Şêrek birçî ji rêlê, bi jor da ew dihat xwar
Li benda kariwana, Ji sibhê ta be êvar
Heçî karwaniyê hat, pezek ji bo wî tanîn
Ji bo wî razî bikin, bikê şîv û firavîn
Mudamî çavenêr bû, gelo ma hin dî jî tên
Dihat ser rê dirûnişt, heta rêwî ne dî bên
Bi vî şeklî mudamî, çi rêwingî bihatan
Pezek tanîn ji bo wî, ji etrafê welatan
Hinek rêwî dî hatin, kerek anîn ji bo wî
Kirin pêşkêş û danê, mirê heywanê kovî
Kerê reş bir û çû jor, dinêrî ker lewaz e
Heta guştê xwe bigrit, hinek muhlet dixwaze
Kerê bîmar diberda, heta lê bû jivistan
Ji bona ser xwe va bê, nedanî piştî kurtan
Bila serbest biçêrê, hinek muhlet didim wî
Zivistan rêwî nînin, ezê hingê bixwim wî
Pehîz borî li pêş tê, jivistan sar û serma
Tu rêbarî tunînin, bînin bexşîş û curma
Ezê hingê bikim şîv, kerê bê hiş û sewda
Kelaxê wî hûr dikim, yeqîn ew hêj di xew da
Kerê reş ma selamet, hinek dî daye muhlet
Dikir sohbet di gel şêr, bi serhatî û qisset
Ewî rokê digot şêr, ezê îro biçim xwar
Binêrin ka çewa ez, dikim êrîşê dijwar
Ezê pezkê biînim, bikin şîv hem jî paşîv
Kesê bêjite nadim, cezayê wan ser û nîv
Dinêrî kariwan hat, hucûm kir pêşîya wan
Bi zir zir ew ji jor hat, ne eql û hiş ne îz’an
Dema dîn va kerek reş, dirêjin dû guhên wî
Wekî şêr xu dibînit, qe bîr nayê tirê wî
Li wî kom bûn û girtin, didanîn piştê kurtan
Kirin binbarê giran, kerê jar û perîşan
Qisa ev bû birawo, kerê reş cardî ker e
Bi xemlînî ser û pa, ji zîv û zêrê zer e
Bedêla kerbeşa reş, bidî reyhan û sunbul
Birinca zer bidî ber, li ser behîv û filful
Li eywan û seraya, bikî mîrê civatê
Ji bo wî hor û wîldan, daîm bikin xebatê
Dema zirra wê bêtin, dikit tep tep guhê şûr
Zirre zirr û tirr û fis, ji bo wî nîne bandor
Nekin bawer tu cara, kerînîya xwe danit
Dê ker bit ker dimînit, qe tiştek dî nizanit
Ji koxê ew ku der bêt, dikit zirr zirr tirr û fis
Bi bazdan çîte naxor, ne iz’an û ne jî hiş
Çi bêjim ey bira can, ev in tiştên me dîtî
Bikin bawer ji peyvên, bi dilsoz gotî Miftî