Gelî xwendevanên delal! Herwekî ku hun jî dizanin di kevneşopiya kurdî de dengbêjî xaleke herî muhîm me ku tesîra xwe bi her awayî li ser jiyana Kurda kiriye. Elbette medreseyên Kurda jî ji vê tesîrê xalî nebûne û bi awayeke aşîkar gelek hal û ehwalên feqî û melayên Kurd di sitranên Kurdî de hatiye ziman û ketiye ser zarê gel.
Her wekî ku tê zanîn di dawîya sedsala nozdehem de li welatê me xwendina bi herfên ‘erebî di medresa de di şert û mercên zor û dijwar de pêk dihat. Di vî warî de barê herî giran li ser milê Melayan bû. Melayên Kurdistinê jî bi awayake fexrî melatî li gunda dikirin û di warê jiyanê de duçarî gelek tengasî û zehmetîyan dibûn. Gundîyan çarnaçar bo debara wan alîkarîya melayan dikrin. Yanî mela bi xwe di warê debarê de muhtacê alîkariya gel bûn.
Digel şert û mercên zor û zehmet; melayan hem di malên xwe de, hem di hucreyên camîya de hem jî di medreseyên taybet de gelek feqî hem perwerde dikirin hem jî xwedî dikirin. Ev rewş jî dibû sebebê têkiliyeke taybet di mabeyna seyda, feqî û ehlê mala seydayan de. Ji ber vê yekê bû gelek caran şakirdên bijare bi keçên seydayên xwe re dizewicîn û munasebeta xwe bi wesîla xinamtiyê didomandin. Carna jî evîna feqîyan yan jî a evîndara wan nivcû dima. Di vî warî de çîroka sitrana Têlî Eyşana Mela Mihemmedê Çuxurî û Feqî Hesenê Qizqapanê bo evînên nîvcû mînakek balkêş e.
Herwekî ku hûn jî dizanin li serhedê Kurdistanê di warê perwerdehîya feqîyan de ekola herî berbiçav ekola Norşîn bû ku ji vê ekolê gelek seydayên meşhûr rabûne û di warê ‘ilmê de xizmeta gel kirine.
Li gorî beyana dostê meyê hêja Newzat Emînoğlu teqrîben di sala 1921an de li Gundê Şêrwanşêxa Muşê melayek bi navê Mela Mihemmedê Çuxûrî digel muderîstîya medresê melatîyê Şêrwanşêxê jî dikir. Seyda bi xwe melayek ehlê tesewuf û ji ekola Norşîn bû. Çemê heftreng û Murat jî di vê herêmê de dighên hev û bi hev re diherikin. Ev herdû çem di serkaniya gelek sitranan de bo dengbêja bûne wesîla îhamê ku Sitrana Qîzên Gundê Erebo û Feqîyan jî yek ji wan e.
Digel ku gelek Feqîyên Mela Mihemmed hene jî di nav Feqîyên wî de kesê herî berbiçav, bedew û dengbêj Feqî Hesenê Qizqapanê ye.[1] Bi navê Têlî Eyşan keçeke seyda ya bedew heye ku wê jî hem bi bedewîya xwe hem jî bi dengbêjîya xwe di herêmê de nav û deng daye. Keçik xama û di heyama zewacê de ye. Dilê keçikê dikeve Feqî Hesen lê tu rê û dirba nabîne ku derîyê dilê xwe ji feqî re veke. Rojeke fursetek peyda dike û raste rast bi sitranê derîyê dilê xwe ji Feqî Hesen ra vedike. Lê muşkilatek heye ku Feqî Hesen sala borî zewiciye. Feqî bi sitranê ‘uzrê xwe tîne ziman û diyar dike ku ew zewiciye. Têlî Eyşan jî bi awayê kilamî diyar dike ku ew bi çûna ser hêwîyê jî qayile. Lê Feqî Hesen vê teklîfa wê jî red dike. Têlî Eyşan li ser vê yekê riya derî nîşanê Feqî Hesen dide û jê dixwaze ku ji medresa bavê wê biçe. Feqî Hesen bo çûna ji gund daxwaza kitêbên xwe ji têlî eyşanê dike da ku ji gund derkeve û biçe. Bes Têlî Eyşan poşman dibe lewra naxwaze ku mehbûbê wê ji ‘ilmê mehrûm bimîne. Loma evîna xwe di dile xwe de dinuxumîne û ji Feqî Hesen rica dike da ku ew ji gundê wan neçe û xwendina xwe biqedîne.
Ev sitrana ku emê ji deve Sidîqê Dudeng ango Sîdîqê Qarliovayê teqdîmî we bikin bingeha xwe ji vê evînê wergirtiye û li ser zarê dengbêja gîhaye me. Di vê sitranê de hem evîneke masûm, hem naçarîya feqîyan hatiye ziman.
De kerem kin em guh bidin dengbêjê xwe:
Keçik dibe: Feqî heyran!
Îro bejna te kine ne dirêje
Kuro! Weka rihana li devê gelîyan û mesîla îro şax davêje
Feqî! Were li ser barê heqiyê ji min ra rast bibêje
Mala we li ku ye
Eslê xwe ji min ra rast bibêje
Gidî lo, gidî lo, gidî lo ax lo gidî lo ….
Ax de lo gidî lo feqî lo
Feqî dibê: Keçika delal!
Bejna min ne kine jixwe dirêje
Weka rihana li devê gelîyan mesîla ji xwe ra şax davêje
Lê lê wele gidî ji min ra dibêjin
Feqî Hesenê newala Qaqizmanê
Ê de mala me li serê newala dirêj e
Herê lê, gidî lê, gidî lê gidî lê….
Ax de lê gidî lê gidî lê…
Keçik dibê: Feqî heyran! Wele vê sibengê
Bejna te zirave heyran ji dara guncê
Di ber derê mala bavê min re derbas dibû
Îro cotek kewê sorê sor narincî
Lo lo gidî tu bidî xatirê Qur’ana tu dixwînî
Rast beje, tu ezepî ya zewicî
Gidî lo, gidî lo ax lo gidî lo ….
Feqî dibê: Keçka delal! Mal xirabê
Wele ezê vê sibengê ji teyra teyrê sipî me
Ezê di ber derê mala bavê te ra çûm û hatim
Gidî gelo ez firrîme
Lê lê wele qîzê rastiyê bipirsî
Par ezep bûm
Ezê îsal ji xwe ra bi dilê xwe zewicîme
Here lê, gidî lê, gidî lê, gidî lê….
Ax de here lê tu belayî gewrê
Keçik dibê: Feqî malmîrato heyran
Vê sibengê bejna te zirave ji dara bîyê
Kuro hêşîn dike îro li mizgeftê dîsa li ber camîyê
Feqî! Were min birevîne
Ad û qirarê xwedê li canê min ketibe
Heta sağ bim ezê li dunyayê
Ji te ra bikşînim qarê ser hêwîyê
Gidî lo, gidî lo, gidî lo ax lo gidî gidî lo ….
Ax de lo gidî lo Feqî lo
Lo lo wele heta sağ bim li dunyayê
Ezê ji te ra bikşînim qarê ser hêwîyê
Herê lo ax gidî lo gidî lo gidî lo….
Feqî dibê keçka delal!
Gidî Îro dilê min ji te ra bûye sêla di hesinî
Mîna behra Wanê, gola Golcikê
Vaporan û gemîyan îro lenger berdane binî
Minê nan û avê bavê te xwariye dûrê min here
Tuyê li ser doşeka Xwedê w pêxemberan
Dê w xwuşka minî
Herê lê, gidî lê, gidî lê gidî lê….
Ax de here lê tu belayî gewrê
Keçik dibê: Feqî malmîrato!
Tu hewqa qurre bûyî
Tu li xwe mêze dikî tu dibê ez bûme behra wanê
Hela mêze ke li vaporan û gemîya
Îro dîsa xwe berdanê
Dibê feqî tu li xwe mêze dikî
Tu dibê ez bûme çiyayê Bilêcanê
Malxirab! Hela mêze ke li qarşî xwe li Xelatê Sîpanê
Lo lo tu li xwe mêze dikî
Tu dibê ez bûme çiyayê Egrî Dağê
Hela bi ser xwe da mêze ke li mijê li dûmanê
Gidî lo, gidî lo, gidî lo ax lo gidî lo ….
Ax de lo gidî lo Feqî lo…..
Feqî dibê! Keçka delal
Gidî vê sibengê dilê min bû sêla di hesinî
Ez te kuda birevînim
Xelkê bêje viya qîza ciddê te ye
Ne malxirabê vê sibê tu qîza seyda û ciddê minî
Lê lê wele min carkî ji te ra gotiye
Tuyê li ser doşeka Xwedê û pêğemberan
Dê w xuşka minî
Herê lê gidî lê, gidî lê, gidî lê….
Ax de here lê tu belayî gewrê
Keçik dibê: Feqî malmîrat
Wele ber derê mala bavê min cadde ye
Rojê deh heb xwezgînîyê wek te
Li ber derê mala bavê min heye
Lo lo malxirab tu min narevînî
Gîdî va qurretiya ji te w bavê te zede ye
Rabe gidî kitêb û mishefê xwe bigre
Derkeve here ji mala me ye
Gidî lo, gidî lo, gidî lo ax lo gidî, gidî lo ….
Ax de lo gidî lo feqî lo…..
Feqî dibê: Keçka delal
Ber derê mala bavê te cadde ye
Bejna te zirav e
Wele ez dizanim îro rihaneke bêman e ye
Lê lê ka kitêb û mishefê min bide
Ezê ji xwe ra derkevim herrim ji mala we ye
Keçê bes e ji destê te ye
Gidî lê, gidî lê, gidî lê….
Ax de here lê tu belayî gewrê
Keçik dibê: Feqî! Gotinê min ji te re gotî
Ew gotin ne layiqê te ye
Ew gotin layiq min û bavê me ye
De tu vegere mala bavê min
Wele kurro tewla hespê te ye
Gidî lo, gidî lo, gidî lo, ax lo gidî lo ….
Ax de lo gidî lo Feqî lo….
[1] Wersîyona sıtrana Sidîqê Bozo daxil di gelek wersîyonên vê sitranê de navê qehremanê sıtranê wek Feqîyê Qizqapanê hatiye diyarkirin bes ev ne rast e rastî ew e ku qehremanê vê sitranê Têlî Eyşan û Feqî Hesenê Qizqapanê ne. Hinek dengbêjan pêyva Qizqapanê wek peyva Qaqizmanê fêm kirin ku ev şaş e.