Melayê Cizîrî, fêkîyê darek ji darên baxçeyê medreseyên Kurdistanê ye. Di ‘ilm û îrfan û ‘eşq û tasawwûfê da pêşkêşî kirîye û bûye îlham ji bona ‘alim, arif, ‘aşiq û mutasawwûfan . Ji ber vê yekê şa’ir û ‘aşiqekî wek Melayê Cizîrî giranbiha lazim e neyê jibîrkirin.
Lê mixabin Mela û Dîwana wî baş nehatîye fehmkirin. Ne îro bi tenê, belkî ji wexta Mela û vir de hê jî baş nehatîye fehmkirin. Wek Ehmedê Xanî gelek ‘alim vê kêmasîyê rexne kirine û gazinên xwe li xwendevan û mamosteyan kirine. Lê îro, nexasim di van 10-15 salên dawî da hêla akademîyê li ser Mela û Diwana wî lêkolînên kûr û giranbiha dike. Ev lêkolîn me dilgeş dikin û em hêvîdar in ku wê bibe wesîeyla Mela û Dîwan’a wî zêdetir û baştir bê fehmkirin.
Ku were pirskirin, Melayê Cizîrî kî ye? Wê demê bi kurt û Kurmancî em dikarin bibêjin ku Melayê Cizirî “Pirê Eşqê” ye.
Mewlana li Qonya’yê, Suhrewerdî li Îsfahanê, Hafizê Şîrazî li Îranê çi be bi heman reng û miqamê Mela Ehmedê Cizîrî jî ji bona me ew e.
Eger Dîwana Mela Ehmedê Cizîrî, bi Farisî were tercimekirin ewê Mesnewîya Mewlana jê derkeve, ewê Şîrazî jê derkeve. Her wiha eger Mesnewîya Mewlana bi Kurdî were tercimekirin ewê Dîwana Melayê Cizîrî jê derkeve. Lewra bingeha wan, meşreba wan, menbaa wan û ew ‘eşqa ku jê avê vedixwin yek e.
Wekî ku hûn xwendekar jî dizanin; navê Melayê Cizîrî Ehmed’e. Ehmed kurê Muhammed e û di sala 1570yî de li Cizîrê ji dayîka xwe bûye. Bi piçûkanî li cem bavê xwe xwendîye. Piştî Qu’rana pîroz û hinek kitêbên din li cem bavê xwe dixwîne diçe Amûdê, Colemêrgê û li çend cîyên din jî feqîtî dike. Paşê diçe Amedê û li cem Mele Tahir xwendina xwe diqedîne û li wê derê icaze distîne. Piştî îcazeyê li gundekî Amedê melatî kirîye, paşê derbasî Hesenkêfê bûye û li wê derê jî demekê melatî kirîye. Piştî wî, tê welatê xwe Cizîrê û heta dawîya ‘umrê xwe li Medreseya Sor muderristî dike û dersa feqîyan dibêje. Li gorî rîwayetan, sîh salan li Medreseya Sor ders daye û gelek feqî li cem wî ‘ilmê medreseyan qedandine. Dîsa li gor rîwayetan Feqîyê Teyran jî feqiyek ji feqîyê wî bûye. Cizîrî, di sala 1640î li Cizîrê wefat kirîye. Qebra wî jî di bin medreseyê da ye û li wê derê medfûne. Rebbê ‘alemê rehma xwe li Mela bike û me ji xêr û bereketa wî me’hrûm neke înşeallah.
Piştî van kurteagahîyên ku me derheqê Melayê Cizîrî da re ez dixwazim nivîsa xwe ya derheqê dewlemendbûn û ehemîyeta Cizîrî de bidomînim.
Melayê Cizîrî, hevîrê edebiyata Kurdî ya klasîk bi tasawwûfê meyandîye. Ji ber wî rengî di medreseyên Kurdistanê da pirtir bandora tasawwûfê xwe nîşan dide û derdikeve pêş.
Kitêbê Melayê Cizîrî ne li ser medreseyên Kurdan yan jî edebiyata Kurdan tene tesîr kirîye. Belkî li ser edebiyata gelek qewm û welatan tesîra wî çêbûye.
Ji ber wî “Dîwan”a Mela bi gelek zimanan hatîye wergerandin û li ser Diwana Mela gelek şerh hatina nivîsîn.
Her wiha, hin kitêb carekê tenê were xwendin kafî ne. Lêbelê, hin kitêbên taybet hene ku meriv dixwaze dîsa û dîsa bixwîne. Dîwana Mela jî ji wan kitêbên taybe tin.
Mexlesa Ehmedê kurê Muhammed, yanê yê pîrê ‘eşqê “Mela” ye. Ji ber wî, wexta kelîma “Mela” bi taybet were nivîsandin yan were zikirkirin “Melayê Cizîrî” tê fehmê. Çawa ku wextê ku “Feqî” tê gotin “Feqîyê Teyran” û “Seyda” tê gotin “Ehmedê Xanî” tê fehmê.
Peyvên “Mela”, “Feqî” û “Seyda” wexta ku tên gotin jî Medreseyên Kurdistanê tên bîra mirova.
Belê, medreseyên Kurdistanê mekanên sereke yên edebiyata Kurdî ne. Ji ber vê yekê, ev delîl e ku medrese di civaka Kurdan de roleke pêşeng dilîzin.
Di hinek medreseyan de digel ‘ilmên Îslamî, ‘ilmên belağet, felsefe, kelam, matematîk, astronomî, dîrok û tibbî jî di asta akademîk de hatine xwendin.
Bi sedsalan di van medreseyan de bi hezaran zanyar, ‘alim, ‘arif û ‘abid hatine perwerdekirin.
Selaheddinê Eyyûbî, Îsmaîl Ebul Îz El Cezerî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî, Mewlana Xalidê Şehrezorî, Şêx Ubeydullahê Nehrî, Molla Mustafa Barzanî, Şêx Seîdê Palewî, Bedîuzzeman Seîdê Nursî û Şêx Zekîyê Cizîrî hinek ji wan zanyar, ‘alim, ‘arif û abidan in.
Mezûnên van medreseyan bûn fermandarên muzaffer, pêşîvanên ‘alema Îslamê û bi demên dirêj li ser erda cîhanê ji bona însanîyetê bûn nimûneyên îmtîsal.
Heta sed sal berî niha...
Yanê, heta ku dewleta Cumhurîyeta Tirkîye hat avakirin…
Piştî hilweşandina Xîlafetê di 3yê Adara 1924an de, sekulerîzmê di hemû operasyonên dewletê de, bi taybetî di perwerdeyê de, cîhê xwe girtin.
Bi qanûna “Tewhîda Tedrîsat” hate sembolîzekirin û qanûnkirin. Bi vî awayî medreseyên Kurdistanê hatin girtin û bi neqanûnî hatin îlankirin.
Bi sedan ulemayên ku li ber xwe dan ji medreseyan hatin binçavkirin. Ji wan ulemayan hinek hatin şehidkirin û hinek jî hatin sirgunkirin.
Ji wê rojê heta îro medreseyên Kurdistanê girtîne û vekirina wan bi fermî qedexe ye. Her çend îro di herêma Kurdistanê da hinek medrese hebin jî ne perwerdehîya wan profesyonel e ne îmkanê wan hene û ew kesên ku bi salan di medreseyan de xwendine û îcaze sitendine di fermîyeti de tûne tên hesibandin.
Em hêvîdar in di wextekî nêzîk de dîsa medreseyên Kurdistanê bibin cîyê perwerdehîyê. Da ku dîsa zanyarên wek Ebul îz El Cezerî, ‘alimên wek Ehmedê Xanî, ‘arifên wek Melayê Cizîrî û ‘abid û mucahîdên wek Şêx Seîdê Palewî jê derkevin.