Zanyarên Îslamî di derbarê wateya olê de pênaseyên wekhev hene. Wan bi giştî di ronahiya Qurana Pîroz û Sunnetê de pênasîn kirin e. Tehanevî gotiye: “Dîn komek qanûn e ku ji aliyê Xwedayê mezin ve hatiye danîn û bi îradeya xwe aqilmendan ber bi bextewarî û rizgariya dinya û axretê ve dibe.” Li gorî Elmalı dîn: “Fermanek Îlahî, şerî’et, rê, qanûn û karekî manewî ye ku mirovan digihîne rêya rast, bi îradeya xwe mirovan ber bi xêr û bereket ve dibe.”
Weke ku tê dîtin, pênaseyên ku ‘alimên Îslamê ji bo olê anîne, dînê Îslamê vedibêjin. Ji ber ku Îslam armanc dike ku mirov li vê dinyayê bibin xwedî jiyaneke aram û bextewar û di axretê de jî rizgariya ebedî hebe. Di vê wateyê de, olê yekane ye ku mirovan ber bi riya rast ve dikişîne, wan bi rê ve dibe, wan ji xirabiyê dûr dixe û çêkirina profîla mirovî ya îdeal armanc dike; Îslam e.
Ola ku di Qurana pîroz de, bi taybetî jî di sûreya Kafirûn de hatiye îfadekirin, ne tenê dînê Îslamê ye. Elmalılı, dibêje dîn du qism e: Haq û batil… Piştî vê gotinê weha berdewam dike: “Cihê dînê heq aqilmend in. Ola haq ne bizorê belê merivên kû tiştê dixwaze bi dil xwazî û hiskirin dikin perwerde dike. Ji bo vê jî prensîba “Di dîn de zordarî tune” hatiye qebûlkirin.”
Bingeha olên Îlahî de baweriya bi yek Xweda yî heye. Xwedayê mezin bi pêxemberan ji mirovan re wehîy şandiye, him xwe bi wan dide naskirin û him jî tişta wê bikin. Wî mafê bijartina bawerîya bi olê daye mirovan û ji bo bawerîyê bînin zorê li kesî nake. Prensîba baweriya bi îmanê heta ku hilbijartin pêk werê ye. Piştî wê, prensîba îtaetê tê. Dema ku di vê çarçoveyê de were nirxandin, ol; teklîfa yekîtîya îman û emel e kû ji îrade azad û aqil re hatîye dayîn. Di bingehê de îman e û di avahîyê de kirin e. Îman tercîha mirovan îfade dike. kiryar jî rêzek rêgez û prensîbên ku divê bawermend piştî bijartinê bi cih bînin e. Dîndartî parastina sînorê kû dîn bellû kirîye, ne derbaskirina wan sînora û bidest xistina riza Îlahî ye. Rudolf Otto gotîye: “Dîn serpêhatiya pîroziyê ye.” James Martineau: “Dîn, baweriya bi Xwedayekî herheyî ye, her wiha baweriya ku hişmendî û îradeya xwedayî gerdûnê birêve dibe û peywendiyên giyanî bi mirovahiyê re diparêze.” Herbert Spencer weha dibêje: “Dîn, qebulkirine hêzeke kû bi ser zanina me re ye.” Max Muller weha gotî ye: “Ol şiyanek an jêhatîbûnek derûnî ye ku dihêle mirov di bin navên cûrbecûr û guhertina xuyangan de bêdawî fam bike.”
Ol jî pêkhateyeke civakî û çarçoveyek civakî ye ku ji hêla mirovên ku bi heman nirxan bawer dikin û heman îdealan parve dikin ve hatî çêkirin. Di Qurana pîroz de bi têgîna netew ku li hev hatina çînek mirovan îfade dike hatiye îfadekirin, nîşan dide ku bandora ol di jiyana civakî de çiqasî xurt e.
Li gor baweriya Îslamê çavkaniya ol Xwedayê mezin e. Xwedayê mezin yekem însanê ku afirandiye wek pêxemberê xwe yê ewil hilbijartî ye. Wî xwe bi mirovan da naskirin û bi pêxemberê xwe yê ewil xwe da naskirin. Yekbûna Xwedê, ku afirînerê her tiştî ew e, şirîkê wî tune ye, Xwedayê yekta ye, her tişt bi îrade û daxwaza Wî çêdibe, heta ku Wî nexwaze tiştek çênabe, baweriya bi axretê, hesabkirin, cezakirin, xelatkirin, îbadet û şekl û hwd... Wî her tiştê ku divê bi olê were zanîn bi riya mirovê pêşîn agahdar kir.
Dem bi dem mirov ji dînê yekxwedayîtiyê ku Xwedayê mezin ji wan re şandibû dûr dikevin û didine pey olên cuda. Di van rewşan de, Xwedayê mezin pêxember şandine ji bo ku wan cardin bighênine rêya rast. Ji bo vê yekê jî dînê ku ji pêxemberê yekem re hatiye hinartin û ola ku li ser hemû pêxemberên paşerojê re hatiye hinartin yek in û navê wan jî; “Îslam” e. Tu pêxemberî li dijî baweriya yekxwedatiyê tiştek negotiye. Belê hemî pêxember di dijê şirkê de tekoşîn dane û ji bo yekxwadatiyê li ser rûyê erde belav bikin xebitîne.