- Kurtejîyana Ahmedê Hepo
Li gorî agahîyên Weşanên Peywend ên der barê heyata wî de dane, Ahmedê Hepo di sala 1934an de li Şîranê (Qemerlîya Ermenistanê) welidîye. Di 1937an de tevî pêncî hezar Kurdên Misulman, malbata wî ji Ermenistanê sirgûnî Qirgizistanê dikin. Lê malbata Hepo, di 1942an de vedigere Azerbaycanê. Li wir li Yêvlaxê dibistana amadehîyê diqedîne. Di 1964an de li Rewanê Enstîtuya Pedagojîyê diqedîne. Li wir heft salan di rojnameya Riya Teze de dixebite. Di beşa Kurdî ya radyoya fermî ya Dewleta Azerbaycanê de serwêrîyê dike û bi navê Dengê Kurd rojnameyeke Kurdî derdixe. Di warê roman, çîrok û folklorê de berhem dane. Li Bakuyê dijî. Hinek berhemên wî yên çapbûyî ev in: Adar (serpêhatî, 1965), Emir Gul Vedide (çîrok, 1975), Bawerî (roman, 1990), Birîn (roman, 1996), Karîbarên Gelê Kurd (zargotin, 2000), Rêwîyê Bêmal (bîranîn, 2007), Du Evîndar Du Gulle (roman, werger, 2009), Xemildarên Jîyanê (bîranîn, 2010) (Birîn, Weşanên Peywend, Stenbol, 2014, 4)
Ahmedê Hepo di romanên xwe “Bawerî” û “Birîn”ê de bi hesta welatparêzîyê nivîsîye. Bi piranî li ser parçebûna Kurdan, neyekîtîya wan, bêwelatîbûna wan, nefîkirin û koçberîya wan, zulm û ezîyet û ğerîbîyên di van nefîkirinan de kişandine, derd û kulên wan ên bi deh salan sekinîye.
Ji ber ku pirê nefîkirinan li nav dewleta Rûsyayê qewimîne û ew jî wê çaxê zarok bûye, bûye şahidê wan rojên dijwar, gelekî behsa jîyana piştî van sirgûnan dike û jiber vê yekê jî dewleta Sovêtê û helwesta mezin û amir û dezgehên wê zêde rexne dike. Ev rexne di “Bawerî”yê de hindik e, lê di “Birîn”ê de gelek e. Jixwe “Birîn” ji serî heta binî behsa heyata kurdên hatine sirgûnkirin dike.
- Destpêk
Piştî herba cîhanê ya yekem, hinek qismê Kurdên deverên din, ji ber ta’dew ezîyetan berê xwe dane dewleta Sovêtê. Ew dibên dewleteke sosyalîst ava bûye, guh dide heq û hiqûqên milletên din û kêmneteweyan. Xwendin û xebatên modern pêşketî ne û rihettir in. Îmkan û rewşa jîyanê bêtir û baştir in. Zulm û zordarî tune ye, azadî zede ye.
Heta dewra Stalîn, di vî warî de Kurdên ku çûn nav Sovêtê ji alîyê ziman û kar û cînişînê ve hinekî derfet dîtin. Her çiqas rejîma Sovêtê, fikra xwe ya komunîstî dida zarokên wan, zarokên wan nexasim ên bêxwedî di dibistanan de, di sêwîxaneyan de bi fikra xwe perwerde dikirin û dewletê dest danîbû ser mal û milkan, hebûn kiribûn aydîyê xwe jî, jîyan li gorî parçeyên din rihettir bû. Ciwanan heta pileyekê, dikaribûn bixwendana û di dezgehan de bibana xwedî rutbe. Feqet dewleta Sovêtê jî nexwest ku Kurd an jî qewmekî din ê Misluman li welêt bibe xwedî hêzeke xurt. Ji lew li nav welêt, Kurd gelek caran hatin nefîkirin. Cîyê ku dihatin şandin jî jibo jîyanê dijwar bûn, ji hev hatibûn veqetandin. Kurdên li deverekê sirgûnkirî, bê destûrnama dewletê nikaribûn biçana merivên xwe ziyaret bikirana û bi ser hev de biçûn û bihatana. Nexasim di destpêka dewra Stalîn de, evan nefîkirin gihan zîrweyê. Stalîn hem artêşa Sovêtê ji Îranê vedikşîne, ji lew Komara Mehabadê tê hilweşandin. Him jî Kurdistana Sor xera dike. Weka di kurtejîyana Ahmedê Hepo de jî derbas bû, di carekê de 50 hezar Kurdên Misulman sirgûn kirine ji Ermenistanê. Li alîyê din xelkê mîna ermenî, bi navê Ermenistanê li welatê xwe dijîyan, kesî tiştek ji wan re nedigot. Ji ber ku dewletê li pişta xwe didîtin, henekê xwe bi Kurdan dikirin û weka di romana Birînê de jî derbas dibe, heta garanekî ermenî, tê ji Feyzoyê ciwanê Kurd re, ji Kurdan re çêrr û xeberên negotî dike, ewqasî dibe ku Feyzo hew xwe digre û li serî wî dide. Ermeniyên din jî tên Feyzo dikujin.
Di van sirgûnan de; Kurdên merivên hev, ji hev dûr dikevin, di rêwîtîyê de birçî dimînin, zarok bêav dimînin, nexweşî zêde dibe. Zarok û yextîyar rehmet dikin. Di sar û seqemê de şerpeze dibin. Hinek zarok wenda dibin. Leşker û amir li wan heqaretan dikin. Koçber bi hêlên sar û dûr ve tên şandin. Herêmên ku diçinê jî li wir perîşanîyeke din dibînin. Hinek zilam ji alîyê dewletê ve tên komkirin û bi hêla Sibîryayê de jibo xebatê tên şandin. Xeber ji wan nayê stendin.
Ahmedê Hepo di “Bawerî”yê de hinekî li ser sirgûn û dijwarîyên sirgûnê disekine. Ew bixwe di pişgotina pirtûkê de weha dibêje: “Divê vê jî bêjim ev roman çi qasî bi rûhê welatparêzîyê hatibe nivîsandin jî dîsa bêhna Yekîtîya Sovêta berê jê tê. Him jî hinek gilî û gotin-peyv ji wê damezrandina Sovêtê pêş da hatine kirin… wekî Sovêtê der û dor li me girtibûn. Pêwendîyên me bi Kurdên dinyayê re tunebû.” (Bawerî, 5)
Lê romana “Birîn” seranser weke belgeromaneke jîyana sirgûnbûyê ye. Her wiha di romanê de behsa nivîskar û pêşîvanên Kurd jî dike mîna Erebê Şemo, Melle Mûstafa Barzanî, Qazî Muhemmed. Nivîskar hem li ser devê lehengên romanê hem jî bi gotinên xwe dewleta Sovêtê, tevgerên wê yên derbarê nefîkirinan de, li ber xelkê Kurd helwest û tewra mezin û amir û teşkîlatên wê, rexne dike, di heqê wan de fikr û hestên lehengan û xelkê nefîkirî, bi biwêj û teswîrên balkêş tîne ber çavan.
Pirê nivîskarên Qafqasyayê di roman û çîrokên xwe de pesnê dewleta Sovêtê û fikra wê ya komunîstîyê dikin. Feqet Ahmedê Hepo di van her du romanan de dewletê rexne dike. Di vê xebat û analîzê de; hat armanckirin ku awayên rexnekirina dewleta Sovêtê bên diyarkirin, hal û rewşa Kurdên wê demê bên nîşandan.
Ahmedê Hepo di van her dû romanan de, ne fikrî lê ji hêla pratîkên dewletê ve rexneyan dike, gilîw gazinan dike. Di yek du ciyan de ji fikra rejîmê piçkî nerazî be jî piranî ji helwest û kirinên wê yên di heqê gelê Kurd de dilêş e û gilîdar e. Di wê demê de fikra komunîstîyê û Sovêta nûnerê vê îdeolojîyê li nav gelan wek bihuşta rojhilat dihat propagandakirin. Li hember kapîtalîzma ğerbî derketibû û xwedîtî li karker û bindestan dikir(!). Gelê Kurd jî xelkekî perîşan û mezlûm bû. Divê Sovêtê xwedîtî lê bikira. Lê mixabin weha nebû. Bi deh salan li nav Sovêtê mihacirî û ğerîbî dî. Evana jibo rexnekirina Sovêtê sedemên sereke ne.
Li nav Sovêtê sirgûnkirina Kurdan gelek caran qewimîye. Lê di sala 1937an de di dewra Stalîn de, di sala 1944an de û di sala 1988an de di dema şerê navbêna Azerî û Ermenîyan de Kurd zêde tên nefîkirin. Dawûd Yeşîlmen di teza xwe ya li ser sirgûnê de li gorî pirtûka Hejarê Şamîl a bi navê “Diyaspora Kürtlerî” weha dibêje: “Di sala 1944an de 91.095 Kurd, hemşîn û Tirkên Ahiska ber bi Kazakîstanê, di serma -40 dereceyî de bi trênê sirgûn bûn. Payîzê sirgûnî dest pê kir. Li gorî biryara ku Stalîn îmza xwe avêtiyê, dora 40 hezarî sirgûnî Kazaxîstanê, 30 hezarî sirgûnî Ozbekistanê û 16 hezar jî sirgûnî Kirgizîstanê dibin. Li gorî çavkaniyan sedemên vê sirgûnê ew bû ku ev kesên sirgûnkirî cîranê welatên bav û kalên xwe bûn û sîxuriyê û alîkariyê ji wan re dikin. Naxwe divê ji sînor bêne dûr xistin.” (Temaya Sirgûnê Di Çar Romanên Kurmancî De, Teza Lîsansa Bilind Zanîngeha Artûklûyê, 2014, 54)
Kurd bi piranî ji bajarên Ermenistan, Azerbaycan, Nexçiwan, Gurcistanê tên sirgûnkirin û bi hêla Asîya Navîn, Kazaxistan, Qirgizistan û Sibîryayê ve tên şandin. Di rêwîtîyên xwe û cîyê tên şandin de, dijwarî û şerpezehîyeke mezin dibînin. Romana “Birîn” li ser van ezîyet û ğerîbîyan hatiye hûnandin. Ji lew rexneyên zêde ji ber van dram û kul û derdên sirgûnan in. Nivîskar weha dibêje: “Kurdên ku salên nefîkirinê li Qazaxistan û li rûspûblîkên Asîya Navîn hatibûn hêwirandinê, sal bi sal hebinê konê nefîkirinê yê reş vedikirin.” (Birîn 87)
Li ser nefîkirinan nivîskar di dawîyê de weha dibêje: “Sala 1926a boy pareke gelê Kurd bû sala revebezê, salên 1928a, 1929a, 1937a, 1947/48a bûne salên nefîkirinê. Sala 1926a bi sedan malbatên Kurdan ji wî alî Erez, derbasî vî alî bûn, xwe dane ser rîya Yekîtîya Sovêtê. Salên 1928/1929a ji Ermenistanê Kurdên Musulman tenê bi zorê anîn derxistin nehîyên Azerbaycanê, Yêvlaxê, Berdê. Salên 1937a, 1944a, 1947/48a payê pir ji Ermenistanê çend gundê ser sînorê Ermenistanê ji Nexciwanê, ji Gurcistanê Kurd nefî kirin. Sala 1947a fermana Stalîn derket wekî kî hatiye nefîkirinê bila vegere. Dîsa koçe-koç.” (Birîn 214)
Rexne, ya ji devê şexsîyet û karakterên romanê hatine kirin, yan bi dram û dijwarîya jîyana sirgûnê hatine îmakirin, yan jî nivîskar li ser helwest û tevgeran rasterast nerazîbûnên xwe nîşan dane. Li jêr hinek sedemên rexnekirinê û hinek nimûneyên rewşa kurdên hatine nefîrikirin hatine dayîn.
C- Derbarê Sırgûnan De
1. Kurdên Misulman tenê sirgûn dikin, yên êzdî sirgûn nakin. Dewlet tu eleqa xwe ji Kurdên êzîdî nayne û heta dixwaze Kurdên Musluman ji yên êzîdî dûr bikin.
“Kurdên gundên Karêzê, Çatmê, Şîranê, Kotaniyê, Hacîmîrzo û bi sedan yên mayîn ji zûde karê zivistanê bi dawî kiribûn… Gişk bi xebatê ve girêdayî bûn. Serê sibeyek payîzê bû. Berbangekê esker, çawa gel digot kumsor, dora hemû gundên Kurdan girtibûn. Eskerên tifing di milan de nedihiştin tu zindîyek ji gund derkeve. … (Yekî êzdî ji gundîyan re) Ez hatime bêjim, biryar heye ku Kurdên Misilman ji Ermenistanê koçber bikin, ciyê wan hinekî biguherînin..”
Nivîskar ji yê êzdî re, dixwaze weha cewabê bide: “Çima bona nefsa xwe, bona peywira xwe, hatî cihêwazîyê dikî nava Kurdên Misilman û Kurdên êzdî? Ne zimanê me yek e, em ji konekî cihê bûne…”(Bawerî 90-91)

2. Bi hinceta ku Kurdan, Azerbaycanîyan ji warê wan biqetînin û bi tirsa ku Kurd dikarin bi dijminê Sovêtê re destbirakî bikin, Kurdan sirgûn dikin. Eşkere dibe ku Heval(!) Stalîn, ne dost û hevalê Kurdan e. Nivîskar bi zimanekî tund Stalîn dilomîne.
Gundî sebebê nefîkirina kurmancan dipirsin. Tê gotin ku rayedaran weha rewa dîtine. Li ser vê, weha dibêje nivîskar ji devê gundîkî: “Gelo, bavê me gişkan Stalîn dizane ku em têne nefîkirin? Pirs bê bersiv ma. Lê sal bên derbaz bin, Kurd pê bihesin, wekî xwînrêtê xwînrêtan bave me gişkan Stalîn ev bobelat bi destên nexwestiyên Kurdan xwe bi ser hev de anîye? Hincet çiye? Hincet ew bû ku Kurdan û azerbaycanîyan ji cih û warên kal û bavan biqetînin wekî gelê ermenî li cihekî bicivin. Loma jî Mîkoyanê rûvî bi hezar fen û fêlan bi Stalîn dide bawerkirin, wekî xwedêgiravî Kurd ji bo Sovêtê xofeke giranin. Di belgeyên hukumetê de hatiye nivîsandin, civaka Kurd di nav sînorê Sovêtê û Tirkiyayê de zû bi zû diteribîne, him jî ku dest bi şer bibe, Kurd derbasî alîyê Tirkan bin…” (Bawerî 91)
Dewra Stalîn dest pê dike û sirgûna mezin pêk tînin. Li ser nefîkirina ewil a payîza 1937an û zordestiya dewletê, nivîskar weha dibêje: “Rojên payîza sala 1937a ser pareke gelê Kurdan de mîna ‘ewrekî reş hat, pêşîyê kire guregur, paşê ba-bager anî, dawîyê da ewana dane ber zîpika wede, şipûka zemîn, çawa dibêjin ji vî serê dunê ewana birin derxistine serê dinê. Aha rojekê eskerên bi nîşana sor ketine gundên Kurdan, dadane malên giran, giran hiştin, sivik bar kirin, pey hev çend êşalon rê kirin. Çend roja şûnda li bajarekî giran êşalon, vagonê barbir ji hev qetandin, hinek ber bi rastê, hinek ber bi çepê verê kirin..” (Birîn 34)
3. Di sala 1988an de di dema şerrê navbêna Ermenî û Azerîyan de, Kurd li Azerbaycanê dijîn. Ji ber nijadperestîya ermenîyan, Kurdan jî ji Azerbaycanê sirgûn dikin.
“Sal dê li pey salan derbas bin, hinek ermenî, wê bi aqlê hinek ‘pêşketîyên’ xwe bikin û dîsa têkevin pêy nexweşîya nijadperestîyê û îcarê cara sisiyan e ku bi hezaran Azerbaycanî û tevahîya Kurdên Misilman wê ji ciyê wan ê dîrokî bêne derxistin. Ev gel dê îcar jî bêne talan û tajan kirin, bêne zêrandin. Dayê, dêranê … Va sala 1988an bû” (Bawerî 94)
4. Her weha dewleta Sovêyetê çavê xwe ji Ermenîyan jî re digre. Nivîskar dipirse ku di sala 1944an de ji Nexciwan û Gurcistanê çima Kurd hatine nefîkirin û ermenî li Ermenistana mezin civîyane? (Birîn 161)