Muteşkkilê ji çil u sê helbesta ye.
Çar mersiye têde hene. Yek li ser Ustad Bedî’uzzeman e, sisê li ser Şêx Îbrahîm Heqqî ne.
Ğezelek li ser Seydayê Zenganî hunandîye.
Hinek beytê mulemma jî hene
Helbestek bi ‘Erebî û yek bi Farisî jî tê de hene. Lê ya ‘Erebî şeş beyt in. Li ser qewlê ku qesîde herî kêm sê beyt in ev helbest qesîde ye, lê li ser qewlê ku herî kêm heft beyt in qet’e ye.
Seyid ‘Elî xwe tam şa’ir nabîne. Vê yekê di vê beyta xwe de wuha anîye ziman:
Zir gûz heye ew zir hinar e
Ev e zir pûng ‘Elî jî şa’irane
Profesor ‘Ebdurrehman Adak Dîwana Seyîd ‘Elî ji dîwanê alfabetik hesab kirîye, yanî wan dîwanên ku li gor rêza herfê ‘Erebî hatine amade kirin, ne li gor teşeyên nezmê; bêwe ku ewul qesîde û mesnewî, paşê ğezel, paşî jî musemmet. Lê di nusxa ku Seydayê Mela Ehmedê Qoğî de nivsandîye heta cîhekî alfabetik e, jê pê ve tevî hev dibe.
Seyîd ‘Elî nav li dîwana xwe ne danîye, her wekî dîwanên kevn; belkî navê wê “Dîwana Seyyîd ‘Êlîyê findikî” ye.
Seyîd ‘Elî dema dîwana xwe nivsandîye ‘emrê wî di nava çil û pêncî salî de bûye. Di beyteka xwe de wuha dibêje:
Ev e ‘emrê te çil sale
Te ne mulke te ne mal e
Di yeka dî de jî wusa dibêje:
‘Elî ‘emrê te bû pêncî
i hesabê te tu hê gênc î
Seyyîd ‘Elî di dîwanê de ‘eruzê bikar anîye;
Ji behra hezeca salima heştgavî (musemmen):
‘Elî rabe heta kengî, meded seyda meded seyda, ‘Elî rune jivê qelqê, meded seydayê zenganî, ‘Elî palde were rayê, ‘Elî razê ji vê te’bê, ‘Elî rabe wuha nabî, gelî dost u hevalê min.
Ji behra hezeca şeşgavî (meczuwa museddes):
Wefa û Dostî Çûne, Bi Ğeflet ‘Umrê Me Borî Bi Temamî, Selam Ser Te Cemîl Her Tu Cemîl Bî, Ela Ya Eyyuhel Îxwanu Malî, Hîyed Dunya Teqûlû, Gelî Dost Û Hevalê Min, Gelek Geryam Di Dunyayê, Me Hawar E Li Dergahê, Me Hawar E Li Deryê, Ji Ğerîba Ez Ne, Selam Ser Te, Gelî Birana, ‘Elî Jara Tu Zanî, Ev E ‘Îyd Hat, Wefadarî Nemaye.
Ji behra remela heşgavî (mesemmen):
Ey ‘Elî Rabe Ji Xew Taze Vekir, Eleman Sed Eleman, Ğem Revînek Min Hebû, Min Çi Dît Û Çi Nedît, Tam Ji Dunyayê Weşî, Ey ‘Elî Rabe Dereng E, Em Ketine Nav, Ey Dile Meskenê, Ey Şehê Hilwe, Me Çiqa Pirsî.
Ji behra receza heştgavî (musemmen):
Ey Ğurbetê Ey Ğurbetê, Tobe Bikin Gelî Biran, Hemd Û Sena Rebbî Ji Tera, Me Zanibû, Min Dî Li Dine.
Ji behra receza çargavî (meştûra murebbe’):
Dîtin ‘Elî Di Ğemrê
Ji behra muteqarib heşgavî (musemmen):
Dema ‘Îyş Temam Bu
Ji hezeca çargavî (meştûra murebbe’):
Hevalê Rast
Ji behra mudari’:
Ger Pirsa Min Dikî Tu
Seyîd ‘Elî mexlesa xwe navê xweyî heqîqî danîye. Vê mexlesê pirê cara di metle’ê helbestê de danîye, heta kirîye kelîma ewulî. Carna du cara bi kar anîye; carkê di serî de carkî di paşî de weya nêzî paşî de.
Dîwanên kevn ji ğezel û qesîdeyan müteşekkil in, weke Dîwana Mela. Lê dîwana Seyyîd ‘Elî ne wusa ye; belkî Seyyid ‘Elî dîwana xwe bi we’z û nesîheta tije kirîye. Baxusûs helbesta wî ya ewul ku sere wê;
‘Elî rabe heta kengî
Nesîhetnî bê hempa tê de hene. Bi vî şiklê ku bi wezn nesîhet bête kirin di dîwana de mirov kêm rast tê.
Zimanê wî kurmancîyek safî û zelal e. Jim in re wek Yûnûs Emreyê Turka ye.
Jibo vî qasî gelek beytên dîwana wî hatine dereca ku melayên me di civata de bi wan we’zê xwe dineqişînin û millet bi wan şîyar dikin ji xewa xefletê.
Seyyid ‘Elî di dîwanê de cîh daye van nesîheta: Tefekura mirinê, dunya berada ye, qebr, tobe. Seyîd ji tunebûna dostê heqîqî nalîya ye. Di hinek helbesta de jî ji cehaleta milletê xwe gilî û gazina kirîye; dibêje ku millet dînê xwe jibo dunya xwe bikar tîne. Mesela wê yek were hedyekî bi xwere bîne û wê beje: “Seyda çêleka min şîr nade.” Di cîna de JÎ rexne li mela û şêxa daye.
Dîsa di Dîwana Seyîd ‘Elî de cîhekî grîng heye jibo tesewufê û tobekirina li ber destê murşidekî kamil.
Kurtê kelamê dîwana Seyîd dîwanek bi fêde ye. Nesîhetê bav û kala tê de hene. Hinek qesîde û beytên wê babet in jibo jidevkirinê re. Hemd ji Xweda re ku cema’eta me lê xudî derket û di wan salê notî de di kaseta «Qesîdê Kurdî» de du qesîde jê hilbijart û weşand. Me jê gelek îstîfade kir.
Bavê min Seydayê Mela Ehmed dîwana wî bi temamî nivisand û xiste nav Dîwana Cami’. Mamoste cewdet wê bi tîpê latînî nivsand û ji teref «Banga Heq» ve hatîye çapkirin û hatîye weşandin.
Xweda me ji xêr û bereketa Resûlê Ekrem û sadata û zatê weke Seyîd mehrûm nehêle. Amîn.