- Kurtejîyana Ahmedê Hepo
Li gorî agahîyên Weşanên Peywend ên der barê heyata wî de dane, Ahmedê Hepo di sala 1934an de li Şîranê (Qemerlîya Ermenistanê) welidîye. Di 1937an de tevî pêncî hezar Kurdên Misulman, malbata wî ji Ermenistanê sirgûnî Qirgizistanê dikin. Lê malbata Hepo, di 1942an de vedigere Azerbaycanê. Li wir li Yêvlaxê dibistana amadehîyê diqedîne. Di 1964an de li Rewanê Enstîtuya Pedagojîyê diqedîne. Li wir heft salan di rojnameya Riya Teze de dixebite. Di beşa Kurdî ya radyoya fermî ya Dewleta Azerbaycanê de serwêrîyê dike û bi navê Dengê Kurd rojnameyeke Kurdî derdixe. Di warê roman, çîrok û folklorê de berhem dane. Li Bakuyê dijî. Hinek berhemên wî yên çapbûyî ev in: Adar (serpêhatî, 1965), Emir Gul Vedide (çîrok, 1975), Bawerî (roman, 1990), Birîn (roman, 1996), Karîbarên Gelê Kurd (zargotin, 2000), Rêwîyê Bêmal (bîranîn, 2007), Du Evîndar Du Gulle (roman, werger, 2009), Xemildarên Jîyanê (bîranîn, 2010) (Birîn, Weşanên Peywend, Stenbol, 2014, 4)
Ahmedê Hepo di romanên xwe “Bawerî” û “Birîn”ê de bi hesta welatparêzîyê nivîsîye. Bi piranî li ser parçebûna Kurdan, neyekîtîya wan, bêwelatîbûna wan, nefîkirin û koçberîya wan, zulm û ezîyet û ğerîbîyên di van nefîkirinan de kişandine, derd û kulên wan ên bi deh salan sekinîye.
Ji ber ku pirê nefîkirinan li nav dewleta Rûsyayê qewimîne û ew jî wê çaxê zarok bûye, bûye şahidê wan rojên dijwar, gelekî behsa jîyana piştî van sirgûnan dike û jiber vê yekê jî dewleta Sovêtê û helwesta mezin û amir û dezgehên wê zêde rexne dike. Ev rexne di “Bawerî”yê de hindik e, lê di “Birîn”ê de gelek e. Jixwe “Birîn” ji serî heta binî behsa heyata kurdên hatine sirgûnkirin dike.
- Destpêk
Piştî herba cîhanê ya yekem, hinek qismê Kurdên deverên din, ji ber ta’dew ezîyetan berê xwe dane dewleta Sovêtê. Ew dibên dewleteke sosyalîst ava bûye, guh dide heq û hiqûqên milletên din û kêmneteweyan. Xwendin û xebatên modern pêşketî ne û rihettir in. Îmkan û rewşa jîyanê bêtir û baştir in. Zulm û zordarî tune ye, azadî zede ye.
Heta dewra Stalîn, di vî warî de Kurdên ku çûn nav Sovêtê ji alîyê ziman û kar û cînişînê ve hinekî derfet dîtin. Her çiqas rejîma Sovêtê, fikra xwe ya komunîstî dida zarokên wan, zarokên wan nexasim ên bêxwedî di dibistanan de, di sêwîxaneyan de bi fikra xwe perwerde dikirin û dewletê dest danîbû ser mal û milkan, hebûn kiribûn aydîyê xwe jî, jîyan li gorî parçeyên din rihettir bû. Ciwanan heta pileyekê, dikaribûn bixwendana û di dezgehan de bibana xwedî rutbe. Feqet dewleta Sovêtê jî nexwest ku Kurd an jî qewmekî din ê Misluman li welêt bibe xwedî hêzeke xurt. Ji lew li nav welêt, Kurd gelek caran hatin nefîkirin. Cîyê ku dihatin şandin jî jibo jîyanê dijwar bûn, ji hev hatibûn veqetandin. Kurdên li deverekê sirgûnkirî, bê destûrnama dewletê nikaribûn biçana merivên xwe ziyaret bikirana û bi ser hev de biçûn û bihatana. Nexasim di destpêka dewra Stalîn de, evan nefîkirin gihan zîrweyê. Stalîn hem artêşa Sovêtê ji Îranê vedikşîne, ji lew Komara Mehabadê tê hilweşandin. Him jî Kurdistana Sor xera dike. Weka di kurtejîyana Ahmedê Hepo de jî derbas bû, di carekê de 50 hezar Kurdên Misulman sirgûn kirine ji Ermenistanê. Li alîyê din xelkê mîna ermenî, bi navê Ermenistanê li welatê xwe dijîyan, kesî tiştek ji wan re nedigot. Ji ber ku dewletê li pişta xwe didîtin, henekê xwe bi Kurdan dikirin û weka di romana Birînê de jî derbas dibe, heta garanekî ermenî, tê ji Feyzoyê ciwanê Kurd re, ji Kurdan re çêrr û xeberên negotî dike, ewqasî dibe ku Feyzo hew xwe digre û li serî wî dide. Ermeniyên din jî tên Feyzo dikujin.
Di van sirgûnan de; Kurdên merivên hev, ji hev dûr dikevin, di rêwîtîyê de birçî dimînin, zarok bêav dimînin, nexweşî zêde dibe. Zarok û yextîyar rehmet dikin. Di sar û seqemê de şerpeze dibin. Hinek zarok wenda dibin. Leşker û amir li wan heqaretan dikin. Koçber bi hêlên sar û dûr ve tên şandin. Herêmên ku diçinê jî li wir perîşanîyeke din dibînin. Hinek zilam ji alîyê dewletê ve tên komkirin û bi hêla Sibîryayê de jibo xebatê tên şandin. Xeber ji wan nayê stendin.
Ahmedê Hepo di “Bawerî”yê de hinekî li ser sirgûn û dijwarîyên sirgûnê disekine. Ew bixwe di pişgotina pirtûkê de weha dibêje: “Divê vê jî bêjim ev roman çi qasî bi rûhê welatparêzîyê hatibe nivîsandin jî dîsa bêhna Yekîtîya Sovêta berê jê tê. Him jî hinek gilî û gotin-peyv ji wê damezrandina Sovêtê pêş da hatine kirin… wekî Sovêtê der û dor li me girtibûn. Pêwendîyên me bi Kurdên dinyayê re tunebû.” (Bawerî, 5)
Lê romana “Birîn” seranser weke belgeromaneke jîyana sirgûnbûyê ye. Her wiha di romanê de behsa nivîskar û pêşîvanên Kurd jî dike mîna Erebê Şemo, Melle Mûstafa Barzanî, Qazî Muhemmed. Nivîskar hem li ser devê lehengên romanê hem jî bi gotinên xwe dewleta Sovêtê, tevgerên wê yên derbarê nefîkirinan de, li ber xelkê Kurd helwest û tewra mezin û amir û teşkîlatên wê, rexne dike, di heqê wan de fikr û hestên lehengan û xelkê nefîkirî, bi biwêj û teswîrên balkêş tîne ber çavan.
Pirê nivîskarên Qafqasyayê di roman û çîrokên xwe de pesnê dewleta Sovêtê û fikra wê ya komunîstîyê dikin. Feqet Ahmedê Hepo di van her du romanan de dewletê rexne dike. Di vê xebat û analîzê de; hat armanckirin ku awayên rexnekirina dewleta Sovêtê bên diyarkirin, hal û rewşa Kurdên wê demê bên nîşandan.
Ahmedê Hepo di van her dû romanan de, ne fikrî lê ji hêla pratîkên dewletê ve rexneyan dike, gilîw gazinan dike. Di yek du ciyan de ji fikra rejîmê piçkî nerazî be jî piranî ji helwest û kirinên wê yên di heqê gelê Kurd de dilêş e û gilîdar e. Di wê demê de fikra komunîstîyê û Sovêta nûnerê vê îdeolojîyê li nav gelan wek bihuşta rojhilat dihat propagandakirin. Li hember kapîtalîzma ğerbî derketibû û xwedîtî li karker û bindestan dikir(!). Gelê Kurd jî xelkekî perîşan û mezlûm bû. Divê Sovêtê xwedîtî lê bikira. Lê mixabin weha nebû. Bi deh salan li nav Sovêtê mihacirî û ğerîbî dî. Evana jibo rexnekirina Sovêtê sedemên sereke ne.
Li nav Sovêtê sirgûnkirina Kurdan gelek caran qewimîye. Lê di sala 1937an de di dewra Stalîn de, di sala 1944an de û di sala 1988an de di dema şerê navbêna Azerî û Ermenîyan de Kurd zêde tên nefîkirin. Dawûd Yeşîlmen di teza xwe ya li ser sirgûnê de li gorî pirtûka Hejarê Şamîl a bi navê “Diyaspora Kürtlerî” weha dibêje: “Di sala 1944an de 91.095 Kurd, hemşîn û Tirkên Ahiska ber bi Kazakîstanê, di serma -40 dereceyî de bi trênê sirgûn bûn. Payîzê sirgûnî dest pê kir. Li gorî biryara ku Stalîn îmza xwe avêtiyê, dora 40 hezarî sirgûnî Kazaxîstanê, 30 hezarî sirgûnî Ozbekistanê û 16 hezar jî sirgûnî Kirgizîstanê dibin. Li gorî çavkaniyan sedemên vê sirgûnê ew bû ku ev kesên sirgûnkirî cîranê welatên bav û kalên xwe bûn û sîxuriyê û alîkariyê ji wan re dikin. Naxwe divê ji sînor bêne dûr xistin.” (Temaya Sirgûnê Di Çar Romanên Kurmancî De, Teza Lîsansa Bilind Zanîngeha Artûklûyê, 2014, 54)
Kurd bi piranî ji bajarên Ermenistan, Azerbaycan, Nexçiwan, Gurcistanê tên sirgûnkirin û bi hêla Asîya Navîn, Kazaxistan, Qirgizistan û Sibîryayê ve tên şandin. Di rêwîtîyên xwe û cîyê tên şandin de, dijwarî û şerpezehîyeke mezin dibînin. Romana “Birîn” li ser van ezîyet û ğerîbîyan hatiye hûnandin. Ji lew rexneyên zêde ji ber van dram û kul û derdên sirgûnan in. Nivîskar weha dibêje: “Kurdên ku salên nefîkirinê li Qazaxistan û li rûspûblîkên Asîya Navîn hatibûn hêwirandinê, sal bi sal hebinê konê nefîkirinê yê reş vedikirin.” (Birîn 87)
Li ser nefîkirinan nivîskar di dawîyê de weha dibêje: “Sala 1926a boy pareke gelê Kurd bû sala revebezê, salên 1928a, 1929a, 1937a, 1947/48a bûne salên nefîkirinê. Sala 1926a bi sedan malbatên Kurdan ji wî alî Erez, derbasî vî alî bûn, xwe dane ser rîya Yekîtîya Sovêtê. Salên 1928/1929a ji Ermenistanê Kurdên Musulman tenê bi zorê anîn derxistin nehîyên Azerbaycanê, Yêvlaxê, Berdê. Salên 1937a, 1944a, 1947/48a payê pir ji Ermenistanê çend gundê ser sînorê Ermenistanê ji Nexciwanê, ji Gurcistanê Kurd nefî kirin. Sala 1947a fermana Stalîn derket wekî kî hatiye nefîkirinê bila vegere. Dîsa koçe-koç.” (Birîn 214)
Rexne, ya ji devê şexsîyet û karakterên romanê hatine kirin, yan bi dram û dijwarîya jîyana sirgûnê hatine îmakirin, yan jî nivîskar li ser helwest û tevgeran rasterast nerazîbûnên xwe nîşan dane. Li jêr hinek sedemên rexnekirinê û hinek nimûneyên rewşa kurdên hatine nefîrikirin hatine dayîn.
C- Derbarê Sırgûnan De
1. Kurdên Misulman tenê sirgûn dikin, yên êzdî sirgûn nakin. Dewlet tu eleqa xwe ji Kurdên êzîdî nayne û heta dixwaze Kurdên Musluman ji yên êzîdî dûr bikin.
“Kurdên gundên Karêzê, Çatmê, Şîranê, Kotaniyê, Hacîmîrzo û bi sedan yên mayîn ji zûde karê zivistanê bi dawî kiribûn… Gişk bi xebatê ve girêdayî bûn. Serê sibeyek payîzê bû. Berbangekê esker, çawa gel digot kumsor, dora hemû gundên Kurdan girtibûn. Eskerên tifing di milan de nedihiştin tu zindîyek ji gund derkeve. … (Yekî êzdî ji gundîyan re) Ez hatime bêjim, biryar heye ku Kurdên Misilman ji Ermenistanê koçber bikin, ciyê wan hinekî biguherînin..”
Nivîskar ji yê êzdî re, dixwaze weha cewabê bide: “Çima bona nefsa xwe, bona peywira xwe, hatî cihêwazîyê dikî nava Kurdên Misilman û Kurdên êzdî? Ne zimanê me yek e, em ji konekî cihê bûne…”(Bawerî 90-91)
2. Bi hinceta ku Kurdan, Azerbaycanîyan ji warê wan biqetînin û bi tirsa ku Kurd dikarin bi dijminê Sovêtê re destbirakî bikin, Kurdan sirgûn dikin. Eşkere dibe ku Heval(!) Stalîn, ne dost û hevalê Kurdan e. Nivîskar bi zimanekî tund Stalîn dilomîne.
Gundî sebebê nefîkirina kurmancan dipirsin. Tê gotin ku rayedaran weha rewa dîtine. Li ser vê, weha dibêje nivîskar ji devê gundîkî: “Gelo, bavê me gişkan Stalîn dizane ku em têne nefîkirin? Pirs bê bersiv ma. Lê sal bên derbaz bin, Kurd pê bihesin, wekî xwînrêtê xwînrêtan bave me gişkan Stalîn ev bobelat bi destên nexwestiyên Kurdan xwe bi ser hev de anîye? Hincet çiye? Hincet ew bû ku Kurdan û azerbaycanîyan ji cih û warên kal û bavan biqetînin wekî gelê ermenî li cihekî bicivin. Loma jî Mîkoyanê rûvî bi hezar fen û fêlan bi Stalîn dide bawerkirin, wekî xwedêgiravî Kurd ji bo Sovêtê xofeke giranin. Di belgeyên hukumetê de hatiye nivîsandin, civaka Kurd di nav sînorê Sovêtê û Tirkiyayê de zû bi zû diteribîne, him jî ku dest bi şer bibe, Kurd derbasî alîyê Tirkan bin…” (Bawerî 91)
Dewra Stalîn dest pê dike û sirgûna mezin pêk tînin. Li ser nefîkirina ewil a payîza 1937an û zordestiya dewletê, nivîskar weha dibêje: “Rojên payîza sala 1937a ser pareke gelê Kurdan de mîna ‘ewrekî reş hat, pêşîyê kire guregur, paşê ba-bager anî, dawîyê da ewana dane ber zîpika wede, şipûka zemîn, çawa dibêjin ji vî serê dunê ewana birin derxistine serê dinê. Aha rojekê eskerên bi nîşana sor ketine gundên Kurdan, dadane malên giran, giran hiştin, sivik bar kirin, pey hev çend êşalon rê kirin. Çend roja şûnda li bajarekî giran êşalon, vagonê barbir ji hev qetandin, hinek ber bi rastê, hinek ber bi çepê verê kirin..” (Birîn 34)
3. Di sala 1988an de di dema şerrê navbêna Ermenî û Azerîyan de, Kurd li Azerbaycanê dijîn. Ji ber nijadperestîya ermenîyan, Kurdan jî ji Azerbaycanê sirgûn dikin.
“Sal dê li pey salan derbas bin, hinek ermenî, wê bi aqlê hinek ‘pêşketîyên’ xwe bikin û dîsa têkevin pêy nexweşîya nijadperestîyê û îcarê cara sisiyan e ku bi hezaran Azerbaycanî û tevahîya Kurdên Misilman wê ji ciyê wan ê dîrokî bêne derxistin. Ev gel dê îcar jî bêne talan û tajan kirin, bêne zêrandin. Dayê, dêranê … Va sala 1988an bû” (Bawerî 94)
4. Her weha dewleta Sovêyetê çavê xwe ji Ermenîyan jî re digre. Nivîskar dipirse ku di sala 1944an de ji Nexciwan û Gurcistanê çima Kurd hatine nefîkirin û ermenî li Ermenistana mezin civîyane? (Birîn 161)
Di nivîsa ewil de kurtejiyana Ahmedê Hepo hatibû dayîn, behsa herdu romanên wî yên bi navê wî “Birîn” û “Bawerî” hatibû kirin. Hatibû gotin ku herdû roman jî belgefîlma dijwariya heyata Kurdên Sovêyetê ên dewra sirgûnan e. Ji van nefîkirinan ên herî dijwar di dewra Stalîn de qewimîne. Di vê nivîsê de ewê helwesta îdarevanên dewlet û sazî û dezgehên Sovyetê ku li ser kurdan û li ser nefîkirina Kurdan çawa bûye, ji îfadeyên kitêban bên tarîfkirin. Îfade û ta’bîr, ji herdû kitêban hatine nimûnekirin. Hinek gotin û îfadeyên nivîskar ên xerîb û mehellî, li ser me’neya wan hatin guhertin. Di hinek ciyan de jî me’ne di nava parantezan de hat dayîn.
B) REXNEYÊN JIBER HELWESTÊN ÎDAREVANAN
1. Îdarevan û ciwanên di fikra wan de henekê xwe bi bawerî û ‘urf û ‘edetên xelkê dikin.
Sedrê kolxozê (serokê malhebûna tomerî ya gundî berhev dikin) gotarvanekî rojnameyê bi xwe re tîne gund daku di heqê xebatên gundîyan de binivîsîne. Çavê wan li darekê dikeve ku hinek pel û potik pêve girêdayîne. Ji darê re dibêjin “Dara Ziyaretê” Gotarvan ‘henekê xwe pê dike. Li ser ken û tewra hinek ciwanan yextîyarê gund Apê Sedo wiha dibêje ji ciwanan re: “Divê tu demê hûn ‘urf û edetên xwe ji bîr nekin. Ev yek, ya duduyan mirov tu deman bêbawerî nejîyaye.” (Bawerî 51)
2. Dezgehên dewletê li pey bihana ne.
Keloyê Namoyêv, lehengê sereke yê romanê ye, Kurdekî sirgûnkirî ye. Mehîna wî wenda dibe. Rojekê xebatkarên NKVDê (Komîserîyeta Gel ya Hundur) tên Kelo dibin. Bi rojan di bin çavan de ta’de û ezîyetê lê dikin. Goya mehîna wî diçe hêla din a sînor, tiştan pê re dibin û tînin. Li ser birina Kelo, gundîyek weha dibêje: “Evya dewleta Sowyetê ye. Dibêjin kîroşkan bi erebê digre (yanî li pey bihanaye)” (Birîn 16)
3. Amir henekê xwe bi Kurdan dike.
Di bin çavan de endamekî zana yê vê dezgeha NKVDê, li Kelo hêrs dibe û weha dibêje: “Tu me dewsa nezana datînî? Îcar li Kurdê bêfem yê serî çîya binêre! Çawa xwe li nezaniyê datîne!” (Birîn 19)
4. Haya îdarevanan, ji polîtîkaya dewletê ya li hemberî Kurdan heye.
Piştî ewqas ta’de û ezîyet û lêpirsîn û tehdît û nezaretê, berî Kelo berdin, yek wiha dibêje: “Hindik maye, ew bixwaze jî nexwaze jî êdî hespa wî wê nikaribe derbasî wî alî bibe.” “Kelo qet noqî nav fikra van giliyan nebû. Lê di nava van giliyan de rêyeke nebioxir dirêj dibû. Bi dewrê, wê zemînê çiyakî giran bi ser Kurdan da bihedimanda. Birîn bi ser birînê da bianiya.” (Birîn 32)
5. Mezin û îdarevanên dewletê ji ber zordarîyên xwe wek rihustîn (Ezraîl), hût tên dîtin.
Nivîskar, Stalîn û merivên dora wî dişibihîne ruhistîn û weha dibêje: “Naha Stalîn û merivên dora wî, bi destê NKVDê bûne Ezraîl, ruhistînê merivan. Ew kê dixwaze, bi destê wan hevalbendên xwe bi rihetî, wê ji nav dide hildanê (yanî dikuje). Gel dide qirê (qira xelkê dike), lê ew jî mîna Ezrehîl nakeve bîra tu kesî. Tu kesekî nizanibû wekî NKVD bi rûhê Stalîn va hatîye pêçandinê, astarê wan ew e…” (Birîn 36)
Dîsa li ser eynî meselê weha dibêje: “Beko jî wiha, Cengîzxan jî wiha, Hîtler jî wiha, Stalîn jî wiha, Seddam jî wiha (bû)… Li cem merivên wiha rastî-nerastî, heqî-neheqî, şev-ro, sipî-reşayî ser teşîyekê tê ristinê, dibe tev hev, ro-robarîya (serencama) wan yek e. Bi destî wan xwîn hatine rêtinê, xwîna rêtî pijiqîne ser wan, paşê ew xwîn dilop dilop ketine firşekê (kîsê) wan, ew fire dibe, ewana dilê xwe da vedigerin (ji wan heye ku) dibine merivên nemirî. Tiştek nakeve bîra wan, tenê ber çavên wan telte telte xwîn tê kifşê (pêl pêl xwîn xuya dibe), ew dixwazin ew xwîn mîna qaşekê qalim qalim (yanî weka ça’leke qalind) hev bigire, bibe pireke bê serobino, ew jî di ser ra gav kin, herin, bên…” (Birîn 38)
Nivîskar, dijminê gelê Kurd ku di nav wan de dewleta Sovêtê jî heye, dişebihîne marê reş ê ku nêçîrvanê gelê Kurd e. Her wiha jibo emperyalîstên dinyayê weha dibêje: “Bav û kur (Kelo û Nado) ji ku bizanibûyana hinek xaînên ku cebheya wan li qesra Krêmlê (Kremlînê) rûniştî, hinekên li bintara wan ‘Mala Sipî’, xerîte dane ber xwe û ser wî textên biçûk dinyayê parve dikin, gelan bi vir da bi wê da bi erdê ra dikşînin. Him hetavîyê (tavê) didine wan, him bedbextîyê, him deryê cennetê, him deryê cehnemê ji wan ra vedikin…” (Birîn 103)
Li ser mirina Stalîn, nivîskar ji devê Erebê Şemo weha dibêje: “(Bêje) hûtê dewrê miriye.” (Birîn 210) Nivîskar jî weha dibêje: “Belê Stalîn miribû. Qeşa zemîn hêdî hêdî dihelîya, ava şolî zelal dibû. Îdî heqî û rastî derketibûne meydanê, neheqî û derewî bi rûreşî direvin, ji dûr va dûyê wan ê bi qetrana salan xuya dibû.” (Birîn 214)
6. Di rêwîtîya nefîkirinê de, îdarevanên dewletê zulm û zordarîyê dikin.
Di vê nefîkirina ewil de Tovarîş (heval) Îsayêv, xebatkarekî NKVDê ye, di rêya nefîkirina Kurdan de te’de dike. Nivîskar jibo wî îfadeyên weha bikar tîne: “Kurdan nizanibû (bê) ew zulumkarekî çawa bû? … Xêncî Tovarîş, 9-10 eskerên biçek danîbûne ser nefîkiran. Wana nedihiştin yek gavekê bi vir da, bi wê da biavêjin. … Tovarîş mîna qitîkê kulê (weka belayekê) ji wê da hat, pêşberî camêra sekinî û peyivî ‘Hûnê çend rojan li vir bimînin, tu kesek bi derekê de neçe.’ Lê vê demê kesek tunebû ku ji wî ra bigota ‘lo, mala te kavila kulê be (yanî mala te xerabe be)! Ka rê-dirb heye, emê bi ku da herin?” (Birîn 42-43)
Nivîskar, zalimên ku kesan, kurdan nefî dikin, weha terîf dike: “Lê vê gavê yên ku ewraqên nefîkirinê di destê wan de ne, ji xwe ra li birca belek rûniştine, îstekana (qedeha) çayê, yanê kaseya şerabê ber, gulp gulp vedixun û nexşeya dunyayê dane ber xwe dinihêrin. Dinihêrin kîjan welatî, kîjan bajarî kaf-kûn kin (yanî xera bikin), rikina (koka) kîjan milletî, gelî bidine ber bivir, jê kin, bihedimînin.” (Birîn 51)
7. Dijminantîya dîn û ‘aliman dikin.
Diya Feyzoyê ku bidest ermenîya hatibû kuştin, hinek axa tirba kurê xwe bixwe re tîne. Li cîyê sirgûnkirinê dixwazin mezelekê bikolin û wê axê têxinê, mele li malê bi dizî fatîhekê dixwîne. Çima? Sebebê wê weha dibêje: “Wan sala tu kesî eşkere melletî nedikir, ji ber ew digirtin. Digotin melle timê miqabilî kirina Yekîtîya Sovêtê ye.” (Birîn 63)
8. Leşkerê ku bi Kurdên nefîkirî re diçe, çav berdide namûsê.
Rostem ji Kelo re behsa sirgûnbûna xwe dike: “De çawa hûn dizanin, mal û hêsîrên Kurdan li bajarê Tîblîsê parve kirin ser du paran, hinek di rêyekê ra anîn derxistin ber behra Xezerê, lê hinek bi rêya qasî mehekê dûrtir li Rûsîyayê dane fitilandinê, hew zivirandin û anîn derxistin van deran. Rojên em ketin axa Rûsîyayê dan bi dan bi halê me yî nemir-nejîyênê daha dijwar dibû… Berfê diavite bejna meriv. Eskerê ser vagona me, bi şev dihat di “mala” me da pal dida. Dihate kifşê, ew yekî çavsor bû (çavê wî li xerabîyê bû).” (Birîn 66) Rostem weha dewam dike: “Tu nebê esker xwestîye dest biavêje keçikê (Gulîzera qîza Rustem). Gulîzerê jî bi vir da, bi wê da di tarîyê da destê xwe digerîne, ji gorê pîjikekî (şîşikekê) dikişîne, heta ku hêz-qudreta Xwedê daye wê, di çavên wî da diniçikîne… (li ser meselê) maşînekê hat em birin (piştî taqîbata du hefteyan) dewsa tiliyê esker hildan. Eyan kirin ku dewsa tiliyê wî, diranê wî li beden, rû, gerdena keçikê heye… Esker dest avitêbû hevalkirasê keçikê, tîjtîjî kiribû (yanî çirandibû). Ewê yekê em xilas kirin. Vê şûnda dîsa em bar kirin, anîn derxistin vira. Pey wê yekê ra Gulîzer tirsîyaye, zarincîyê nava cî daye.” (Birîn 68-69)
9. Çekdarên dewletê, zilamên nefîkirî jibo xebatan dişînin Sibîryayê.
Di zivistana 1939an de çekdarên dewletê, bi armanca li hêla Sîbîryayê bidin şuxulandin, ji malên nefîkirî zilaman dibin, goya paşê ewê vegerin, lê bi salan tu xeber ji wan nayê stendin. Tê îfadekirin ku di çêkirina rêya hesin û hinek karên din de ew xebitandine. Gava ji gundiyan Îbo dibin, ji malbatê yek dibêje “Du kesan, ji wan yek kurebeşkê şevê (zilamê dewletê yê li ser xelkê xedar) hatin Îbo birin” “Gund bi gundîtîya xwe dizanibû ku ji sedrê (zilamê dewletê yê) şêwra gund ra dibêjin ‘kurebeşkê şevê’, sedrê kolxozê ra jî ‘kastî’. Sedrê şêwra gund, weka kurebeşkê (xilt) bi şev diçe tirban vedide, ew ne bixêr diçû vê malê, wê malê, yanî xwe berdida çarmedoran, li deriya dixist. Sedrê kolxozê (zilamê dewletê yê li ser mal û berên ku gundiyan pale dikir û dicivand) jî him xwîna merivan dimêt, meriv didan xebatê, him dibû şirîkê keda her yekî, hebûna kolxozê jî mîna malê bavê xwe bela dikir, dixwar, stûyê wî qalind bûbû, bûbû stûyê ga” (Birîn 74)
10. Hikûmet xelkê dixapîne, tevgerên xwe yên jibo herba duyem a cîhanê vedişêre.
Dewleta Sovêyetê texmîn dike ku wê herba cîhanê ya duyemîn biqewime, ji lew dest bi amadehîyan dike. Li ser vê yekê nivîskar hikûmetê wek xapxapok diwesfîne û weha dibêje: “Hêdî hêdî girêfîkên gulokên hevpiçilikî (grafîk û gulokên li hev geriyayî) dihate vekirinê, weka ku hukumeta xapxapok salekê, du salan berê dizanî bûye wê şerê cîhanê derkeve. Ji lew kerr-lal mêr berav dikir (bi bêdengî zilam kom dikir), dibir amadeyî şer dikir, wisa dikir ku kesek bi kirina wê nehese. Malbat bêmêr dihiştin, şûnda fermana “qencîyê” dida.” (Birîn 87)
11. Jiber fikr û gilîyan, însanên bêsûc, bi navê dijminê dewletê, dixin hepsê.
Jibo kesên girtî, di nav wan de Kurdên nefîkirî mîna Erebê Şemo jî hene, ji devê Kelo wiha dibêje: “Ne ez rind dizanim ku ev girtî, payê pirr ne sûckar in. Wan ne rê birîne, ne dizî kirine, ne qetilkarî kirine? Dibêjin ewana dijmin in, dijminê gel in, dijminê Sovêtê ne…” (Birîn 89)
Gava Kelo nanê hepsîyan dibe, ew û Erebê Şemo hevdu nas dikin û Erebê Şemo ku ewqas fikra komunîstî dieciband û niha bi sûcê sîyasetê di hepsê de ye, jê re weha dibêje: “… gelo min kurê şivan çi kiriye? Çima bi neheqî destê min xistine qeydê? Çima qelema min ji destê min stendin, bi nemamî (bi îspîyoniyê) bi qewîzî (bêbextî) mer dane destê min? Qerez (yanî tenê ji kînê)….” (Birîn 94) Tê îfadekirin Erebê Şemo nivîsandîye ku halê kurdên Pişkavkazê giran e û nameya wî ya di mala katibê Ermenistanê de, hatiye dîtin û ji lew hatiye girtin.
12. Sovyet, leşkerê xwe ji Îranê vedikşîne, ji lew Komara Mehabadê xera dibe.
Di sala 1946an de li Îranê Komara Kurdistan û Komara Azerbaycanê tên damezrandin. Leşkerê Sovyetê li Îranê ye. Stalîn bi armanca Kurdên li Sovyetê jî doza serxwebûnê nekin û têkiliyên wan bi Kurdên parçeyên din re çênebin, artêşa xwe ji Îranê vedikşîne. Paşê leşkerê Îngîltereyê dikeve wir û bi alîkarîya wê, dewleta Îranê, Komara Mehabadê xera dike. Nivîskar vê helwesta Sovyetê jî rexne dike. (Birîn 105-106)
13. Îdarevan, guh nadin xwestekên Mûstafa Barzanî, pêşmergeyên wî ji hev belav dikin û bi deverên cûda de dişînin.
Li ser xerabûna Komara Mehabadê, Mela Mûstafa Barzanî bi pêşmergeyên xwe re vedigere Iraqê. Lê jiber rewş li wir jî ne başe, radibin diçin Azerbaycana Sovyetê. Dewleta Sovyetê, pêşmergeyên wî li deverên ji hev cûda belav dikin. Mûstafa Barzanî li Azerbaycanê diçe daîreya Wezareta Ewlehîya Dewletê (MGB). Dixwaze bi sedrê MGBê Mîr Cefer Baxirov re bipeyive. Lê Baxirov wî diewiqîne, Barzanî baş fêm dike bê Baxirov yekî çawaye. Li ba însên dibêje ‘belê’ lê ger jê nerazî be, wî bi xayîntîyê sûcdar dike û ji navê radike. Nivîskar bi nêrîna Mûstafa Barzanî di heqê Baxirov de weha dibêje: “Barzanî îdî rind dizanî ku ne tenê Azerbaycan di destê Baxirov da ye, lê Stalîn ji wî gellekî hez dike, serê ku Baxirov jê dike, Stalîn jê re nabêje çima?” (Birîn 121)
“… Baxirov dîsa dest avête nemirovatiyê. Rojekê hatin, ew merivên Barzanî 700-800 nefer ji hev qetandin. 150 nefer şandin Laçînê, 30-50 şandin Kelbecerê, şandin Qubadliyê, Zengilanê û ciyê mayîn” (Birîn 121) Ev her çar şehr, bajarên sereke yên Kurdistana Sor bûn ku otonom bû, lê paşê bi destê Stalîn hate xerakirin. Barzanî dinihêre tu alîkarîyê nadinê, da’w dike ku wan teva bi hev re bişînin welatekî Ewrûpayê.
Rojekê Rehîmê Hesen Qazî û Pîşewerî tên cem Barzanî, jê re dibêjin ku herne cem Baxîrov bê ka çi dibêje. Barzanî weha dibêje: “Ew merivekî namerd e. Wî bi wî cîyê lê sekinîye, gellek ocax temirandine, careke dinê ewana vênakevin. Serbarê ser da ew mirovan dixapîne. Ez tu wextî dîsa berê xwe nadime wî… yekî mîna Stalîn ji wî ra dibêje ‘belê belê’ ji lew ew bi penbû serê ewladê gelê xwe yê eyan dide serjêkirinê. Wê di pêş de gel, navê wî bi qedeke reş da bipêçe û wê nehêlin ew li axa weten bê definkirin” (Birîn 135-136)
14. Pêşmergeyên Mûstafa Barzanî, şerpeze dikin.
Pêşmergeyên Mela Mûstafa Barzanî, li Sovyetê perîşan dibin, ji hev tên qetandin û dûrkirin. Ji wan Evdilrezaq dibêje ku çekên wan ji wan stendine, ew şêlandine. “(Barzanî li Evdirezaq) Nihêrî ku ew di halekî wisa da ye, her Xwedê bila bê hewarîya wî. Kaloşê pîya yek qelişîbû, pêçîya wî tê ra derketibû, potikê lê tîştîşî bûbû (paçê li tiliya xwe gerandibû qetiyabû), pembû tê da dar da bûbûn, çavên reşbelek kort da çûbûn.” (Birîn 125)
Evdilrezaq ji Mûstafa Barzanî re weha dibêje: “Keko, li wir li welêt me dibihîst wekî ku li Sovyetê her tişt azad e. Keko ez bi serê te yî ezîz kim, min ji kêliya ew kurdên li Yêvlaxê, di nava axa sipî da dîtine û vir da, min hemû derd û kulê xwe jibîr kirine.” (Birîn 132)
C) GILÎW GAZINÊN JI BER REWŞA JÎYANA SIRGÛNÊ
Nivîskar dirêj dirêj li ser jîyana sirgûnê ya Kurdên nefîkirî sekinîye. Bi dijwarî û ğerîbîya rewşa wan, dewleta Sovêtê rexne kiriye. Li jêr tenê di heqê rewşa Kurdên nefîkirî de hinek qewimîn hatine diyarkirin ku nivîskar ji ber wan gilîw û gazinan dike.
Dema ji Ermenistanê tên sirgûnkirin, ji wan re dibêjin ku tenê dikarin ya çêlekekê yan jî 5 pezan bi xwe re bivin. Divê heywanên din teslîmî kolxozê bikin. “… Ber êvarê bi serkarîya esker, du sê maşînê barbir tijî mirov (çend makîneyên tije însan), erebeyên barkirî, çend serî dewar, bira pêz, yek jî di nava wan de hespek ji gundê Şîranê derxistin, bi rê kirin. Vê rewşê, vê malwêranîyê li hemû gundên Kurdan wisa da, bi hev re rû da. Bû gazî. Girî bi ser girî de, şîn bi ser şînê de hat…”(Bawerî, 92)
“Ev mehek bû hêsîrên hêsîran, bi rê de bûn. Di nava wê mehê de çend mirovên mezin û zarok mirin…”(Bawerî, 94)
Piştî tên sirgûnkirin jî tev ne li cem hev in. Wan li devera ku çûnê jî ji hev belav dikin. “Mirovên hatibûn, dan zanîn ku wan li vir ji hev veqetînin û bişînin cîyê esas. Wê Kurdan li ser çend komaran belav bikin, komar jî dê wan li ser qezayan, li ser marzayan û li ser gundan belav bikin. De, dibên ku ji rengê reştir wêdatir, tu reng tune..”(Bawerî, 96)
“Mirovên nefîkirî payê pir (pirê însanên sirgûnkirî) hêwa vî erdî hilnedida, zivistana bi ba û bager bûbû rihustan, bûbû suwarê qitîkê bi şev û rojê her carê derê malekê dikuta.. (di wê zivistana şedîd de roj û şevê her car ji malekê hinek kes dimirin”(Bawerî, 96)
Di dema nefîkirina ewil de “Mala Kelo tevî çendî çend mala ber bi rastê rast kirin. Ewana rê anîn, anîn êvareke tarî li ber behra Xezerê hêwirandin. Li vira mala koç kutane koçên hev (mal bi hev ve girê dabûn). Kulê tu mala neyara kebî, dora wana usa birîbûn, yekî nikaribû gavekî vir da, wê da biavêje (yek nikaribû bi tu deverê ve biça)” (Birîn, 34)
Piştî sê rojên şerpezehî wan bi gemîyê dibin. Berî bi rêkevin, her malekê nanek û nîv didine wan, avê roja ewil nadin wan. Zarok ji tîbûnê ava behrê vedixun. Nivîskar weha dibêje: “Hey Xwedêyo, tu vê zulmê qebûl neke.” (Birîn, 45) Bi ser behra Xezerê re derbasî bendera (lîmana) nêzîkî bajarê Krasnovodskê dibin. Deverên ku nefîkirînan dişîninê jî hemû deverên paşvemayî ne. Hê şaristanî neçûye wir.
Pey nefîkirinê jî derd û kul dewam dikin. Nivîskar jibo qewimînên sala 1939an dibêje roja reş û weha behs dike: “Xemila wê beyt-serhatîyê ew deroderkirin, buxdankarî, neheqî, xelayî-celayî, nexweşî bû. Lê ro-robarîya van qewimandina gişka yek bû: roja reş… Neyar û nexwestîyên kurdan usa hizir dikin, wekî ev çi ku anîne serê kerîkî vî gelê pirmilyon, hindike. Lema jî dujmin sala 1939a beroşeke qîrê-qetranê yê nûh danî ser agir-alafa xwe, ew sal jî kire tevî roj-salên kurdan yên reş û wan ra heşir-meşira nebînîyayî anî! Rojên reş bi rojên reş pêçand” (Birîn, 72-73)
Di zivistana vê salê de çêkistên (wezîfedarên) dewletê bi şev tên ji gundîyan Îbo dibin. Roja din Rostem dibin û pey re jî Teyfûr dibin. Çêkist van kesan dibin û li Sîbîryayê di çêkirina rêya hesin de wan dişuxulînin. Rostem çend meh şûnda bi Nûrsûltanê qazak re namekê ji Kelo re dişîne û behsa perîşanîya xwe dike. Îfade dike ku texmîn nake vegere, ji lew ji Kelo dixwaze li mala wî miqatebe weka mala xwe. (Birîn, 78-80)
Di dema nefîkirinê de heqê zarokên nefîkirînan tuneye ku piştî dersxana deha (mekteba amedehîyê) xwendina xwe dewam bikin, nikaribûn xwendina bilind bi dest bixin. Ji lew Nadoyê Kelo jibo xwendinê nameyek ji Stalîn re dişîne. Nado ji mamosta xwe Vêra Îvanovna re weha dibêje: “Lê gelo bavê me Stalîn, çima gelê kurd, da nefîkirinê? Gelo rastî gelê kurd sûckar bû, wekî ji ciyê kal-bavan hatine rakirinê. Niha jî destûrê nadin ewledên wan bixwînin, pêş da herin. Hema emê bibine xulamê xelkê” (Birîn, 142) Ji ber mektûb şandîye, sedrê şêwira gund bi malbatê re hêrs dibe û îfade dike ku wê ji dibistanê derxin û şuxulê ku kiriye (nivîsa nameyê) wê bidine prokûratûrayê (sewcîtîyê). (Birîn, 145) Paşê jibo cewaba nameyê bidinê, Nado ji malê dibin leşkerîyê. Malbat dikeve şîn û girînê ku tiştekî bînin serê kurik. Lê ji Nado re dibêjin êdî zarokên nefîkirîyan jî dikarin li respûblîka xwe xwendina xwe dewam bikin.
Ji nefîkirînan Seyranê, weha behsa sirgûnbûna xwe dike: “Koçên me nêzîkî bajarê Aşxabadê dane sekinandinê. Doxtir û esker hatine nava me. Doxtiran hîmlî zaran dinêhêrin. Sanoyê min ava behrê vexwaribû û zikê wî werimîbû, çavên wî sor bûbûn. Doxtira li wî mêze kirin, hev ra çi gotin, çi negotin nizanim eskerekî dada kurik ji min bistine. Ewî wê da, min vir da kişand. Esker sîngê min da bi hêz lê da, min dîsa kirasê Sano ve girt. Emirkinbûyê eskerekî mayîn jî hat û ewana mîna gurê serê çilla, Sanokê min ji nava lepên min derxistin.” (Birîn, 180-181) Dê bi hesret û kul û kedera kurê xwe, nêzî bîst sala derbas dike heta carekê Xwedê wan digihîne hev.
ENCAM
Edebîyatnas û romannûsên Qafqasyayê, jiber ku bi fikra dewleta Sovyetê perwerde bûne, di bin tesîra sosyalîstîyê de nivîsandine. Yên xwe ji vê qalib û dirbê xelas kiribe, hindik in. Ji wan yek jî Ahmedê Hepo ye. Dîwarê ku ji aliyê dewleta sosyalîst a Sovyetê ve li dor fikr û xeyalên wî hatine bilindkirin, dişkîne û halê Kurdan bêtir fêm dike. Sebebê sereke ku dewleta Sovyetê rexne dike, rewşa jîyana Kurdên nefîkirî ye. Jixwe gava di 1937an de 50 hezar Kurd tên sirgûnkirin, ew wê çaxê sê salî ye û malbata wî jî di nav van Kurdan de ye. Ji lew di zaroktîya xwe de bûye şahidê halê Kurdên sirgûnkirî. Helbet Kurdên nivîskar ên din jî yan jî malbatên wan jî di nav van sirgûnan de hene. Feqet huner ew e ku meriv hinek dirb û qaliban bişkîne û heqîyê bibîne.
Her çiqas dewleta Sovyetê, bi piranî ne ji aliyê fikrî ve rexne bike jî, rexne derbarê sepandina dewletê û helwestên sermezinên dewletê yên di heqê Kurdan de ne. Di romanê de behsa sirgûna sala 1988an jî dike. Bêşek heta wê demê li Sovyetê fikra sosyalîstîyê jî guherîye. Nivîskar dikaribû di vî warî de jî qalibeke din bişkanda. Di dawîya romana “Birîn”ê de behsa serkeftina akademîk a Nado dike. Pesnê wî dide ku Kurdek di mijara kîmyayê de bighêje wê derencê û ji aliyê akademîsyenên Sovyetê ve jî bê ecibandin û teqdîrkirin. Bi kurteyî tenê salên nefîkirinê rexne kiriye. Her wiha Ereb Şemo nivîskarekî komunîst e û hatiye girtin. Ahmedê Hepo, di romana xwe de cî daye wî. Li ser girtina wî dikaribû zihniyeta dewletê jî rexne bikira.
Di romana “Birîn”ê de behsa Qazî Mûhemmed û komara ku ava kiriye, Mûstafa Barzanî û rêwîtîya wî ya li Sovyetê jî kiriye. Evana girîng in. Nivîskarên Kurd ên Qafqasyayê heta dereng jî, ji parçeyên din ne bixeberdar bûn. Serpêhatîyên Mûstafa Barzanî yên li Sovyetê, di xerabûna Komara Kurdistan a Mehabadê de têkilîyên Sovyetê, tewra mezin û îdarevanên Sovyetê ya li ber Mûstafa Barzanî û hevalên wî, di romanê de xweşik hatine reşandin. Kurdên Qafqasyayê wê demê haya wan nû ji birayên wan ên din çê dibe. Evana romanê dikin wek belgeyekê. Ji vî alî de roman biqîmet e.
Evdilrezaq ji Mûstafa Barzanî re weha dibêje: “Keko li wir li welêt me dibihîst wekî li Sovyetê hemû tişt aza (azad) ye. Keko ez serê te yî ezîz kim, min ew Kurdên li Yêvlaxê, nava axa sipî da dîtine vir da, min hemû derd-kulê xwe ji bîr kiriye.” Nivîskar bi rexneyên xwe dide zanîn ku dewleta Sovyetê, ne weka li nav gelan bi navê “bihuşta rojhilatê” tê zanîn e. Halê hinek Kurdan ji yê Kurdên din xerabtire. Dewleta Sovyetê jî esil li pey hebûn û berjewendîyên xwe ye.
Her wiha nivîskar xweşik nîşan daye ku xelkê nefîkirî, zimanê xwe yê dayikê jibîr nekiriye, ‘urf û ‘adetên xwe yên bav û kalan neterikandine, gotinên pêşîyan ji guhê xwe dernexistine. Di nav dram û dijwarîya heyata sirgûnê de, parastina van xesletan muhîm e. Jiyana sirgûnbûnê, welat û dostanî û merivantîyê bi wan şîrîn kirine. Her du roman wî ji vî alî de jî biqîmet in.