Mîr û Keşe
Mîrê botan ji bo ku şîret û pendan werbigre, carna ya zaneyên welatê xwe diezimandin hafa xwe û yan jî ew diçû serdana wan. Rojekê ku ji nêçirê divegerya, bi heman nêtê di rê de bîryarek da ku here serîkî li keşê Hespistê bixe.
Keşe dema ji dûrahî ve dît ku Mîrê Botan berbi gund ve tê, derkete devê derî û dest bi maliştina devê derîyê xwe kir. Piştî ku maliştin qedand, destekî xwe da ber devê xwe û destê dî jî da ber dawa xwe.
Gava Mîr, keşe di vê rewşê de dît, rawestîya û hinekî ponijî. Ên pê re gotin: “Mîrê min! Çima hûn weha sekinîn û we şîretek jê nexwest?” Li wan vegerya û got: “Êdî hewce pê nema, divê em vegerin. Me şîreta xwe girt.”
Li ser vê yekê bêyî ku zimanê wan û ê keşê li hev bikevê, ji devê derî û ji gund vedigerin. Şîret ev bû: Mirovên ko hay ji devê xwe û ji dawa xwe hebin û guh bidin paqijîya devê deryê xwe, ê serê wan qet nekevê tu belayan û wê êş û elemên dinyayê jî leqayî wan nebin.
Şahidîya Baranê
Rojek ji rojên payîzê bû. Pembû hatibûn berhevkirin û zevî hatibûn berdan. Êdî xelk ji bo şiltek doşek diçûne ifarê û ji bo devên tenûr û sobên xwe diçûne hilkirina darpembokan. Du jinikên ku bo heman armancê çûbûne nav zevîyan, li nav zevîyekî pembo li hev rast hatibûn. Ji aliyekî ve ‘ifara pembû dikirin û ji hêla din ve jî qirşik hildikirin û didane hev. Yekê ji wan pelikne zêr dîtin. Ew yeka hanê ji çavê ya din nerevîya. Bela xwe lê da û doza dabeşkirina wan kir. Lê jinika din ber bi wê yekê nedihat. Kir û nekir bi wê yekê qayil nedibû. Digot: “Min dîtine, wê ji min re bin. Ez yekê bi tenê jî nadim te.”
Ew axaftina bi vî rengî li telê jinika din ket. Ji ber ku tukes li dora wan nebû dinavbera wan de pevçûneke bênavcî destpêkîr.. Hê wilo pevdiçûn baranê jî destpêkir. Di nav wan darpembo de wan hevdû birin û anîn. Geh ew û geh ya din diketin ser dilê hev û por û gizola hev diveçirandin. Pevçûna wan çiqasî xurt dibû, baran pêre wiqasî xurt dibû. Qederekê bi vî awayî dom kir û ji hev betilîn. Lê ya ku pelik dîtibûn êdî ketibû ser dile ya din û destê xwe jî xistibû stûkra wê de. Bi bêhnefişkê bû xire xira wê û di nav keft û lefteke dawî de kef û girêj êdî ji dev û pozên wê dihat. Bi dengekî xenqoyî ku bi zorê jê derdiket û zêde nedihate fêhmê: “Keçê, ji Xwedê bitirse. Ew baran kengî be wê şahidîyê li te bike.” Jinikê lê nehisand. Ew bidestê xwe li wê derê xeniqand.
Here zeman were zeman rojekê disa baranê destpêkiribû û çiqas bi wê de diçû xurttir dibû. Jinik û mêrê wê li ber pencerê li baranê temaşa dikirin. Ji nişkave ew bûyera ku berî niha qewimîbû hate bîra wê. Û xwe negirt. Bû tiqe tiqa kenê wê. Mêrê wê, ji kenê wê kete şikê û doz lêkir bê çima dikenî. Jinik ber bi gotinê nedihat. Lê nêta mêrê wê jî nebû ku dev jê berde. Di dawîyê de mêrik dît ku jinik xwe dide vî alî û wî alî. Ya ku nebû, xiste destê wê. Got: “Ya divê tu bêjî, yan jî ezê te berdim bi sê telaqê bêfitû.” Jinikê dît ku xilasî ji destê wî nîne, mecbûr ma ku meselê bi timamî jê re bêje.
Erê baranê lê hildabû û şahidî jî lê kiribû. Û helbet ew mesele di navbera wan de nema. Bi piste pistekê li her derî belav bû û bû dengenî. Li ser vê yekê ew û mêrên xwe ji hev diçin û dev ji hev jî berdidin. Bi vî awayî sirra jinikê derdikeve holê. Jiber wan guftûgoyan nebituwî tê derdestkirin û mecbûr dimîne ku cezayê xwe bikşîne.