Ji çaxa tarîx ava bûye heta niha beşeriyet jiyana xwe bihev re domandiye. Lewra Xweda insanan muhtacî hev xuluqandiye. Hin mirov bûne ‘eşîr, hin bûne qebîle û hin jî bûne dewlet. Jiyana xwe bi hev re domandine. Jixwe Xweda (C. C.) jî di suretê Hucûrat de evê bûyerê wiha tîne ziman: “Me we millet millet û qebîle qebîle xuluqandiye da ku hûn hevdû nasbikin.”
Li welatê me jî ji çaxa dîrok ava bûye heta niha gelek ‘eşîr peyda bûne. Hin ji wan di pelê dîrokê de hunda bûne hin jiwan jî heta niha li ser piyan mane. Eşîra Surgucî jî bi sazûmanê xwe di pelê dîrokê de mabe jî bi navê xwe hê jî di herêmê de bi nam û deng e.
Derheqê koka navê Surgucî de îxtîlaf hene. Hin dibêjin ev nav ji ‘eşîra Sûrçî tê. Ku eşîra Sûrçî jî li herêma Mûsulê ye. Hin jî dibêjin ev nav ji qeza Riha’yê ji Surûcê tê. Lê di vê meselê de tifaq tuneye.
‘Eşîra Surgûcî di herêma Kurdan de ji ‘eşîrên herî mezin e. Herêma ‘eşîrê, li bakûrê Mêrdîn û li rojava Stewrê dikeve. Di rojava eşîrê de jî çemê Sultan Şêxmûs û rêya Mêrdîn û Dîyarbekir derbasdibe.
Derheqê hinek gundan de îxtîlaf hebe jî di bin îdara ‘eşîrê de evan gundan hebûne; Derguyz, Derduk, Kanî, Genikê, Barman, Bernişt, Şatih, Baqustan, Elfan, Ewêna, Baqewsê, Cillîn, Şûrê, Şûtê, Şorşib, Qerhêta, Dandanê, Qirdîlek, Eydo, Îsepar, Dengizan, Kurêhelal, Kunnifir, Kurêheram, Tizyan, Qewsan, Şivistan, Kerxê, Sultan Şêxmûs, Axres, Kuferdel, Şêx Elî û Zonê.
Serokê ‘eşîrê Ehmed Axa û eqrabaên wî îdara eşîrê li gundê ‘Ewêna dikirin. Îro jî hê li gundê ‘Ewêna qonaxa Ehmad Axa li cihekî bilind û mustehkem li ser piya ye. Gundên ku bi ‘eşîrê ve girêdayîne di erdnigareke avî û munbît de ne.
Îro bi navê xwe yî fermî gundê Surgucî li herêma Stewrê hê he ye. Navê gundê Surgucî jî bi eslê xwe “’Ewêna” ye. Dîroka gund digihîje sala 1267 a mîladî. Sultanê ‘Usmanîyan Yavuz Selîm di sala 1515 an de wexta ku herêma Kurdistanê dixe destê xwe ev herêma ‘eşîra Surgucî jî bi dest dixe. Gundê ‘Ewêna di zemanê ‘Usmanîyan de nêzîkî 90 salî di statuya qezayê de mabû.
‘Eşîra Surgucî di dîroka xwe de bi hêla hêz û quwetê gelekî dewlemend bû. Bi hezaran leşker di bin emrê ‘eşîrê de bûn. Gelek caran ‘eşîr bi tevlî van hêzên xwe têkilî herban dibû û di siyaseta herêmê de xwedîgotin bû. Xusûsen di sedsala 17, 18 û 19’an de di herêma Mêrdîn de tehekkumekî mezin çêkiri bû. Hin caran ew û Axayê Mêrdîn hin caran jî ew û hinek axayên herêmê bihev re herb dikirin.
Ser meselê ‘Eşîra Surgucî, îdaretiya îdarevanê Mêrdîn Mehmed Se’îd Axa qebûl nakiribû. Ew çax Mêrdîn qezayek bi Mûsilê ve girêdayî bû. Ji ber ku eşîr serî hildide, Se’îd Axa jî bi artêşek nêzîkî 10.000 nefer dimeşe ser gundê Tizyanê. Ew çax artêşên eşîrê li Tizyanê kom bibûn. Li wêderê herba ku qewimîye bi mexlubiyeta Se’îd Axa bi dawî bûye. Se’îd Axa fam kiriye ku ev mesele bi tehkkumê ewê neçe serî û vedigere Mêrdîn. Paşê jî ew û serokê Surguciyan bi kîrvetî li hev hatine û bûne kîrvên hevdû.
Axayê ‘Ewêna ê herî bi nam û deng Ehmed Axa bû. Ehmed Axa bi zilma xwe û bi alîkariya dewlata ‘Usmanî nam dabû. Wexta ku Huseyîn Axa di herêma Bismil de li hember ‘Usmanîyan serî radike, Ehmed Axa jî alîkariya dewletê dike û bi topan êrîşî ser Huseyîn axa dike. Huseyîn axa mexlub dibe.
Tê rîwayet kirin ku di herba cîhanê a yekemîn de 214 kes ji gundê ‘Ewêna diçine têkilî artêşên ‘Usmanîyan dibin. Lê ji van 214 kesan bes 21 yek kes vedigerin. Yên mayî jî tên texmînkirin ku di herbê de ewê hatibin kuştin.
Di sala 1925’an de wexta ku Şêx Se’îd li hember dewlata cumhuriyetê qiyam dike, kurê Ehmed Axa Kamil Şahîn Beg jî di herêma Qerejdaxê de li hember artêşên Şêx Seîd li kêleka dewletê herb dike. Lê mixabin ew jî ji ber ku xîyanet bi gellê xwe re kiriye cezayê vê xîyanetê ji destê dewletê dibîne. Piştî qiyam tê çilmisandin ew jî tê surgûn kirin ji teref hevalên xwe yên di nav dewletê de.
Di sala 1960 i de piştî înqilabê navê gundê ‘Ewêna weke gundên din yê Kurdistanê tê guherandin. Navê wê yê fermî dibe Sürgücü.
Hetanî herba cîhanê a yekemîn di herêma ‘eşîrê de gelek Ermenî û Suryanî dijîyan. Îro jî hinek Suryanî di vê herêmê de jiyana xwe didomînin.
Di gundê ‘Ewêna de gelek malbat dijîyan. Evana hinek hê li herêmê ne û hinek jî belav bûne. Hinek jiwan heta Avrûpa û Stenbolê jî çûne.
Evana;
Mala Sorî: Tê rîwayet kirin ku ji hêla ‘Iraqê ve hatine û bi eslê xwe Xiristîyan in.
Mala Huseynî: Qismek ji wan ji Behdîna qismek ji wan jî ji Şemrex hatine.
Mala Aşiq: Qismek jiwan ji hêla Qerejdax, qesmek jî ji hêla Cizîrê hatine.
Mala Gevrî: Ji ‘Iraqê hatine.
Mala Serwerî: Bi eslê xwe ji gundê ‘Ewêna ne û paşê Musilman bûne. Di serê ewil de li hember axayan derketine.
Mala Qambo: Ew jî bi eslê xwe ji gundê ‘Ewêna ne û alîkarî bi axayan re kirine.
Mala Odabaşî: Niha paşnava wan Öztürk’in.
Mala Xalito: Bi eslê xwe ji ‘eşîra Zengî ne. Ehmed Axa wan aniye gund.
Mala Axa: Malbata Ehmed Axa ne. Niha paşnavê wan Şemîn e.
Belê zulm û neheqî jî di dîroka ‘eşîran de gelek hebû ye. Her çiqas neketibe pelên dîrokê jî ‘eşîra Surgucî bi zilm û neheqîyê nav û deng dabû. Di hişê millet de ev zilm û neheqî bi devkî hatiye parvekirin hetanî roja me. Kal û pîrên me ê niha li heyatê ne wexta ku behsa wê demê dikin (ya bi çavên xwe dîtine yan jî ji yekî ku bi çavên xwe dîtiye seh kirine) tê famkirin ku zulm û neheqî gelekî zêde bû ye.
Millet di tunebûnê de rojek birçî rojek jî nîv têr dikete nava cihên xwe. Zarokên Axa û malbata axayan jî di koşkan de di nav zewq û sefayê de dijîyan. Gelek caran însanekî bêxwedî bûna tu temînata wî tunebû. Dibe ku malê wî bi zordarî ji dest bihata derxistin. Ev tiştana hê jî di bîra millet de ne û hêjî têne qalkirin.