Li ser erda Ummeta Mûhemmed (sav), dîroka doh û îro du cûr e. Dema xîlafet û dema nîjadperestî. Dema xîlafetê em dikarin bibêjîn ji Pêxember heta dawîya Osmanîyan li gorî xwe dom kirîye. Ji Resûlê Xwedê û Çaryaran şundatir malûm hîlbijartin û îradeya gel bi destê Muawîye û warisên wî Emewîyan radibe. Muawîye heta axirê Osmanîyan jî dema xalîfeyên siltanan e.
Di nav gelê Kurd û Kurdistanê de hember xîlafetê pirsgîrekek muhîm derneketîye. Kurd, bûne nav û nîşana şervanî, wefakarî û cefakarîyê; Kurdistan jî bûye adresa yekîtî, emnîyet û asayîşê. Piştî Osmanîyan û girêdayîyê wî xîlafet li meydana sîyasetê radibe, li ser axa ummetê dema nijadan û nijadperestîyê ava dibe. Her nîjadek ji bo azadî û nîjadperestîya xwe mucadele dike. Helbet Kurd jî wê mucadelê dikin lê mucadela Kurd û Kurdistanê bi piranî bo yekîtîya Musulmanan û ji bo avakirina xîlafetê ye. Şêx Seîdê Palewî, Seîdê Kurdî, axa û begên Kurdistanê mudafea dîn û xîlafetê kirine.
Ev tesbîta, henek an îftira nîne, heqîqet e. Delîla wê jî bîst zêdetir dewletên Ereban, dehan zêdetir yên Tirkan, Ecem û Peştûyan in. Ka dewletên Kurdan? Bo çi tune? Sedema mezin ev e: Dewlet û hêzên ku li ser axa ummetê dagirkerî û komkujî kirin, di nav Kurdan de birafirotî nedîtin.
Piştî Osmanîyan, rewşa alema Îslamê xera bû. Bîratîya li ser dîn, qiymetên Îslamî û însanî temamî tebdîlê nîjadperestî bûn. Ev, mumkin e ku proje û şuxula emperyalîstan taybetî jî yê Îngîlîzan bû lê biratî, îman û îxlasa ummetê jî ji xwe ewqas bû.(!) îman û îxlasa wê demê ji bo tewhîd û yekîtî têra ummetê nekir. Exlebê gelan xisûsen jî Ereb, Tirk û Ecemanan gelek sazî, komel, zana û aqilmendan ya bi ecnebîyan re mişêwre kir ya îttifaq û levhatinên dizî kirin. Dema ku Mistefa Kemal li Sûrî ji sê farmanderan yek bû wê demê behsa gelek hevdîtin û lihevhatinên eyan û veşartî ava bûn.
Ji ber wan bêbextîyan, îxanet û xifleta siyasetmedarên wê demê, dewleta Osmanîyan jî, bi destê Tirkan hat belavkirin. Ereb, bi destê Ereban ji Xîlafeta Osmanîyan dûr ketin. Ferqa Osmanîyan û kela emperyalîzmê Îngîlîz nedîtin; pêş dewletên dagirker, xîlafet û sazîyên wî tunne kirin…
Dema ku bi destê sîyasetmedar û zanayên erda Musilmanan îdam û înfaza yekîtîya ummetê bû xêncî Kurd û Kurdistanê ti kesî ji bo jîyana yekîtî tu serhildanek nebû. Mudafea behra ilm û îrfan Se’îdê Kurdî ev e, serhildana Şêx Se’îdê kal ev e, bi hezaran înfaz û îdama axa û beg, seyda û şêxên Kurdistanê jî ev e!.. Ji ber wê kîn û tirsê ye ku, îro qebra Şex Se’îd, Seîdê Nûrsî, Seyîd Riza û bi hezaran sertacên Kurdan wenda kirine.
De îja ji bo temamê van xesletên qenc, birayên me yên Tirk, Ereb û Ecem yanê birayên me yên qedîm deyndarê gelê Kurd în; sitû xwarê kiryarên xwe ne. Gerçî Kurd jî deyndar in lê tenê ji Rebbê alemê re! Di îbadet û ebdîtîya van de her wekî gelên Musilman yan jî ji wan zêdetir kêmasî mewcûd e. Ev jî rast e.
Hiş û beşerîyeta Kurdan ji xwe bela serê Kurdan e. Pir caran ji bo kêçê lihêfê dişewitînin; ji bo sedemeke erzan mala xwe û cîranan dişewitînîn… Heqîqeteke Kurdan jî ev e: Di lihevhatinan de ehd û peymanên neyar zêde bawer e. Wisan bawer e ku li ber derê dijmin dikeve xewa mirinê. Janê mucadele, mudafee, berxwedan û serhildana azadîya di mafê xwe de rîya hişmendî, hesabên matematîk û îstatîstîk nîne, li gorî hîsabên bazara erebî û hîsabên texmînî yên navberî pîvanan dîke. Meriv dikare bibêje jîyana Kurdan, eşqa Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê dêmek eşq û evîna Ûsiv û Zelîxan e:
Zelîxan evîndarê Ûsiv e lê Ûsiv jî evîndarê rîya Heqq e. Ew, naxwaze Zelîxan perîşan û pergende be lê şewata dilê Zelîxanê nizane. Zelîxan “serxoş, sewda û dîn e” lê Ûsiv, ji bo Heq xizmeta dad û gel de ye. Nîhayet perîşanîya dilê Zelîxanê dibîne. Dilzûz e!.. Hemû tişt, serencam fêm kirîye û halê perkende û perîşan dîpirse:
Ûsiv: Ey zelîxan, ma tu bi gunehan aşiq bûyî?
Zelîxan: Qey tu nîzanî eqlê evîndaran wenda ye?
De îja xulasa gotina me ji bo Kurd û Kurdistan ev e!.. Ji ber bela derdê fîraq û êşan, ji îşkence û xerîbîyê; ji ber derbeyê xedar di hiş û jîyana Kurdan de jî îstiqrar namîne.
Serencama Kurdan, dîyaloxa Feqîyê Teyran û Ava Dîcleyê ye. Feqî ji âvê re:
“Lazim te mehbûbek heye
Yan meyl û mensûbek heye
Yan dost û mehbûbek heye
Lew bê lîbas û kîswet î
Eslê de’wê Feqî û avê hev û din nas dikin. Ez bi xwe wê dibînîm: Feqî, Kurd e, av jî Kurdistan e! Ji hev razî ne, bi hev emîn in. Her du jî namûskar in lê dîsa jî Feqî ji tazîbûn û uryanbûna avê dikeve şubhê(!)) Heke ava zelal xwedîyê “mehbûbek, mensûbek an dost û mehbûbek..” nîne çira bê kinc û kol e? Sedem çî ye tesettur tune ye? Edeb Ya Hû(!) Qey ev ne şerm e? Evîndar ji evîna xwe lome dike, belkî jî wî şermezar dîke!.. Helbet gotina avê jî he ye!.. Bersîva avê ji Feqî re:
Hêj nû digo ava zelal
Gorê te bî Rustemê Zal
Te ez hîştime kerr û lal
Hêdî bîkî min şefqetê
Evîna avê ya Feqî jî bi rastî ye tu xeletek tune. Feqî, dîmena avê re, av jî gotina Feqî re ecêb mayîye. Her du jî ji hev lomekar in. Lome ev e: Gelo Feqî yanê Kurd çira “bêkesî û bindestîya Kurdistanê re; red, înkar, asimîlasyon hetta îmhakirina wî re bê deng man?” Çire ev bêdadîya ser axa mehrûman re xwedîtî û xebatek nekirin?
Ava Miksê, şaxa Dîcleyê ye. Dîcle jî ev e;
“Feyza me wek Nîl e lê em Dîcle û Firat in” (M.Cizirî)
Dîcle û Firat; di ber derdê gelê bêkes “şîp û şîlavan de digujên, serê xwe li kendal û zinaran dixin…” ji bo ku gelê wê herêmê ji xewa xefletê rabe; jîyana xwe ji avê derxe, ji derdorên avê de rejberî bike; hêşnayî û bihara xwe ava bike. Feryada avê bê sebeb nîne. “Lehengê Kurdan Rustemê kurê Zal ji bo wî gorî Feqî dike.” Lazim e ku Feqî jî avê mehzûn “kerr û lâl neke; hêdî şefqetê lê bike!” Şefqet jî ev e: Lazim e ku av telef û îsraf nebî; menzîla wî bête naskirin; dengê avê bête bihîstin! Xweş bête zanîn ku “av çî ye, çi dibêje, ji kû tê, diçe kû derê, çi derdî re dibe derman?..”
Dîtin û gotina rehme lê Mela Mistefay Berzanî qey ne ev e: “Kurdistan kû der e? Kewa gozel û berû li kû derê be ew der e!”
Cîhê ku doh Xanî, Cîzrî, Feqî û gelek alim û şair û evîndaran behs kirîye ev der Kurdistan e. Îro jî pir bûyerên muhîm, stratejik; ha aşkera ha tarîtî li ser wê axê diqewimin. Gerek ummeta Mehemmed (as), taybetî jî gelên Kurd van bûyerên dîrokî baş bibînin, baş bixwînin. Çito em ji xewarî û xefleta doh lomekar in; sibe jî nevî yên me ji xewarî û xefleta me, ba xêrnexwazan hemkarî û xebata me lome û şermezar dikin!