Mefaîlun mefaîlun mefaîlun mefaîlun
Kerem bik nazenîna min li ser çavên me mihvanî
Enîs û xemrevîna min ji derdê min re dermanî
Delal û reşkezîya min ji bo êşan re Loqmanî
Tu yî vîn û xwezîya min bi carek hilkişên banî
Dinêrim qameta yek ta, wekî selwî li bala yî
Direxta can hemû wexta, yeqîn gelkê tu hêja yî
Werin carek bidin desta, xerîbê bê dewa mayî
Dema gel min bikî weslet di vê rê can dikim fanî
Zeîf im natewanim ez, giriftarê bi derdan im
Bi xewf û bê eman im ez, lewa daîm bi giryan im
Di bin barê giran im ez, ji wî derdî perîşan im
Bikin rehmê nekar im ez ji dest çû rûh bi erzanî
Ji gulzarê gelek dûr mam, di çolê bê xwedî bûm ez
Li benda dilberek şox mam sefîl û kesnedî bûm ez
Reşa şêvê de bê mûm mam li çolê rênedî bûm ez
Ji dîdara xwe mehrum mam lewa jê bûme bîyanî
Evîndar im delala min nekin mehrûm ji dîdarê
Derîzanê de rawestam sehergahan û êvarê
Hema carek bikin ikram bibînim qameta yarê
Bila Behmûrî dil şa bit bi vîna Ehmedê Xanî