الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام على خير خلقه محمد وعلى اله وصحبه اجمعين
Xwendevanên hêja!
Dîn û dunya di esil de ne eksê hev in, belkî dîn li dunyayê jiyanê dibîne û li axretê jî fêkiyên wî tên bidestxistin. Bes dunyewîbûn tiştekî din e, tesîra dîn kêm dike yan jî bi temamî nahêle. Êdî dunyewîbûna dewra me bi sebeb wek modayê belavbûye tehlûkeya wê zêdetir e.
Bandora dunyewîbûnê ne li ser dîn tenê heye. Di hemû serdemên dîrokê de dunyewîbûnê tesîreke xerab li ser hemû qîmet û nirxên însanî kiriye. Di roja me de ev tesîr zêdetir bûye. Bi navê sekulerizmê weke şobekê di nava dîndar û nedîndaran tevan de belav bûye, ji dîn heta kevneşopiyên qewmî hemû qîmetên ku civakekê dike civak reş kiriye. Di nav me Kurdan de sekulerîzmeke taybet û dijwar peyda kirin ku bawerî û ‘urf û adet û kevneşopiyên me kirin hedef ji xwe re. Hinek kes bûn wek serxweşan, meriv nizane çi dikin; bi zimanê xwe de’wa Kurdîtiyê dikin.Lê di rastîyê de meqseda wan ji vê jî sekulerîzm e, ew dijberiya prensîbên dîn û Kurdîtiyê dikin.
Me jî di vê hejmarê de xwest ku em vê xala girîng bidin li ber çavan û mijara xwe ya sereke bi sernavê Esaleta Kurdî li Hember Zordariya Sekulerîzmê diyar kir. Di vir de me bala xwendekaran kişand li ser esalet û paqijiya Kurdîtiyê û qirêja sekulerîzmê. Ji nivîskarên me Mustafa Turan û Fatih Taş jî di vî warî de nivîsandine.
Mamoste M. Zahir Ertekin Gotinên Şûjinwarî nivîsandiye, Mamoste Şerîf Emîn Eger Destê Min Bigihije Çerxa Felekê nivîsandiye, Mamoste Emerê Wezrînî Di Nêrîna Ehmedê Xanî de Xaliqê Hemû Mexlûqatan nivîsandiye, Mamoste İbrahîm Êlihî Meynenoşî nivîsandiye, Mamoste Ziver İlhan Kuştina Mêrxasiyê nivîsandiye, Mamoste Mahmut Kılınç Rîwayetek û Tefekurek, Cevdet Karaman Mulahezeyek li Ser Helbesteke Mela nivîsandiye. Heger ne rasterast be jî ev mijar jî di esas de neqenciya sekulerizmê û esaleta dîn û kevneşopiyên me şerh dikin.
Ji ğeyrî vanan Nezîr Farqînî Melayê Cizîrî û Medreseyên Kurdistanê nivîsandiye, Yusuf Arifoğlu bi Zazakî Virameyişêko Hepısnaneyi ê Husrew Altınbaşak'i nivîsandiye. Nivîskarên me yên din jî nivîsên ji hev bi qîmettir amade kirine.
Dema meriv bi ser re jî li nivîsên kovarê temaşe dike meriv esaletê yekser dibîne. Xwedîderketina li ziman û klasîkên Kurdî bi tenê jî me ji hemû fikr û cereyanên ku enwaên nexweşiyan bi xwe re tînin muhafeze dikin.
Em şukr û teqdîrên xwe ji hemû nivîskarên xwe re teqdîm dikin û hêvî dikin ku hûn xwendevanên hêja ji wan sûd werbigirin.
Kerem bikin em biçin nav nivîsan…