Mela Xalidê Zengokî alim û edebiyatnasekî Kurd ê medreseyan e. Çavkaniya berhemê Kurdî yên klasîk medreseyên Kurdan e. Medreseyên Kurdan ji bo çand û baweriya Kurdan a serdema Îslamî, bûne çavkaniya sereke. Lewra Kurdan dînê xwe, mezhebê xwe, adabê muaşeretê û bi kurtasî hêmanên şaristaniyeke nû ji van medreseyên xwe hîn bûne (Bidlîsî, 2010: 20).
Her wisa ji bo peydabûna lîteratûra nivîskî ya Kurdî, pêkhatina zimanekî standart a di nav Kurdan de jî çavkaniya sereke medreseyên Kurdan e. Lewra medrese wek dibistan û mektebên wê serdemê, bûne cihê hînbûn û hînkirina ilm û zanyariyê. Li gor gelek çavkaniyên dîrokî zimanê perwedehiya medreseyên di nav Kurdan de ji serê dewra Îslamî ve bi Kurdî bû. Lewra dîn û bawerî ji zimanê Erebî bi bal zimanê ehlê her welatî dihate wergerandin. Piştî serdema Emewî û Ebbasiyan di dewra Merwanî û Eyyûbiyan de ev medrese ji aliyê van xanedanên Kurd ve hîn bêhtir li nav erdnîgariya Kurdan hatin belavkirin û xurtkirin (Bağusuy, 2009: 41). Xwendekar û feqiyên ji her derê welat diçûn van medreseyan. Wuhareng bi saya van medreseyan li seranserê welatê Kurdan Kurdiyeke yekawa û standart pêk hat û nimûneyên Kurdiya nivîskî jî derketine holê (Eminoğlu, 2020: 130).
Mela Xalidê Zengokî ji gundê merkeza Mûşê yê bi navê Zengokê ye. Zengokî jî berhemên xwe di forma klasîk de nivîsine. Ew yek ji wan aliman e ku di medreseyan de tehsîla xwe girtiye û berhemên edebî nivîsîne. Armanca vê xebata ku me amade kir ev e ku, Mela Xalidê Zengokî li herêma xwe di dewr û dema xwe de ji teref gel de dihat naskirin. Lê belê a niha ji teref gel ve nayê naskirin. Em bawer dikin ku bi vê xebatê ew ê ev pirsgirêk jî ji holê rabe, Zengokî û berhemên wî bêne naskirin. Emê jîyan û kitêbên mela bi alfabeya latînî binivîsin. Di vê xebatê de em ê li ser jîyana Mela Xalidê Zengokî bisekinin. Her wisa navên berhemên ku wî nivîsîne, naveroka berheman çi ne, ev qada xebata me ne. De kerem bikin em dest pê bikin.
JIYANA MELA XALIDÊ ZENGOKÎ
Mela Xalidê Zengokî, bi texmînî di navbera sala 1895 û 1900î da li bajarê Mûşê li gundê Zengok (Yörecik)ê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Şêx Ebdullah e. Wî perwerdehiya xwe ya olî ya yekem ji bavê xwe girtiye. Pişt re diçe navçeya Pasûrê gundê Mala Paşo (Karaorman) xwendina xwe ya medreseyê li cem Mela Silêmanê Kerî domandiye. Paşê ji bo xwendina îlmî diçe Medîneya Mûnewwere û li Medîneyê bi qasî şeş salan dimîne û ilmê tehsîl dike. Paşê vedigere bajarê xwe. Sefera Yekem a Hîcazê rêwîtiya xwe bi peyatî dike û gelek zehmetîyê dikşîne. Ji ber vê yeke bi navê mela an bi navê Hacî tê navkirin. Di nav gel de bi navê “Seyda Hacî Xalidê Zengokî" an "Seyda Şêx Xalidê Zengokî" tê naskirin.
Mela Xalidê Zengokî piştî ku vedigere bajarê xwe, ji bo navberek kurt diçe Sûriyê navçeya Qamîşlo. Li vê derê dibe endamê fermana Neqşîbendî Şêx Ehmed el Xeznewî (m. 1949) û ew li wir beşdarî civînên zanistî û mîstîk ên aliman dibe. Paşê, wî Şêx Yûsif Kodî - endamê Şêx Mihemed Kufrewî (m. 1898) bû- nas kir û demekê ji wî dersên zanistî û manewî girt. Ji vî alimî hem îcazet hem jî xelîfetîyê girtîye. Paşê tê gundê xwe Zengokê û dersên ilmê û dersên xwe yên manewî li vir berdewam dike. Li vir, hewl dide perwerdehiya zanistî bidomîne û xwendekaran perwerde bike (Aslan, 2012: 45).
Li gundên Mûşê xebatên xwe yên zanistî û rêbertiyê didomîne. Li gelek gundên Mûşê digere, dersên manewî dide û li gundên ku mizgeft lê tune bûn alîkariya avakirina mizgeftan dike. Li gor tespîtan gundên ku bi navbeynkarîya wî mizgeft lê hatine çêkirin ev in: Darasor (Kızılağaç) Acmanuk (Güzeltepe), Poğurgof (Arpayazı), Artxonk (Ortakent), Kûrdmeydan (Eralanı), Kasor (Suvaran), Kışlakom (Kumluca). Ji xeyrî vanan li navçeya Vartoya Mûşê li gundê Înaka (Yukarı Sırasöğütler) jî medrese û mizgeftek çêkirîye. Li vir ji bo demeke kurt ders daye. Xizmeta xwe heta sala 1952yan li gundê xwe didomîne. Piştî sala 1952yan tê Taxa Kelha Mûşê û ciyê dîwan û dergeha xwe ava dike. Di vê dergehê de dersên zanistî û tesewwufê dide. Ev kesê ku evîndarê pêxember e, di dawiya jiyana xwe de (nêzî di sala 1965an de) divegere Medîna Munewere, temamê jiyana xwe li vir derbas dike û di sala 1968an de li vir wefat dike, ev zat li Goristana Cennet'ul-Beqî’ tê veşartin.
KESAYETÊN KU MELA XALID JI WAN DERS STANDIYE
*Bavê wî Şêx Abdullah Zengokî (Ji Mûşê, navenda Gundê Zengokê)
*Mela Silêmanê Kerrî (Ji gundê Kerranê ya navçeya Pasûra Diyarbekir)
*Şêx Yusuf Kodî (Ji gundê Kodê ya navçeya Korkuta Mûşê)
*Çend alimên Sûriyeyî (Em nikarîn ti agahî bibînin ka wî ji kê ders girtiye.)
*Şêx Ehmed El-Xeznewî (Navçeya Qamişloya Sûriyê)
*Şêx Mihemed Duderî (Ji gundê Duderyaya navçeya Pasûra Diyarbekir)
*Mela Emîn Axikî (Ji gundê Axikana navçeya Pasûra Diyarbekir)
*Mela Îbrahîmê Mixakomî (Ji gundê Mixakomê navenda Mûşê)
*Şêx Seydayê Cizîrî (Ji şêxên Şirnex/Cizîrê)
* Şêx Şûkrî Efendî (Şükrü Çobanoğlu, Di navbera salên 1947-1957an de muftîtîya parêzgeha Mûşê kiriye. Di sala 1969an de wefat kir, gora wî li navçeya Erxenîya Dîyarbekirê ye. )
*Mela Muhammedê Pîrî (Ji gundê Poğurgof (Arpayazî) navenda Mûşê) (Aslan, (2012: 55).
HIN ‘ALIMÊN KU JÊ DERS WERGIRTINE
*Mela Salih Axikî (Salih Tanrıverdi Ji gundê Axikana navçeya Pasûra Diyarbekir. Yek ji alimên navdarên wê serdemê bû ku miftîtîya parêzgeha Mûş û Dîyarbekir kiriye. Sala 1981ê de wefat dike. Gora wî li gundê Axika navçeya Pasûra Diyarbekirê ye.)
*Mela Yasîn Axikî (Yasin Yıkın zavayê Mela Xalid e. Li gundê Qijiltaxê melatî û muderrîsî kiriye. Di sala 1963yan de wefat dike. Gora wî li gundê Axika navçeya Pasûra Diyarbekirê ye.)
*Mela Telha Şerefkî (Mela Talha Yiğit zavayê Mela Xalid e. Îmam-xatîpê teqawîtbûyî ye. Mela ji gundê Kurtmeydanê bajarê Mûşê ye. Berhemên Mala Telha yên menzûm hene.)
* Mela Misbeh Kerranî (Mela Misbeh melatî û mûderrîsî kiriye li Diyarbekirê rehmet kiriye.)
* Mela Abdulhekîm Zengokî (Abdulhekîm Seyrek, nasnavê wî Mela Kose ye. Li navbenda Mûşê melatî û muderrîsî kiriye. Li Mûşê rehmet kiriye.)
* Mela Qasim Arçivankî (Li gundê Arçivankeya navenda Mûşê wek îmam û mamoste xebitî. Di sala 1999'an de li Sakaryayê diçe rehma Xwedê, gora wî li Sakarya Serdîvanê ye.)
* Mela Cemîl Axikî (Ji gunde Axikan Pasûra Diyarbekirê ye. Li bajarê Batmanê li navçeya Kozluk demekî muftî bûye. Merivê Mela Salih Tanriverdî ye.)
* Mela Abdulquddus Cimikî (Xwarzîyê Mela Xalidê Abdulquddus Boztaş li bajarê Amedê li navçeya Erganî demekî mûftîtî kiriye. Gora wî li gundê Bahçeya navenda Farqîna Diyarbekirê ye.)
* Hacî Helîm Yîgît (Bavê Mela Talha Yîxît e. Ji Mela Xalid ders sitandîye, di xizmeta seyda de maye.) (Aslan, (2012: 50).
BERHEMÊN MELA XALIDÊ ZENGOKÎ
Mela Xalid berhemên xwe bi Kurmancî nivîsîne. Hinek pirtûkên wî berhemên manzûm in. Di pirtûkê xwe da destnîşan kiriye “ji bo ku gelê herêma me fehm bike ez berhemên xwe bi zimanê Kurmancî dinivisim.” Mela Xalidê Zengokî di berhemên xwe da li ser bawerîya bi Xweda, rojî, hec, ğusl, limêj, zekat, şertê Îslamê, şertê limêjê disekine. Deh heb pirtûkên seyda hene. Neh heb pirtûk a niha li cem hinek melayan hazir in, yek pirtûk wunda ye li cem kî ye kes nizane. Navên pirtûkên Mela Xalidê Zengokî ev in:
1. Kenzur-Rahme. 2. Ferdul-‘Eyn 3. Hidayetus-Salikîn 4. Rawdatur-Reyahîn 5. Murşîdu-t Talibîn 6. Aqîdetul-Îmanul-Suxra 7. Aqîdetul-Îmanul-Kubra 8. Mesaîlud - Dîn wel îman 9. Risaletu Selawati Şerife we Wesfê Pexember û Şêha wê 10. Risaletun Fî Heqqî Şiyuxi Wel Murîdîn (Aslan, (2012: 44).
TEHLÎLA ŞEKLÎ Û NAVEROKÎ YA KITÊBA MURŞÎDU’T-TALIBÎN
Pirtûka Mela Xalidê Zengokî ya bi navê Murşîdut-Talîbîn bi zimanê Kurdî û bi zaravayê Kurmancî hatiye nivîsîn. Orjînala pirtûkê Kurmancî ya bi xetê Erebî ye. Ev metnê ku em li ser xebitîn û me ew wergerand herfên Latînî ya Kurdî, ji hêla Mela Abdullahê Pêtarî ve bi destxeta Erebî hatiye nivîsîn. Me orjînala vê destxetê nedît. Lê me ji fotoqopiya vê destxetê wergerand xetên latînî. Ev berhem ji 13 beşan pêk tê. Ji destpêka pirtûkê heta rûpela 25an nivîskar armanca nivîsandina pîrtûkê beyan dike. Ew navê pirtûkê di rêzan de dide. Ew dibêje ku pirtûk pirtûkeke baweriyê ye. Ew di beyteke kîtêba xwe de behsa mexlesa xwe dike. Mexlesa xwe wek “Zengokî” yan jî “Badîkî” bi kar tîne. Ev berhem ji alîyê şiklî ve di terza eserên klasîk de hatiye nivîsîn. Berhemeke menzûm e û bi wezin hatiye çêkirin. Her wisa di şêweya mesnewiyê de hatiye ristin. Beytên wê di nav xwe de bi kafîye ne. Forma wê wek “a-a”, “b-b”, “c-c” û hwd. e. Gava em ji hêla naverokê ve li vê pîrtûka Mela Xalid dinihêrîn em dibînin ku di beşên pirtûkê yên-1,2,3,4,6,8an de behsa şeş rûknên îmanê tê kirin. Di beşa-5an de qala zarokên Pêxemberê me tê kirin. Di beşa heftemîn a pirtûkê de, behsa nîşanên qiyametê tê kirin. Di beşa 9an de tê diyarkirin ku îman di tehlukeyê de ye. Di beşa 10an de behsa pênç ruknên Îslamê tê kirin. Di beşa 11an de beyana xeyda jinan, di beşa 12an de qala çilleyê jinan tê kirin û di beşa 13an de di bin sernava “temmet”ê de dawî li kitêbê tê anîn.
Ji kitêba wî ya bi navê Murşîdut Tahirîn wek mînak çend beyt:
Bismillahi daim ji wî alîkarî
Duxwazim bizarî hezaran hezarî
Rebbî mehrum nekî ji îmanê min
Li heqqê bigerînî zimanê min
Bismillahi vê ‘eqîdê çê dikim
Teleba hîdayetê jê dikim
Errehman rizqa hemî ew dide
Errehîm ji bo her çi ‘abid e
Elhemdu ‘ezemet temamê sena
Lîllahî her daîm ji bo rebbena
Ya Hadî bide me hîdayetê
Her daîm bide me tu înayetê
Bi îhsan û lutf û kerem karê te
Gelek ez duxwazim hewarî ji te
Medet ya îlahî tu înayetê
Bi dî min di îlm û hîdayetê
Di her karê xeyrê ji ‘eqîdê
Mîyeser bikî ji boy me Xwedê
Ellahummesellî di her kullî hîn
We sellim Xwudayê hemî alemîn
‘Ela wî hebîbî xwuyî nazenîn
Muhammed Resûlu nebîyyî Emîn
Li ser alê wî jî di her sa’etê
Li ser enbîya jî digel ummetê
Medet ya Muhammed Resulê Xweda
Di hewara min werî di her lehzeda
Di her karê xeyr û di hîdayetê
Di îlm û ‘emel û di îbadetê
Di piştî me hemd û selawat ku da
Hîdayet û xeyrî bi dî me xwuda
ÇAVKANÎ
Aslan, Recep. (2012). “Kevnetora Medreseyê û Di Pêvajoya Modernbûnê De Rewşa Medreseya”, 5-7 Ekim / October 2012 Muş Alparslan Üniversitesi Muş.
Bağusuy, Bedrettin. (2009). Selahaddin-i Eyyubi Devrinde İlmi Faaliyetler, İstanbul: Hivda İletişim Yayınları.
Bidlîsî, D Şerefxanê. (2010). Şerefname Dîroka Kurd, Stenbol: Weşanên Deng.
Eminoğu, Nevzat: (2020). “Muş’un Kültürel Zenginliği Medreseler”, Muş Tarih, Toplum Kültür ve Siyaset, İstanbul: Pınar Yayınları.