Navê wî yê eslî Mela ‘Ebdulla Kerîm e, di sala 1881an de li gundê Bêstane ya devera Pênciwên ê navbera Silêmanî û Merîwanê de hatiye ser dinyayê. Di destpêkê de li ba bavê xwe xwendiye, piştre ji bo xwendinê li gelek deverên Merîwan, Biyare, Seqiz, Bane, Bokan, Mehabad, Seraw û Seruçawe geriyaye. Ji ber ku di dema xwendinê de gelek jêhatî bûye, ji layê Mela 'Ebdulllayê Pênciwênî ve bi nasnavê Muftî hatiye wesifkirin. Bi temamî jiyana wî her tenê bi melatiyê neborîye. Mesxulîyeta wi bi ticaretê re jî hebûye, ji ber hindê li Pênciwênê dikana wî hebûye. Helbestên wî bi pranî di mijarên civakî de ne. Wî di helbestên xwe de gelek behsa perwerde û xema civaka Kurdan kirîye.
Muftî Pênciwênî di roja 15/6/1952 koça dawî kirîye û li qebristana Hacî Şêx li bajêroka Pênciwên hatiye binaxkirin. Ev nimûnek ji helbesteke wî ye ku behsa meznantiya nav civakê dike, eger mezinantiyek bi kêrê millet û xelkê jar neye êdî dû’a dike ku bila beşa wî her neman be.
Gewreyek[1] bo kes nebê[2] sêberî[3]
Xom bo bigêrrim le dewrî serî[4]
Be wişkî[5] bo çî bim be meyterî
Wextê derkewê hestim le berî[6]
Her bo xoy dayim hewllî jiyan bê
Yaxwa ew gewre beşî neman bê[7]
**** **** *****
Gewreyek çawî le feqîr nebê
Derbest jiyanî ciwan û pîr nebê
Kes le pûllêkî destîgîr nebê[8]
Cergî bo mîllet wêney qîr nebê[9]
Mêmill be mall û dujmin be can bê
Yaxwa ew gewre beşî neman bê
**** **** *****
Gewreyek dayim xemxwarit nebê[10]
Merhemî êş û azarit nebê
Cêgay[11] tengane û hawarit nebê
Hekîmî cestey bîmarit nebê
Eger xawenî xakî Êran bê[12]
Yaxwa ew gewre beşî neman bê
**** **** *****
Gewreyek çaktir le bab nebê bot[13]
Rizgarit neka le bend û le kot
Carê neprisê hawar û rorot
Kellkêkî nebê bo mindall û xot[14]
Rencî her bo xoy bo berg û nan bê
Yaxwa ew gewre beşî neman bê
**** **** *****
Gewreyek wek xoy nerwanête min[15]
Xoy pillawxor bê û min nanî herzin[16]
Serbaqî eweş[17] tallan û kuştin
Rîşey serbestîm derbênê le bin[18]
Her xoy qellew ka û şan û mil pan bê
Yaxwa ew gewre beşî neman bê
**** **** *****
Gewreyek serim berdebazî bê[19]
Cergim nêçîrî çingî bazî bê
Be serma tancî dergay nazî bê
Neşbînim[20] carê dillnewazî bê
Reftarî başî êş û sûtan bê
Yaxwa ew gewre beşî neman bê
**** **** *****
Gewreyek jînî be xwênmijîn[21] bê
Ziyade nanî xoy be nanbirrîn bê
Hênde[22] bêrehim û wîjdan û dîn bê
‘Alem le cewrî dill pirr birîn bê
Roj be roj barî derdî giran bê
Yaxwa ew gewre beşî neman bê
**** **** *****
Gewreyek nîwey le rencî[23] sallit
Bisênê[24] le des xot û mallit
Hêşta bezeyî neye be hallit[25]
Be dar û be şeq bişkênê ballit
Çawîşî[26] le des şiwan û sepan bê
Yaxwa ew gewre beşî neman bê
**** **** *****
Gewreyek satê le jêr destî ew[27]
Aramim nebê bê xorak[28] û xew
Pasewanî[29] bim be roj û be şew
Ciwên û şeqîş bê[30] beratekey ew
Eger şoretî[31] wek Silêman bê
Yaxwa ew gewre beşî neman bê
**** **** *****
Gewreyek êş û noşêkî nebê
Rûyekî xoş û geşêkî nebê
Bo hallî biçuk hoşêkî nebê
Dillêkî germ û coşêkî nebê
Ger Eskenderî şahî cîhan bê
Yaxwa ew gewre beşî neman bê
**** **** *****
Gewreyek le ley minallekey bim[32]
Xoll rêjî hewş û naw mallekey bim[33]
Pêşmergey xoy û hî xallekey bim[34]
Bê beş le nan û çatallekey bim
Eger Rostemî Mazenderan bê
Yaxwa ew gewre beşî neman bê
[1] Gewre: Mezin
[2] Bo kes nebê: Ji bo kes nebe
[3] Sêber: Sî
[4] Ez xwe bikim qurbana wî?
[5] Be wişkî: Bi hişkî
[6] Hestim le berî: Ji ber wî rabim.
[7] Ya rebbî beşa ew kesê mezin her neman be.
[8] Perekî wî neçe destê kesekî
[9] Cigerê wî jib o millet mina qîr reş nebe
[10] Nebê: Nebe
[11] Cêgay: Cihê
[12] Eger xudanê axa Îranê be
[13] Mezinek ji bab baştir nebe ji bo te
[14] Ji bo te û ji bo zarokê te faydekê wî tunebe
[15] Mezinek weke xwe li min mêze neket
[16] Ez nanê herzin bixom û ew jî pilavê bixwe
[17] Serbaqî ewes: Zêdetir ji we jî
[18] Derbênê le bin: Ji bin derbixe
[19] Mezinek ku sere min bibe berdebaza wî
[20] Neşbînim: Nebînim jî
[21] Xwênmijîn: Xwînmijîn
[22] Hênde: Ew qas
[23] Renc: Xebat
[24] Bisênê: Bistîne
[25] Hêj rehma wî bi halê te naye
[26] Çawîşî: Çavê wî jî
[27] Satê le jêr destî ew: Lehzek li bin destê wî
[28] Xorak: xwarin
[29] Pasewan: Zêrevanê ber deriyê
[30] Ciwên û şeqîş bê: Dijûn û şeq jî be
[31] Şoret: şuhret û nav û deng
[32] Mezinek ku ez li ba zarokê wî bim
[33] Ez xuliyê hews û mala wî paqij bikim
[34] Ez xulama wî û xalê wî bim