Jinbab, zirkeç da ber xwe
Got: "Ev dolab wek çerx e
Çerxa feleka bêbext
Li bêbexta dike zext
Mijûlîya min heye
Teşî-d destê min de ye
Ez ji pot û pelatan
Dirêsînim qinaban
Keçê tu hilde milê
Bizivrîne çimbilê
Hişê te-l werîsa bê
Çêlî, bade-l dolabê
Xweş birêse tayîkan
Ji bo xatrê dayîkan,
Baş bijdîne kindiran
Ji bo nesîbê diran.
Çêke komek hevrîşim,
Ez delal, xwedî rîş im"
Jinbab, vana digotî
Dilkê keçik disotî
Bêrehmê, keçik xapand
Zirkeça piçûk şuğland
Ew porgija hilhilî,
Te'dê dida keçhilî
Digrand, çav dikir kânî,
Nedihişt bijî-b keçkanî
Damarîya devlokê,
Ji dev kêm ned-kir nokê
Fişoka navteng sitûr,
Her roj mezin dikir hûr.
Dida zirkeça piçûk,
Gepên mîna nanê çûk.
Damarî gemmar, girnaz,
Ji dil xwe dikir tinaz
Jinbav, Xwedê ne hiştê,
Dida zirkeçê piştê
Di ber kar de bi dizî
Vedixwar, diberizî
Nuxaran davêt devê,
Hetanî nîvê şevê.
Da şuğland ew keçlorik,
Jinbab rûnişt ser qorik.
Devşorik, gurmik sorik,
Xwar lorik, şe kir, porik.
Keçik, çimbil zivirand
Çimbil, keçik temirand
Zikvala, keçik betilî
Jinbab nelebtand tilî
Bi dengekî pir nizim
Zarî bê kes, bê xizim
Vaye, dest pê dike welên
Dibêje wê kodqelên:
"Jinbabê, kafir babê
Birçîme li ber dolabê"
Keçik, pişt çend xulekan
Dîsa dibêje kulekan
"Jinbabê, kafir babê,
Birçîme li ber dolabê."
Jinbab, kar, bê ûjdanî
Xwe li herşeytanî danî.
Wê ji ser û guh de ajot,
Pêde pêde wiha got:
"Van tenafan ser bi ser
Girê bide, diçim der
Genim ez dikim arvan
Nesekne, tu yî karwan"
Zirkeç, birçî dizare
Jinbab durî wizar e
"Sebir ke hinek qîzê..!
Dev berde-j çîzeçîzê
Min arvanê kir hevîr
Hevîr danî devê bîr
Sor kir tendûr, bi agir
Tu jibîr ke, gepha gir
Çil parî ji hevîr jê kir
Kir qursik, hêkan lê kir
Min, qirşik avêt tendûr
Tu xwe, ji kar, neke dûr
Min nan pa't danî teştê
Xwedê te ji min re hiştê
Lê-m qursika te ji bîr kir
Ma di tendûr, bû komir..."
Jinbav, pitkê bi peyvan
Xapand go, tu yî mervan
Zirkeçik, ji hêza ket
Nebû ğema jinbav qet
Lê çîroka me hê nû
Dest pê dike wek mehê nû
Hin jê re dibên heyva nû
Keçik hesreta danû...
Ji hingê heta îro
Her çi-l malek feqîro
Dolab bête gerandin
Dengê qîz tê hisandin
Bi wergera çimbilê
Welêna wê keçhilê
Xwe digîje guhê cazû
Dibe kerb û naçe, zû
Bi badana destikê
Malik li pey malikê
Pitkê birçî w belengaz
Dinale dike gazegaz:
"Jin, jinn... jinbabê..!
Jinbabê, kafir babê
Birçîme-l ber dolabê
Guppe guppa dolabê
Xewn li birçîyan nabê
Sêwî w êtîm bê kes in
Jinbav denga nahesin
Guppa guppa dolabê
Birçî me-l ber Xirabê..!
Bavê min diçê aşê
Wê berê wî da kaşê
Ez ketim nava cîyan
Ew kete pey bacîyan
Guppe guppa dolabê
Nahêle dilê-m şa bê..!
Do bavêm arvan anî
Li ber Kambaxê danî
Dek û dolabên jinbav
Wê neda min tasek av
Guppe guppa dolabê
Zikê birçî av nabê
Dibê xwe bigre keç law
Dev şîrîn mîna helaw
Jinbavê, kafir bavê
Ser xistî nav kulavê
Guppe guppa gulabê
Birçî me-l ber dolabê..!
Me’dê jinbavê tirş e
Ew mîna hevîrtirş e
Dibê diçim tendûrê
Lê-d tingîne bilûrê
Jahrîyê ji herî babê
Nahêle dev vala bê
Mewîj, bi'îv û gûzan,
Dixwe hingiv wek mozan
Qurpik tênê ji qirtik
Qul derzî mozeqirtik
Guppe guppa dolabê,
Deng naçe xaîn babê
Qesel, tendûr sor nake,
Simaq, hevîr şor nake.
Bextê me bextê kera
Bav wê kir taca sera
Guppe gupp û bûm qerwaş
Wê neda nanek lewaş
Hey zordarê damarî
Dibê qey koremarî
Heger tu nebûnayî dê,
Li te diket topa Xwedê.
Guppe guppa dolabê,
Birçî me zalim babê..!
Jin, jinn... jinbabê..!
Jinbabê bû damarî
Bav bû fillê Kavarî
Jin jin.. jinbabê
Jinbabê kafir babê…
(Hikayeta gelerî û neqerata "Jinbabê kafirbabê / Ez birçîme'l ber dolabê" ji Xêlîya Welên hatiye wergirtin. Şi'r bi temamî ya Mehfuz e)
[1] Hikayeta gelerî û neqerata "Jinbabê kafirbabê / Ez birçîme'l ber dolabê" ji Xêlîya Welên hatiye wergirtin. Şi'r bi temamî ya Mehfuz e.