Em di dewreke wisa de dijîn ku qîmeta gotinê bi qasî benîştê di devan de tê cûtin jî nemaye. Halbukî ji bo gotinê merc û xwegihandina agahiyên/materyalên pir hêsan e jî hene. Dîsa jî bihayê gotinê her ku diçe kêmtir dibe.
Ciwan guh nadin tecrubeyên mezinan. Mezin di nav poşmanîya rabirdûya xwe da ne, ku guh nedabûn gotinên watedar. Ciwan dixwînin, fêr dibin lê tiştên ku fêr dibin, ji ber ku nehatine li serê wan, xwendina wan di asta çîrokan de dimîne. Bandoreke erênî li wan nake. Herwekî ku xwarinên kerrik û xavî bixwin. Ev jî li nav tebeqeyên mirovan de, pirlayane gotina baş û bikalîte wenda dike, ji holê radike.
Meriv hindik lê rindik bipeyive, gotinên saxlem lê ji tekraran berî vebêje wê pir baş be. Herwiha divê meriv gotinên wisa bibêje ku meriv bi hêsanî karibe li pişt wan bisekine. Ev jî sihetîya gotinê û emînîya wê derdixe holê. Em çiqas biemn bin wê gotinên me jî ewqas ewlehîyê li gohdaran bikin.
Gelo pêkan e ku em qet xelet neştexilin? Ne pêkan e. Lê em dikarin vê serencamê mînîmîze bikin. Ji bo vê divê hem ji dil hem bi dev poşmanî û serrastkirin were kirin. Bi termînolojîya dînê me divê tobeya gotinê bi me re hebe. Lewra gotinên ku dibin îftîra, dibin paşgotinî, dibin heqaret hene ku evana tofanê li mirov, malbat û milletan radikin. Loma bi nessên sehîh gotinên bi vî rengî hatine bend û best kirin, ango qedexe ne, bikaranîna wan ne caîz e.
Heqîqet ji kewara gotina rast pêk tê. Çi qas heqîqet be jî divê her gotinên rast neyên gotin. Lewra gotin berpirsiyarîyê dixwaze. Sohtina gotinê ne tenê di nerastîya wê de ye; her wiha hilnegirtina barê gotinên heqîqî jî zêdegavîyê destnîşan dike. Loma divê gotin rast be jî, ya ku emê bikarin barê wê hilgirin, vebêjin. Di şûna ku di binê giranîya wê gotina/axaftina rast de nikaribin rabin, sukût kirineke bereqiltir û maqûltir e. Çawa ku meriv bi qasî ku dikare bixwe, tebexa xwe ya xwarinê dadigire, divê tebexa gotinê jî li gorî ‘eql, mêjî, rûh û kişandina berpirsiyarîya wê be. Loma selameta hemû bedena me di destê zimanê me de ye. Pirrî caran weke rojîya xwarin û vexwarinê, zimanê me jî muhtacê rojiya gotinê ye. Ne tene salê mehekê, her meh û her dem… Lê di dema fitarê de jî divê egerên fitarê bêtin kirin. Ev jî karekî pêwîst e.
Ziman endamekî laşî ye; hem ê derve ye hem di hundur de ye. Bi vî awayî hakîmeyet hem li ser ên derve kiriye hem li ser ên hundur. Hestî jî tê de tune, ku li ciyekî biarqile yan astengiyekê li hember xwe hest bike. loma ev endam, dikare qereqtera însanekî bi eşkerayî derxîne holê. Ku tund be, dikare muxatebê xwe di nav xem û xemgîniyê de bifetisîne. Eger nerm be dikare hemû xem û xemgîniya muxatebê xwe bifirîne. Lê têkilîya gotinên ku ji ziman derdikevin bi rûhê însan, bi psîkolojîya însan, bi qelbê însan… re heye.
Eger di hundurê însan de kîn, hesûdî û neqencî kelepel be, ne pêkan e ku ji ziman gotinên me’sûm derkeve, belkî wê gotinên meş’ûm û şirret biherike. Herwiha di dilên asûde, xudabîn û nêrînnerm de jî wê gotinên hênik û rewneq û numayan bibe. Loma berî ziman hevotina dil wek defakto derdikeve pêşiya me.
Di serdema me de meydana şova gotinê serdest e. Herkes berê xwe dide îmajê û meteforan bilind dikin. Ev yek karekî aqilane nîne. Lewra gotinên/nivîsên cîlakirî nikarin rê vekin da ku xwe bigihînin nav dilê însanan. Gotin di şiklê xwe de xweşik be jî eger ne milkê dil be, wê ferazî û nîqaşî bimîne. Lewra her wekî reng û rûyê mirovî, divê gotinên wî jî natûrel ango siruştî/fitrî be. Loma di gotinê de mukemmel lê di pratîkê de berovajîbûn an nexwedîbûna gotinên rewneqî, gotinê jehrî dike. Ev jî bandora gotinê dikuje.
Eger karekî rêgirî li ber nesuruştiya vegotinê neyête kirin, wê şovmenî û ecêbên mezin derkevin holê. Wê mala gotinê bi ser serê gotinê de were xwarê. Wê cerbeze derkeve holê.
Gotinên hişkolankî û nekemilî dibe ku rojane karê axivêr bi rê ve bibe. Lê di demdûrekê de wê ev gotinên qirşikî û fişe bibe bela serê zimanê xwediyê xwe. Belkî di dahatûyê de, ji bo ku gotinbêj xwe ji nepakîya wan gotinên rizgar bike, serî li derewan bide. Ev jî tofana herî mezin a gotinê ye. Hefîzenellah…
Weke her tiştî gotinên populer jî zû têne pejirandin. Halbukî bandora vê pejirandinê tune. Bihayekî wê jî tune. Bi her awayî divê em sehîh û heqîqetbîn tevbigirin/biştexilin, da ku gotina me jî ji vê sihhetê biwelide û xwe xwedî bike. Divê di nava temsîlîyeta ku em dikin de, sekneke me ya sehîh hebe, însan divê bi her awayî bi me ewle bin, dema me gotinek got divê bi tecrube, pêbawerî hebe û hewceyî gotineke ku gotina berî xwe sexlem bike, nebe. Yan na neewlehîya bi gotinê neewlehîbûna bi kesayeta tête girêdan. Em Misilman in û divê li gorî pîvanên Misilmanîya xwe tevbigerin. Pîvana dîn jî bi kurtasî ev e;
Ne mumkun e ku derewê bixim nav gotina xwe.
Gotin li ser gotinê karekî aqîlane nîne.
Cih heye sukût divê, lê cih heye gotin divê… illehim gotin di heddê xwe û bêxîlaf divê… wesselam.