Farqîn qeza (navçeyeke) Diyarbekirê ye, bi eserên dîrokî, bi ehemmiyeta xwe cîyeke kevnare ye. Di dêrokê dê bûye merkeza gelek milletan. Di sedsalên dawîn de jî bi şênkaya xwe, bi seyda û medreseyên xwe meşhûr bûye. Nexasim wek merkeza ‘ilmê tê zanîn. Jibo Farqînê Sîlwan, Silîvan jî tên gotin.
Krokîya Kelha Farqînê, me li jêr daye nîşandan. Pêşîya pêşî me xwest ku em ji ‘ezman ve li Kelha Farqînê bimeyzînin jibo di zihna me da bi şekil bibe. Ev kirokî nîşan dide ku devera bajar lê ava bûye, cîyeke gelek girîng û jeopolitik e. Di navbera şaristana Amedê, şaristana Cizîrê û şaristana Mêrdînê de ava bûye.
Farqîn û navên Farqînê ji ku ve tên?
Farqîn: Farqîn; kurtkirina Meyafarqîn/Mafarqîn an Mayyafarqîn e ku navê bajarê di nav kelê de ye. Li rojhilatê gundê Qulfayê, li nîvroyê rojhilatê wê Gundêreşo û li bakurê rojavayê wê jî gundê Şifqet hene. Ji alîyê îdarî ve herçend bi Farqînê ve girêdayê bin jî, Farqîn nînin.
Sîlwan: Di çaryeka dawîn a sala 1800î de ku Farqîn bû qeza û baregehê qeymeqamiyê, bi Tirkî navê “Silvan” lê hate danîn. Silvan ji navê Silîvanê guherîye ku îro bi tenê bi Tirkî û di nivîsên Tirkî yan fermî de tê bikaranîn.
Silîvan: Di nav gel de bi piranî dengê “n”ya dawî dikeve û wek Silîva tê gotin herwekî Bota(n), Xerza(n), Şikaka(n). Silîvan; navê yek ji sê konfederasyonên ‘eşîrên Kurmancan e: Mîlan, Zîlan û Silîvan. Ji zozanên xwe yên li Sîpanê, Xelatê heta germîyanên xwe yên li rojhilat û bakurê rêzeçiyayên Qerejdax-Mêrdîn-Torê wek bergeh dane ber xwe, li wan deran danîne û bicî bûne.
Di avakirina alayên Hamîdiyê de, îdara seltenetê li ser vê tevgerê sekinîye: Ji Mîlan Brahîm Paşa, ji Zîlan Kor Huseyn Paşa û ji Silîvan jî Seyfedîn(Sêvdîn-Sêrdîn) Paşa kirine paşayê van herêman. Di wê demê de Farqîn hem bûye baregeha qeymeqamiyê û hem jî ya Seyfedîn Paşayê ku li navçeyê bi navê Sêrdîn Paşa jî tê nasîn.
Mîr Celadet Bedirxan, di Hawarê da gava giliyê ‘eşîrên Botan dike, dibêje ku ew ‘eşîr gişt Silîvî ne.(1)
“Eşîra Jêliyan, ‘eşîreke ji ‘eşîrên Botan e. ‘Eşîrên Botan sî, sîw pênc ‘eşîr in û bi awayê jêrîn jihev vedibin: Koçer û Dêmanî. Koçer jî du berin. Çixsor û Şilît. Çixsor: Mîran, Alikan, Dûdêran, Dawudîyan, Soran, Garisan, Gergerî. Şilît: Batûyan, Teyan, Xêrkan, Kîçan, Mûseraşan. ‘Eşîrên deşta Silopî: Hewêrî, Zêwkî, Spêrtî, Reşikan… Dêmanî; di vî milê avê de: Meman, Hesenan (jêrîn û jorîn), Ebasan, Alîyan. Di vî milê avê de; Berwarî, Erih, Garisan (koçerê wan jî hene) Welat Kelhok, Welat Kêver, Welat Kilîs, Şûvan, Jêliyan, Dêrşew, Hacî Aliyan, Keran, Harûnan, Silopiyan, Hecî Bêra; Şernax, Goyan. Van ‘eşîrên Botan tev Silîvî nin.
Silîvî: 1- Kes, tişt an rê û rêçika ji herêma Silîvan. Her wekî Siyabend an Siyamendê Silîvî, şelwarê silîvî, çarika silîvî… 2- Awayê kurmanciya herêma Silîvan e ku li rojhilat ji kurmanciya Botan-Hekar-Behdînan û li nîvro û rojava jî ya Mîlanî û rojavayê Qerejdaxê bi hin awayan vediqete.
Ehmedê Xanî, di Mem û Zîna xwe de kurmancîyê bi sê devokan dabeş dike.
Bohtî û Mehmedî û Silîvî
Hin le’l û hinek ji zêr û zîvî (2)
Zaravayê Silîvî mijara nivîsek cuda ye ku Xweda bike qismet ezê di pêş da li serê nivîsekê pêş bikim. Gelî dosta, navçeya Farqînê navçeyeka dîrokî ye. Di nivîsê xwe yên pêş da bi teferûat ezê behsa vê navçeya kevnar bikim. Vê nivîsa min bi pêşgotin qebûl bikin. Bimînin di xêr û xweşîyê da.