Gelê Kurd, nîjadek bîngehî u dîrokî ye. Kurdan pêş mîladê heta dema Osmanîyan xweyê gelek deselatên mezn u pçuk bune lê zêdetir jî di bin bandora mlletên hakim de b navên ji hev cuda mane. Dîrokê de bi navê “xud muxtarî, xwe muxtarî, heq mezatî, serxwebun, xweserî, otomomî.. hvd” jîyana wan berdewam kiriye. Dîrokê de bi navê “Şeddadî, Merwanî, Hezbanî, Rewadî…” gelek dewletên Kurdan mewcudin.
Kurdîstan de “mêranî, axa xwe de ğerîbî, evînî, fîrqet; carna jî xebat u keyf u şer” cîhek muhîm dîgre. Şerrê Kurdan, bi gel u dewletên derdor gelek zede ne lê belê şerrên daxîlî yên bihevudin re zêdetirin. Dewletên Kurdan, ji îttîfaqê zêdetir ketîne tefrîqe ye. Ağa, beg u eşîrên me bi hevre zêde şerkirine, xwîna hev u din rijandine. İnsanê Kurd jî ji neyaran zêdetir bi hev re şer u pevçun kîrîne. Hasilî kelam Kurd u Kuristanê zêde mîşextî, heps u zîndan, kuştin, înfaz u îmhabun; pir caran jî komkujî dîtîye.
Bu Kurtasî dîroka Kurdan
Kurd qewmek Arî, Aryanî ne. Aryanî jî bîngeha qewmên İranî ne û eleqeya İranîyan jî bî Hurrî, Urartuyan, Mîtannî, Med u Hezbanîyan he ye. Navê Aryan, berî mîladê de gelek caran buye navê serokên ku derdora Anatolîyê û Mezopatamya yê de dewlet ava kirine. Mînak; Bi navê Aryaberz serokê Medan hebun; serokên Kapadokya u Frîgya jî dîsa pir caran navê wan Aryaberz bu. İro li Kurdistanê de navê keçan Arya, Aryana; navê kuran jî Arî, Aryen, Aryan tê gotin. Wateya vê peyvê; bilindî, yên jorîn, tiştên ku li jor u bilindîyê ye..
Bingehî ya rêçika Kurdan qewmên İranî, ne navê zimanê Farsî ye, Kurdî, Osetî, Ermenî, Belucî jî ji wê şaxî ne. Ev temamî jî ji malbata Aryanî ne. Jixwe bo wê yekê Şahê İranê Riza Pehlewî, bo temsîlîyetek herî mezin Navê dewleta xwe esra bîstan de kir İran. Yanî Tîrkên Anatolîya yê, Oğuz (Xuzî) u Tirkan re Tirk her çî ye Kurd, İran u Aryan jî wisa ne. Ev îzah bo temamê nîjadan jî mumkîn e. Zimanê Kurdî li ser wê kokê ristîye û hatîye şiklê îro.
Xelîfeyê Îslamê çitor bi Mehmud Qaşqarî Dîwana Luğeta Tirk dide nîvîsandin eynî bi vê awayî jî sala 1165’an de jî İbnê Wehşîye re dibêje; “lêkolîna zimanê gelên qedîman û alfabeyên wan bike.” İbnê Wehşîye; li ser Kurdî behsa alfabeya Masê Soratî dike û dibêje; “min sî heb berhemên Kurdî dîtin. Kurd bi xwe ji alîyê edebîyat u îlm de ji Kildanîyan re pêşbazî dike.”
İro bêjeyên ku kolan, gund u bajarên Kurdan de her zeman u zemîn de tê gotin, ew peyvana temamî di zimanên malbata Hînd-Ewropa de jî tên gotin.
Mînak: Talîssî peyva “daya” Sanskrîtî de “hayat” e. Kurdî de; Dê, da, dî, dayê dayîg, dahîg, dîye, dayana, ma, may, marî (Kurdî de jîn). Eynî dîmen; bo “jîn, mader, hêk, stêrk, berader, erd (gerdun)…” hvd de jî he ye.
Mazîya zimanê Kurd mîna gotin u kolînên meyê jorîn în. Bo vê jî em pir rehet dikarin bêjin zimanê Kurd, zimanek dîrokî, bingehî u xwzayî ye.
Bextewarî u bêbextîya Kurdan, Kurdistan u zimanê Kurd, di dîrok u erdnîgarî ya wan de ye. Herêma Kurdistan de gelek millet u dewletan İmparatorî avakirine lê umrê dewletên wê herêmê de zêde dirêj nebune. Sedema wî; ev herêm di dîrokê de gelek caran buye pir u rîya împaratoran; pir caran jî hêz u quwwetên mezin vê herêma da şerên dîrokî yên herî mezin kîrîne. Medenîyet u teşekkulên nîjadan her carî ji teref van İmparatoran u hêzên mezin hatine binpakîrîn. Dîsan ji teref van quwwetan eynî herêmê de gelê akincî (muqîm) hatine koçberkirin, komkujî, te’dîb u tenkîl, asimîlasyon çê buye. Bo van buyeran jî em îro ji medenîyeta Mîtannî, Asurî, Hîtît, Babîlan… hvd zêde haydar nînin.
Bextewarîya zimanê Kurd jî ev e: pêş miladê hata îro zimanê Kurd; ji gelek ziman u medenîyetan nesîbdar buye, gelek medenîyetên mezin u piçuk jî tesîra zimanê Kurdan li wan bu ye. Mesela îro zanîsta li ser nexweşîyên jinan bi navê jînekolojî di temamê dinyayê de tê zanîn. “Key, keya, keybanû” ji teref İmparatorên Kurdan, Persan u Selçukîyan hatîye bikararîn. Keykubad, Keyhusrev û jinên wan re jî keybanû hatîye gotin ku keybanu, îro nav Kurdistanê de bi navê “kevanî, kevanîya malê..” dewam dike. Esaleta zimanê Kurdî, di mucadela wî ya dîrokê de li hember ewqas zilm u zorên qedîm di hindanebûna wî de mehfuz e. Ka medenîyeta Asur, Hîtît, Kildanî u Suryanîyan? Ka ziman u medenîyeta Selçukî u Osmanîyan? Zimanê wan gelo çi bu, ku da çu? Em baş dizanin u xweş dibînin zimanê Kurdî hêj zindî ye, li hola jîyanê de ye.
Nezera min de heta di yên gelek lêkolînêran de ecêba mezin ev e; nîjadek bi sed salan, belkî nêzî hezar salî bê dewlet be, çawa û çima winda nabe, bi çi hêzî berxwedana wî dom dike? Bi kêjan bingehîya xwe hember ewqas asîmîlasyon u projeyên postmodern; êl u eşîran, suk u kolanan de hasilî nava temamê jîyanê de bî zindî berdewam e? Temamî evan tiştan nişan dide, ev zimanê bêkes u bindestan zimanê laboratuwaran, yên muhendîsên projeyên civakî nîne. Taybetî zimanek tabîî, bingehî, dîrokî u xweyî esalet e.
Malbata zîmanan de gelek mîllet u zaman he ne. Zîmanê Kurdî ji malbata Hînd-Awropa ye. Vê malbatê de zîmanên he ne ev în: Zîmanên Anatolya (Hîtîtî, Luwî, Lîdyanî, Paleyî), Germanî, İtalî, E.banî, Êrmenî, Yunanî, Toxarî, Balto-Slavî u Hînd-İranî. Zîmanê Kurdî; vê malbata de ji şaxa Hînd-İranî lê lî ser gulîyê İranî ye. Zîmanên Hînd-İranî de zîmanên “Kurdî, Hîndî, Farsî, Osetî, Tas, Tîlîş, Gilanî, Mazenderanî, Semmanî, Belucî, Peştunî, Ormunî, Dîrî, Tacîgî, Pamîrî..” he ye. Helbet di vê holê de hinek lêkolînêrên ku tespîtên cuda kirine jî henin.
Çand û Edebîyat
Gelê Kurd, her daîm li ser axa xwe muqîm buye, bo macera rîya xwe yên kur, dur u dilşewat.. li ser pir tiştan gelek lorîg, helbest, kilam u lîstik afirandîye.
Li Ser Mêranî
Şerê Kurd u Kurdistanê de her daîm mêranî, canfîdayî, merdî.. heye. Belkî jî hinek esebîyeta cahilî, hêrs u qarîna tîryakî, qerarên xafildakî nav Kurdan de mewcud e lê belê temamê mêranî u serhildanên Kurdan li hember bêdadî, kiryarên ji derê dîn u îmanê, bona emnîyeta namusê u zulm u zorê ye.
Jînên Kurdan; daîma nêzî şer, li pişta egîtên xwe ne. Sedema wê jî naxwazin mêrên wan bêne kuştin, naxwezin mêr u mêrxas bikevin nava fitne û şer. Bo aşîtî u hakimyeta aqlê selîm nava fitne u fesadîyan de, kuranîya şerê giran de, nava mêrên xwe an yên eşîrên xwe de diçin û mêran ji şer dur dixînin an jî dibin mani’. Ev yeka jî he ye; jin xwe davên bextê mêrê xwe, bextê mêrên eşîra xwe bo ku şer bisekinî, bo ku mêr u xort neyên kuştun. Xwe davêjin bextê mêrên çê u mêrê xweyî bext yên alîyê neyaran jî.
Xisusen jin; wekî ronîya çavan muhafeze dibe. Çimkî ev; namus’e, heya u şerm e, fedî ye, pak u paqije. Bo ku ji nezerên şeytanî u nerind zirarê nebîne jin; mestur e, îzare ye; bo mêr u zarokên malê serhed u destur e…
Dengên jinan, nava aşîtî u şer de sedema aramî, azadî an jî yexsîrîyê ye. Heke dengê jinan bi feryad, axîn u gazîn bê ev nam u nîşana êşên mezîn, xeberên reş, gîtên giran u hewarî ye. Heke dengên jinan bi silametî, aramî u bi keyf u şahî bête ev jî nam u nîşana mirazan, aşîtî u levhatin e. Li ser deng, nav u nîşanên jinan; xanedan u colag, mêr u mêrxwaz, merd u namerd derdikeve holê.
‘En’ene u toreyên Kurdatîyê yên qedîm de wate ya şara serê jinan di nav millet u civatan de gelek kur e, muqeddes e. Dema ku çareserîya prsgîrekek ne be, wexta ku civata êl u eşîran de qalekî biqewime an munaqaşeyek grîng derkeve, wê demê jinek şara serê xwe derxîne bavêje nav civatê an jî bi jintî ya xwe bête civatê re bêje “ji Xuda bitirsin; mekin mala Xweda ye; ez bextê weda” an bêje “Hun mêranî, bext, Heqq u heqîqetê binpa nekin… hvd” wê demê fitne radibe, aşîtî çê dibe hetta de’wa qetlê efu dibe, qetl u qutul disekine.
Kurdistanêde dijminatîyek qedîm meriv dikare bêje he ye. Ev jî ne emr u xwestina Qur’an’a Qedîm e, helbet cehalet e u toreyên cahîlîyetê ye lê belê hindirê wê dijminantîyê de gelek kiryar ên “mêranî, xanedanî, qîmeta namus u şert u şurtên İslamîyetê, bext, bawerî, canfîdakirin, dijminê ku xwe bavêje ber bextê dijmin efu kirin..” jî muheqqeq bi kuranî he nin.
Kurd; dema neçarîyê de xwedawendî u xanedantî, dema zengînîya xwe de jî tewazû u stuxwarî baş dizanin. Yanî neyarên Kurd u Kurdistanê gerek wê çanda Kurdî baş bizanin û bihesiwînîn. Tenêtî u bê çek u sîlehbun, ji bo gelê Kurd sedema teresî u teslîmîyetê nîne bîlekîs sedema wê gotina qedîm e:
“Hel hel ez bavê kî me… kero? De lêxin, bavî bavî mino de lêxin! İro roja mêran e! Mirin çêtire ji serdanînê! (Mala) Me tucaran ji neyar re serî daneynîye! Mi sond xwarîye bi Qesem navê Xwedê! Ser namusê, telaq, sond xwarina jin bardanê…, Heta ez saxbim li dunyayê…, Yan mirin yan neman! Helan danî helan danî..! Helanan nede derkev meydanê! Em sibê dibînîn ka kê berx e, kê baran e…” hvd.
Dîroka Kurd u Kurdistanê de Selheddîn Eyyubî jî dema ku Qudsa Şerîf bi destê Ehlê Xaç u Senem hat dagirkirin eynî wekî van gotin u pesnên jorîn gelek gotin li hember Xaçîyan u Qral Artur gotî ye. Hetta sond xwarîye bo xelasîya Qodsê gotîye; “Heta Qudsê azad nekim ezê ji hespa xwe neyêm xarê!” Bi rastî jî Qudsa Şerîf azad kirîye; temamê yexsîr u leşkeran re jî bo vegerandina welat serbestî daye. Ev jî tiştek dîrokî ye, qeyd u bendên dîrokê de he ye.
Ha ev strana Ferzende Beg, bo qewmînê Kêrmanşaha İranê hatîye histirandin behsa jin, mêr, mêranî u merxwezîya Kurd u Kurdistanê mînakek balkêş e. Asya, jinek Hesenî ye tev êl u eşîra xwe bi sebeb Qiyama Şêx Seîdê Kal bi mişextî diçin İranê. İran, tev hikumeta Mistefa Kemal bo îada Fîrar u koçberên Kurdan levhatin kirine. Li ser wê levhatina, bi fermana Şahê İranê Ferzende, Evdal u Kerem u tev êl eşîrê re wiha tê gotin:
“Tifingê xwe daynin teslîmê vê Çelengê Me bin”
İrana ku ji şervanên Kurdan re derî vekir, bext u bawerî da; şervan u koçber çun şundatir jî bêbextî kîr, teslîm buna wan xwest. Li ser wê yeka Ferzende Beg u hevalên xwe bîla qeyd u şert dibêjin;
“De lêxin! Bavî bavî mino del lêxinê…”
Peyva “De lêxin..” li Kurdistanê de dema ku dijmin kêmfirsendî u bêbextî kir, âla serhildan u serbilindîyêye. Wê demê “mirin çêtire ji mayînê. Bêjeya “De lêxin” nîşana cesaret, mêranî u mêrxwezîyê ye lê belê ev gotina malîyeta wê gîran e, dawîya wî jî pir caran buye sedema dijminatîyên mezintir. Çimkî dema “de lêxin” dema qedandina qezî u gotinan e, tu gotinek namîne ji bîl pevçunê. Gelê Kurd u Afxanan de ev çanda bê tehemmulî zêde zêde he ye. Bo vê çanda jî wa gelana dereng kom dibin, zu belav dibin, pir zu jî şer dikin.
Çand u zîhnîyeta “De lêxin” ji her nijadî zêdetir nav êl u eşîrên Kurdan de he ye. Bo wê yeka jî li ru erdê li gor tesbîtê u qerarên Koma Gelan, ru erdê nijadê hêjmara wî zêde lê “bê dewlet u bindest in” gelê Kurd e. Nav Kurdan de neçarî, tunnetî u cehalet jî pêş şer u lêdanê de tefekkur, sebr u îstîşareya gel re mani’ek mezin e. Nîjadên newêrek, mîna pez u çukên ref bi ref in. Ew daîm bi hevre ne, zu kom dibin o zêde dibin. Netewên wêrek, mîna şêr u pilingan in. Tirs ji wan dur e. Tenêtîyê de natirsin, bi zêdeyî yek du heb bi hev re digerîn. Bo wê yaka ji zêde nabin, nabin komên mezin; netewên wisan jî zu zu nabin xweyî devlet heta nabin milletek serkeftî jî. Bela serê Kurd u Kurdistan jî ev e.
Şer u pevçunên Kurd u Kurdistan; her daîm bi hêz u quwwetên ji xwe mezintir qewimîne. Ferdan tev ferdan şer kirîye, malan bi malan re, eşîran bi eşîran re şer u pewçun kirîye. Saba donimek ax, bo xeberek fasiq, yên bêbinî gelek mêr u mêrxwas telefbune. Bo kevir avêtina kelbek, pevçuna zarokan an bo hevgirtina kuçikan jî pir caran şerên mezin bune ku ev şermek mezin e.
Nav Kurdistanê de navê şeyxan, aliman, zana u aqilmendan gelek zêde ye. Şerên eşîran, ji hikumatê, ji cendermeyên dewletê zêdetir, bi navê Şêx u melan, axa u maqulan… hatîye sekinandin. Şêxan gotîye o şer sekinîne… Kurd; bê şêx nînin. Her gund u eşîrek muheqqeq xweyi şêx ê; bo şêxên xwe înfaq, berdêl dayîn u pir fedakarîyên mezin bune.