Muxbeçeyên meyfuroş her seherê tên sema
Badexûrên noşî noş mane li dorê cema
Seydayê min! Piştî her tengasîyê elbet firehîyek peyda dibe. Tu ji me çêtir dizanî ku tarîya şevê ya herî tarîtir nêzîktirî sibehê ye ku di wê tarîyê de tîrojên rojê ji rohelat şewq û şemal vedidin û tarîyê diqelêşin. Dema ku roj derket mirov hê der û dora xwe dibîne, li xwe vetê ku Rebbê ‘alemê bi çi reng, nexş û nîgaran ev kaînat xemilandiye, nîmetên herî xweş û baş bo însan şandiye. Dema mirov bi nezera îbretê lê mêze bike mirov mest û heyran dimîne. Bes ev nîmet tamam li vê dinê nimûne ne, eslê wan li ‘alema ebedî ne. Li vê dinê ku li nêk bawermendan meydana îmtîhanê ye kes bê zor û zehmet nagîje hiç nîmetekî. Lê eger însan di vê dinê de bi serkeftin îmtihan derbas kir û dinya xwe guherand îdî kêf kêfa wî ye. Lewra nî’metên gelek xweş û bê zewal digel gelek kêf û şahîyên ebedî li benda wî ne. Hûr û xilmanên li beheştê digel mey û meygerên li wir, bax û bistanên ku di binî de çem diherikin çend nîmet in ku Xweda bo salikê riya heq beyan kiriye û daye wan. Kesê ku tahma vê heqîqetê wer bigre li vê dinê mest û serxweş dibe û dev ji her kêf û zewqên fanî ber dide. Nî’meta ji hemî nî’metan xweştir jî di semaya ebedî de digel koma bawermendan kombûn/cem a bo temaşaya cemala zatê Zul-Cemal e. Banga bo nimêja sibehê jî bo temamê bawermendan dawetnameya destpêkê ye di vî warî de.
Hin gulê bo ‘enber in hin di şîrîn esmer in
Hin guherî dane yîn mislê Suheylê sema
Seyda can! Elbet ev mesel û mîsal in di helbestê de ku wek îlham li ber we vebûne. Kesê ku avê ji serkanîya evînê vexwe daîma tî digere. Ji bil cemala yarê tu avek tîna wî venaşkêne. Ma tîna kesê tî bi ava behrê weyaxut bi şoravê dişkê. Elbet wesf û ewsafên nîmetên cennetê nexasim ê hûr û xilmanan nayê zar û zimanan. Ev teşbîh e ku hûn bi wê dixwazin eslê wî bi aqil bidin zanîn. Bes ne gulên bêhnenber, ne gulên şîrîn esmer ne jî sitêrka Sûheylê Yemanî ku ji birca keştîya Nûh şewq û şemal vedabû nikarin vê meselê hel bikin. Heqîqet her dê li wê ‘alemê xwe nîşan bide û ehlê evîna heq şad û bextewar bike.
Hin zerî ne pur sir in ser bi per in dêmdur in
Min ku di çerxê we dî sebr û qerarim nema
Seyda Can! Ez nizanim li hember vê beytê çi bêjim. ‘Eql û hişê min temmirî. Tenê dikarim bêjim ku ev teşbîh in di warê teswîra jiyana li axretê de. Gelek ayet û hedîs hene ku mirov nikare bi ‘eqlek dunyewî lê hur bibe lewra hûr û xilman digel bax û bistanên li cenneta ebedî, nî’metên li ber muqîmên wê derê raxistî, saqîyên ku meya baqî teqdîmî ehlê wê dinê dikin bi nîmetên vê dinyaya fanî re nayên muqayesekirin. Ji lew dema mirov bi rênîşana sitêrka Suheylê di birca Keştiya Nûh de li wan hûr bibe hiş û eqlê mirov winda dibe, ruhê mirov firr dide diçe ‘alemeke din, îdî sebra mirov bo jiyana fanî namîne, mirov bi îştîyaqek ji can û dil dixwaze ku rojeke zû di oxira emr û nehyên padîşahê Layezel de ku van nîmetên ebedî raberî dostên xwe dike ji canê xwe bibuhure, hezar carî canê xwe bi gorî bike. Belkî ji ber vê sirrê ye ku şehîd dixwazin bê nihayet jîndar bibin û di oxira Rebbê xwe de bimrin.
Seydayê min! Tiştên ku me li vir got tenê tîrojên xeyalî ne ku ji siya nîmetên ebedî tîroj vedidin ser dilan, eql û hiş û dil diperritînin, mirov sewda û dîn dikin wes-selam
Sebr û qerarim ku bir can û ceger hûr dikir
Zulmê we reng kê dikir can dibir û dil teba
Belê el-Heq rast e Seyda can! Li hember ‘eşqa heqîqî ku semera wê her muşerrefbûna bi dîtina cemala Zatê Wedûd û Cemîl e di meqamê rizayê de. Elbet mirovê ku hem heqîqeta vê yekê bizanibe hem jî li dinya fanî be dê dil û cegerê wî biperitin, wê wek donê mûmê bihele ser fitîla çirayê, sernigûn bibe, biçe secdê û di meqamê ûbûdîyetê de rûhen wî terka laşê wî bike. Herçî kesê ku di oxira evîna xwe de gîha vî meqamî îdî dighê azadîya mutleq ku hevgihîna digel yarê yara ye.
Can û dilê min ew e horiweşê min ew e
Padişehê min ew e ez li derê wî geda
Eya seyda! Peyv xweş li cihê xwe rûnişt di meqamê sikûn û dilxweşiyê de ku meqamê ‘ecz û ‘ûbûdîyetê ye. Elbette di meqamê ‘ûbûdiyetê de bo dildarê dilperwer menzîla herî xweş û sûdmend razîbûna yarê yaran e ji wî. Dema padîşahê dilê mirov ku veguherandina hemî dilan her bi îrada wî ye ji mirov razî bû û mirov wek ‘ebd û geda li ber dergahê xwe qebûl kir îdî tu xem û derd bo mirov nîne. Di meqamê ‘ûbûdîyetê de aşiq li ber derê maşûq e, aciz û destvekirî ye digel dua, zarî û lavayên bi hêstirên çava xemilandî. Secdeya ku li ber derê Cenabê Heq herî meqbûl e secdeya bi hêstirên çava xemilandiye digel zarî û lava.
Yarê ku dî em geda destî bi destê me da
Em bi semayê birîn reqs û sema jî we ma
Eya seydayê delal, şairê ‘eşq û evînê! Ji xwe Rebbê me Ellah Te’ala dibêje “Eger ‘ûbûdîyet û duayê we neba çi ehemmîyeta we li nêk Rebbê we hebû?” Elbet mirov bi qasî dereca ‘ûbûdîyeta xwe li nêk Rebbê xwe ku yarê yaran e bi qedr û qîmet e. Ji xwe hemî mexlûqat jî di heqîqetê de her bende, geda û ‘ebdê yarê yaran e. Çi ruhber çi ne ruhber, çi jîndar û çi mirî her mexlûq li gorî halê xwe evdîtîya Reb dikin. Reqs û semaya manewî ya wan a di warê ‘ûbûdîyetê de her û her berdewam e îlla însan û cin ku xwedî îrade ne, ew tenê dikarin ji vê reqs û semayê veqetin bes çiqas ji ûbûdîyetê dûr bikevin hewqas nêzî xezeb, xeşm û ezabê Îlahî dibin û diçin dereceya esfelê safilîn. Lê ku bikevin reqs û semaya ‘ûbûdîyetê li gor emr û nehyê yarê yaran hereket bikin wê demê dibin eşrefê mexlûqat û di semaya daîmî de bi sûdmendî tûr davêjin.
Gote mi durdane yî em ji te û tu ji me yî
Lew bi heqîqet yek în mes’ele bê şubhe ma
Eya seydayê delal! Biborin li vir mêjîyê min tevlihev e. Erê rast e em ji wî yarê durdane ne, wî xulqa me kiriye, her hereket û kar û barê me bi destûra wî ye. ‘Emelên me ê qenc menbe’a xwe ji siya wesfên wî werdigrin. Lê ji ber ku îrade daye me kar û barên me yên neqenc serkanîya xwe ji nefsa me ya emare werdigrin. Mesûlê her neqencî û gunehên xwe em in ku obalê wan di ustûyê me de ye. Gerçê li gor bawerîya Wehdetul-Wicûd ku serkanîya xwe ji sofîyên kevnê wek Hellacê Mensûr wergirtiye bi Îbnî Erebî û Sedreddînê Qonewî re gîhaye asta tekamulê “em ji wî ne, ew ji me ye, çi şerr çi xêr her tişt ji wî ne.” Bes tereddûda me di vê bawerîyê de heye, em qebûl nakin. Seydayê min! Însan çawa ku bi saya qencîyên ku bi îradeya xwe kesb kiriye dighê dereca eşrefîyetê, her wiha bi îradeya xwe ya kesbî ya ku di ‘emelê neqenc de li ser şopa nefsa emmare meşiyaye dadikeve dereceya esfelîyetê. Eger em vê bawerîyê qebûl bikin ferqa di mabeyna kufr, îman, zulum, edalet, kafir, Musulman û…hwd de namîne. Ev jî muxalifê şer‘a şerîf e. Şerha meya muxalefetê ev e seyda! Rastîya heqîqetê her Xweda dizane. Hezar rehmet li gora we bibarin eya seydayê min!
Da me bi destê surrê cama ji rengê durrê
Cezbe giha can û dil purr şewişandin hema
Eya Seydayê min! Kesê ku mizgîna meya ebedî di piyaleyeke rengdûrr de digel nîmetên cûrbecûrê bê hempayê ebedî ji yarê xwe wer bigrê û baş bîr tê bibe ku yara wî ya heqîqî a ku ji ezel de li benda wî ye, gelo mimkûn e ku di cîhê xwe de bitebite? Elbette dê cezbe bikeve can û dilê wî, mûyê canê wî bilerizin û bi ‘eşqeke bêhempa bi bal wî ve bimilmile. Halê Musa ê li Tûrî Sîna û halê Hezretî Muhemmed ê di Şikefta Hîrayê de di vî warî de du mîsalên balkêş in. Digel ku yarê xwe baş dinasîn jî lê dema rû bi rû rastî surra heqîqetê hatin şok bûn û di cihê xwe de tevizîn.
Mirov di meqamê eynel-yeqîn de dişewişe û li hev şaş dibe seydayê min! Eger mirov xwe nespêre wehya Îlahî mimkûn e ku mirov şaş bibe di vê rê de bişemite. Dema dil lerizî û ket cezbeyê eger mirov xwe bispêre rê û rêbazên qewî ku wehy e mirov naşemite û naşewişe bes mirov bêtir digihê meqamê şukr û zikr û îstîqametê
Bade mi noşî ji dest çûme ji xwe mame mest
Qetre bi behrê giha behri bi ‘eynê xwe ma
Seydayê min! Eger mirov gîha serkanîya evîna pak, dilopek av ji ava wê ya zelal û herrikbar vexwar îdî mirov di wir de noq dibe û dikeve behrek bê ser û bin. Wesf û ewsafên di behra evîna heqîqetê de hiş ji mirov distînin û mirov dighê meqamê fenafillah û îrfanê bîllah ku ne ziman dikarin bêjin, ne qelem dikarin binvîsin. Ji her zerreyek miroj tîrojên evîn û heqîqetê şewq û şemal û şu’le vedidin. Bo ehlê vî meqamî heyret û sudmendîyek payeberz heye. Di warê ‘ilmê de beyana vî meqamî ne mimkun e. “Eger temamê behran bibin hubr, temmaê dehl û devî û dar bibin qelem” û wesfê zatê barîyê Wedûd bidin ew dê biqedin bes wesf û ewsafê wî naqedin. Ew her wek xwe ye dê wek xwe bimîne, dibê mirov tenê bo evîna Wî di meqamê ricayê de bihele û biqede.
Gûş-i bi ‘amê mede terka mudamê mede
Ekserûhum fî xema exlebûhum fî ‘ema
Belê seyda can! Çawa ku cenabê we ji orta kitêbê xwend lazim e lewmeya lewmekaran mirov ji şopa yarê veneqetîne, lewra meşa li ser şopa yarê lezzetek daîmî dide mirov ku sudmendî û bextewarîya her du dunyayan e. Cehd û xeyreta di oxira yarê de fedekarîyeke domdar ji mirov dixwaze. Lewra badeya heqîqetê ku di encama xebata bo evîna heq de ji mirov re dibe ava heyatê, her wesleyek mirov jîndar dike, qelbê mirov îhya dike di warê evînê de şirîkan qebûl nake. Domdarîya hurmet, te’z’im û teqdîsa yarê yara digel şukr û zikr û fikrê carna mirov di nav ‘amê de tenê dihêle lewra giranîya wan bê xem in, serê xwe daxistine nav qûmê û heqîqetê nabînin. Bi te’bîra Kelamê Qedîm kerr in, kor in lal in hew dikarin bikevin behra heq û rastiyê. Tiştek nabînin. Exlebê wan kor in heq nabînin napejirînin.
Herfê ji yek bûne fesl ger bibirî wan bi esl
Herfê dibit yek xetek xet ku nema nuqte ma
Eya Seyda! Ji emrê “kun fe yekûn” xuliqî alem digel qelem û gerdûn, ji tunebûnê çêbû hebûn. Elbet di heddê zatê xwe de her metneke nivîsandî ji herfên cûrbecûr pêk tê, herf jî nuqteyan pêk hatine. Her wiha her tişt jî bi emrê îlahî ji zerreyan xuliqî ne. Îla nihayet destpêka hebûnê emr û fermanê xaliqê ‘alemê ye ku kelamê qedîm weke emrê “kun fe yekûn” beyan kiriye. Vêca eger hebûn û sebebê hebûnê kî be lazim e di eslê xwe de hubb û muhbet jî bo wî weyaxud li gor emr û nehyên wî be. Eger salikê eşqê dema ket rê wek prensîb hûbba yarê yara bo xwe esil wergirt û temmamê mehbûbên fanî di destûra wezna emrên wî de pîva û pejirand dê di encamê de bighê meqseda xwe, digel yara xwe li baxê Ridwanê, li kelêka çemên herikbar di nav gul û gulîstanan de li ser textê rizayê rûnê û ta ebed, bi dilxweşî jiyana xwe bidomîne.
Wehdetê mutleq Mela nûr e di qelban cela
Zorê di vê mes’elê ehlê dilan şubhe ma
Belê seyda! Hezar rehmet li gora we bibarin. Eger ‘ebd rûbûbîyeta Zatê Mutleq bi heqqî di qelbê xwe de bidit rûniştanin, tewhîda Zatê Barî bipejirîne elbet dê her muşkîlatê wî hel bibin, qelbê wî bi nûra Zatê Zulcelal bixemile, dilê wî bikemile, qena’et dê di qelbê wî de rûnê, wê bighîje se’adeta ebedî. Îdî ne musîbetên dinyewî, ne jî muşkîlatên din nikarin wî mehzûn bikin. Lewra wî xwe û çareserîya hemî muşkîlatên xwe spartiye sultanê xwedîyê emrê “kun fe yekun.” Lê eger em bên ser meseleya Wehdetul-Wicûdê li gorî bawerîya me ev muşkîlateke dijwar e, dijberî bawerîya Tewhîdê ye. Yan jî ‘eqlê me di vî warî de nagihîje encameke zelal. Li gorî bawerîya me zihnê damezrînerên felsefa Wedetul-Wicûdê jî zelal nîne ku ew jî heqîqetê wek zahir û batin ji hev vediqetînin û şîrove dikin. Bawerîya me ew e ku ‘alimê bi ilmê batin her Xweda ye. Li ser me lazim e ku em ilmê zahir bo xwe bikin rêber. Wesselam.