بسم الله الرحمن الرحيم
S: - “Li ‘ulema gelek ‘îtab tên kirin. Hetta…”
C: - “Bêînsafiyeke gelek mezin e.”
S: - “Çima?”
C: - “Ehmeqiyeke bi qasî ku meriv qebahetê tunebûnê bide hebûnê.”
‘Alimên ku hûn dixwazin bibînin nabînin, ji bo gihandina wan we tu xebat jî nekiriye, vanê ku hene jî jibo pêş ve herin we ji wan re tu alîkarî nekiriye. Ji vê ehmeqiyê mezintir heye gelo?
S: - “Ç iyanî?” Ku meriv di wan de jî qebehet bibîne çima ehmeqî ye?
C: - “Di zatekî de ku ‘ilim hebe û hilm tunebe meriv rabe ji ber qebahetê ku ji tunebûna hilmê peyda dibe ‘ilmê mehkûm bike eblehtiyeke çewa ye? ‘Eynen bi vî rengî, ‘alimên me yên bêçare ku her daîm qudsiyeta dîn gotine û li gorî qudreta xwe ehkamê dînî teblîğ kirine û anha jî di navbêna milletê Musluman de zêdetir musteheqê hurmet û mehebbet û merhemetê ne meriv rabe bi qebahetê ku ji tunebûna ‘alimên li gora zeman peyda dibe wan mehkûm bike û vî gunehî bavêje ser wan ku ne ehmeqî be îja çi ye?”
Tunebûna ‘alimên li gora şert û mercê zeman ne qebaheta mela û ‘aliman e. Ev qebahet a dewletê ye, a desthilatê ye, a berpirsan e. Çewa ku di kesekî de ‘ilim hebe û hilm tunebe qebaheta ku ji tunebûna hilmê peyda dibe ne gunehê ‘ilmê ye.
“Belê, ji hebûna ‘aliman me zirar nedîtiye. Ji tunebûna ‘alimên ku em dixwazin -ê li gora zeman- me zirar dîtiye. Çimkî ên zekî eğlebên wan çûn mekteban. Zengînan tenezzulî me’îşeta medreseyan nekirin.”
We zarokên xwe yên zekî neşand medreseyan, we şand mekteban. Maldaran qîma xwe bi dahatiyên medreseyê neanîn. Ji bo medreseyan feqîr û ê nezekî man.
“Di medreseyan de jî întîzam û tefeyyuz (pêşketin) bi sebeb ku tunebû û diploma wê ya resmî jî tunebû ‘alimên li gora zeman perwerde nekirin.”
‘Alimên ku bi şertên zemanê xwe zanibin û li gora zeman karibin xizmetê bikin ancax ji saziyên întîzamî û tefeyyuzî dertên ku ew jî mekteb û medreseyên ku dîplomên wan hene. Yanî merhele bi merhele pêşketin di wan de çêdibe.
“’Ese ‘ese hay ji xwe hebin, buğza ji ‘ulema talûkeyeke gelekî mezin e.”
‘Alimên me yên ku di hucreyan de li ser menheca kevn perwerde bûne jî gelek biqîmet in. Nebî ku hûn buğza wan bikin.
S: - “Kesên ku niyeta wan xalis e kêm in. Heger niyeta te xalis be tu yê muweffeq bibî, tu li niyeta xwe binere.”
C: - “Hemd ji Xweda re be. Ez xwe pê qure nakim. Ê ku îxlasa di niyetê de xera dikin neseb û nesl û teme’ û tirs min nas nakin. Ez jî wan nas nakim yan jî naxwazim wan nas bikim.”
Ez ji malbateke esîl nayêm. Zaro û zêçên min ên ku ez li wan bifikirim jî tune ne. Maleke min a ku hirsa dunyayê tehrîk bike jî tune ye.
“Çimkî nesebeke min a meşhûr tune ye ku ez bixwazim muhafeza pêşiyên xwe bikim. Ez Ebû Laşey im -‘ezeb im- zarok û nesla min tune ye ku ez li temînkirina îstîqbala wan bixebitim. Dînîtîyekî wusa bi min re heye ku dîwana herbê jî -mehkema îhtîlala ‘eskerî- bi tevî wê dehşet û xofa xwe nikaribû tedawî bike. Cehaleteke min a wisa heye ku min gerandiye ummî, ez hê nizanim neqş û nivîsên ser dînar û dirheman jî bixwînim.”
Neseb û nesleke min a ku ez xwe pê mezin bikim û li muhafeza wan bixebitim tune ye. Nikarin bi vê bi min re derkevin serî. Mehkema îhtîlala ‘eskerî jî nikaribû cesareta min bişkîne. Nikarin bi tu şeklî min bitirsînin. Ez hewqas ji pûl û pera dûr im hê ez wan ji hev nas nakim. Nikarin bi pera jî min bixapînin.
Yek tiştek ma ku ew jî şuhreta derewîn e. Ez êdî jê bêzar bûme, jê direvim. Çimkî gelek karê ku ez nikarim ji binî rabim li min bar dike.” Yanî bi şuhretê jî kes nikare min bitirsîne.
S: - “Çima tu derheqê hukûmeta meşrûtî de û Jon Tirkên nebêdîn de heta ji te tê husn û zenna dikî?” Yanî hukûmeta Sultan Reşat û hevalên wî.
C: - “Çimkî heta ji we tê hûn jê sûê zenna dikin. Loma ez jî heta ji min tê husn û zennan dikim.” Husn û zenna derheqê Muslumanan de fêda wê heye û zirara wê tune ye.
“Heger li gor zenna min bin ji xwe baş e. Heger na, ji bo ku xwe bikin wek zenna min ez rê bi ber wan dixim.”
Heger zanibin hêviyên xelkê ji wan çi ye ev jî rêbiberxistinek e. Ji îzharkirina sûê zennan çêtir e.