Wergera ji Tirkî: Kelhaamed
Ez beşdarî civîneke derbarê Selahedînê Eyûbî bûm. Beşek girîng a axaftvanên ku li pey hev li ser Selahedîn dihatin kirin, çîrokên nenasên ji pirtûkên menqibeyan hatine berhevkirin bûn.
Hema hema hemî wan çîrokên di civînê de ne rast bûn. Piraniya wan çîrokan qet neqewimî bûn. Lê di eslê xwe de, hemî ew çîrok rast bûn. Çîrok li gorî kesayeta Selaheddîn guncaw bûn. Bingeha veşartî ya çîrokan, bi vegotina destkeftiyên me yên perwerdehiyê, ji bo bawerî, serpêhatî, raman û hestên Selaheddîn tercumanbûn. Selahedîn dibû ku bibe betlê heqîqî ê her yek ji wan çîrokên menqibeyan.
Selahedîn ne tenê kesaytek dîrokî ye, di heman demê de ‘egîdekî gelêrî yê mezin e. ‘Egîdekî gelêrî ku ji ‘egîdên gelêrî yên din bi şanstir e... Ji ber ku li ser muxalifa kesayeta wî menqibe nehatine çêkirin, li ser navê menqibeyan çi dihat gotin li gorî kesayet, helwest û cîhada wî dihat gotin.
Û di rastiya xwe de jî Selahedîn destaneke wisa ya jiyanî li pey xwe hişt ku zihnê însanan ji wê destanê mezintir destanek nedîtiye. Li ser navê qehremantî, comerdî, edalet û veberhênana ‘ilmê çi were gotin, encax dikare bibe beramberî rastiya wê. Aqilê însanî ji bo dewletdar û leşkerekî ku ne xwediyê wesfên pêxemberiyê bû, ji vê serdestiyê zêdetir nikarîbûye bi dest bixe.
Yên ku derheqê wî de çîrok digotin, him jê fam dikirin him jî pir jê hez dikirin. Digotin; Selahedîn mucahîdekî rast bû, ku pabendî kitêba Xwedê û sunneta Resûlê Wî bû, Misilmanekî hişyar bû, hemû mal û milkê xwe di rêya Xwedê de xerc kir, da ku bi qasî ji destê wî tê Misilmanan bike yek û Qudsê ji nû ve bi dest bixe. Li hember neyarên xwe gelek girîngî dida zanînê, ehlê zuhdê bû.. qenc bû. Her yek ji vana taybetmendiyeke Selahedîn e, zêdetirê wê jî heye, kêmî wê nîne.
Ê ku menqibeyan dibêjin û dinivîsin, gelo çewa çêbûye ku ji metnên lefzên wan ne sehîh in, hewqas portreyekî rast ji bo Selaheddîn derxistine?
Ji ber ku ew, gelên heman dinyayê yên Selahedîn bûn. Ji ber ku ne laîk bûn û bi laîkî nêzikî metnên zanistî nebûn, bi Selahedîn re di heman potê de bûn. Ji ber vê sedemê di nivîsên ne sehîh de jî dikaribûn wî rast fehm bikin û di metnên nediyar de jî dikaribûn mijara sereke ya metnên ku di rojên wî de hatine nivîsandin de bigirin.
SELAHADDÎN KÎ YE?
Selahedînê Eyûbî;
Di sala 532'yên hicrî, 1138'ên mîladi de li Tikrîtê hatiye dinê.
Di serdema Nûredîn Mehmûdê Zengî de tevî apê xwe Şîrkûh beşdarî tekoşîna rizgarkirina Misrê bû ya di bin desthilatdariya Fatimiyan de ji xetera êrîşa xaçparêzan.
Misrê anî nav yekitiya Alema Îslamê.
Wî, bernameya siyasî ya îhyakirina Alema Îslamê bi riya Gezzalî ku di serdema Nûreddîn Mehmûdê Zengî de dest pê kiribû, bi biryardarî berdewam kir.
Wî, beriya fetha Qudsê a di sala 1187 de, artêşa hevgirtî ya Xaçperestan di Şerê Hattînê de şikand.
Wî Quds û beşeke girîng a herêma Rojhilata Derya ya Sipî ji dagirkeriya xaçparêzan rizgar kir.
Her çiqas ew bi vê serkeftina sembolîk di dîrokê de hatibe naskirin jî, serkeftina wî ya herî mezin di sefera sêyemîn a ku Xaçperestên Alman, Frensî, Sîcîlyanî, Îtalî û hemû Xaçparêzên niştecîh beşdarî bûn de bû. Bi vê serkeftinê, ew wekî yek ji mezintirîn mareşalên dîrokê hate tomar kirin. Derbeyek mezin li biryardariya kralên Ewropî xist ku di xwestin werin Rojhilat. Di heman demê de li Misir û Sûriyê pêngaveke mezin a pêşketinê da destpêkirin. Wî bi avahîya leşkerî ya ku pêşxist û medreseyên ku ava kir, di Alema Îslamê de şiyarbûneke mezin a zanistî çêkir. Ew bû navê sembolî yê pêngava rizgarî û geşepêdanê ya mezin ku bi Nûreddîn re li Alema Îslamê dest pê kir û bi Împaratoriya Osmanî bi dawî bû.
Memlûkên ku di rêya wî de mezin bûn, Alema Îslamê ji êrîşa Mongolan rizgar kirin.
Di bin rêberiya alimên ku di medreseyên serdema Nûredîn û Selahedîn de hatibûn vekirin de gihaştibûn, Împaratoriya Osmanî bi sedsalan Alema Îslamê weke hêza herî mezin a cîhanê li pêş hişt.
Faaliyetên wî Ewropaya Katolîk hejand û di pêkhatina Ewropaya nûjen de bû xalek werçerxê. Her wiha bi xebatên wî û Nûreddîn Îsmaîliye hat asta ku ji dîrokê bê paqijkirin, Îmamiye jî derket pêş û bi vî awayî zemîna Dewleta Sefewî danî. Ji ber vê yekê Selahedînê Eyûbî bêguman yek ji wan navên herî mezin e ku dîroka cîhanê guhertiye. Bi vê taybetiya xwe ew jî yek ji wan navan e ku di dîroka cîhanê de piştî pêxemberan herî zêde berhem li ser hatine nivîsandin.
Lêbelê, lêkolînên akademîk ên ku ji hêla Cihû û Evanjelîstan ve têne fînanse kirin, û akademiyên di bin bandora wan de, ji bo veşartina rastiya Nûredîn-Selahaddîn xebatan dinivîsin û bi kiryara navdar a qernê, agahdariya rast bi agahdariya derewîn an girseya agahiyê vedişêrin. Dema akademîsyenên ku li ser kesayetên manewî yên wekî Nûredîn û Selahedîn bi nêzîkatiyeke laîk xebatê dikin, her çendî niyeta wan a xerab tune be jî muktesebateke ku bi rastiya Selahedîn re li hev nake derdikeve holê.
Temamê van hewlan xizmeta dûrxistina neslên me yên nû ji rêya Selahedîn û berdewamkirina dagîrkirina Qudsê û deverên din ên cîhana Îslamê dike.
Menqibeyên derbarê Selaheddîn de bi eslê xwe rast in, bi lefzên xwe jî derew in. Nivîsên akademîsyenan jî bi lefzê xwe rast in lê di esasê xwe de derew in.
Ger xebata li dijî Selahedîn dewam bike, wê gav bi gav menqibe ji rojevê derkevin. Li cem me tişta rast derheqê Selhaddîn de, muktesebateke ku bi fêmberiya sekuler hatiye çêkirin wê bimîne.
Eger em rastiya Selahedîn bi hemû destkeftiyên (muktesebat) wê û bi niyeta baş bikarneynin û lêkolîneke berfireh li ser nekin, wê di dema bê de mesela Selahedîn zirareke mezin bibîne. Û ji xwe mînakeke weke wî hêja bi hêsanî pêk nayê.
Di bîranîna fermandarê mezin ê ku di 4'ê Adara 1193'an de wefat kiriye, di sala 830'emîn salvegera wefata wî de mirov vê rastiyê piştguh neke baş e.