Dinya a tofanê
Dinya a zulmê
Li rex Tûrê Sîna
Ji nû ve kelîya xwîna Yehya
Çemek jê herrikî
Çemê xwînê
Ji kezeba zarokan
Dikelije û vedireşe
Çemê xwînê
Dadiwerivin ji gerdena Zekeriya
Qirtêlên xwînê
Nalîna ‘Uzyer e
Dinale û dinale
Şehîd hilfirîn û çûn
Ji demarên Ehmed Yasîn
Kulîlkên xwînê reh vedan
Şîn bûn
Fêkî dan
Fêkîyên dara azadî
Îsmaîl ey Îsmaîl!
Mirin êdî mir
Wela teqûlû lîmen yuqtelû fîsebîlîllah
Di ava heyatê de
Li rex çemê xwînê mirinê bikuje
Û birîna xwe bişo
Îsmaîl ey Îsmaîl
Birîndar êdî jîndar e
Lew mizgîn anî Hudhud
Û
Fir da çû Baxê Ridwan
Torinên Nemrûd û Fîr’ewnan
Ji Nûve agir dada ne
Ya narû kûnî berden we selama
Mizgîn li te
Mizgîn li te
Ey Îsmaîl
Tefîya
Elbet dê bitefe agirê kufr û zulmê
Ey Îsmaîl!
Di nav gul û kulîlkan de
Vedibeşire bapîrê te Îbrahîm
Mizgîn li te ey Îsmaîl
Veke derê Ridwanê
Wa bi xwe vebû
Îsmaîl!
Ka silavek bide Îbrahîm
Li kêleka Zekerîya rûnê digel Yehya
Bixwîne bo wan
Gilî û gazinan bişîne ‘erşê ‘ezîm
Eman ha eman
Ji bîr nekî erzûhala Ehmed Yasîn
Digel xwîna şehîdan