2.2. “Mîmarê ‘Esil ê Pêvajoya Çareserîyê Kî ye?”
Kê pêvajoya çareserîyê daye destpêkirin, bi gotineke din mîmarê ‘esil ê pêvajoyê kî ye, ev bûye mijara niqaşê. Nexasim ji pêvajoyê re desteka zêde ya xelkê û îhtîmala serkeftinê, bûn sebebê ku hêl evana ji xwe re wek “qezenceke zêde” binirxînin. Gotinên Erdoğan: “Me ne destê xwe, hemû wicûda xwe xistîye bin qûç” “Eger bibe sebebê bidawîbûna heyata min a siyasî jî, vexwarina jehra zirgêjnokê hewce be jî” û beyanên hêla DTK (Kongreya Gel a Demokratîk)-HDPê: “Ocalan û Tevgera Kurd a sîyasî aştî pêk anî.” derdixînin holê ku her du hêl jî dixwazin wek mîmarê pêvajoyê bên dîtin. Niha ji aliyê herdu hêlan ve, emê ji nêz li rewşê binêrin:
2.2.1. Dewlet an jî Hikûmet
Dewlet ji bo peydekirina dewamiya xwe, hikûmet jî ji bo peydekirina qezencên siyasî, terefdarên sikûneteke îzafî û îstîkrarêne. Lê di xisûsîyeta ku wê îstîkrar çawa û bi kîjan metodan pêk bê de îxtîlaf heye. Dewlet ji bo îstîkrarê kîjan ‘unsur û tevgeran wek talûke bibîne, rasterast teşebbusî tesfîyekirina wan dike. Lê di warê daxwaza û teleban de bi tevayî xwedîgumanin û li rex statukoparêz û mihafezekar disekinin. Ji vî alî ve ji pêvajoyê tiştê ku dewlet fêm dike, yên xelk û hikûmet fêm dikin, bi giştî ‘eynî tiştî di xwe de nahewînin. Di xisûsiyeta “Pêvajoya Çareseriyê” de jî, dewletê bi salan helwesta tasfîyekirin/statukoparêzîyê nîşan daye. Piştî ku çareserî anî rojevê, mirna Tûrgût Ozal ya ji nuşkave û bişek, bû sebebê îddîayên ku dewlet li hember çareseriyê, refleksa xwe ya dijwar dixe dewrê.
Hikûmeta Ak Partiyê ku xetteke siyasî ya gelek salan ji aliyê sîstemê ve hatiye mexdûrkirin temsîl dike, jixwe qismî be jî hetta ku bi dewletê re hesab nedît û baskê statukoparêzîyê yê dewletê bi paşde nexist, nikaribû behsa çareseriyê bike. Paşê yekîneyên îstîxbaratê yên hatin guhertin xistin dewrê û jibo qedandina pêvajoya pevçûna çekdarî îrade nîşan dan. Jibo vêya jî bi yê li Îmraliyê aktîfe û paşê jî ji dewrê derxistina eskerên ku ji doza derbeyan tên mehkemekirin, temamkirina pêvajoyê hat hêvîkirin. Hewla ku pirsgirêk bi wasîteya rayedarên îstîxbaratê bê çareserkirin, jiber vê yekê bû ku nexasim ji reaksiyonên civaka mîllîyetperwer yekser neemîn bûn. Ocalan jibo burokrasiya îstîxbaratê û hikûmetê gotinên qenc dikir, ev jî di baskê hikûmetê de hêvîyên jibo çareseriyê şîn dikir. Ji lew li ser vêya, rêkûpêkkirinên qanûnî hatin derxistin, koma însanên aqilmend hat avakirin û qonaxa muzakerekirina li ser metnên muşterek hat destpêkirin. Gava meriv bi hawira siyasî û miwazeneyan lê binêre, eşkereye ku heta îktîdar îradeke xurt nexe holê, ewê pêvajo dest pê neke, eger dest pê bike jî ewê neyê domkirin. Jiber vê yekê îktîdara partiyek tenê û serokatîyeke xurt, avantajeke girîng peyde dike. Di vî warî de meriv dikare bêje ku seroktiya xurt a Erdoğan û îktîdara Ak Partiyê, aktora li pêş a pêvajoya çareseriyêye.
2.2.2. Burokrasiya Îstîxbaratê
Hema li her derê dinyayê teşkîlatên îstîxbaratê, xwe di ser hikûmetan re dibînin û carna li ser navê parastina menfîetên welêt, li dijî polîtîkayên hikûmetan tevdigerin. Gava ku mensûbên teşkîlatên îstîxbaratê û hikûmetê li ser eynî xeta îdeolojîk bin, bi giştî ewçax bi hev re dixebitin.
Teşkîlata Îstîxbaratê ya Mîllî ya Tirkiyeyê (MÎT) digel ku ji hemî derbeyên leşkerî berê xeberdar bûye jî, ev yekê ji hikûmetan re negotiye û piştî derbeyan jî bi cûntakaran re xebitîye. Ev yek ji ber pevrebûna îdeolojîke û ji ber ku pirê îdarevanên MÎTê, ji eskeran pêk tê. Îdarevanê ewil ê sivîl ê MÎTê Hîram Abbas e ku ji aliyê Tûrgût Ozal ve hatibû tayînkirin. Hîram Abbas jî piştî çendakî bi sûîqestê hate kuştin.
Di salên ewil ên îktîdara Ak Partîyê de, îstîxbarat ne nêzî hikûmetê bû. Di 2005an de Şenkal Atasagûn teqawîd bû û Emre Taner di şûna wî de hat tayînkirin. Ev jî di MÎTê de miwazene guherandin. Cara ewil Emre Taner, li gorî zanebûna hikûmetê bi Ocalan re xeber da û mijara “çareserîyê” anî rojevê. Ocalan li ser vê mijarê, bi abûqatên xwe re hevdîtin pêk anî û pesnê cîddîyeta heyeta dewletê da, piştî ku ji PKKê re mesaj şandin, di 2009an de li Osloya bajarê Norweçê, di navbera heyetên MÎT û PKKê de hevdîtin dest pêkirin. Di qamûyê de ev hevdîtin wek “Hevdîtinên Osloyê” hat zanîn. Di van hevdîtinan de, di nav heyeta MÎTê de Hakan Fîdan jî hebû ku paşê dibû misteşarê MÎTê. MÎT di pêvajoyê de aktîf cî digirt, lê gotinên qeyda dengan ên hevdîtinên li Osloyê û îfadeyên beyanên Erdoğan, nîşan didin ku MÎT ne ‘esil mîmare, serdêrekî ku bi emrê hikûmeta Ak Partîyê hereket dike.
2.2.3. Ebdûllah Ocalan
Îddîayên rêvebirên PKKê û rayedarên HDPê yên ku dibêjin “mîmarê pêvajoya çareserîyê Ocalan e” ne tam rastin. Bêşek desteka Ocalan a ji pêvajoyê re -bi beyanên Newrozê- bûye sedema ku alîgîrên PKKê ji pêvajoyê hêvîdar bûne, ji alî ve ev yek li gorî mêzînên eşkere, fonksîyonekê peyde dike. Lê gotinên ku Ocalan yekemîn aktorê pêvajoyê ye, pir fîşal û mubalağaye.
Îro ji her aliyan ve tê qebûlkirin ku girtina Ocalan û teslîmkirina wî ya Tirkiyeyê, operasyoneke îstîxbaratê ya navneteweyî bû. Gava Ocalan anîn girava Îmraliyê, hinek sûbayên ku paşê di dozên Ergenekon û Balyozê de hatin mehkemekirin, bi wî re têkildar bûn. Di hinek qeydên ku di medyayê de eşkere bûn de Ocalan gotiye dikare bi dewletê re bixebite, orgutê têxe xizmeta dewletê. Lê burokrasîya leşkerî û îstîxbaratê ya wê dewrê, dil nedikirin ku PKK bê tesfiyekirin, di wê fikrê de bûn ku PKK hebûna xwe di bin kontrolê de bidomîne. Digel vê yekê PKKê heta sala 2004an êrîşên xwe yên çekdarî dan sekinandin.
Di wê dewra ku hikûmetê “pêvajoya çareserîyê” bi awayê qewî dianî rojevê de, li hember PKKê operasyonên leşkerî yên ciddî hebûn û orgutê zayîatên giran didan. Ocalan ji dewamiya pêvajoyê re dilxwaz bû, ji ber ku dîsa ew xistibûn pozîsyoneke girîng û îhtîmala ku ji hepsê bê berdan û azad bibe hebû. Ev yek di hinek perîyodên eşkere de, bi gotinên wî ku digot “şert û mercên min baştir bikin” û bi îfadeyên îdarevanên HDP û PKKê ku jibo Ocalan, ewilî “hepsa malê” paşê jî azadbûna wî dikirin şert, xuya dibû. Ji lew Ocalan bûbû aktorekî destekê dide pêvajoya ku di merhala ewil de çarçoveya wê, ji aliyê hikûmetê ve hatibû diyarkirin. Lê meriv nikare wî wek mîmarê avaker bihesibîne.
2.2.4. DTK-BDP an jî HDP
Meriv dikare îddîa bike ku di pêvajoya çareserîyê de tu tesîra DTK, BDP an jî HDPê tunebû, ji ğeyrî bicîanîna talîmatên Îmrali û Qandîlê, tu fonksîyonên wan tuneye. Lewra parlementerê Diyarbekirê yê HDPê Altan Tan weha îfade dikir: “HDP di navbera Qandîl, Ocalan û dewletê de postevane.” Hikûmetê di hinek periyodan de bi gotinên “micadela bi terorê re, mizakera bi çiqila wê ya sîyasî re” teşebbus dikir ku di pêvajoyê de, PKKê bêfonksiyon bike û ji dêleva sîlehê, micadela sîyasî derîne pêş. Feqet HDP, bêyî Qandîlê nikare helwesta vê îrade û cesaretê nîşan bide.