, li ser dunya wî ya taybetî yên derûnî ye; bo kiryar û gotinê Ustad yên berê betal bûnê tucaran distûr nabe.
Bedîuzzeman Se’îdê Kurdî, daxwezîya wî ji Kurdan ev e: “Şi’ûra ‘eşîretbûnê, firqe û cemaatan nîne; şi’ûra milletbûnê bigrin.”
Çi zeman e:
“Însanîyet, îro dewra pêncemîn de ye. Îdî dewra hurrîyet û nijadperestîyê ye. Nijadperestîya Kurdan; qiymetên ku winda kirine şûnda girtina wan e. Perwerdehîya zimanê zikmakî ger tune be ummet û biratî jî derew e.”