Hoşiyar be da nekî ‘umrê xwe bê ḥasil telef
Lew ku nadit faîde mal, genç û ewlad û xelef
Maceraya Xudr û dîwarê yetîmê bû selef
Vî zemanî her kesek mî’marê dîwarê xwe ye
-Xanî-
Bidûketina dinyayê di dîn û ‘urfa me Kurmancan de tu carî qenc nehatiye dîtin. Dunya tiştê fanî, nefsanî, berjewendiyên şexsî temsîl dike. Meqsed ji dunyayê têrkirina beden û çavan e û terikandina îhtiyacên qelbî ye. Di heman weqtê de kişandina zewq û sefaya maddî ye û jibîrkirina îhtiyacên rûhî û me’newî ye, îhmalkirina nirxên dînî, qewmî û însanî ye.
Di nav gotinên me de gotinek heye ku dibêje “filan keso bi dû dinyayê ketiye.” Ev gotin teswîra wî kesî dike ku dinyayê xistiye hedefa xwe, derd û ğema wî her dinyaya wî ye, kêfa wî gelek ji dinya wî û mijûltiya pê re tê. Her wiha tê ser me’naya ku ew kes bi dû tiştên beyhûde, bêfêde ketiye. Di heman weqtê de tê ser me’naya ku ew kes ne bi ’eqil e, çimkî karekî ne hêja dike. Çimkî karê hêja ew e ku fêdê bide xwedîyê xwe, fêde jî ew e ku îhtiyacên însan ên nêz û dûr pêk bîne; di demên tengasî, kêmasî û afatan de wî xelas bike. Îhtiyacên nêz ên di dinyayê de ne ku ew jî ne gelek in û zû derbas dibin. Lê yên dûr ên axretê ne. Axret ji ber ku ebedî ye îhtiyac û haziriyên wê jî hem cuda ne hem girîng in hem jî li vê dinyayê tên temînkirin.
Îhtîmamdana bi dinyayê tê ser me’naya îhtîmamnedayîna bi nirx û qîmetên me’newî. Di serê van nirx û qîmetan de jî şî’arên dînî û îbadet tên. Wek bicîanîna ruknên Îslamê, tehsîla ‘ilmê, xizmeta ji bo dîn û millet û welat. Terikandina xizmetê jî yek netîceyên wê ne. Her wiha sistbûna di xizmetê de jî encax bi vî rengî tê tefsîrkirin. Ji ber vê yekê Selefên salihîn hezkirina dinyayê yek ji nexweşîyên qelbî hesibandine. Her wekî ji menakibên pêşiyan tê fêmê dinyewîbûn ne îro derketiye, ji destpêka jiyanê des tpê kiriye. Ji şerê Habîl û Qabîl destpêkiriye. Qabîl ji bo “navê dinyayê” birayê xwe Habîl kuşt.
Di vê serdema me ya modern de Sekulerîzm ku tê gotin, wê dunyewîbûna ku di dînê me û ‘adet û kevneşopiyên me de neqenc hatiye dîtin her ew e.
Di nav me Kurdan de wê “nexweşîna” fikrî û hizrî bi navekî nû lê bi formateke nû wek nêrîneke taybet li dunyayê belav bû. Ji ber ku nû bû, wek her tiştên nû gelek xelkan ew xistin nav xwe, bi kêf ew hembêz kirin. Li vê nexweşîna modern bi çavê dermanekî modern hate temaşekirin. Wek pêleke bi quwwet li hemû sehayên heyatê tesîr kir. Wê, di heyata komaleyatî, heyata siyasî, heyata destûrî, heyata qanûnî, heyata ‘ailewî û medenî de tesîra xwe nîşan da.
Sekulerîzmê di dunyayê de çi kir? Em qewmê Kurd jî di nav de hemû qewmên Musluman, hemû pêkhatîyên ummetê lazim e li ser vê nexweşîyê di nav xwe de lêkolînan bikin bê ka ev nexweşî gihaştiye kû dera me, di me de çiqas texrîbat çêkiriye, ber bi kû derê ve diçe. Evêya xalekî girîng e. Bes ji bo me Kurdan xaleke girîngtir û xetertir heye ku ew jî “sekulerîzma Kurdî” ye. Muslim yan ğeyrîmuslim di dunyayê de ti qewmekî ku bi nisbeta sekulerîzmê bi bal navê wî ve sekulerîzmeke taybet hatibe çêkirin tune ye. Ev xal jî îşaretî bi bal mizawirtiyekê dike.
Sekulerîzma Kurdî nexweşîneke siyasî ye. Hinek kesên ku dixwazin îdeolojiyên xwe yên sekuler li ser rûyê erdê bidin îcrakirin lê ji bo vê hedefê axeke bêxwedî û qewmekî bêserî nedîtin ji ğeyrî axa Kurdistanê û qewmê Kurd, rabûn tekoşîna qeziya Kurdî kirin alet ji bo vê projeya xwe. Çimkî bê sebeb û bêyî ku îhtiyacek peyda bide rabin yekser bibêjin “Kurdno, werin bibin sekulerê ateîst" û qenciyên îdeolojiya xwe bibêjin jî, ji Kurdan tu kes vê gaziyê wê qebûl neke. Çimkî pirraniya Kurdan, yanî “sewadê e’zem” ji wan Musluman in, dîn û qîmet û nirxên xwe yên me’newî nadin bi dunyayê. Ê baş e, çewa çêbû?
Li ser esasê îdeolojieyeke sekuler tekoşineke Kurdî hate destpêkirin. Di vê tekoşînê de meğdûriyet û mezlûmiyet û mehrûmiyeta Kurdan hate îstîsmarkirin û îstiğlalkirin. Di şerrê li hember dujmin de ku bi hezaran Kurd hatin kuştin, hemû muqeddesat hatin binpêkirin, ideolojiya sekuler hate tetbîqkirin. Ji bo serkeftina îdeolojiyê terka dîn û mûqeddesatan hate îcbarkririn. Ji bo ku navê “Muslumanti”yê ji ser civaka Kurdî rabe û dema behsa Kurdan bi giştî hate kirin civakeke sekuler were tesewwurkirin û ji bo ku sekulerîzim bibe exlaq û tebî’etê Kurdan her fersend meşrû’ hate qebûlkirin û cîbicîkirin.
Ji ber ku “şerr di ber mafê Kurdan de dihat kirin” Kurdên saf jî çavê xwe ji eciqandina muqeddesatan re girtin. Çimkî “di şerr de terr û hişk bi hev re dişewitin” û nêrrîna “madem li hember zalimekî mucadela mafê Kurdan tê kirin ew çağ ji sekulerizmê re musamehe werekirin jî tişnabe” belavbû. Ev têgihêştin di nav gelek Kurdan de cî girt. Esaleta Kurdî li beranber sekulerîzmê nehat muhafezekirin.
Bi vî rengi li ser îstîsmarkirina hestên qewmî yên Kurdî îdeolojî hate avakirin. Di oğira vê îdeolojiyê de tekoşîna ku di nav Kurdan de hat bi rêxistin jî navê wê danîn “tekoşîna Kurdî”.
Di dawiyê de Kurdan çi bi dest xist çi ji dest berdan?
Di nav civaka Kurdan de beşek peyda bû ku xwe bi temamî teslîmî vê îdeolojiyê kir, pê razî bû, di nezera wan de Kurdîtî her ew îdeolojî bi xwe ye, bêyî wê Kurdîtî nabe. Di nav vanan de kesên Musluman, dîndar û hetta mela jî hene. Ew ji alîyekî ve Musluman in ji aliyê siyasî ve jî piştgiriya tekoşîna îdeolojiya îlhadî ya sekuler kirin.
Tekoşîna sekuler, Îslamê ji xwe re mani’ dît. Rabû wê wek sebebê meğdûriyeta Kurdan da nîşandan û xwest wê di çavê xelkê xwe de reş bike. Gelek kes jî pê xapiyan, li hember hereke û şî’arên Îslamî bertek û nerihetî peyda bûn. Di nav wan de kesayet, sazî û hereketên Îslamî wek dijminê Kurd û Kurdîtî hatin qebûlkirin.
Ji aliyê din ve li hember vê helwesta ğelet di nav Kurd û Tirkên Musluman de helwesteke din a ğelet peyda bû: “Her kesê ku de’wa Kurdîtî bike nejatperest e, li dijî Îslamê ye.”
Di nezera me de Kurdîtî xwedan esalet e, qîmetekî însanî ye, ayetekî Rebbanî ye, dewlemendiyeke kewnî ye, xwedîderketina li wê wacibê hemû Muslumanan e. Mucadele û serkeftina li hember sekulerîzma Kurdî, bi xwedîderketina Kurdên Musluman li qiymetên xwe yên însanî û Îslamî mumkun e.
Bayê seherê dixwaze sirrê xwe ji te re veke, hay ji xwe hebe tu ranezî.
-Mewlana Celaleddînê Rûmi-