‘Iraq, ji berê ve ji medenîyetên kevnare re bûye cî û war. Welatekî pir stratejîk û giring e. Ji ber vê yekê di çend sed salên dawî de ji aliyê gelek dewletên emperyalîst ve mûcadela desthilatdarîyê li ser hatîye dayîn. Sed mixabin di vê mûcadelê de tiştê nebûyî hatine serê gelên vê herêmê. Bi gotineke dî; ên ku herî zêde zerar dîtine milletên vê herêmê ne. Pirê wan bê sûc û bê gûneh hatine kuştin û penaber bûne. Ên ku mane jî di nav tinebûn û feqîrîyê de jîyana xwe didomînin.
‘Iraq, welatekî wisaye li ser erda wê gel û milletên ji hev cüda; ku weka Ereb, Kurd, Asûrî, Êzîdi, Keldanî, Aramî, Şebek û Sûryanî dijîn. Ji ber vê jî, ji bo bîyanîyan tevlîhevkirina wê pir rihet bûye. Wisa jî kirine û bûye welatekî bêxwedî.
Îngilîzan, di pey ku Dewleta Osmanîyan di herba cihanê a yekemîn de têk diçe û dihilweşe, eyaletên Osmanîyan; Mûsil, Bexda û Besra bi awayekî polîtîk guherandine û di encama vê guherandinê de dewleta ‘Iraqê a nûjen anîne holê. Ev herem ji ber ku di navbera Behra Sipî û Hîndîstanê de ye Îngilîzan xwestiye ku di Kendava Besrayê de desthilatdarîya xwe li serê qewîn bikin û di destê xwe de bigrin. Ji ber vê yekê heta sala 1932an wan bi awayekî resmî li serê hukim kirine. Her çiqas sala 1932an wan dewleta ‘Iraqê serxwebûna xwe îlan kiribe jî lê heta 1958an wek koloniyeke Îngilîzan maye.
Îngilîzan di sala 1936an de îdarekirina ‘Iraqê dane xûlamê xwe Nûrî Seîd Paşa. Nûrî Seîd Paşa, bist salî ‘Iraq îdare kiriye. Di van salan de (ji 1927an û wir ve) li herêma Kurdistana ‘Iraqê piştî ku petrol hate dîtin û derxistin giringîya ‘Iraqê jibo dewletên emperyalîstan hê bêtir bûye. Di van salan de bala Emerîqa dewleta emperyalîst a ku hê nû zexim dibe jî kişandîye. Wê jî xwestîye ku li ser ‘Iraqê hukum bike.
Ji ber vê giringîya jeopolîtîk a ‘Iraqê, hêzên hundirîn û ên bîyanî jibo ku desthilatdarîya ‘Iraqê têxin destê xwe, têkoşîneke dijwar dane. Îngilîzan, di sala 1920î de bi hilbijartineke bi heneka û ne jidil, Qral Feysel anîne îktîdarê. Piştî mirina Feysel kurê wî Gazî tînin şûna wî. Gazî jî ji ber yekî nebikêrhatî bû, artêşa ‘Iraqê dest danî ser îdarê. Di sala 1936an de li ‘Iraqê ji ber vê yekê kaos derdikeve. Li ser vê tevlîhevbûnê Îngilîz radibin zilamê xwe Nûrî Seîd Paşayê kurê Gazî dikin qral û datînin şûna bavê wî. Nûrî Seîd Paşa biqasî bîst salan li îktîdarê dimîne.
Piştî ku li herêma Kurdîstanê petrol tê dîtin û di pey herba cîhanê a dûyemîn de giringî û hewcetîya petrolê tê fêmkirin, qîmeta ‘Iraqê zêdetir dibe û bêtir bala emperyalîstan dikşîne. Bi taybetî jî bala Emerîqa; hêza ku nû kad dide dikşîne. Îngilîzan jî, di pey herba yekemîn a cîhanê de dixwest ku hemî dewletên rojhilita navîn têxin bin destê xwe. Ji ber vê yekê li van dewletên rojhilata navîn zilamên xwe datanîn ser desthilatdarîyê.
Sala 1958an Yekîtîya Sowyetê piştgirî da General Qasim û derbeyek pê da kirin û ew anîne ser îdara ‘Iraqê. Bi vê darbeyê re ‘Iraq, ji Ewrûpa dûr bû û bû hevalê Rûsyayê.
Li ‘Iraqê derbe li ser derbeyan hatine kirin. Lewra alîgirê Rûsya û ên Ewrûpa li ber hev bi keys bûn ku li hev darbeyan bikin. Pirî caran şîrketên petrolê ên cîhanê li pişta van darbeyan bûne û destek dane wan. Ji bo ku para xwe a ji petrola ‘Iraqê zêdetir bikin, zilamên li gorî serê xwe piştgirî dane wan û xwestine ku wan bînin serî.
Her wisa dîsa di sala 1963yan de di meha Sibatê de li ‘Iraqê efser û sûbayên endamên Partîya Be’sê darbeyekê dikin û General Qasim û hevalên wî bi dar ve dikin. Partiya Be’s, partîyeke neteweperwer a ‘Ereb û sosyalîst e. Di pey vê darbeyê re General Ehmed Hesen el-Bekir bûye Serokê Fermandarîya Qonseya Şoreşê û serokkomar û serok vezîr, Seddam Huseyn jî bûye alîkar û cîgirê wî.
Di vê dewrê de Seddam Huseyn, di nav endamên partîyê de weke xortekî pir bêûjdan û bêrehm derdikeve pêş. Ev xesleta wî, wî di nav partîyê de weke pêşengekî dide nîşandan. Ji ber vê yekê jî bi alîkarîya Mîşel Eflak di sala 1979an de li hember General Ehmed Hesen derdikeve û lê darbe dike û dibe serokê ‘Iraqê.
Di pey şoreşa Îslamî a li Îranê Emerîqa, piştgirî dide Seddam. Ji nav endamên Partîya Be’s ên ku vê piştgirîyê qebûl nakin û li hember Seddam derdikevin yek bi yek tên kuştin.
Seddam, bi şoreşa Îranê a Îslamî re êrîşî Îranê dike û bi Îranê re 8 salan herbê dike. Di van salên herbê de Emerîqa, Îngilîz, Fransa û pirrên dewletên Ewrûpayê bi çek û sîlahan alîkarî û piştgiriyê didine Seddam. Tirsa Seddam a herî mezin ew bû ku li ‘Iraqê jî şoreşeka Îslamî wek a Îranê bê kirin. Ev jî ne li gora Seddam û piştgirên wî bûn. Sedem ji ber vê rabû milletê xwe 8 salan xiste herbeka bêfeyde.
Seddam, piştî ku Rûsya dihilweşe û belav dibe, hêdî hêdî xwe nêzi Emerîqa, Îngilîz û Fransa dike. Ew dibê qey, wê ev dewlet pişta wî bigirin û wê di herêmê de bibe yekî sereke. Lê belê Ewrûpaî, naxwazin ku petrola vê herêmê tevde bi destê yekî ve bê berdin. Ji ber vê, gava ku Seddam di sala 1990î de dirabe êrîşî ser Kuweytê dike û wê dagir dike, Emerîqa û Qoalîsyona Kendavê lê didin û wî perîşan dikin. Nabêjin ev heta do zilamê me bû, jibo me tiştek nemaye ku nekirye. Gava ku berjewendîyên Emerîqa û Ewrûpa têkevine tahlûkê, bavê xwe jî nas nakin.
Piştî êrîşên 11ê îlonê sala 2001ê, Emeriqa, bi mahna ku li hember el-Qaîde operasyona bike dest bi dagirkirina rojhilata navîn dike. Pêşî dirabe Îraqê îşxal dike. El-Qaîde jê re dibe mahneyeke bêhempa. Nîyeta wê a esil, petrol bû. Lewra ên ku ‘emeliyata 11ê îlonê pêk anîbûn ne Îraqî bûn, ne jî Iraq bû.
Ya rastî, piştî Seddam ku di sala 1990î de ti hesabê Emerîqa nekir û Kuweyt işxal kir ji çavê Emerîqa ketibû. Emerîqa jî rabû pêşî di nav ‘ıraqê de tevlîhevî derxist. Bi van tevlîhevkirinan, gava ku negihîşte meqseda xwe, vê carê rabû ‘Iraq îşxal kir. Ev îşxala ku bi hinceta çekên kîmyewî hatibû kirin, ji ber petrola Iraqê bi xwe bû.
Welhasil Seddam, ji aliyê dostê xwe ve ê ku bi salan weke koleyekî ji wan re şuxulîbû, di sala 2006ê sihê meha Berfanbarê de hate bidarvekirin. Çû ewê di mehkeme-î kubra de hesab bide Ehkemû’l Hakîmîn.
QETLÎAM Û KOMKUJÎYA ENFALÊ
Seddam Huseyîn jibo ku desthiladarîya xwe ji dest neberde qetlî’amên bêhejmar dike. Di nav wan de a herî mezin jî “Qetlîama Helebçê” ye.
Meha adarê salvegera 38emin a qetlîama Helebçê ye. Seddam, ji alîyekî ve êrîşî Îranê dikir ji aliyê dî ve jî qetlîam li ser qetlîaman dianî serê Kurdên ‘Iraqê. Bi navê fermana “ENFAL” ê (bi Kurmancî tê wateya xenîme” nêzî deh heb komkujî bi serê Kurdên ‘Iraqê de anîn. Enfala herî mezin jî Qetlîama Helebçe bû. Dîktatorên ku bombeyên kîmyewî bi kar anîne, heta hingê pir hindik bûn. Yek ji wan jî ev zalimê Seddam bû.
Hem serokê Partîya Demoqrat a Kurdistanê Mes’ûd Berzanî hem ji serokê Partîya Yekîtî a Niştimanî ya Kurdîstanê Celal Telebanî li hember Seddam derketibûn û bi Îranê re lê didan. Ev her dû partîyên ku di heqîqetê de neyarên hev bûn li hember Seddam bi navê “Cephê Kurdistanî” cepheyek ava kiribûn û aliyê Silêmanîyê xistibûne bin destê xwe. Vê yekîtiyê Seddam pir acis kiribû.
Seddam, pêşî pismamê xwe Elî Mecîd (ku bi navê Elîyê kîmyewî hatîye nasîn) di 27ê Adara sala 1987an de kire Sekreterê Giştî ê Partîya Be’sê li herêma Kurdîstanê. Bi timamê qanûnan destê Elî Mecîd qewîn kir. Çi bixwesta dikarîbû bike û yekî ku jê hisab bipirsiya jî tune bû. Bi tenê hisab dida Seddam. Seddam û Elî Mecîd, jibo ji Kurdan ji binî ve xelas bibin, bi navê “Enfal” qetlîam û komkujî birêve dibirin. Millet ji war û welatê wan derdixistin, dikirin penaber, îdam dikirin û bombeyên kîmyewî bi ser wan de dibarandin.
Bombeyên kîmyewî pêşî di “Newala Balîsan” de hatin bikaranîn. Hêjî tu kes nizane di vê êrîşê de bê çend heb Kurd hatine kuştin. Di pey re “Gundê Şanexşê” hate xerakirin. Di vî gûndî de piştgirên Telebanî dijiyan û ji wan 28 kes hatine kuştin û nezî 300î jî birîndar bûne. Di pey vê êrîşa herî mezin de, êrîş li HELEBÇÊ tê kirin.
QETLÎAMA HELEBÇÊ
Helebçê, bajarekî nêzîkî hidûdê Îranê bû û bi nêzîkahî 76 hezar kes tê de dijîyan. Di jora wê de bajarokê ‘Iraqê Xormal hebû. Ev her dû bajar jî ji bona ‘Iraqê pir giring û stratejîk bûn.
Di wan rojên ku herba ‘Iraq û Îranê bi dijwarî didomîya, 15ê Adara 1988an artêşa Îranê bi navê “Serkeftin-7” êrîşek bi ser bajarên ‘Iraqê ve dike. Celal Telebanî û peşmergeyên wî jî alî Îranê bûn. Bi wan re hereket dikirin. Leşkerên Îranê û peşmerge di nav Helebçê de derbas dibin bi keleka di nav gola bendavê re diçine başûrê Gola Derbendîkanê. Bi vî hawî rêya ku diçe Silêmanîye digirin û dixine bin destê xwe.
Temamê xettê ragihanên ku bi ‘Iraqê ve girêdayî bûn, qut dikin. Hingê li vê heremê jî nêzî 4 hezar leşkerên ‘Iraqê hebûne. Gava ku artêşa Îranê hewqasî nêzî ‘Iraqîyan bûne û herêm jî ketîye destê Kurdan, tirsek ketîye nav leşker û rejîma Be’sê. Seddam, ji bo ku artêşa Îranê bisekinîne careka dî destûr dide Elî Mecîd ku silehên kîmyewî bi kar bîne.
Artêşa ‘Iraqê a ku Elî Mecîd fermandarîya wê dike di 16ê Adara 1988an de êrîşa Enfalê a herî dijwar bi ser Helebçeyê ve bikar tîne. Pêşî bajar bi teyyara bombebaran dikin. Di pey re jî bi topa topbaran dikin. Lê belê Helebçeyî bi tevî hewqas bombe bi ser wan de hatine barandin jî dîsa zêde netirsîyane. Lewra bi sala ye bi vî hawî dihatin bombebarankirin. Bombe, bûbûn perçeyek ji jîyana wan. Gava ku bombebaran dest pê dike Helebçeyî xwe berdidin dikevine sitargehên xweyî ku di bin malê xwe de ava kirine. Lê belê haya wan ji planê artêşa ‘Iraqê tunebû. Zanibûn neyar pir zalim e. Lê belê bawer nedikirin ku wê hewqas neyarekî neînsan be.
Plana artêşa ‘Iraqê ev bû: Jibo ku pencere û camê malên wan tev bişikin, wê bajar pêşî bi bombeyên konwensîyonel bê bombardûmankirin. Dûre jî wê bombeyên kîmyewî bi ser wan de bên barandin. Daku ên ku birevin û têkevine hundir jî tu kes ji wan nefilite û tev bi carekê de bên kuştin. Plana Seddam hewqasî wehşî bû.
Gava bombe barandina dûyemîn dest pê dike, bêhneke giran bi ser Helebçê de digre. Ji Helepçeyîyên ê ku jê filitîne dibêjin, “bêhna sêva bi ser me de girt.” Ê ku bêhn kirin çi însan û çi heywan hema bêje tev bi carekê de mirin.
Di vê bombebaranê de bombeyên xerdel, sarîn û VX jî hatibûn avêtin. Ên ku bêhn dikirin goştê laşê wan tev dişewitî û nikarîbûn bêhna xwe bidin û bistandana. Ê li ber derîyê mala xwe, ê di hewşa xwe de û ê li kolanan; her yek li derekê fetisîne û mirine. Hinek jê jibo ku xwe xelas bikin bi aliyê çîya ve revîyane lê belê bi ser wan de jî balefirên ‘Iraqê bombe barandine û ew jî nefilitîne. Wehşeteka bêhempa li Helepçê hatîye kirin. Di dîrokê de pir qetlî’amên mezin hatine kirin. Ji van qetlîamên mezin yek jê jî bêgûman Qetlî’ama Helebçe ye.
Ên ku çûne ser laşê Helebçeyîyan dibêjin; “Leşkerê ‘Iraqê tu dibê qey hema ji nişka ve ev bombe bi ser wan de barandine û kuştine. Ji van bombeyan yek jê li odeya malbatekê ketibû û li wir maliyan xwarin dixwarin û tev miribûn. Lê xûyanî bû ku mirinê ji nişkê ve bi wan ve girtibû. Lewra yekî extîyar gepa nanê xwe hê nû gez kiribû, gepa wî di devê wî de bû û di wî halî de temam bûbû. Yekî dî rûyê wî bi ken bû tu dibê qey jê re pêkenokek hatibû gotin û ew jî pê kenîyabû û temam bûbû…”
Bombebarana ku 16ê Adarê destpê dike heta 17ê Adarê dom dike. Hê jî di vê qetlîamê de bê çend însan hatine kuştin bi zelalî nayê zanîn. Lê belê li gora raporên ku hatine amadekirin di vê êrîşê de pirrê wan pîrek û zarok bûn û ji hindikayî ve 5 hezar Kurd hatine qetilkirin. 14 hezar û 765 kes jî birîndar bûne. Lêbelê li gora lêkolînerên ji derve ve hatine hijmartin, mirin ji 5 hezaran pirtir bûye.
Ên ji vê jenosîdê û qetlîamê filîtîn, navê vê mirinê danîbûn “Mirina Bêhna Sêvan” Lê mixabin hema bêje timamê cîhanê li hember vê bûyerê bêdeng mane. Îro bandora neyînî a wan bombeyên kîmyewî ên ku bi ser Helebçeyê de hatine barandin, hêjî xwe li ser erda wê dide nîşandan. Zarokên ku li Helebçê çêdibin hê jî seqet têne dinyayê. Li gorî hinek lêkolîneran bandora van bombeyan, ji bandora bombeyên ku bi ser Hîroşîma û Nagazakîyê de hatine avêtin pirtir bûye.