Hem di sedsala dawîn hem di serdema dawîn de sedema pirsgirêkên navnetewî an jî gerdûnî gelek jê ji qelsketin û kuştina mêrantîyê ye. Şerên pir mezin û bêdawî, êrîşkirina malbatê, têkilîyên bêzewac, fahşitî û bêsînor hemû encama vî şerî ye ku li dijî mêrantîyê dibe. Ev, kevneşopeke taxûtî ye û sazûmaneke Fîrewntî ye: Kuran bikûjin lê jinan bihêlin.
Mêrantî; tixubê erdan e, sînorê dewletan e, sînorê jin û mêrantîyê ye, mayîna li ser sozê ye. Lê ger ku te xayîntî kir û te sînorên xwe û mirovan rakir, te pêl soza xwe kir, te pêl huqûqê kir û te ti sînor nehişt, te mêr kire jin û jin kire mêr, êdî ti desthilatdarîya te jî namîne tu jî bi henekan mêr î. Lewma niha gelek rêvebir wisa ne. Lewra di gundan de mêr neman, ji dîkan ra dibêjin Ebdurahman.
Ji her alîyê ve şereke mezin li ser hebûna kur û mêran berdewam dike. Ji alîyekî ve raman û qanûnên ku mêrantîyê binpê dikin û ji herkesî re dikin dijmin û ji alîyekî ve xwarin û vexwarinên ku mirov ji mêranîyê dixin û ji alîyekî ve bêhn û daringên ku mêrantîyê qels dikin û ji alîyekî ve bi reklam û gotinan belavbûna qûnektîyê dewam dike.
Kuştina kuran û hiştina jinan ji bo kolekirina civakê ye. Êdî ku kur nebin kesekî ku mezin bibe û li namûsa civakê bipirse jî nîne. Kur hêvîya dê ye. Ku kur bêne kuştin êdî ji bo xelaskirina koletîyê jî hêvîya jinê namîne.
Şer zilaman dikûje, jinan dike kole. Her çiqas di şer de mêrantî derbikeve pêş jî hejmara mêran ku kêm dibe ji hêzê dikevin. Piştî şer, jin û keç bêtir dibin kole. Eger ne ji mecbûrî be, şer lîstika taxûtan e. Zû ve ti mêr derneketine ku vê koletîya şer rakin.
Civaka bêzarok, tirba xwe dikole. Hiştina jinan tenê ji bo kuştina civakê ye. Ne mêr tenê kêrî xwe tên ne jin. Ku mêr nebin jin ji çi re ne û ku jin nebin mêr ji çi re ne? Komikên bijarte, ji ku bi serê xwe tevbigerin û ti kes elaqeya xwe ji wan neyîne jinan ji xwe tenê re dihêlin.
Bi parfum, deterjan û kîmyasalên din roj bi roj çêbûna zarokan kêm dibe. Çi raman çi îdeolojî hebe eger dijminê çêbûna mirovan be, xwe jî dikuje, dijminê xwe ye jî lewma ev ramanên wisa beradayî ji bo pêşerojê ne tabût in.
Kuştina mêrantîyê, kuştina desthilatdarîyê ye. Sazumana kujeran, dixwaze desthilatdarîya wan dewam bike lewra ku kur mezin dibin, dawa desthilatdarîyê dikin. Tevgerên jinperest ku dawa mirina mêrantîyê dikin û bi her tiştî êrîşî mêrantîyê dikin, li dijî desthilatdarîya nêr in û desthilatdarîya mê dixwazin. Ji ber vê yekê jî Femînîzm derxistine pêş ku hinek jin ji wan re xizmetê bikin. Çiqas jin ji malê derkevin û li derve bişixulin wê ew qasî bacê bidin. Berê di malekê de mêrek dişixulî û têra malê dikir lê niha jin û mêr her du dişixulin û dîsa jî têra aborîya wan nake.
Sazûmana tenduristîyê ji taxût re xizmetê dike. Perwerdeya tibbê di destê şîrketên dermanan de ye. Bi derzî û heban êdî mêr hene lê mêrantîyê nakin. Ji bo mêrantîyê dîsa tu mecbûrî heb û derzîyê wan î. Bi saya psîqoloqên ku ji zilamtîyê ketine êdî qunektî û qundetî jî weke nexweşîyê nayê dîtin. Weke bijartinekê tê dîtin. Dawîya dawî jî qundetî, her çiqas têkîlîya du mêran be jî yek ji wan weke mê/jin tê dîtin. Ev jî kuştina mêrantîyê ye. Eger mirov xwedî jin be mirov dibe mêr. Eger zarok çênebin civak jî dimire.
Bihatî û aborîya dijwar, mêran dikûje. Bargiranîya aborî, mêran rehet nahêle. Nerehetî aramîya malbatê xerab dike û helbet bandora wê jî pêşî li jinê dibe. Bi reklam, filîm û her cureyên çalakîyan daxwazî pirtir dibe, lê hewceyî bêtir nabin. Mixabin jin ala daxwazîyan bilind dike û zora mêr dibe.
Sedema mezin a paşxistin, derengmayî û kêmbûna zewacê; ji alîyê aborîyê ve qelsketina mêran e. Daxwazên jinan roj bi roj bêtir dibin lewma giranîya dawetan, kesên ku niyet tînin bibin zava ditirsînin. Keçikên ku temenê wan ji zewacê re dereng maye dema namzetê mêrekî xwe dibînin lîsteya xisarê dirêj dikin û dixin destê zava. Pîrê bawer nedikir mêr bike, dawa next û heftekan dike. Piştî zewacê ev lîsteya dirêj dibe deynê dirêj û dibe xemgînî ji malbatê re.
Di huqûqa nûjen de di mijara telaqavêtin û jinberdanê de jî neheqîyeke mezin li mêr dibe. Hin mêr heta hetayê nefeqê didin jina ku berdane. Lê di huqûqa Îslamî de, dema jin hate berdan, çi zêr di mahrê de diyar bûbin û di zewacê de mêr çi dabîyê, ew ya jinê ye.
Dewleta herî biçûk malbat e. Mêrantî, xwedî derketin û parastina jinê ye. Mêr, desthilatdarîya malbatê ye. Jina ku mêrê xwe bike kole ma ew ji ku dibe keybanû. Şîreta biratîyê li jinan dikim: Bi mêr be ji xwe rindtir bi cîran be ji xwe çêtir.