Di jimara meya çûyî da me qalû behsa tekoşîna Şervîn û Nasruddewle kiri bû. Divê hejmarê da jî emê behsa emîrtîya Nasruddewle û îxaneta Şervîn bikin. Ji ber ku îxanet tiştekî pir xerab e, ez dixwazim bi berfirehî li ser vê bûyerê rawestim. Ji ber ku îro rewşa hem Misilmanan û hem jî bi taybetî jî ya Kurdan encama tovê xiyanetê ye. Ji ber vê yekê jî ez dixwazim di çarçoveya îxaneta Şervîn a Nasruddewl de hem li ser xiyanetê û hem jî li ser encama xiyanetkaran rawestim. Berî ku ez li ser vê yekê bisekinim, ez dixwazim hûrgiliyên xiyaneta Şervîn a li Nasruddewle û hem tedbîr û tevgerên Nasruddewle yên li dijî vê yekê rawestim.
Ez dixwazim behsa tedbîrên Nasruddewle yên li dijî xiyaneta Şervîn bikim. Hoca Ebu’l-Qasim name ji ‘eşîrên Kurdan yên der û dorê re şand ku xiyaneta Şervîn paşve bixin û yek ji mîratgirên textê Merwaniyan Nasruddewle bidin ser text. Ji wê yekê tê fahmkirin ku etnîsîteya ku hêza dewleta Merwanî pêk tîne Kurd in.
Nameyên ku Ebû Qasim ji hawîrdorê re şandibûn dest bi encamdana xwe kirin. ‘Eşîrên kurdan yên derdor tavilê bersiva nameyên Ebû Qasim dan û dilsoziya xwe ji Nasruddewle re ragihandin û yekser hatin Erzenê ku Nasruddewle lê dima. Li dora Nasruddewle kom bûn û bûn yek.
‘Eşîretên Kurda bersiva nameyên Ebû Qasim dan û alikariya xwe ji Nasruddewle re ragihandin. Û ‘Eşîrên Kurda yên di bin Mîrêtîya Merwanîyan de yek li pey hev dest bi hatina bajarê ku Nasruddewle lê ye, ango Erzenê, kirin. Û li dora Nasruddewle hêzeke mezin ava kirin. Li gorî gelek dîroknasa ev bûyera hanê teqrîben di sala hicrî 401/1011 de qewimiye.
Piştî ku Şervîn Nasruddewle negirt û îxaneta wî li der û dorê hat bihîstin, divê wî dît ku qederek dijwar li benda wî ye û her ku diçe bêtir aciz dibû. Û xwîn di çavên wî de bû. Û li Farqînê da asê mabû. Weke bajarok ji bilî Farqînê tu hêza wê tunebû. Gelê Farqînê hem ji xiyaneta wî û hem jî ji rêveberiya wî ya xerab roj bi roj bêzar dibû.
Nasruddewle ji bû ku Meyyafarqînê ji destê Şervîn derxîne bi Hoce Ebû Qasim re plan çêkir. Helbet divê neyê jibîrkirin ku waliyê Erzenê Ebu Kasım bû ku nehişt Şervîn bigihêje armanca xwe. Serhildan bi qasî salekê berdewam kir û di vê pêvajoyê de Ebû Kasim li cem Nasruddewle radiweste.
Têkoşîna Nasruddewle-Şervîn
Nasruddewle û wezîrê wî Ebu'l Qasım bi artêşa ku ji Kurd’an ava kiribûn, tavilê çalakî li dar xistin û êrîş dan li ser Rabad’a ku ji derveyî Meyafarqînê bû. Rabad cihekî derveyî sûrên Meyafarqînê û li bakûr-bakurê rojhilatê bajêr e. Mîna qereqolek bû ku êrîşên derve yên li ser Meyafarqînê pûç bike. Hemû leşkerên li wir bi cih bûne yekîneyên siwarî bûn (İbn Şeddad, El-A’laku’l-Hatîre: c.3/1,s.273-İbnu’l-Ezraq, Mervanî Kürtleri Tarihi, s.118)
Artêşa Nasruddewle hemû mal û milkên Rabatê talan kirin û piraniya mêran kuştin. Her çiqas Şervîn û leşkerên xwe ji bajêr derketin û bi wan re şer kirin, lê di şerên dijwar de şikestin û Şervîn neçar ma ku bireve. Her tiştê wan bû trofe û gelek zilamên wan hatin kuştin.
Nasruddewle û wezîrê xwe Ebu'l-Qasım bi leşkerên xwe ve vegeriyan Erzenê. Piştî ku Nasruddewle gihîşt wir, hemû xenîmetên ku bi dest xistibûn di nav leşkeran de parve kir û bi xwe tiştek negirt. Eşyayên di xezîneyê de jî derxist û li wan belav kir û alavên nû da leşkeran. Li ser vê yekê cema’eteke mezin li dora wî kom bû. Nasruddewle û wezîrê xwe ev cemaet girtin û dîsa berê xwe dan Meyafarqînê û lîgayek jê dûr ava kirin.(İbnu’l-Ezreq, Tarîxu’l-Fariqî, s.95; Sibt İbnu’l-Cevzî, Mir’âtu’z-Zeman; c.18, s.207)
Bi vê êrîşê Nasruddewle û alîgirên wî xwe îsbat kirin, bi xwe bawer bûn, di warê aborî û leşkerî de bi hêz bûn û her wiha zêdetir alîgir li dora xwe kom kirin. Bi vê avantaja psîkolojîk ji bû Meyyafarqînê dîsa bi destxin û vê pirsgirêk ji bû ku bi temamî çareser bibe bi awayekî cidî çalakî pêk anîn û hemû hêza xwe xistin dewrê.( Sibt İbnu’l-Cevzî, Mir’âtu’z-Zeman; c.18, s.207)
Cara duduyan Nasruddewle bi leşkerê xwe ve li ber Meyyafarqînê bi dûrahiya 1-2 lîgayan kon vedan. Şervîn ji ber ku dît ku bûyer ne wek ku wî dixwest derbas dibin, ji kirina xwe poşman bû û fêm kir ku çarenûsek xirab li benda wî ye. Ji ber ku berê xerabî li xelkê kiribû, vê carê jî hewl da dilê xelkê xweş bike, dest bi qenciyê li wan kir û mal û milkan belav kir. Serdarê Şervîn Îbnî Filus şîret û tevsîya li Şervîn kir ku nameyek ji Împaratorê Bîzansê re bişîne û ji Şervîn re şîret kir ku xwe bispêre Împaratorê Bîzansê û bêje: "Ey Împaratorê Bîzansê, ji bilî te kesek me tune ku canê me xilas bike" û bajarê Meyyafarqînê teslîmê Împarator bike . Şervîn ev şîret kir û name û diyarî ji împaratorê Bîzans re şand. Dema xelkê Meyafarqînê ev tişt bihîstin, gelekî bêzar bûn û bi eşkereyî lanetê li Şervîn û Îbnî Filus kirin. Şervîn û Îbnî Filus bihîstin ku xelk li wan nifir dike.
Xelkê fehm kir ku dema Şervîn biryar da ku welat teslîmî Bîzansê bike wê derbeyek mezin li Mislimana were xistin, ev jî bû sedem ku gelê Meyafarqînê alî guhertin û karê Nasruddewle hêsantir bû.
Tiştekî din ê ku gelê Meyafarqînê nepejirandiye ew e ku pê hisîyan Şervîn xezîneyên bajêr direvîne Amîd’ê. Bi şîreta Îbnî Filus, Şervîn pere, zêrên xezîneyê û malzemeyên din ên xezîneyê xiste sindoqan û nameyek ji Îbn Dimne mîrê Amîdê re ku demeke dirêj bi wî re hevaltî kiribû, nivîsand û jê re xwest ku li wan xwedî bike. Zavayê Îbnî Dimne Murtec û zilamên wî bi zêr û pereyên ku di sindoqa da bûn wan sewqî Amîdê kirin.(İbnu’l-Ezreq, Mervani Kürtleri Tarihi, s.110; Sibt İbnü’l-Cewzi, Mir’âtü’z-Zaman, c.18, s.207)
Ji Şervîn re tu çare nema û dema ji Meyyafarqînê reviya, ev xezîne radestî Îbn Dimne kir, ku wexta ji Meyyafarqînê revîya dixwest ji vê xezîneyê xerc bike. Weke ku ji vir jî tê fahmkirin, divê Meyyafarqîn di bin dorpeçekî bisînor de bûye, ku di wê demê de xezîneya dewleta Merwaniyan di sindoqan de derbasî Amîdê bûye. Her çiqas Şervîn û Îbnî Filus, hinek hesaba dikirin, lê nizanibûn dawîya ixanetê. Wan nizanibû ku dawiya xiyanetê mirinek xedar e.
Wan nedifikirîn ku dawiya xedar li benda xiyanetkaran e. Kesên xayîn xwe pir qurnaz dihesibînin. Yên xiyanetê dikin bi aqil tevnagerin. Bi hestyarî tevdigerin. Di nav ajalan de, yên herî bi fêlbaz dihesibînin rûvî û gur in. Û ji hemûyan jî pirtir postê wan li sûkê tên firotin. Ji bilî vê gurê ku difikire ku fen û fût e, di her zayînekê de herî kêm 7-8 cewrikan tîne dinyayê. Ji aliyê din ve pezê ku di emrê şivanê xwedaye bi şivantiya wî razîye û di her zayînê de berxekî tîne dinyayê. Ev nîşan dide ku her çend gurê azwer û fêlbaz her carê 7-8 cewrikan çêdike jî, di nav ajalan da hejmara wan kêm e. Lê pezê ku amadeye ji emre şivanê xwe re û di bin emrê şivan de ye, di nav zindiyan de piranî ye, her çend salê berxikek jî bîne.
Di dîrokê de hatiye nivîsandin ku temenê xayinan kêm e. Bi kurtî, yên xiyanetê dikin, dihesibînin ku ew qurnaz in, lê hîleya wan dibe guleya mirinê.