Dîroknasên wek Îbnî Esîr, Îbnû'l Ezreq, Îbnî Kesîr, Îbnî Xeldûn, Sibt Îbnû'l Cewzî û Îbnî Butlan jî dema behsa Nesruddewle dikin, nêzîkatiya xwe ya rêveberiyê rave kirine. Van dîroknasan teva gotine ku Nesruddewle dadperwer bû, bi gelê xwe re baş bû, ala edaletê di’eliqand, li ku derê hukum dikir, ala edaletê li wir di’eliqand, kar û barên dewletê birêve dibir, siyasetmedarekî baş bû, aşitîxwaz bû, li welatê xwe serdest bû, di dema wî de biha erzantir bû, sînor ewle bûn. Di dema wî de welatê wî çandek bû ku helbestvan û alim tê de kom dibûn. Dîrokê destnîşan kiriye ku ew şah û mîrekî mezin bû, ya herî girîng jî bac kêm kir, ji bo feqîran bingeh ava kir; qesr, hemam, pirtûkxane û mizgeft ava kirin.
Têgeha Nesruddewle ya Maf û Edaletê
Gelek dîroknasan destnîşan kirine ku Nesruddewle hukumdarekî dadperwer bû û ji gelê xwe re baş bû. Nesruddewle ku hewl dida bi cîranên xwe re têkiliyên aştiyane saz bike, li hember hemû komên dînî û etnîkî yên li welatê xwe jî bi awayekî ‘adil tevdigeriya. Îbnul Ezreq dema ku behsa Nesruddewle dike dibêje ku navûdengê wî zêde bûye, hêza wî zêde bûye û wî welat aram kiriye. Îbnul Ezreq dibêje ku di nava malbatê de kesekî wek wî ku tiştê qenc û baş û xêr û xêrata kiribe tune ye, wî pir sedeqe dida. Û ‘edaletê di nav gel de belav dike, weqfan ava dike û karê xêrxwaziyê dike. Îbnu'l-Ezreq wî weha bi nav dike. (Îbnu'l-Ezreq, Mervani Kürtleri Tarihi, s.120)
Îbnu'l-Adim bîranîneke Nesruddewle ku wî ji wezîrê xwe Fexruddewle Bin Cehir re gotiye wiha dibêje: “Gava çend Kurdên navdar bi min ra şîv dixwarin, yekî ji wir kebaba parzûnê (kewê) hilda û keniya. Min jê pirsî bê çima dikenî. Wî got qencî. Bi fikra ku ew ji min şerm dike, min destê xwe ji sifra xwarinê kişand û jê re got, heta ku tu sedema kenê xwe nebêjî, ez ê tiştekî nexwim. Got: "Ev tişt, di xortanî û nezaniya min de tiştekî li ser kewê dîrek anî bîra min. Min rê girt, hin bazirgan binçav kirin, eşyayên wan girtin û xwe nêzî quntara çiyê kir. Dibe ku min nas bike, bibe şahidê vê kiryara gemar a ku min kiribû, tirsîyam ku malê xwe ji min bixwaze, min xwest wî bikujim. Zilam ji min re got: "Te mal û milkê min girt, te ez û zarokên min feqîr hiştin, bihêle ez vegerim cem malbata xwe, û zaro zêçê min ji min û milkê min mehrûm neke!' Digiriya û lava dikir, lê ji ber yên derdora wî ez li hember wî nerm nebûm, dema ku hêviya xwe ji jiyana xwe qût kir, berê xwe da her du kewên li ser zinar û ji wan re got: “Li ber Xwedê şahid bin ku vî zilamî ez bi hovane kuştim" û min ew kuşt. Gava min ev kew dît, bê aqiliya mêrik hat bîra min ku du kew kiribûn şahid ji mirina xwe ra hat bîra min, ji ber vî ez keniyam.” Gava min ev bihîst, ez lerizîm û min nikarîbû xwe kontrol bikira û min emrê kuştina wî da. Tiştek nexwar heta ku min dît stûyê wî li wê derê hatiye birîn, paşê min jê re got: "Xuda ew her du parzûn- her du kew kir şahid ku te hovane bi wî zilamî re kiriye û mafê wî zilamî ji te stand." (Îbnu'l-Adim, Buğyetu't-Talep, c.1, s.1134. Ez-Zehebi, Tarihu'l-İslam, c.10, s.527)
Nesruddewle bi kuştina serkirdeyekî Kurd ê pêşketî tola wî bazirganê bindest jê sitend û tevî ku demeke dirêj di ser wî sûcî re derbas bûbû jî, wî ev sûc bê bersiv nehişt. Ev nîşan dide ku wî her tim pêşî li ‘edaletê daye. (Yusuf, Ed-Devletu'd-Dûstekiye, c.1, s.260)
Siyaseta Aştiyane ya Nesruddewle
Bad Bin Dustek avakerê Dewleta Merwanî, helbet ji bo avakirina dewleta xwe şer tercîh kiriye. Û di dema wî de sînorên dewletê digihîştin heta Mûsilê. Di serdema desthilatdarên paşerojê de siyaseta aşitiyê hate şopandin. Bi taybetî di serdema Nesruddewle de polîtîkayên aştiyane dihatin meşandin. Bi hatina Tirkan a Anatoliyê re, li herêma Cezîrê û derdora wê bûyerên mezin qewimîn. Yek ji dewletên ku yekem car di bin bandora bûyerên pêşkeftî de ma, Merwanî bûn. Nesruddewle hem di dema şerê bi êrîşên Oğûzan re pêş ket hem jî di dema Serhildana Besasirî de bi qasî ku ji destê wî tê hewl da ku ji şer dûr bimîne. Her çiqas Tugrul Bey û Fatimiyan Nesruddewle mecbûr kirin ku şer bike û di şer de bibe alî, Nesruddewle hewl û quweta wî li ser dûrketina ji şer bû. Rûyê Nesruddewle ber bi aştî û bextewariyê ve diyar e. Ji bo vê yekê helbestvan Tîhamî bi rêzikên xwe yên ku dibêje: "Sînorê gêj ku berî te nedikenî bi te re keniya" balê dikişîne ser vê yekê. (Et-Tihami, Divan, s.11)
Di jiyana wî de gelek mînakên ku nîşan didin alîgirê aştiyê bû hene. Mînakeke wek; Uqaylî Emîrî ku di 31ê Gulana 1014an de li Tûr Abîdîn di şerê Uqaylî-Merwanî de hatibû girtin, ji aliyê Nesruddewle ve bi xêrxwazî û mêvanperwerî hat pêşwazîkirin û bi saxî hat şandin. Nesruddewle ji bo vê yekê fîdye nexwest.
Di bûyerên ku di salên 1026-27’an de bi Uqayliyan re bi awayekî din dest pê kirin û di sala 1030’î de bi girtina Nisêbînê ji Merwaniyan bi dawî bûn, em him gotinên Nesruddewle û helwesta wî ya aştiyane him jî nêzîkbûna wî ya li dijî bûyeran zehmet çawa bû dibînin. (Bezer; Ukayliler, s:60)
Uqaylî Emîrî Karvaş piştî ku keça wî Seyyide vegeriya ba wî, 20 hezar dînar qelenê dawetê û bajarê Ceziretu İbn ‘Umer jî ji keça wî re wek neqf û ji bo Nisêbînê jî ji birayê wî Bedran re bê hiştin xwest. (Tufantoz, Ortaçağda Diyarbekir.. s.85) Dema ku daxwazên wî nehatin qebûlkirin, heta sala 1030’î Cizîr û Nisêbînê dorpêç kirin, lê nekarî wan bigire. Piştî vê têkçûnê Bedran çû Meyyafarqîna paytexta Dewleta Merwaniyan û ji Nesruddewle lêborîn xwest û li hember vê îşareta xwe Nesruddewle Nisêbîn radestî Bedran kir û 15 hezar dînar ji Emîr Karvaş re şand. (Tarihu İbn Haldûn, c.4, s.335)
Bi vî awayî dawî li nakokiyên bi Uqayliyan re anî. Nesruddewle piştî şerê ku xezûrê wî Karvaş têkçû û Bedranê ku berê ew girtibû û serbest berdabû, xwest ji bo aşitiyê pariyek erd û pereyên welatê xwe bide wan. Û da wan jî… Di çavkaniyên dîrokî de kêm e ku aliyê serketî piştî şer tiştekî bide da ku aştiyê teqez bike.