Sed hemd û şukir ji Rebbê me re ku em gihandin biharê, bi wesîleya hejmar û fesla biharê, ev muhebbet kir nesîbê me. Dîsa merhebe ji we tevan re, çi hûr çi gir, çi biçûk çi mezin, yek bi yek selam û rehm û razîbûna Xwedê li ser we hemîyan be ji vir heta wê derê.
Ezîz û hêjayên dilan, sebr û şahîya malan! Her fesl û mewsîm û demsal xweş û rengîn e, lê dema biharê xweş û geş e. Bihar saxbûn e, canbûn e, nûbûn e, şîyarbûn e, xurtbûn e. Ez dizanim can û dilê we jî xweş e, kêfa we pir tê bi hatina biharê. Lewra bihar, dema ger û bazdan û lîstinê ye. Zirnezoq, sêqûçik, hêlekanik, şillê û pillê, qaçaxfirax, kerkê melê, cirrê, heftok û kişanok... Di biharê de ma kîjan lîstok nexweş e? Ma ger û seyra çol û kû derê nebaş e? Lewra pêşîyan gotine:
Adar e, dew li dar e, gazî dike bihar e.
Adar bi dûman, Nîsan bi baran, Gulan ava bû mala cotkaran.
Adar e, mast li mala kevanîyan kubar e.
Adarê, berfê da gulîyê darê, nema danê êvarê.
Barana biharê, li alîyekî mêwê dixe, li alîyekî naxe.
Bi gulekê nabe bihar.
Bihar û havînan pez, payîzan rez, zivistanan ez.
Guro nemir bihar hat, pîrê nemir pel û pincar hat.
Kulîlkê darê, nîşana biharê.
Zivistan bi sar û serma, bihar bi gul û nerma.
Zarok û ciwanên delal! Hûn dibînin ku pêşîyan jî pir û xweş behsa biharê kirine. Helbet wê pesnê biharê bidin, lewra şîr û mast û qatix zêde dibe, li çol û beyar û guheran gîhayên xwarinê peyde dibin. Ma bê tirşok û siping û tûzik û tolik û kereng û kuvarkan, te’ma şîv û xwarinan xweş dibe? Helbet pîvok û xîllok û bilbizêkên şahîya we jî min ji bîr nekirine.
Hûn ji xwe dizanin ku cemre, nîşana destpêka biharê ye. Berê me çend caran behsa cemreyan kiribû. Îcar cemre çi ye?
Cemre; şikestina sermayê, destpêka ber bi hênikayîyê ve ye. Sê cemre hene. Sibat du hefte bimîne ku biqede, cemra ewil dikeve hewayê. Hefteyeke dawîn a Sibatê jî cemra dudoyan e, dikeve avê. Hefta ewil a Adarê jî, cemra sisîyan e, dikeve axê. Êdî hewa ber bi germahîyê ve diguhere.
Zarokên delal! Niha jî em vê çîrokê bixwînin û ders û şîretan jê bigrin.
Gurê Bilûrvan
Hebû hebû, kes ji Xwedê mezintir tunebû. Gurek hebû, yextîyar bûbû, ji lew nikaribû bi rihetî seyd û nêçîra heywanan bikira. Rabû ji xwe re got: “Heta niha min pir heywan kuştin. Êdî bes e. Ezê herim hecê û tobe bikim, hew heywanan bikujim.”
Rabû ji bo çûna hecê ket rê. Di rê de li mîhekê rast hat. Mîh ji tirsan revîya. Gurê extîyar gazî kirê “Xweha mîh! Netirse. Min tobe ye, ez nema heywanan dikujim. Ezê herim heccê” Mîh ecêbmayî ma. Got “Çawa dibe? Ma gur jî qe diçe hecê?” Gurê han cewab da: “Erê, ez nema heywanan dikujim, ezê herim hecê” Rebena mîhê got: “Ê de ku tu çûyî ji min re jî dua bike.”
Gurê yextîyar rê kudand û dewam kir. Çû li qantirekî rast hat. Qantir jî ji tirsa wî revîya. Gurê han gazî wî jî kir: “Birayê qantir, netirse. Ez nema heywanan dikujim. Ezê herim hecê. Min tobe ye.” Qantirê jî bi eynî meraqê ji dûranî ve jê re got: “Gava tu çûyî hecê, ji min re jî dua bike.”
Gurê tobexwaz, rêya xwe domand. Çû çû û li hespekî rast hat. Hesp jî tirsîya û revîya. Gurî jê re jî got: “Birayê hesp, netirse. Min tobe ye. Ez diherim hecê. Ez êdî heywanan nakujim.” Hespê jî lê daxwaza duayê kir dema ku biçe hecê.
Gur bi rojan meşîya. Talîyê betilî û di bin darekê de xwe dirêj kir. Ji birçînan hûr û rêvîyên wî bi hev ve zeliqî bûn. Hal û qawet tê de nemabû. Êdî nikaribû dewam bikira. Ji xwe re fikirî û got: “Ez bi vî halî bidomînim, ezê li deverekê bimirim û herim.” Lê nêrî û tu çare ji xwe re nedî ji bo çûna hecê. Paşê weha got “Yaw ez gur im. Çi ji min re çûna li hecê? Tobe mobe nizanim. Ka ez zû herim wî hespê bixwim.”
Gur vegerîya, çawa hat û hesp zevt kir. Hespî got: “Birayê gur! Ma rêya hecê ew qas nêzîk bû?” Gurî got: “Çi hec, ez gur im, ezê te bixwim.” Hespî got “Wer nebêje birayê gur, ma te got min tobe ye, ez nema heywanan dikujim, ezê herim hecê.” Hespî çi got û negot, jê re nebû derman. Gurî li ser gurbûna xwe israr kir. Hespî dît ku xelasî tune ye ji destê gur, rabû jê re weha got: “Madem tê min bixwî, xwestineke min heye, bîne cî û paşê tu bi kêfa xwe yî.”
Gurî got: “Çi ye?” Hespî got: “Ev serê çendakî ye ku siwarê min li min siwar nebûye, min ew bi çar gavan li der û dor negerandîye. Ka li min siwar bibe, ez bi dilê xwe ğar û baz dim. Dûre min bixwe.” Kêfa gur pir hat ji vê xwestinê. Rabû bi kêf, xwe avêt li ser pişta hespê.
Çawa gurî xwe avêt li ser hespê, hesp bi bayê bezê, da çargavan. Gurî li ber xwe nedidît. Çiqas ji hespê re got, birayê hesp tu pir hijdîn baz didî, hespî guh nedayê heta ber kendalekê ew anî û li wir bi her du lingên dawîyê cotek da xwe û gur di kendalê de wer kir. Hesp xelas bû, gur di kendalê de bêhiş ket. Piştî çend saetan hişê wî hat li serê wî, lê nêrî ne hesp maye, ne hal maye û ji xwe re got: “Ma tu siwar, bavê te siwar, kalikê te siwar, kî te siwar bûyî tu rabûyî çûyî li hespê beza siwar bûyî û ket vî halî?”
Gurê perîşan û birçî, lê nêrî ku tiştekî nexwe ewê yekcar bikeve, qirar da ku here qantirê han bixwe. Nigno heyran lezand û çû qantir zevt kir. Qantir jî got “Birayê gur, ma rêya heccê ew qas nêzîk bû?” Gur, eynî tişt ji wî re jî gotin û li ser gurbûna xwe israr kir. Qantir dît ku ji destê gur xelasî tune ye, jê re weha got: “Birayê gur! Madem tê min bixwî, xwestineke min heye, bîne cî û paşê tu bi kêfa xwe yî.” Gurî got: “Çi ye?” Qantir got: “Ez umrê xwe pir meraq dikim. Vê meraqa min hilîne û tu çi dikî tu dizanî” Gurî got: “Ezê çawa meraqa te hilînim?” Qantirî got: “Xwedîyê min, sala ku ez hatime dinyayê li binê nalên min nivîsandiye. Xwendina te heye, te xêra xwe lê binêrîya û ji min ra bigota, te yê meraqa min hilanda” Gurê birçî got “Ma ji vêya rihettir çi heye” û serê xwe xwar kir ku li nalên qantirê binêre. Qantirî dît ku serê gur ket zevtê, her du nigên xwe yên dawîn bi hemd û hêla, heta qûwet tê de hebû bi serê gur dadan û gur çar pênc metreyan pengizand. Gur bêhiş ket û qantir xelas bû.
Piştî çend saetan, gur dîsa hate li ser hişê xwe. Lê nêrî ku perîşan e û ne qantir maye ne hal maye. Ji xwe re weha got: “Ma tu nalbend, bavê te nalbend, kalkê te nalbend, kî te nalbend bû te rabû çûyî te li nalê qantirê nêrî û xwe xist vî halî?”
Hingî birçîbûnê dabû dilê wî, hew debar dikir. Dîsa qerar da ku here mîha lê rast hatibû bixwe. Çawa çû wê derê ew mîh zevt kir. Mîhê got: “Birayê gur! Ma rêya hecê ewqas nêzîk bû? Tu zû vegerîyayî.” Gurî got: “Çi hec, çi tobe, ez gur im, ezê te bixum” Mîha reben çi got çi negot jê re nebû derman. Gurê birçî li ser gurbûna xwe israr kir. Mîhê dît ku ji destê gur xelasî tune ye, jê re weha got: “Birayê gur! Madem tu yê min bixwî, xwestineke min heye, bîne cî, paşê tu bi dilê xwe yî.” Gurî got: “Tu çi dixwazî?” Mîhê got: “Ji zûde şivanê min ji min re li bilûrê nexistîye û min jî reqs nekiriye. Tu ji min re li bilûrê bixe û ez jî li ber wê bilîzim bi dilê xwe. Paşê tu çi dikî tu dizanî.”
Kêfa gur ji vê xwestinê re hat û rabû ji mîhê re li bilûrê xist. Mîh jî reqisî. Gurî ewqas ji dil li bilûrê dixist, ew jî ket cezba bilûr û reqsê û êdî haya wî ne li derûdora wî bû. Mîh hem direqisî hem jî ber bi gund ve diçû. Bilûr û reqs ewqas dewam kir ku gihaştin nêzî gund. Gundîyan dîtin ku gurekî har, li ber mîha wan e. Rahiştin dar û keviran û li gur xistin. Gurê bilûrvan, çawa bi ser hişê xwe ve hat, gund û gundî dîtin, nigno heyran baz da. Xwe bi zorê ji destê gundîyan xelas kir. Mîh jî filitî.
Gurê birçî, li cîyekî stare sekinî û li halê xwe nêrî ku çiqas perîşan e, ser û ling û pişta wî di xwînê de mane û ji xwe re weha got: “Ma tu bilûrvan, bavê te bilûrvan, kalikê te bilûrvan, kî te bilûrvan bû, tu rabû çûyî te ji mîhê re li bilûrê xist û xwe xist vî halî” û gurê birçî mir.
Çîroka me qedîya, rehmet li dê û bavên guhdaran, le’net li şeytanên ber li dîwaran.
Zarok û ciwanên hêja! Ez dibêjim kêf û kenê we ji vê çîrokê re hat. Ders û şîret li cem we. Lê îsal rojî û Remezana me di biharê de ye. Hemdê Xwedê, ewê înşallah rihet û xweş û bi xêr be. Em radibin sehorê, rojîya xwe digrin. Diçin camî û xetm û terawîhan. Berê weha digotin “Her çî yê bi rojî, fitaran şekir dikojî.”
Hey me behsa rojî û meha Remezanê kir, wê çaxê em vê helbestê jî bixwînin.
REMEZAN
Remezan lutfeke ji Xwedê ye
Remezan fedleke xweş weda ye
Remezan vejîneke Mûhemmedî
Remezan mizgîneke ji Ehmedî
Remezan jîyana îmanê ye
Remezan îmana cîhanê ye
Remezan bihara heyatê ye
Remezan dîyara felatê ye
Remezan derenca rojîgiran
Remezan qezenca xweysebiran
Remezan merhema biratîyê
Remezan kerema hilatîyê
Remezan mahîya cennetê ye
Remezan şahîya milletê ye
Remezan nesreta-l yekummetê
Remezan îzzeta bi wehdetê
Remezan, Ğezzeya berxwedan e
Remezan zaffera-l mu’minan e
Remezan Qur’an û Cebraîl e
Remezan, xusrana îsraîl e