Di kaînatê de mîsal û nîşaneyên ‘ecêp hene. Rebbê ‘alemê, bi milyonan cûreyên zîrûhan xuluqandîye. Li gorî lêkolînan hejmara cûreyên zîrûhan di navbeyna 2 milyon û trîlyonekî de ne. Çima navbeyna texmînan ewqas mezin e? Lewra dîsa li gorî lêkolînan, ji avabûna dinyayê û heta zemanê îro, ji sedî 99 neslên zîrûhan winda bûne. Yanî bi qasî ku însanên zanistê texmîn dikin, ji sedî 1 zîrûh ji alîyê însanan ve hatine tespîtkirin.
Maşallah, her zîrûhekî bi armancekî û jibo feyda însanan hatîne xuluqandin. Însan, ku bi qîmettirê mexlûqatan e, jibo jîyana xwe bidomîne mihtacê van zîrûhan e. Ji xwarin û vexwarinan bigire heta karê hilgirtin û çûn û hatinê, ji ewlekarîyê bigire hetanî sitarê û karê sihhetê... Welhasil, nebatat û heywanat bi her awayî di xizmeta însanan de ne.
Bi saya aqilê ku Xweda kirîye nesîbê însan, dema bi çavên hikmetê li kaînatê binhêre, jibo wan gelekî mû’cîze jî hene.
Berê wextê em derdiketin çolê, me carnan hinek heywanên cuda didît. Wekî Kêzika Firroke... Li herdû alîyê Kêzika Firroke du perrên wê hene. Dema difire, perê xwe dihejîne û bilind dibe. Carnan heliqopterên leşkerîyê li ser gundê me difirîyan. Me helîqopteran dişibhande van kêzikan. Paşê mezinan ji me re digotin: “Ji xwe însanan, li van heywan û zîrûhan dinihêrin û tiştên wiha çêdikin.” Yanî van heywanên ‘entîke, jibo însanan dibine mîsal.
Em zarok bûn... Gundîyan dema debirê xwe hiltanîn, li bênderê gerê dikirin. Paşê jî zanayê vî karî, li ber bayê qesel û genim ji hevdû vediqetandin û genimê xwe hiltanîn. Rojekê gotin filan kesî patozê anîye, wê genimê xwe patoz bike. Me nizanibû patoz çî ye. Me da rê û em çûn ser bênderê. Bavooo... Haletekî mezin e, qayişeke mezin û fireh pêve girêdayî ye û serê qayîşê jî bi traqtorê ve... Traqtor dişûxule û qayîşê li hevdû vedigerîne. Pêra jî patoz dişûxule. Du meriv jî bi melêban qesela genim davêjin devê wê. Ji pêş ka davêje, berjêr ve jî tenê genim dertên. Çawa min vê haletê dît, qaz û werdek ketin bîra min. Qaz û werdek jî, devê xwe dixin nav xwarinê, tiştê têne xwarin diqurtînin xwarê, çerçopên pê dikevin jî di pozên xwe re davêjin derva.
Morîstank, kirmorî yan jî gêrik... Li gorî herêman navê wê cuda ye. Hemî kes bi taybetîyên morîstankan dizanin. Taybetîyên wan ya ewil, pir jehatîne, ya didûyan jî milgirtîyê hevdû ne. Karê xwe bi hevdûre dimeşînin. Dema quweta xwe dikine yek, wê gavê tu quwet li hemberî wan di ber xwe nade. Belkî ji me re pir ‘ecêp bê, marekî dirêjahîya wî zêdeyê 2 metreyan, tevlî quwet û jehra xwe, nikare bi morîstankan. Ji bela ku morîstank bi yek dengî hicûmê mar dikin, piştî demekê marê ku ziravê meriv jê diqete li hemberî wan çokê dişkîne û serî datîne.
Mîsala morîstankê jî, ji bo me nimûne ye. Çi dema ku însanan bi yek dengî tevger dane, wê gavê gihîştine armanc û meqseda xwe. Ji çi qewmî û ji çi dînî dibin bila bibin, şîfre ya serkeftin û pêşveçûnê, mildana hevdû ye. Dest dana hevdû, bihevgirtin û yekdengî, bi tu qewm û dînî nakeve bi qasî ku bi Muslamanan dikeve. Lewra armanc û meqseda me Muslumanan, xelasîya dinya û axratê ye. Yanî mefkûreya me, ji ya milletên din, fersex bi fersex mezintir e, hêjatir e, biqîmettir e. Lewra rêya me rêya Heq e, doza me doza Heqîyê ye. Ji lewra em zêdetir mihtacê yekdengîyê ne.
115 sal berîya îro, Mela Seîdê Kurdî, xîtabê Kurdan kirîye, nesîheta îttîfaqê kirîye. Di destpêka xîtabê de gotîye, em milletê Kurd bi cesaret û quweta xwe, tevlî aqil û merîfeta milletên Turk hêzên xwe bikin yek. Belê dema em bi nêrîna Mela Seîdê Kurdî li îro dinihêrin, ne tenê milletê Kurd û Turk, bi temamî milletên Muslumanan, em mihtacê hevdû ne, da ku vê tesellût û zilma li ser Muslamanan û li ser rûyê dinyayê tevî ji holê bê rakirin.
Bi vê hêvî û daxwazê em guhê xwe bidin Mela Seîdê Kurdî, bê ka 115 sal berê, bi zimanê xwe yê şîrîn çi gotîye:
“Ey Gelî Kurdan!
Di îttîfaqê de quwet, di îttîhadê de heyat, di biratîyê de seadet, di hukûmetê de selamet heye. Kapika îttîhadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin da we ji belayê xelas bike.
Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek Îslâmiyet, ku bi hezaran xûna şehîdan, buhayê wê dane. Ê diduyan însaniyet, ku lazim e em xwe nezera xelqê de, bi xizmeta eqlî, ciwanmêranî û însaniyetî, xwe nîşanî dinyê bidîn. Ê sisîyan millîyeta me ye, ku meziyetê da me; ê berê ku bi qencîyê xwe sax in, em bi karê xwe, bi hifza millîyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.
Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin: Yek feqîrtî ye. Çil hezar hemalê Îstenbolê delîlê wê ye. Ê duduyan cehalet û bêxwendinî ye. Ku hezar ji me da yek 'qezete' nikarin bixwînin, delîla wê ye. Ê sisîyan dijminî û îxtilaf e. Ku ev edawet, quweta me wunda dike, me jî musteheqê 'terbîyê' dike û hukûmet jî ji bêînsafîya xwe zulm li me dikir.
Ku we ev seh kir, bizanin çara me ev e ku: Em sê şûrê elmas bi dest xwe bigrîn. Ta ku em her sê cewherê xwe ji dest xwe nekîn û her sê dijminê xwe ser xwe rakîn. Û şûrê ewil: Mearîf û xwendin e. Ê duduyan: Îttifaq û muhebbeta millî ye. Ê sisîyan: Însanê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedetê. Û wesîyeta paşî: Xwendin, xwendin, xwendin... Desthev girtin, desthev girtin, desthev girtin...” (Mela Seid)