Eya nefsim were veger
Jibo tobê bike tevger
Bibêje ya Reb ez hatime
Bi poşmanî hem bi berger
Pir mezin e Rebbê ‘alem
Afirandî lewh û qelem
Zevî yû rez bostan û lem
Deşt û çiya hem dar û ber
Ji bûyera dersê bigire
Neyarê me keko nefs e
Tobe bike îdî bes e
Beryîa mirin ji nişkave wer
Jiyan şêrîn mirin ta’l e
Qebra tarî ji me re mal e
Ew behişt e yan kortal e
Wey liminê nîne mefer
Êş giran e dax û birîn
Ji kezebê herikî xwîn
Werin li ser xwe em bigirîn
Wê mal û mulk bibin heder
Qebra tarî ew axa sar
Tê de hene dûpişk û mar
Çare tune gidî hewar
Tu j-kêr dike xwelî li ser
Rişme bike nefsa cemûh
Were tobê bi qelb û rûh
Tobe bike tobeya nesûh
Tê xwe xelas bikî ji xeter
Tobe ferz e ji guneha
Wê nespêre sal û meha
Pir hêja ye qîmet buha
Ew çêtir e ji zêrrê zer
Werin tobê gelî dosta
Biçûk mezin tev mamosta
Li ber Xwedê vekin desta
Bêjin ya Reb bid me zafer
Ma sîwellah bide alî
Berê xwe bid zulcelalî
Tê bigihîje rutbê ‘alî
Hem tê xelas bibî ji şer
Ji xefletê bibe hişyar
Bide nefsê ders û ‘eyar
Ji Xwedê re bibe xweş yar
Ji heqîyê re bibe nefer
Xwe nizm bike nebêje ez
Tu paqij ke dil ji merez
Tobe bike bi lez û bez
Tê xwe xelas bikî ji keder
Tobê neke şert û bazar
Derd û keder bi sed hezar
Li ber Xwedê bik zarezar
Ji êş û jan namînin eser
Nefsa gewî wek hespê har
Ji ser sera nekşîne dar
Wê qedexe bike ji zirar
Tu qet nedê keys û serder
Salih xwe rast bike hela
Tev raneke derd û kula
Nûra Qur’an wek meş’ela
Li pêşîya xwe bike fener