Bi navê Xwedayê dilovan û mîhrîban
Gavavêtina li nav cîhana helbestên Melê, ne tenê naskirina ahenga peyvan e, di heman demê de dîtina wê nûra mutleq e (Nûra Muhammedî) ku di bingeha hebûnê de diçirise. Ew, xwediyê kelameke wisa ye ku bi germahiya hevîra eşqa îlahî hatiye strandin ku koka îrfana Kurdistanê bi felsefe û estetîka klasîk gihandiye lûtkeyê. Li gorî Mela, helbest ne tenê hunerek e; hewldanek e ji bo çirandina perdeya kesretê û gihîştina deryaya wehdetê. Di her beytekê de, ji sira 'Mîm'ê bigire heta hikmeta afirandina kaînatê, cîhaneke tefekkûrê heye ku xwendevanê xwe ji fanibûnê ber bi baqîbûnê ve dikişîne. Em ê di vê nivîsê de jî we bibin nav bexçeyeke ji bexçeyê Mela û em ê şîrovekirina helbestê ya ji cihê ku em lê mabûn bidomînin.
7- Şehnîşîna nazikan dayi’ meke
Da nebînî dil bi vê xanê xelet
Şeh: Şah, Nişîn; rûniştin. Peyveke hevedudanî çêbûye. Wateya wê; cihê rûniştina şah.
Dayî’: Ji ber çavan hunda neke, Meke: Fermankirina takekesê muxateb e. Yanî neke.
Bibînî: Tu bibînî, Bi vê xanê: Bi vê malê
Wate: Dinya, ne cihê hebûna daîmî ye. Xwedê, dinyayê bi me wiha daye naskirin; “Agahdar bin! Bi rastî herçî jiyana dinyayê, bes leyîstin, mijûlî, xweşikahî, di navbera hev de xwemezinkirin e û kubariya bi mal û zarokan e. Jiyana dinyayê wekî baranekê ye ku giyayê wê cotkar kêfxweş dike, pişt re hişk bibe; tu dibînî ku vaye zer bûye, paşê dibe pûş û pelax û di axiretê de jî ezabekî dijwar e (ji bo kesê dinyayê di ser axîretê re bigire), yan jî lêborîn û keremeke ji cem Xwedê ye (ji bo yê ku axîretê di ser dinyayê re bigire). Jiyana dinyayê ji malê xapandinê pê ve ne tiştekî din e.”[1]
Mela jî dibêje; ev dinya cîhekî muweqet e, ne daîmî ye. Lê bi tevî vê jî tiştekî xweşik hebe wê jî teqdir bike û heqê wê çi be bidiyê. Yanî hezjêkirin be hez bike, qedr û qîymetdan be qedr û qîymetê bidiyê. Xweşikbûna wê bibîne. Ji bo wê xweşikîyê bi dest bixî cehd bike. Gava te ew bi destxist, fêhm bike ku girêdahîya dil bi wî tiştê muweqet re xelet e. Lewra ew xweşikayî ne daîmî ye.
Ustad Bedîûzzeman (rh.a) jî derheqê hezjêkirina tiştekî ne ebedî de vê malikê neqil dike;
“Nemî zîbast ûfûlde gûm şûden mehbûb”
“Tiştekî ku here ava ji ber çavan hunda bibe ew tişt ne xweşik e”
Ku vê gotina xwe mulhem ji ayeta ku behsa Hz. Îbrahîm (a.s) dike; “Tiştê diçe ava ez ji wan hez nakim.” (Suretê En’em:76) tiştekî ku mehkûmî zewalê be, nabe xweşikekî heqîqî. Ew tiştê ku ji bo eşqa ebedî hatîye xuliqandin û neynik û eyneya Semedî ye, heqê wî tune ye ji dil bê hezkirin. Û lazim e ji dil neyê hezkirin jî.”[2] Di vir de Ustad (rh.a) him xweşikahîya ji dil terîf kirîye û him jî însan gava ku çawa tevger bike li hember vê xweşikahîyê, ewê kêfxweş û mesûd bibe çarçova wê eyan kirîye. Lewra dil, eyn e û neynika ji esmaû’l hûsna Semed e (yanî hebûna Xwedê bi xwe ye, ne mihtacê tu kesî ye) û ji bo eşqê û hêvîya bêdawîbûnê hatîye afirandin. Xweda, gava ku însan afirandîye, eşqa bê dawîbûnê xistîye fitreta wî. Ji ber vê gava însan ji kesekî(ê)/tiştekî hez dike, hêvî dike ku ew hezjêkirin bê dawî be, qedandin jê re tunebe.
Mebesta Mela jî dibe ku ev be û gotîye; ew xan yanî dinya ne cihê mayîna daîmî ye. Li dinyayê em tev wek rêwîyekî ne. Dil, bila bi hezjêkirina vî tiştê muweqet xwe heba neke. Bila hezjêkirina maşûqê ebedî bi dest bixe. Ev alema hebûnê eyne ye ji bo hebûna mutleq ku ew jî Xweda ye.
8- Ellah Ellah çerx û dolabê dinê
Nuqte nakit tî dewranî xelet
Çerx: Felek, Dolab: Felek, ‘etfû tefsir e, Dewran: Ger
Wate: Di Qur’ana Pîroz de Xwedê ferman kiriye; “Heke heqî bidaya pey hewesên wan, mûheqeq (pergala) erd û asîmanan û yên ku di wan de hene dê xera bibûya.”[3]
Mela dibêje, çawa ku tu dibînî ev felek û birc û kaînat tev li ber çavê te digerin lewra şev tê diçe, roj dertê ew diçe şev tê, demsal diguherin, zeman dibuhire lê wek serê derzîyê, tu bê pergal î di kaînatê de nayê dîtin. Ev tev bi qudreta Xweda ê mezin e. Ûstad (rh.a) jî gava behsa zikr û tesbîhatê kaînatê dike dibê; “Ev alem bi timamê tebaqatên xwe yên ku têne dîtîn û nayêne dîtin dibêjin لا إله إلا هو û tewhîda Xwedê îlan dikin. Ev tebeqat bi temamê enwa’ê ruknê xwe şehadetê tînin û dibêjin; لا رب الا هو şehadeta xwe îlan dikin, ew rukn û stûn bi temamê azayên xwe dibêjin لا مالك الا هو û şehadeta xwe îlan dikin, ew aza bi temamê eczayên xwe dibêjin; لا مدبر الا هو û şehadetê tînin, ew ecza bi temamê cuzîyatên xwe dibêjin لا مربي الا هو û şehadeta xwe îlan dikin. Ew cuzîyat jî bi temamê hucreyên xwe dibêjin لا متصرف في الحقيقة الا هو û şedahetê tînin. Ew hucre jî bi temamê zerreyên xwe dibêjin لا ناظم الا هو şehadeta xwe îlan dikin. Ew zerrat jî bi temamê (cewherên xwe yên) esîrê dibêjin لا اله الا هو îlana tewhîdê dikin.”[4] Ji van beyanatên Mela û Ûstad jî têne famkirin ku temamê alemê bi yekpare ji bo heman xayeyê hereket dike dîtine. Ev jî ji nêrîna wehdeta wucud derdikeve. Yanî li gor tesewura wan; alem tev weka helqeyeke ku nuqteyek di nav de hebe û ev helqe jî li dora wê nuqteyê bizîvire.
9- Rûz û şev her seyrê dîdara te tên
Nakirin ew seyr û dewranê xelet
Seyr: Temaşe kirin , Dîdar: Hevdîtin, çav pê ketin, husn û cemal, Dewran: Gerr
Wate: Ev her du beyt jî bi her duyên berî xwe ve girêdayî ne. Di vir de Mela, dibêje alem bi qanûnê Xwedê yên kullî têne îdarekirin. Di van qanûnan de tu qisûr û kemayî tune ye. Di pergala wan de tu rêberdanek tune ye. Xwedê ferman kiriye; “Tu dê qet guhartinekê di adetên/qanûnên Xwedê de nebînî.”[5] Heke ku însan bi çavekî rast li vê kaînata kitaba mezin binêre, eqlê xwe bike wek mifteyekê û bi çavên xwe vê kîtabê bixwîne, ewê bigihîje sirrên heqîqetê. Lewra her tişt di nav pergalekê di nav çarçova sunnetullah de hereket dike û tewhîda Xweda îqrar dike.