3. DI HEQÊ PÊVAJOYÊ DE HÊVÎYÊN ALÎYÊN “PÊVAJOYA ÇARESERÎYÊ” Û HÊLÊN CÛRBECÛR ÊN CIVAKÊ
Hemî millet dixwaze ku sîleh bisekinin, hawira hizûrê pêk bê, tetbîqat û pergalên faşîzan ên ji ber sîstemê diqewimin rabin. Jiber vê yekê “pêvajoya çareserîyê” li nik millet ciddî hewce tê dîtin. Li gorî hinek fikran, di vê dewra enformasyon û teknolojîya pêşxistî de, divê çareserkirina meseleyên civakî, êdî ne bi wasîteya şîddetê bin. Wekî din PKK, dev ji daxwaza dewleteke serbixwe berdaye, federasyonê bilêv nake û gihaştiye wê astê ku xweserî jî xistiye çarçoveya xurtkirina îdareyên herêmî. Ji lew jibo qezenca hinek heqên kulturî, berdewamiya pevçûnê ne mentiqîye. Mijarên wek hebabûna çavkanîyên însanî û ekonomîk ên welêt, zirardîtina biratîya xelkan, ji mudaxeleya hêzên derveyê re talûka çêbûna zemîneke musaîd, zirarên pevçûnan eşkere dikin. Ji vî aliyê ve “pêvajoya çareserîyê” gelek girînge. Lê di warê hêvîyên ji pêvajoyê de ferqî hene. Piştî destpêbûna “pêvajoya çareserîyê”, alîyan tenê ji hêla xwe ve, dest bi helwesteke pragmatîst a “wê çawa ji pêvajoyê îstîfade bikin” kirine. Ev yek jî, pêvajo ji armanca esas dûr xistiye.
3.1. Hêvîyên Dewlet û Hikûmetê
Dewletê bi pêşbînîya ku wê pêvajo serwerîya wê xurttir bike, ji qasî dihat hêvîkirin zûtir xwe adapteyê pêvajoyê kir, lê îhtîrazên xwe jî her zeman diyar kirin. Xelasbûna pevçûna çekdarî û li her derê welêt xuyabûna qûwweta dewletê, di serê hêvîyên dewletê de bûn. Mesrefên ewlekarîyê jibo ekonomîyê, wek çalereşek bû, hindikkirina van mesrefan, jibo hikûmetê di warê faalkirina projeyên sosyal û çêkirina îstîkrara ekonomîk de, zêde muhîm bû. Îstî’malkirina çavkanîyên herêmê yên binerdê û sererdê û dahatûyên tûrîzmê yên wê zêdebûbûna, wê îmkanê dewletê xurttir bikira. Digel vê di nav hêvîyên girîng de hebûn ku bi rakirina sîlehan, wê partiyên sîyasî yên dirêjîya PKKa ku tewreke xurt û xwedî alîgirên zêde nîşan dide, êdî li herêmê eynî rewşê nikaribin bidomînin, hetta wê di nav wan de nelihevkirina fikran biqewime.
3.2. Hêvîyên PKKê
Gava li ser hêvîyên PKKê bê xeberdan, ewê baştir be ku meriv behsa seyra tarîxî ya PKKê borandiye û hemî muştaqên wê bike. PKK bi “pêvajoya çareserîyê” di dîroka xwe de bi qasî ku tucarî bi dest nexistibû bûy xweyîmkan û ji xwe re sehake ku dikaribû tê de rihet hereket bike bi dest xist.
3.2.1. KCK an jî Qandîl
Koma Civakên Kurdistan (KCK), di wê pozîsyonê de ye ku ku hemî muştaqên PKKê temsîl dike û bi şeklê îdara “hevserokî”yê dixebite. Pirê îdarevanên wê, ji zûde di nav micadela çekdarî de ne. Di qadroya wê ya serî de, ji zûde tu guhertin û tasfîye neqewimîye. Îdarevanên KCKê, di demên ku tehdîda êrîş tunebin de, li merkeza xwe ya li Qandîla Herêma Kurdistanê dimînin.
KCKê ji serî heta dawîyê, yekser pragmatîk li pêvajoyê nêrîye. Gava orgutê xwe xurt dîtîye, îdarevanên wê behsa stratejîyên herbê yên “gûrahîya hindik” û “gûrahîya pir” kirine, lê dema di bin êrîşan de ketine tengasiyan, bi agirbestiyan hewla ku terefdarê aştîyêne nîşan dane. Ev yek di 1993an de dema Ocalan hatiye girtin û di 2011an de dema operasyonên zêde, gelek caran hatiye dîtin.
Hêvîya KCKê ji pêvajoyê ew bû ku zemînek çê bibe daku Kurdistana Tirkiye û Sûriyeyê û heta ya Iraqê, êdî ne ji Qandîlê, ji hundur/rasterast bê îdarekirin. Jixwe wê îdarevanên hundur jî ewêbana, piştî ku endamên çekdar, sîlehên di destê xwe de rîyalî berdana, wê têketina nav bajaran û wê wek wezîfedarên dewletê yên resmî, dîsa rahêştina sîlehan. Yanî KCK di wê hêvîyê de bû ku bi awayî bajaran jî bide ber xwe hakimîyeta xwe ava bike.
3.2.2. Îmrali yan jî Ocalan
Hêvîya herî mezin a Ocalan ew bû ji Îmraliyê derkeve, micadela wê di çarçoveya terorê de neyê hesibandin û wesfê wî ya “Serokê Xelk Kurd” li nav alema cîhanê bê qebûlkirin. Ocalan ji hevdîtinên ku bi yekîneyên îstîxbaratê re pêk dianîn, zen dikir wê ji wî re, ji bo ajotina hemî kurdan sehakek bê vekirin. Hevdîtinên wî yên bi heyetên BDP-HDPê re, beyanên wê yên ji bo Newrozê ku di wan de li ser biratiya Tirk û Kurdan disekinî, gotinên wî yên der barê tesîrên emperyalîst ên jibo dîzaynkirina Rojhilata Navîn de û xeberdanên wî yên bi polîtîkayên nû yên dewletê re hevrast, girîngin jibo fêmkirina ku çawa li meseleyê dinêre û hêvîyên wî yên ji pêvajoyê di çi sewîyeyê dene. Ocalan tim û tim behsa baştirkirina şert û mercên xwe dikir û ketibû wê hêvîyê ku wê gav bi gav xwestekên wî pêk bên.
3.2.3. Dîyaspora PKKê
Ji dîyasporayê meqsed, dirêjîyên PKKê ne ku hema bi sebebekî li derveyê Tirkiyeyê dimînin û li welatên Ewropayê kom bûne. Hêvîyên qismekî dîyasporayê, bi “pakêtên demokratîkbûnê” bi piranî hatine cî. Hinek kesayetên ku berî niha ji ber gotineke xwe ketibûn hepsê, yan jî mecbûr mabûn welat terk kiribûn, digel ku dîsa behsa serxwebûn û federasyonê dikirin jî, di vegera wan de bêje hema bi mersîma dewletê pêşwazîkirina wan, nîşan dide ku şert guherîne. Lê belê jibo hinek qadroyên payebilind ên PKKê, tiştek xuya nake. Lê hêvîyên dîyaspora ku tevlî armanc û hesabên sîyasî yên dewletên li wan dimînin bûne, ji heqên wan ên şexsî û kollektîf zêdetir, ketine bin daxwazên mîhraqên hêzên ku tevlî wan bûne.