Gelaştvan
Gelo
ma ji xeynî gelaş
Tu tuwî tiştên din jî
Nadî hev
Ê ku temenê me birîn
Ê ku ziyana me kirîn
Ma gelo
tu wan jî
nadî hev
Ê ku em bela wela kirine
Tûmarxanê bi cî kirin
Ma gelo
tu wan jî
nadî hev
Ê ku her roj
Derd û kul
Li me şîn kirin
Ma gelo
tu wan jî
nadî hev
Ê ku destê me
ji hev kirin
Şûna hîngulîstkê
kelepçe rast kirin
Ma gelo
tu wan jî
nadî hev
Hey gelaştvan geleştvan
Ma ê ku neheqî
Li xwe kirî
Tu caran rehm
li xwe nebirî
Ma gelo
tu min jî
nadî hev