Berî ku em herin dîtina herêma gelî, erd û axa ku bi xweyna feqîr û belengaza hevîr kirin, ava çem bi xweyna wan sor kirin, newala bi cesedê zarok û jina tijî kirin, me li navçe ya Ercîşê xwe gihand Hecî Tahir Nas. Mala wî li mihelekî Ercîşê, ji sûkê dûr, misteqîl, di nav baxçe, darê fêkî û hewra de bû. Serbilindaya darê hewra ber bi asîmanan, kefa meriv ji xwe re dianî. Sefikeka li ber derê malê, hezrê metrekî ji erdê bilind bû. Li gorî mîmarîya xelkê herêmê û xelkê me Kurdan, xanîyê wan du odê dirêj li rast û çep, di orta wan de jî hêwan/bersifk (eywan) kî dirêj dikişîya. Li gunda qîmeta hêwanên mezin zêdebûn. Lewra ji serî heta paşî yek perçebû û di şîn û şahîya da gelek însan diketinê de. Ode û hêwanên mezin, yek ser, ‘elametê camêrî û xanedanîyê bûn. Ew çandîya însanên me ji gunda derbasî şehra jî bûbûn.
Hecî Tahir extîyar bû. Gelo ewê kariba sualê me bibersivanda. Evê malbatê me çewa pêşwazî bikra. Me vana nizanîbû. Me di nav xewf û reca yê de li derî hist. Jinêk ciwan, ser nixûmandî, bi kiras û lîbasên fireh û bi heya dayîk û jinên berê derî li me vekir û gelek bi qedirbilind û mêhmandarî me keremkir hûndir. Min ewçax fêm kir ku dem û dewran ji însanên me nexasim xelkê çîya, comerdî û mêhmandarî qut nake û nabe. Min got:
“Xwenga min em hatine ji bu Hecî Tahir ku em meselê Gelî pêre biştexilin. Gelo wê karibe bi mere biştexile, an jî destûra we heye?” Xwenga min got:
“Belê, keremkin, xêr, silamet, ser çava. Mêvan, mêvanên Xwedê. Bereket û zêdayî ya malê. Ji xwe Hecî di hindir da ye, zêde dernakeve der û dixwaze ku hinek bên civata wî û bi wan re biştexile. Ewê bi hatina we gelek kêfxweş bibe.”
Xwengamin me girt hindir, bi zaravakî xweş, dilsojî û şîrîn, me bir oda alî rastê.
Hecî Tahir li ser doşekê rûniştibû û pala xwe dabû balîfê. Di wê oda dirêj da du pace hebûn. Yek li peşîya odê, li alî qîble diket. Yek jî li kêleka odê, bi alî bexçe va dinhêrt. Xanîyê wan jî wek gelek xanî û avahîyên însanê me, ji çêkirina temel û esas da berê xanî dabûn qîblê û çêkiribûn. Ev hesasîyeta însanên me, di me’newîyatê de girêdana wan bi qîbla şerîf, limêj/ta’etê xweşik dida nîşandan.
Me silav da Hecî Tahir. Silava me bi zaravakî xweş li me vegerand û xwest ku rabe pîya. Belê me nehîşt ku bi wê extîyarîya xwe rabe pîya. Siheta wî di cîdebû. Rûçikkî vekirî û nûranî li ser bû. Extîyar bû belê di halekî xweş de bû. Zîhna wî vekirîbû. Çi tiştê ku di qetlî’amê de dîtibû tev dihatin bîrawî û gav bi gav, cîh bi cîh, an û lehze, çi bi serê wî û malbata wî de hatibû ji mera got.
Sê sal berî qetlî’amên gelî dîsa ji ber bêrêtî û serserîtîya qaçaxa, çewa gundê wan hatibû xerakirin û mihacir bûbûn, paşê li kîjan gund bi cîh bûbûn, roja ku leşker girtibûn ser mala wan di wextê limêja nîvro, li ser xwarina navrojê ku bavê wî bi çi kelecanî ji destê leşkera revîya. Ew, dê, pîr, met, xwişk û birê xwe çewa esîr hatin girtin. Bi çi xapandinê wan li hev kom kirin û ber bi gûndê Hecîdêrîyan, yên bi alî deştê de birin. Gava ku di ber gundê Burhanê de derbasbûn, bê leqayî çi wehşetî bûn. Qatilê mezin, qesabê însanên gelî, gur û hirçê li ser du pîya, ‘eyba temamê însan û însanîyetê, çav sor û poz mezin, navneldinê, Derwêşê bê dîn û bê îman, bextreş û Xwedê nenas ku li hember wan bi çi reng û şeklî emrê kuştina însanan dida. Agirê mîtralyozê ku li ser serê wan vekirin bê çewa ji wan gulê dûjwar xelas bû. Bi çend gula birîndar bû û dê, pîr, met, xwişk û birê wî bi çi rengî hatin qetilkirin. Di bin cesedê dîya xwe û pîra xwe û bi tevî cesedên hinek jinên ku bi ser wan de ketibûn, çewa derket. Çend roja di nav xweyn û xirarê de, di nav cesedê însanan de bê xwarin û vexwarin ma û kê hat wî ji vûr xelaskir. Birayên wî, hêj du mehî bi saxî çewa li ber çavê wî li serê singûya xistin, wek beratekî bi jor ve avêtin, li gûhê erdê xistin û bi dengê “be’în” kî bilind, di cîda can da. Bavê wî çi zemanî girtin û birin hepsa Edenê û piştî 7 sala kaxida wî ya reş ji wanra hat.
Hecî Tahir, buyerên ku bi çavê xwe dîtibûn bi me re parvekirin. Belê her wehşetkî ku behs dikir, berê xwe bi jor da dikir û digot:
“Xwedê! Tu heqq î û Tu pê zanî”
Li ser şitexilî û gotinê xwe ku bê gûman rast û dûrûst in, xeletî tê tunene, Xwedê dikir şahid.
Hevpeyvînê me yên bi Hecî Tahir ra, dora du si’eta berdewam kir. Gotin û şitexalîyên wî me qeydî qamera kir. Wi niha wefat kirîye, rehma Xweda li ser be, mekanê wî cennet be. Belê deng û qeydê wî li ba me ne. Em ji wan deng û şahidîyên wî îstîfade dikin. Xweda kir nesîb ku me tarîxa xwe ya gotinî, gerand bi tarîxa nivîsî. Di vî warî da hem bi Tirkî, hem bi Kurdî me tarîxa xwe ya nêz, ya bi derd û kul, kir bin qeyd û nivîs ê.
Me karê xwe yên li ba Hecî Tahir qedand û qesta çûyîna bal bi Gelîyên Zîlan kir. Ku me ew nîyeta xwe jêre eşkere kir. Axînî ji dil kişand û got:
“Îro ez li ser xwe bûma, ezê bi we re bihatima Gelî û minê yek bi yek cîhê qetlî’ama şanî we bidaya. Belê anha ez extîyar û ‘aciz im. Nikarim bi we re bêm. Belê ku hûn çûn gelî ew cîhê ku min ji were gotî, herin wêder jî bibînin.”
Piştî me qesta derketinê kir û îzna xwe ji Hecî Tahir xwest, camêrîya xelkên me cardin xwe nîşan da. Ji me ra got:
“Heta hûn xwarin nexûn ji mala me naçin.”
Belê ne zemanê xwarinê bû jî. Pir bergerî û îsrar kir. Belê zemanê me teng bû û me ‘efwa xwe jê xwest û em derketin bi alî Gelîyê Zîlan de rewan bûn û çûn…
“NAVÊ MIN HECÎ TAHIR NAS”
“Ez Hecî Tahir Nas. Navê bavê min; Ûsiv e. Em bi ‘eslê xwe ‘Edoyî ne. Gelîyên Zîlan, ji gundê Pirneşînê ye. Di sala qetlî’ama Gelîyê Zîlan de ez 12 salî bûm. Yanê di ‘uûmrekî ku tiştê min dîtîye ez jibîr nekim. Ez di nav zarokê bavê xwe de yên mezin bûm. Ew çax 4 zarokê bavê min hebûn. Yan hampiştya min keçik bû, navê wê Fatma bû. Xwîşka min Fatma 10 salî bû. Yên biştî wê bi navê Heyder birakî minê kurîn hebû û ‘ûmrê wî dora 4 salî de bû. Di pişt wî re jî bi navê Hûseyn birakî min çê bûbû. Birê min Hûseyn hê 2-3 mehî bû. Biçuktirê me ew bû û hê di kumatkê de bû. Di qetlî’ama ber mezelê gundê Milkê de ez di bin cesedê dîya xwe û pîra xwe de birîndar filitîm. Belê dîya min, pîra min, meta min, xwîşka min Fatma, birê min Hûseyn û di dewama zûlma Gelîyê Zîlan da bavê min Ûsiv hatin qetil kirin. Ez û birê min Heyder, em sax man. Belê ji malbata me ewqas însan çûn. Ji nêz eqrebayên me, mala apanê min jî kesên ku hatin qetil kirin hebûn. Ezê behsa wan teva ji we re bikim. Ez û birê xwe Heyder, di ‘ûmrê xwe yên biçuk da êtîm û belengaz man. Di ber desta da bê dê û bav mezin bûn. Me pir ezîyet û zehmetî kişand. Ez hê bûbûm xort û destê min gihaşt devê min, dewletê di herba cîhanê, yan duyemîn de min bir eskerîyê û 4 sal bi min eskerî da kirin. Ji gêncîtîya min 4 salê min jî bi wî şeklî xwarin.”
Piştî xwe û malbata xwe bi me da nasîn, dest bi bûyer û qetlî’amên li gelî çê bûne kir. Di serî da behsa 3 sal berî qetlî’aman ku gundê wan xerabû û muhacir bûn kir. Li ser sebebê wê hedîsê sekinî. Em li ser şahidî û gotinbêjî ya wî, gav bi gav bûyerên Gelîyên Zîlan muşahade bikin. Bila şahidê me bi devê xwe pêje û em lê gûhdarî bikin. Bila ew bêje em jî pêde hêsira birêjin. Wî bi çavê xwe dîtîye û dîtin û gotin nabin yek. Dîsa jî Xweda ji bo zimankî du gûh çêkirine. Yên ku di virda bên gotin bihîstin nînin, dîtin û gotinin.
Di Serî Da Gundê Me Pirneşînê Xera Kirin
“Em ji Gelîyê Zîlan ji gundê Pirneşînê bûn. Gundê me li jora gelî, çîyayên bilind, nezî zozana bû. Li dora me çîyayên ‘asê hebûn û qaçax tê de bi cîh dibûn. Ew kesên ku em ji wan ra dibêjin qaçax, di serî de kesên ji destê Hikûmetê cebrî û xedarî dîtibûn, ew kes bûn. Ji mecbûrî revîyabûn û xwe li çîya û herêma me ya ‘asê girtibûn. Dihatin gund, xwarin û vexwarin ji gundîyan dixwestin. Însanên me bi wanra dibûn alîkar. Tu zirar û zordestîya wan ne dikhaşte me. Tenê ji destê Hikûmetê xwe di parêstin. Belê zeman çiqa bi pêşde çû, qaçaxên nû, însanên bê ol, sûcdarên li hember xelkê xwe, mehkûmên ‘edlî, diz û wekî din hatin herêma me. Her yek ji xwe ra serokekî ‘eciband û bûn ayri kom û çete. Ewçax me jî ji destê wan kişand. Însana dişêlandin, talan dikirin, pez û dewar dibirin. Sîlih di destê wan de bû, kesî nikarîbû tiştek ji wan ra bibêje. Hinek ji wan raste rast eşqîyatîyê dikirin. Jîyanê li me teng kirin. Gund û mêrgê me, çîya û newalên me ji ber me girtin. Li ber kanîyê cemidî, di newalên kûr, li ber ava çema, bin sîya darê şîn, xwe li ser piştê davêtin û li ser me dixwarin…
Herêma me û çîyayên Zîlan bi tevî ‘asêbûna xwe nêzî sînorê Îranê bû. Ew qaçax, ku li wan bibûna pêsîrtengî rihet derbasî Îranê dibûn. Ewçax sînorê me û Îran ê valahî têde pir bû. Kê bixwesta dikarîbû bê pirsgirêk here û were. Ji ber wî qasî jî herêma me bû mesken û meydana qaçaxa.
3 sal berî qetlî’amên gelî, li gundê me Pirneşînê hedîsekî ‘edlî çê bû. Cendirme, li ser wê hedîsê hatin gund. Qaçax bi hatina cendirma hesîyan û girtin ser gundê me, wan cendirma kuştin. Ew tişt bê riza û îrada gundîya çê bû. Belê dîsa Hikûmet gundê me xerakir û temamê gundîya li gelîyên Zîlan belav kir. Bavê min mala me bir gundê Pirexwelîyê ji gundê ‘Eşîra Hecîdêrîyan. Em li wî gundî bi cîh bûn û heyata me ya mûhacirtîyê dest pê kir. Nêz eqrebayên me her hinik li gundekî bi cîh bûn. Apekî min bi tevî malbata xwe li gundê Milkê bi cîh bû. Li gundê Pirexwelîyê me qetlî’ama gelî dît. Em li wî gundî hatin girtin.
Loqa Nanê Bavê Min Di Devê Wî Da Ma
Qetlî’amên Gelîyê Zîlan di sala 1930yî, di meha Temuzê da dest pê kir. Bavê min û malbata me bi tevî hev em li mala xwe, li gundê Pirexwelî, li ser xwarina nîvro/firavînê rûniştîbûn. Belê guhekî me li derva, li ser hatin û nehatina leşkera şîyar bû. Lewra qaçaxa girtibûn ser qereqola Çaxirbeg û Hesen’ebdalê. Leşkera kuştibûn û esîr girtibûn. Me zanibû ku ewê leşker bigrin ser me, lê belê ew ê çi bikin ji me, me nizanîbûn. Di serî da mêr ji xwe ditirsîyan. Kesik ji jin û zaroka neditirsîyan. Em li ser xwarinê, bi carekî qêrîn bi gund ket û gotin:
“Leşker gund helanîn.”
Bavê min bi tevî loqa nanê devê xwe bazda derva û bi nava satar, dar û daristanê de revî. Mêrên gund tev revîn. Leşker bi pey wan ket. Ew leşkerê ku li pey wan çûn siwarîbûn. Li ser pişta Hespa nikarîbûn di nav darên gurr û di hevde, bi pey kesên ku revîn bikevin. Bavê min û mêrên ku revîyan ji destê leşkera xelas bûn. Em zarok û jin di gund da man. Çend merên extîyar jî mabûn. Ewan digotin:
“Em ji xwe extîyar in. Kes dengê xwe ji me re nake. Em naxwazin ku jin bê kes di nav destê leşkera da bimînin.”
Leşker ketin nav gund. Zarok û jin, kalê extîyar, bê hêvî, pîrê hilhile, pişt xulûz û bi tevî bebikê qumatkê tev li hev civandin. Ji me re digotin ku:
“Emê we bibin ba qumandan. Ewê kumandan çend suala ji we bike û hûnê bizvirin mala xwe. Belê qîz û bûk, jinê ku xişr û zînetê wan hebin bila li ser xwe bînin. Paşê kes nebêjin ku leşker zînetê me dizîn.”
Jin û bûka temamê xişr û zînetê xwe girtin ser xwe. Leşker mal bi mal gerîyan û kesî di gund de nehîştin. Me li cîyekî li hev kom kirin. Dor li me girtin. Her diçû xwe bi me re zêdetir hêrs dikirin û bi ser me de qêrînî dadixistin. Di serî da ew şitexilîyên wan ê nerm û xweşik ku bi me re dipeyîvîn çûn û hişkegotin bûn. Her ku çû rûçikê wan ê qebîh û bê rehm û şefket derket rastê. Singûya li serê tivingê xwe xistin û berê wan dan me. Me berjêr bi rê xistin. Bi alî gundê Burhanê de me birin. Leşker di ber hev de li dor me zincîr girtibûn, li rast û çepê me, li dawîyê û li pêş me. Xwe dighandin kê, bi dawîya tivingê li wan dixistin. Zarokê biçûk bi ber dîya xwe ve baz didan û digrîyan. Dîyê wan bi destê wan digirtin û bi rû xwe ve kaş dikirin. Zarokê di salê min da jî li pêşîyê baz didan û li hêvîya dîya xwe ne disekinîn. Ewan fema tiştekî ne dikirin. Li pêş, bi ber hev ve baz didan û di leyîstin. Bi leyîsk û lotik, ber bi mirina xwe ve diçûn.
Di Xanî Da Însan Şewûtandin
Em nêzî gundê Burhanê bûn. Ji dûr de dûmanekî reş bi ser gund ve girtibû. Hinek cîh û mala da mêlîdê agir bilind dibû. Leşker ku girtibû ser gundê me berî me girtibû ser gundê Burhanê. Lewra gundê Burhanê li gor me li jêr û di deştê de bû. Li wûr zû dest bi Qetlî’amê xwe kiribûn. Her ku me nêzkayî bi gund da kir qêrîna jin û zaroka gûhê me ker dikirin. Ewan kiribûn xanî û avahîya, agir berî wan dabûn, wan bi saxî dişewûtandin. Xwe dabûn ber mala û xanîya, da ku kes ji wan însana ji agir fîrar neke bazd nede.
Em gihaştin ber gund, mala ser devê rê, di pacê xanî da alava agir ber bi ‘esmana heldikşîya. Dengê girîn û qêrîna jin-zar bêtir dahatin. Goşt û bezê însana her ku dişewûtî agir pê geş dibû û mêlîd dida, pêl vedida. Em bi tevî hev li wê malê fetilîn û me bi hevra got:
“Li vir çi diqewûme.”
Belê leşkerê ku me dajot, dor li me girtibû, zor da ser me û ji vûr gav kî zû xwest ku me dûr bike. Di nav hevda qêrîn dikirin ku dengê wan însana neyên me. Digotin:
“Ewan însana di nav malê de bi hev dileyîzin. Dengê leyîska wan e tê we.”
Pê re jî bi ser mede dikirin qêrînî û şemate, da ku me zûtir ji vûr dûr bikin. Bi dawîya tivinga li pîşta me, kêlek û newqa me dixistin. Ji derba wan em bi ser dev û rû diketin erdê. Li erdê jî li me dixistin, heta ku em radibûn ser xwe. Em gava ku di ber wê mala gundê Burhanê de derbas bûn, xortekî ciwan û keçikkî xama di bixêrîyê de derketin ser xanî û xwe avêtin nava me. Leşker wan nedîtin. Xwe di nava qelebalixa me da hûnda kirin. Bi me re meşîyan. Me ji wan, hedîsa wê malê û serpêhatîya wan pirsî. Ji me re gotin:
“Hûndirê wê malê tijî însan kirin û agir berdanê. Leşker li dor malê û li ber derî û paca, li serê tivinga da bi singû sekinîne. Nahêlin ku yek rihber ji vî agirî bifilite. Em xwişk û bira ne, me bi hev ra alîkarî kir û em di bixêrîyê de derketin û me xwe avêt nav we. Belê kesên din tev bi hevre hatin şewûtandin.”
Ew çax me qedera xwe baş fêm kir. Em jî evê kuştinê bûn, bi tevî zarok û jina. Belê leşkerê ku me dajot, nedihîşt ku em çavê xwe vekin. Em ji gundê Burhanê dûr ketin. Me bi lez alî rasta gundê Milkê û Gomikê ve dibirin. Qesab û xwûnxwarê Gelîyên Zîlan li wê meydanê mase û kûrsîyê xwe danîbû, li benda me bû.”
Ew gundê Burhanê bû ku bi tevî erda dora wî pêşkêşî Qirgiza kiribûn. Ji wan re li ser wê erdê bi navê Ulupamîr, gund ava kiribûn. Li ser goşt û hestîyê wan mezlûm û belengaza ku bê kes û xwedî di agir da şewûtîn çûn.
[1] Hecî Tahir Nas. Tarîxa hevpeyvîna bi wî re; 02.11.2010. Wexta ku me vê kitêbê nivîsand, pir berî wê wefat kiribû, mekanê wî cennet be. Xweda teqsîratê wî ‘efû bîke. Ew zûlm û zodarîya ku dît jê re bike kefaret. Heqê wî û heqê heval û malbata wî ji zalim û xedara bistîne.
